موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

JI GELÊN ME YÊN KEDKAR RE: ZAROKÊN WE LI ÇIYAYAN JI BO AZADIYÊ ŞER KIRIN

456
image_pdf
JI GELÊN ME YÊN KEDKAR RE: ZAROKÊN WE LI ÇIYAYAN JI BO AZADIYÊ ŞER KIRINWergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Li hemberî emperyalîzma Amerîkayê û kûçikên wê yên hevpar, têkoşîna rizgariya gelê me yê karker û kedkar, incex bi şerê gerîla dikare were meşandin. Desthilatdariya xayînên emperyalîst û hevkarên wan, incex bi têkoşîneke çalak parçe dibe; welatê me, incex bi têkoşîna çekdarî dikare ji nîrê emperyalîst, bêkariyê, xizaniyê û şerê neheq û mêtînger rizgar bibe. Riya biserxistina vê yekê jî ew e ku divê em xeta têkoşînê, li gundewar û bajaran li ser bingeha stratejiya şerê leşkerî yê polîtîkbûyî birêxistin bikin û bimeşînin û hêza xwe ya çekdarî û rêxistinkirî bi potansiyela şoreşger a gelê me yê kedkar re bikin yek. Em bi vê biryardarî û zelalbûnê derketin rê. Serxwebûn, demokrasî û sosyalîzm, incex bi vîn û biryardariya kesên ku di vê riyê de dimeşin re tê bidestxistin.

Îro emperyalîzma Amerîkayê, diktatoriya olîgarşîk û serokê çeteyan Erdoxan li hemberî qadên gerîla operasyoneke berfireh dimeşînin. Armanca van operasyonan zelal e; dixwazin gerîla û şerê gerîla yên ku hêviya gelên Tirkiye û Kurdistanê ne tune bikin, heger ev pêk neyê jî, şerê gerîla bêbandor bikin, gelê Tirkiye û Kurdistanê bi encama ku ew dixwazin razî bikin û bi navê “qada ewlehiyê” ji Filistînê heya Sûriyeyê û sînorên Şengalê plana xwe ya xiniz û bêbext bixin meriyetê, vê xetê bigirin, dagirkeriya xwe kûr bikin, gelên Rojhilata Navîn bikin dijminê hev û li herêma Behra Spî hegemonyaya xwe mayînde bikin. Plana wan a xiniz ev e.

Em li pêşiya vê plana bêbext a Anglo-Siyonîst û Hevpeymana Atlantîk a NATO’yê asteng in. Ji ber ku ew jî bi vê yekê dizanin, bi awayekî bêrehm û bêşerm êrîşî zarokên me yên ku ji bo azadiya gelên me yên karker û kedkar li çiya û bajaran têdikoşin dikin. Zarokên gelên me yên kedkar ên ku naxwazin di nava bêkarî û xizaniyê de bibin parçeyekî ji şerê dagirker û mêtînger, bêguman wê tev li nava refên gerîla bibin. Bêguman wê welatparêzên gelê me yê karker û kedkar, berê xwe bidin nava refên Eniya Rizgariyê ya gelên Tirkiyeyê. Wê zarokên gelê me yê kedkar ên ku wekî din vebijêrkeke wan tune ye, êrîşî artêşa Tirk a ku beşeke ji NATO’ya ku dijminê karker û gelan e bikin. Bêguman, ji bo ku artêşa şerê heq û rewa ava bikin, wê berê xwe bidin çiyayan.

Em bûn şahidê van bûyeran ku potansiyela şoreşger a çîna karkeran û gelê kedkar ên Tirkiyeyê, di sala 2013’an de li berxwedana Gezî’yê derket holê; di sala 2014’an de Erdoxanê ku hevserokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a emperyalîzma Amerîkayê û serokê çeteyên Artêşa Azad û DAIŞ’ê ye êrîşî Kobanê kir û li wir berxwedanek hate jiyîn; dîsa di 2018’an de dewleta Tirk a faşîst a ku endamê NATO’yê ye, operasoneke dagirkeriyê li ser Efrînê meşand. Em di van operasyonan de bûn şahidê berxwedana zarokên leheng ên gelên kedkar ên Sûriye û Tirkiyeyê û em bi wan re tev li van berxwedanan bûn.

Me di heman wextî de di 20’ê Tîrmeha 2015’an de gavên pêşîn ên şerê gerîlayên gundewarî avêtin da ku şêwazê herî bi bandor û bilind ê xeta Eniya Partiyê û têkoşîna polîtîk bixin meriyetê. Me ev gav, bi “zarokên” gelê xwe yê kedkar re avêt. Yekane riya rizgariya gelê me, têkoşîna çekdarî bû û rêbaza wê ya herî bi bandor jî şerê gerîla bû. Lê me digot “gelo em ê karibin bi awayekî pratîkî vê vînê birêxistin bikin û vê vînê derxin holê?”. Di dema şerê li hemberî DAIŞ’ê de me pevçûna di navbera teorî û pratîkê de bi awayekî şênber dît û me biryar da ku em dikarin bi ser bikevin.

Ji ber ku me niakrîbû em di nava pêvajoya dîrokî ya THKP-C/MLSPB’yê de, li ser xeta Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî de têkoşîneke bênavber bimeşînin. Ev, ji bo me dezavantajek bû. Lê avantaja me ya herî mezin jî ew bû ku, hevrêyên me yên ku vê gavê biavêjin û yên ku hatine peywirdarkirin, bi rastî jî “zarokên” gelê me yê kedkar bûn. Bi van avantaj û dezavantajan me di 20’ê Tîrmeha 2015’an de koma xwe şand qadên gerîla. Û em di 24’ê Tîrmehê de rastî “rastiya dijmin” hatin û ji wê rojê de em li hemberî dijmin di nava şerê vînê de ne. Dijmin ne tenê dixwaze bi awayekî fîzîkî gerîla tune bike; her wiha dixwaze vîn û baweriya gerîla lawaz bike û wan teslîm bigire. Dijmin dixwaze ramana têkoşîna çekdarî û şerê gerîla ya ku yekane riya rizgariyê ya gelên kedkar e, ji holê rake. Bi hemû hêza xwe ya teknîk, teknolojî û mobeseyan û bi taybetî jî kesên ku bi navê “qanîkirinê” kirine sîxur re li çiyayan û bajaran li hemberî tevgera me û hemû hêzên şoreşger operasyonan dike.

Em weke THKP-C/MLSPB’yê, ji wê rojê heya niha li qadên gerîla, bûn vîna têkoşîna çekdarî û şerê gerîla. Hevrêyên me yên ku bi vê vînê xwe ava kirine, di dema êrîşa Efrînê de li hemebrî artêşa dagirker a NATO’yê, bi navê yekîneya gerîla ya Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, bi gelên Sûriyeyê re li hemebrî emperyalîzm û faşîzmê şer kir. Di nava vê têkoşînê de hevrêyên me Tamer Kasabali (Firat Yildirim), Mahir Ernesto (Muhamed Tîrîl), Çayan Kizilbaş (Ûmût Ozsepet) û fermandarê giştî yê Yekîneya Gerîlayên THKC’yê, endamê partiya me Alper Koçer Çakas (Firat Çaplik) di 16’ê Îlona 2019’an de, di êrîşa arteşa Tirk a dagirker û faşîst a li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn.

“Kesên şehîd dibin, li paş namînin; ewü di dil, giyan û hişê gelê kedkar de weke sembolên pêşeng û çalak ên şoreşê dijîn. Bejna her gerîlayên ku di kend û kospan de dikevin, bahozeke şoreşê ava dikin.”

Bila kes nebêje qey di vê pêvajoya dîrokî ya ku em tê de derbas dibin de wê erdîgariya me û mercên welatê me “asayî” bibe û azadî, dadwerî û demokrasî wê bi rêbazên aştiyane pêk werin û rojên me wê bi aramî derbas bibin. Ev tiştên ku me behsa wan kiriye, incex bi “şerê dawî yê bixwîn” re dikare pêk were.

Di destpêkê de kesên ku di nava refên THKP-C/MLSPB’yê de cih girtine, kesên ku xwe bi hest û ramanên Eniya Partiyê rave dikin û alîgir û hemû hêzên dost ên şoreşger, em bang li hemû kesî dikin ku bi serbilindî û bi hêviyeke xurt têkoşîna azadiyê ya zarokên gelên me yên kedkar pêşwazî bikin. Li her qada ku hÛn lê dijîn, hemû derfetên xwe bixin meriyetê û li hundirê welat û derveyî welat li hevrêyên me û şehîdên me xwedî derkevin. Bîranîna wan, şerkirin e; bîranîna wan, li hemberî emperyalîzm û faşîzmê, yekbûna di nava Eniya Rizgariya Gelên Tirkiyeyê de ye.

Em weke gerîlayên THKP-C/MLSPB’yê, êşa qetilkirina zarokên malbatên me ji kûr ve parve dikin û soz didin gelên xwe yên kedkar ku, di destpêkê de kûçikên faşîst ên Erdoxan û Bahçelî, wê hemû rayedar û berpirsyarên vê komkujiyê, heman êşê bikişînin.

Bimire Emperyalîzma Amerîkayê!

Bijî Têkoşîna Rizgariya Gelên Me!

Heta Dawî Şer!

09/10/2019

THKP-C/MLSPB

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.