HEVPEYVÎNA BI FERMANDARA YEKÎNEYA GERÎLAYÊN GUNDEWARÎ YA THKC’YÊ
Hevpeyvîna rojnamegera Almanî Barbara Kîstler a bi fermandara yekîneya gerîlayên gundewarî ya THKC’yê Serpîl Şensoy re kiriye
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
Barbara Kîster: Ji bo ku we ev pêşniyara me ya hevpeyvînê pejirand em spasiya we dikin.
Serpîl Şensoy: Em jî spasiya we dikin. Beriya ku em bersiva pirsên we bidin em şehîdên xwe yên Şoreş û Sosyalîzmê yên ku di vê riyê de şehîd bûne û ev derfet ji me re ava kirine ku em vê ala pîroz hilgirin, bi bîr tînin û em sozdidin ku em ê ala şoreş û sosyalîzmê heta serkeftinê rakin.
Hûn dikarin xwe bidin nasîn? (Rêxistina xwe, Tevgera Yekbûyî ya Şoreşê ya Jinan, nav û paşnavê xwe û cihê we yê di nava rêxistina xwe û TYŞJ’yê de)
Ez fermandara Yekîneya Gerîlayên Gundewarî ya THKC’yê (Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) Serpîl Şensoy. Partiya me THKP-C di nava heyama dîrokî ya weke tevgera ciwanan a 68’an tê naskirin de teşe girtiye û di Berfanbara 1970’î de bi navê THKP-C’yê ji bo rizgariya gelê me yê karker û kedkar, li ser dika dîrokê cihê xwe girtiye. Bi vî awayî li hemberî emperyalîzmê û hevkarên wê yên olîgarşîk ên ku hevbendiya hevkar û xayînan ava kiriye, di xeta stratejiya şerê leşkerî ya polîtîkbûyî de şerekî bênavber daye destpêkirin. Bi vî awayî di çarçoveya tundiya şoreşger de li hemberî dijminên karkeran û gel, rêzeçalakiyan li dar xistiye.
Di 30’ê Adara 1972’an de ji bo ku darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî derketine rê, lê li Kizildereyê ji hêla dijmin ve hatine dorpêçkirin û di vê dorpêçê de avakarê partiya me Mahir Çayan û 9 hevrêyên wî di şerê bi dijmin re de şehîd bûne. Têgihiştina me ya yekbûnê û bingeha me ya vîna bi hêzên şoreşger re şerêlihemberî dijmin, li gorî giyan û vîna yekbûnê yê vê berxwedana dîrokî ava bûye. Mirov divê vê jî bêje; partiya me THKP-C û Mahir Çayan ne tenê ji bo astengkirina darvekirinên Denîz Gezmîş û hevalên wî derketine rê; armanca sereke ya vê çalakiyê ev be jî dixwestin ku Denîz Gezmîş û hevalên wî rizgar bikin û gavên pêşîn ên gerîlatiyê biavêjin, lê ev yek pêk nehat. Piştî Kizildereyê partiya me ya ku avaniya wê ya rêxistinî belav bû, ji bo ku ji nû ve şer bide destpêkirin xwe weke Tevgera Eniya Partiyê, Yekîneya Propogandaya Çekdarî Ya Marksîst Lenînîst (MLSPB) ji nû ve birêxistin kir û şerê ku sekinîbû, berdewam kir.
MLSPB him berdewamiya THKP-C’yê ye him jî armanc dikir ku piştî darbeya 12’ê Adarê hêzên şoreşger ên ku belav bûbûn bîne cem hev. Li gorî vê perspektîfê li hemberî emperyalîzmê û faşîzmê heta darbeya 12’ê Îlona 1980’î şer kiriye û li hemberî generalên cûntayê yên ku bi Amerîkayê ve girêdayî ne yên ku ev darbe pêk anîne, şerê xwe yê çekdarî domandiye. Di vî şerê ku heta Pûşbera 1981’ê berdewam kir de kadroyên pêşeng ên partiya me Mete Atîla Ermûtlû, Tamer Arda, Kadir Tandogan û dehan hevrêyên me şehîd bûne. Di wan rojên cûntaya Amerîkanî de li zindanên cûntayê, li hemberî faşîzm û yekkirinê, xeta berxwedanê berdewam kiriye.
Di destpêka salên 1990’î de hevsengiya cîhanî xera bûye û têkilî û nakokî ji nûve teşe girtine. Ango 1990, şkestineke dîrokî ye. Ev şkestin, him ji bo gelên cîhanê him jî ji bo welatê me û Rojhilata Navîn, serdemek nû ye. Di vê heyama dîrokî de partiya me di derbarê pêvajoyê de li ser bingeha bîrdozî û polîtîk hewl daye bersivan biafirîne û tesbîtên ji bo dema bê bike, lê di warê pratîkî de serkeftineke encamgir bi dest neketiye. Di salên 2000’î de ji bo bihurandina pêvajoya xitimandî ya welatê me, hin gav avêtine ku nûbûna şoreşgerî şênber bike û di warê bîrdozî, teorîk û rêxistinî de asteke diyar afirandiye.
Di sala 2011’an de hêzên emperyalîst destwerdana Sûriyeyê kirin û xwestin lingê leşkerî yê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bigihêjînin serî. Bi vê destwerdanê re li beşa Rojava ya welatê Kurdistanê ku bi sedsalan bûbû mêtîngeha dewletên statukoparêz ên Rojhilata Navîn, serkeftina pêşîn a diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweya Kurd hate bidestxistin. Di wan rojan de di şerê vînê yê ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate dayîn de partiya me jî li gorî cewhera xwe ya enternasyonalîst gavekê avêt û cihê xwe di şoreşa Rojava de girt.
Di sala 2015’an de hêzên şoreşger ên Tirkiye û cîhanê di vê çarçoveyê de hatin cem hev û Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ava kir. Partiya me jî endamê avaker û vîna vê tabûrê ye. Hevrêyê me Alper Çakas jî nîşaneya şênber a helwesta enternayonalîst a TAE’yê û partiya me ye. Lê divê em li vir behsa vê jî bikin ku di derbarê têgihiştina enternasyonalîzmê de nêrîneke şaş a oryantalîst heye. Divê enternasyonalîzm, di van rojên ku cîhan, li dora Rojhilata Navîn teşe digire de, di çarçoveya Rojhilata Navîn de were destgirtin û belavî cîhanê bibe.
Hûn bi çi armanc û hêmanan tev li Tevgera Yekbûyî ya Şoreşê ya Jinan bûn? Ji bo we girîngiya vê yekê û pîvanên tevlêbûnê çi ne?
Di van salan de şerê parvekirinê yê sêyemîn (şerê cîhanê yê sêyemîn) li Rojhilata Navîn tê meşandin; hêzên emperyalîst, li vê herêmê şerê hegemonyayê dikin; hemû hevkêşe li gorî vê teşe digire û em di demeke dîrokî de ne ku di nava van têkilî û nakokiyan de navendên hêza emperyalîst ên ku şerê hev dikin, xwe ji nûve sererast dikin. Di vê çarçoveyê de li hemberî emperyalîzm û faşîzmê weke gava pêşîn a yekitiya gelên Rojhilata Navîn, di 12’ê Adara 2016’an de Tevgera Yekbûyî ya Şoreşê ya Gelan hate ragihandin. Li ser vê bingehê partiya me jî yek ji avakarên vîna hevpar a şoreşa herdu welatan TYŞG’yê ye. Hevrêyê me Muhamed Aslan (Kadîr Tandogan) ê ku di sala 2016’an de şehîd bû, him gerîlayê pêşîn ê gundewarî yê partiya me bû him jî hêmayekî şênber ê şoreşa yekbûyî bû.
Weke berdewamiya vê gavê û ji bo teşegirtina têkoşîna jinê, di sala 2017’an de TYŞJ hate damezrandin. Partiya me jî ji bo vîna jinê endamê damezrîner û yek ji pêkhateyên vê gavê ye. Li welatê me, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, di nava tundî û şerê paşverû de vîna jinê tune tê hesibandin û bêbandor tê hiştin. Di mercên wiha de TYŞJ, li ser bingeha çekdarî, tundiya şoreşger û pêşverû ya jinan birêxistin dike, hêza hevgirtî ya jinan ava dike û vê hêzê şênber dike. Em TYŞJ’yê wiha dinirxînin.
Piştî Efrînê, di taktîk û stratejiya şer de çi guhertin çê bûn? (di derbarê şêwazê şer ê gerîla û xebatên TYŞJ’yê de)
Divê em pêvajoyê bi awayekî giştî û di çarçoveya leşkerî û polîtîk de bigirin dest. Ji sala 2011’ê û vir ve koma Anglo-Sakson a emperyalîst destwerdana Sûriyeyê kir. Piştî vê destwerdanê pêvajoyek dest pê kir û sê heyamên girîng ên vê pêvajoyê hebûn. Di van her sê heyaman de him hêzên şoreşger him jî hêzên dij-şoreşê xwe di warê polîtîk û leşkerî de ji nûve bicih kirin.
Ya yekemîn Kobanê ye; koma Anglo-Sakson a emperyalîst çete birêxistin kirin û berê wan da Kobanê. Li vir ev çete û vîna wan hate şkandin û pêvajo ber bi gelê Kurd ve zîvirî. Mirov dikare taktîka şer a wê demê bişibîne şerên xendekan ên dîrokê. Ango di şerê li hemberî çeteyan de taktîka şerê hemdem ê xendekan hate meşandin.
Ya duyemîn êrîşa giştî ya dewleta Tirk a faşîst a li ser Bakurê Kurdistanê ye; di vê êrîşê de li hemberî artêşa mêtînger a ku di warê hejmar û teknîkê de gelekî zêde bû, gel ji bo ku kolan, tax û bajarên xwe biparêzin xendek vekirin, berbest ava kirin û berxwedaneke di meewziyan de meşandin. Û li aliyê din jî bi taktîkên “lêxe û vekişe” re hewl dan teknîk û teknolojiya dijminê ku dixwest hêza xwe destek bike, vala derxînin. Di vir de şerê gerîla û berxwedana gel a cewherî bi hev re hatin meşandin. Di vî şerî de taktîka şerê xendekan û taktîka şerê gerîla konsepteke nû derxist holê.
Ya sêyemîn Efrîn e; Efrîn di kûrahiya 35 km û direjahiya 55 km’yan de parçeyeke biçûk e ku li ser xeta Behra Spî cih digire. Lê Efrîn biçûk be jî, lîstik mezin e. Operasyon û dagirikirina Efrînê, di rastiya xwe de operasyon û dagirkirina NATO’yê ye. Dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk a faşîst, ji bo berjewendiyên koma emperyalîst a Anglo-Sakson e.
Di dema êrîşa artêşa dagirker a NATO’yê de weke ku gelê Filistînê li hemberî Israîla Siyonîst dikir, gelê Efrînê jî ji bo parastina bajarê xwe çalakiyên mertalên zindî li dar xistin. Li vir, vîna jinê jî di çalakiya fedaî ya Avesta Xabûr de dîsa derket holê. Di merhaleya pêşîn a stratejiya şerê gel de, li hemberî dijminê ku di warê teknîk, teknolojîk û fîzîkî de bihêz e, çalakiyên yekîneyên biçûk ên gerîla hene. Di vê berxwedanê de hevrêyê me Ramazan Guleken, li gorî xeta şerê gerîla ya partiya me û ligorî perspektîfa şoreşa herêmî, li hemberî artêşa dagirker a NATO’yê şer kir û şehîd bû.
Ji bo TYŞJ’yê jî êdî vîna jinê, li ser bingeha şoreşger û gerîla teşe digire. Pêvajo wiha ye. Heger ev şêwaz li ser bingeheke şoreşger û çekdarî ber bi refên TYŞJ’yê were herikandin, heger derfetên heyî bi awayekî bi bandor werin birêxistinkirin wê him li welatê me him li Kurdistanê û him jî li Filistînê li hemebrî hêzên hov û paşverû serkeftin pêk were.
Di nava TYŞJ’yê de gelek rêxistin hene. Cudahiya rêxistina we çi ye?
Me ev pirs zêde watedar nedît. Ev pirs, giyanê yekrêziyê ya TYŞJ’yê sivik dike. Em hewl didin ne cudahiyên xwe, lê yekbûna xwe derxin pêş. Di vir de ne “cudahiyên” me, lê “yekbûna” me girîng e. Wextê me TYŞJ ava kir, armanca me ya sereke ew bû ku em hêza şoreşger a jinê ya ku di riyên cuda de diherikî, bikin yek û mezin bikin. Em weke jinan, gelekî girîng dibînin ku stratejiyeke hevpar, polîtîkaya hevpar, rêxistinbûna hevpar û çalakiyên hevpar pêş bixînin.
Hûn çawa dixwazin bangî jinên cîhanê bikin, da ku nêzî TYŞJ’yê bibin?
Em bang li hemû jinên ku li welatê me, li Rojhilata Navîn û li cîhanê alîgirên azadî û wekheviyê ne dikin ku di nava refên TYŞJ’yê de bibin yek û li hemberî pergala zilam, emperyalîzm û faşîzmê bi awayekî xurtir berxwedanê birêxistin bikin û têkoşînê bilind bikin!
Rizgariya Jinê Di Berxwedana Şoreşger û Sosyalîzmê De Ye!
Bijî Şerê Rizgariyê yê Gelên Me!
Silav û Rêzên Şoreşgerî
25/07/2018
FERMANDARA YEKÎNEYA GERÎLAYÊN GUNDEWARÎ YA THKC’YÊ
Serpîl Şensoy