موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

TECAWUKAR TÊN BERDAN Û KESÊN XWEDÎ WİCDAN TÊN CEZAKIRIN

208
image_pdf

TECAWUKAR TÊN BERDAN Û KESÊN XWEDÎ WİCDAN TÊN CEZAKIRIN

Sami ADALI

Mijara leşkerê tecawuzkar ê bi navê Mûsa Orhan ji hêla herkesî ve tê zanîn. Ev kes, yek ji endamên artêşa dagirker, qirker û tecawuzkar e. Dest diavêje keçika Kurd a bi navê Îpek Er. Îpek û malbata wê di 7’ê tîrmeha 2021’ê de li dozgeriyê gilî dikin. Dozgerî ji ber bertekên raya giştî dozê li tecawuzkar vedike. Lê piştî 10 rojan, di 17’ê mehê de leşkerê tecawuzkar tê berdan.

Malbat û parêzerên Îpek Er serî li navendên fermî didin; gelek sazî û kesayet daxwaza girtin û cezakirina kesê tecawuzkar dikin. Lê di vê navberê de di 18’ê mehê de jina ciwan a 18 salî xwe dikuje. 34 rojan di nexweşxaneyê de dimîne, lê jiyana xwe ji dest dide.

Herkes dizane ku heta ku mêtîngerî hebe, heta ku dagirkerî hebe her roj û her kêlî destdirêjî heye. Ev destdirêjî carna li ser erdnîgariyê ye, carna li ser nirxên civakî ye û carna jî li ser kesayetan bixwe ye. Her kesên ku li dijî destdirêjiyê derdikevin, li dijî dagirkeriyê jî derdikevin. Divê derkevin…

Piştî berdana leşkerê tecawuzkar di civakê de bertek bilind bûn. Mirovên xwedî wicdan bertekên xwe li kolanan û li ser malperên civakî nîşan dan. Em dizanin ku berteka rastîn cezakirina leşkerê tecawuzkar û hemû dagirkeriyê ye. Lê dîsa jî bilindkirina dengê xwe yê li ser malperên civakî jî kêm be jî bi nirx e.

Yek ji van kesên ku li ser tevna civakî dengê xwe bilind kir, hunermenda bi navê Ezgî Mola bû. Ezgî Mola, tenê çend hevok di derbarê berdana leşkerê tecawuzkar de par ve kiribûn. Lê pergala zilam a dagirker van çend gotinan jî ranekir.

Ji dozgeran heya dadgeran, ji desthilatdariyê heya saziyên leşkerî yên dagirker, her kes û saziyên dewletê jixwe parastina “leşkerê xwe” dikirin. Lê di dadgehê de parêzerên wî yên taybet jî hebûn. Van “parêzeran” di derbarê  Mola de gilîli cem “parêzerên din” kir.

Dadgehê ji Mola xwest ku “lêborîna xwe bixwaze”, lê Mola ev yek nepejirand. Û îro 31’emîn Dadgeha Cezayê ya Eslî ya Enqereyê 65 roj cezayê îdarî li Mola birî. Li gorî vî cezayî divê Mola 5 hezar û 200 lîreyan ceza bide.

Dadgehên ku tecawuzkaran diparêzin, ceza li kesên ku hinekî jî berteka xwe nîşan didin, dibirin. Li ser dîwarên wan dadgehan, gotinên navdarên dîrokî yên di derbarê dadweriyê de hene. Û dozger, dozan li ser navê “raya giştî” ango li ser navê civakê vedikin. Parêzerên pergala dagirker, tecawuzkarên xwe berdidin û ceza li kesên ku bertekê nîşan didin, dibarînin.

Ezgî Mola, di peyama xwe ya ku ji ber wê ceza girtibû de gotibû ku “Ez êdî çi bêjin! Xwelî li serê we be!”. Lê bi van gotinan kesên sûcdar cezayên xwe nabînin û pêşî li destdirêjiyên nû nayê girtin. Çareseriya mayînde, bidawîkirina dagirkerî û mêtîngeriyê ye.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.