موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

DOZA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR DIDOME

65
image_pdf

Malbata Şenyaşar: Divê em jiyaneke dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin

Malbata Şenyaşar, di roja 208’emîn a çalakiya xwe de, ev peyam par ve kir: “Erka me ye ku em jiyaneke dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin.”

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a ku di 9’ê Adarê de dest pê kir, di roja 208’emîn de dewam dike.

Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.

Malbatê girêdayî çalakiya xwe ya îro, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal ev peyam par ve kir: “Ger hûn li hemberî neheqiyê bêalî bimînin, wê demê we aliyê zaliman hilbijartiye. Erka me hemûyan e ku em jiyaneke dadmend, pêşkêşî nifşên nû bikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku beriya hilbjartina 2018’an de li navçeya Sirûcê ya Ruhayê di navbera xizmên parlamenterê AKP’yê îbrahîm Halîl Yildiz û malbata Şenyşaran de, li dikana Şenyaşaran pevçûneke çekdarî rû da. Di buyerê de Cemal Şenşayaşar û Mehmetşah Yildiz li dikanê hatin kuştin.

Adil Şenyaşar û çar xizmên parlamenter jî birîndar bûn.

Hecî Esved Şenyaşar, bavê Fadil, Cemal û Adil, piştî pevçûnê xwest li nexweşxaneyê serdana kurê xwe yê birindar bike, lê xizmên parlamenter li wir him Heci Esved him jî kurê wî yê birîndar Adil kuştin.

Dozger, lêpirsîna kuştinên li nexweşxaneyê nekir nav dozê û ev lêpirsîn hîn temam nebûye. Her wiha biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.