موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

THKP-C/MLSPB: ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ WÊ RASTÎ BERXWEDANA GELÊN SÛRIYEYÊ WERE

137
image_pdf

Bi rojan e ku tê nîqaşkirin bê ka wê dewleta faşîst a Tirk li hemberî Efrînê operasyona dagirkeriyê pêk bîne ya na. Her wiha tê nîqaşkirin ku heger dagirkerî dest pê bike wê dewleta faşîst a Tirk rastî çi were, wê encam çi be û hwd.

Bêguman him hêzên şoreşger him jî dij-şoreşger van xalan dinirxînin ku wê hêzên emperyalîst, tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk erê bikin an na; yan wê kîjan hêza emperyalîst vê operasyonê erê bike; yan jî wê ev operasyona dagirkeriyê, bi kêrî kê were.

Tiştê ku hêzên şoreşger pê mijûl dibin jî ew e ku, wê çi destkeftiyên gelên me çêbibin. Lewra pirsgirêk ne ew qada biçûk a bi firehiya 35 km û dirêjahiya 55 km’yî ye. Divê herkesên biaqil bi vê pirsê mijûl bibin û bersiva wê bidin. Hêzên emperyalîst û serokkomarê dewleteke ku dijminahiya wê ya li hemberî neteweya Kurd hatiye çespandin, ji bo ev qada biçûk dixwazin xwe û hemû welatê Tirkiyeyê biavêjin nava agir. Ev, dînitiyeke şîzofreniyê ye.

Em bêjin ku wê artêşa Tirk a ku pêlîstoka NATO’yê ye, li hemberî Efrînê dest bi êrîşekê bike; bila li eniya Tirkiyeyê hemû hêzên şoreşger, sosyalîst û demokrat, karker û gelê me yê kedkar li gorî wê girîngiyê tevbigerin û hewldanên xwe xurt bikin ku wê ev şer, ne tenê bi Efrînê re sînordar bimîne û wê bandorê li eniya Tirkiyeyê bike.

Heger pirsgirêk tenê ev qada biçûk bûya, me yê gotiba ku Erdoxan har bûye û me yê zêde guh nedaba vê mijarê û jixwe tu kes Erdoxan cidî nedigirt jî. Ji ber ku Erdoxan ne xwediyê wê giraniyê û hêzê ye ku rojeva cîhanê ewqasî mijûl bike. Erdoxan, tevî xwe, hemû Tirkiyeyê veguherandiye koncala heriyê û heta qirika xwe ketiye nav. Êdî pirsgirêk di wê astê de ye ku ew qada ku erdoxan lê bi topê dileyîst gelekî mezintir e.

Amerîkaya emperyalîst a ku dixwaze ji nû ve cîhanê parve bike, bi dewleta Tirk a NATO’yê re di serî de gelê Efrînê û Sûriyeyê, dixwaze vîn û berxwedana hemû gelên Rojhilata Navîn bêbandor bike; dixwaze li gorî berjewendiyên xwe yên emperyalîst, erdnîgariya Rojhilata Navîn parçe bike; dixwaze rojavayê Behra Spî bi dest bixe; dixwaze li gorî rêgezên Wîlsonî, çarenûsa netewe û gelan di destê xwe de bihêle û mêtîngehên nû yên ku pê ve girêdayî ne ava bike. Planeke wiha qirêj di meriyetê de ye.

Weke ku tê zanîn, emperyalîzma Amerîkayê, bi destê dewleta Tirk, çeteyên qaşo artêşa azad, Cephet el-Nûsra û DAIŞ’ê bi rêxistin kirin û ew bera ser Sûriyeyê û Kobanê dan. Di dema van êrîşan de Erdoxanê nijadperest gotibû “Kobanê ha ket, ha ket” û “Em ê li camiya Emewiyan nimêja înê bikin”. Lê hesabê vî bazirganî yê li malê û yê li sûkê li hevdu nehatin. Gelên welatparêz ên Sûriyeyê û Kobanê, bi berxwedaneke wiha bersiva van êrîşan dan ku wê serokê dewleta Tirk a faşîst ê ku rêveberiya van çeteyan dikir, di hemû jiyana xwe de jibîr neke. Êrîşa îro ya li hemberî Efrînê jî divê tenê bi berxwedana gelê Kurd û gelên Sûriyeyê sînordar nemîne û rastî berxwedana hemû gelên Rojhilata Navîn were.

Êdî Tirkiye, ji pirika Rojhilata Navîn zêdetir, veguheriye koncaleke gemarê. Gelên ku di nava pirika Rojhilata Navîn de ne xwedî hêviyeke ji bo paşerojê ne, xwedî hêzeke rêxistinkirî û çekdar in.

Peywira ku dikeve ser milên me şoreşeger û welatparêzên Tirkiyeyî ew e ku, li hemberî êrîşeke pêkan a dewleta Tirk a NATO’yî, divê em li eniya Efrînê û gelên Sûriyeyê cihê xwe bigirin. Divê li nava welatê xwe jî em eniya rizgariya gelên Tirkiyeyê, li ser bingeha rêxistin û çekan bînin cem hev û hêzeke wiha ava bikin ku hemû hêzên ku li dijî faşîzmê ne berxwedaneke bi bandor bimeşînin. Vebijêrkên li derveyî vê yekê, tê wateya dûvikbûna faşîzmê.

BIJÎ ENIYA BERXWEDAN Û ŞOREŞÊ YA GELAN!

HETA RIZGARIYÊ, ŞER!

20/01/2018

THKP-C/MLSPB

Wergera Ji zimanê Tirkî:Aram Alî
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.