موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

PÊVAJOYÊN AVABÛN Û GEŞEDANÊ YÊN THKP-C/MLSPB’YÊ

532
image_pdf
ENIYA PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ/YEKÎNEYA PROPOGANDAYA ÇEKDARÎ YA MARKSÎST, LENÎNÎSTWergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Pêvajoya 1960 û 1970’î, ji bo Dîroka Şoreşa Tirkiyeyê xwedî girîngiyekegelekî mezin e. Ev pêvajo, xala herî girîng a dîroka şoreşa Tirkiyeyê ye. Lewra di vê pêvajoyê de dahûrandinên pêşîn ên di derbarê şoreşa welat de dest pê kirine û li gorî van dahûrandinan, têkoşîna çekdarî ketiye rojeva Tirkiyeyê. Gelên Tirkiyeyê, cara pêşîn bû rastî wan hêzan hatine ku stratejiya şoreşê, bi çekên xwe şênber dikirin. Di vê pêvajoyê de tevgera şoreşger a çekdarî, bi berjewendî û daxwazên gel derketin pêşberî hêzên serdest ên çekdar û di nava çend salan de pêşengên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê, bûn lehengên gelê xwe.

Di warê pergala bîrdozî û polîtîk û bi vê ve girêdayî, di warê helwestê de hêza herî girîng, PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ û eniya vê partiyê, ENIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ ye.

  1. PÊVAJOYA GEŞEDANA BÎRODZIYÊ YA THKP-C’YÊ

Xeta pêşketina bîrdoziyê ya di pêvajoya polîtîkbûna şênber û avabûnê de THKP-C’yê jiyaye, di mercên Tirkiyeya wê heyamê de ji geşedana teorîk û bîrdoziyê ya ku di nava tevgera sosyalîst de dihate jiyîn ne qut e.

Ango, pêşeng û kadroyên ku wê THKP-C’yê ava bikin ên ku hêmanên polîtîk û çalak ên xeta şoreşger in, di warê bîrdoziyê de bingeha xwe ya destpêkê ya bîrdoziyê, ji pêvajoya geşedana bîrdozî û polîtîk a Tirkiyeya salên 65 û 70’î wergirtine. Her çiqasî heta demekê meylên bîrdozî û polîtîk ên kêm û şaş ên vê pêvajoyê hilgirtibin jî bi qasî ku Marksîzm-Lenînîzmê fêm kirine, bi têkoşîna bîrdoziyê ya li hemberî oportunîzm û revîzyonîzmê xwe ji bandorên neyînî rizgar kirine û hewl dane xeta serbixwe ya şoreşger bipergal bikin.

Mirov dikare di vê demê de hêmayên sereke yên şoreşa welat wiha rave bike:

1)Bîrdoziyên revîzyonîst, li hemberî çalakbûna polîtîk a vê pêvajoyê tengav dibûn. Şênber dibû ku di vê demê de kombûnên li dora gotinên sosyalîst ên razber ava dibûn û bandorên ku van koman çê dikirin, ji armanc û berjewendiyên girseyên kedkar dûr ketine; ji ber ku kadroyên revîzyonîst nêzîkî mercên têkoşînê nedibûn, tevgerên revîzyonîst a ku xwe li ser bendewariyan ava dikirin, hildiweşiyan.

2)Di destpêkê de Çîn û Kuba, bandoreke mezin a tevgerên Rizgariya Neteweyîû Sosyalîzmê yên Amerîkaya Latînî, Asya û Efrîqayê hebû.

3)Bandora jixweber a qeyrana aborî, dikirin ku hewldanên çînayetiyê biafirin û bi taybetî jî di nava tevgerên ciwanên milîtan de bingeheke polîtîk ava bibe û şoreşa li welat dikarîbû bi vê tevgerînê re bibe yek.

4)Qeyranên di nava eniya olîgarşiyê de, qeyraneke rêveberiyê afirandibû û ev qeyran jî, bi awayên cûrbecûr bandorê li gel dikir. Cûntaya 27’ê Gulanê, ji ber xitimandinên siyasî û aborî ketibû rojevê; di salên piştî vê cûntayê de şiyarbûna civakî xurt bûbû, hestyariya polîtîk a girseyan û ciwanan bilind bûbû, çîna karkeran di warê çendînî û çawaniyê de geşedaneke diyar bi dest xistibû û bi taybetî jî di eniya çepgir de geşedaneke berbiçav pêk dihat.

Bi van taybetmendiyên heyamê ve girêdayî, di nîvê duyemîn a salên 60’î de avaniyên siyasî bêtir diyar dibûn; ev avanî, di nava tevgera çepgir de cihên xwe yên pêwîst digirtin, peywirên xwe yên rastîn pêk dianîn û di nava potansiyela welat a çepgir û girseyan de dest pê kiribûn ku li gorî xeta xwe bandorekê ava bikin.

Di nava vê pêşketinê de di destpêkê de TÎP(Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) derket holê ku yek ji avaniyên siyasî bû ku mohra xwe li demê xist. TÎP’ê mercên weke civakî, aborî û polîtîk ên cuda yên welatê me ji nêdîtî ve hat û riyeke rastgir-pasîfîst û parlementîst şopand û di wan mercên ku zêde vebijêrk tune bûn de, derdoreke girîng a çepgir bi dûv xwe de meşand.

Dîsa di vê demê de tevgera Şoreşa Demokratîk a Neteweyî (MDD), li dijî xeta “Şoreşa Sosyalîst” a TÎP’ê ya ku bûbû tenê dûvikê karkeran derket holê û pêş ket. MDD’yê bang li wan tevgerên çalak dikir ku bi tevger û gotinên çepgir gelekî mezin bibûn, lê hêj bi awayekî rast, bergehên xwe diyar nekiribûn. Û bi vî awayî bi taybetî jî di nava beşa ciwanan de ji xwe re qadeke girîng a tevgerê afirand. Di vê pêvajoya dîrokî de têkoşînên rizgariya neteweyî û tevgerî civakî yên ku li seranserê cîhanê pêş diketin, bandorên mezin li ciwan û rewşenbîrên welat jî dikirin.

Federasyona Komên Ramanî (FKF) ya ku di sala 1965’an de ji hêla mirovên ku nêrînên TÎP’ê diparastin ve hatibû avakirin, herçiqasî di destpêkê de platformeke rewşenbîr û xwendekaran a ku propoganda û nîqaşa ramanên sosyalîst dikir bû jî di nava demê de mercên heyî zorê dayê ku gavên pêşdetir biavêje. Di destpêkê de di eniyên demokratîk de FKF, bû navendeke ku li wê kesên ku sosyalîzmê diparêzin û kesên ku sosyalîzmê naparêzin ji hev cuda bibin. Paşê jî tevgerên girseyî yên ku xebatên girîng ên polîtîk ên wê heyamê bûn, zorê dan avaniyên xwendekarên rewşenbîr ku bergeha xwe diyar bikin û bi radeyeke girîng û bi lezûbez bandor li wan kir û kir ku li gorî daxwazên beşên karker û gundiyan jî bikevin nava tevgerê. Ev daxwazên girseyî, xwepêşandan û protesto, di wê demê de, di çarçoveya sînorên zagonî(legal) de bala him olîgarşiyê him jî girseyan dikişand.

Di bingeha nêzîkahiya “şoreşa sosyalîst” a TÎP’ê de têkoşîna parlamenter hebû û alîgirên MDD’yê, li dijî vê derdiketin. Bi saya têkoşîna alîgirên MDD’yê yên di nava TÎP’ê de FKF, ket binê bandora vê tevgerê û bi saya vê yekê helwestên dij-emperyalîst di nava wê de derketin. Lê mixabin FKF’yê di wê demê de ne ku van helwestan bi xwe bi rê ve dibirin an jî bi rêxistin dikirin. Lê belê tenê li gorî bayê tevgerên dij-emperyalîst dimeşiya û tenê piştgiriya wan dikir. FKF’yê, di wê demê de bi gelemperî, tevgerên dij-emperyalîst di nava xwe de kom kirin; di sala 1969’an de jî alîgirên TÎP’ê bi giştî ji nava FKF’yê hatin derxistin. Bi vî awayî refdariyeke din jî ava bû.

Di kongreya 1969’an de têgehên weke Şerê Gel, Artêşa Gel û Şerê Gerîla, di radeyeke bilind de diyar bûbûn. Helwesta Mihrî Bellî ya ne zelal a li hemberî van têgehan jî refbûnê diyartir dikir. Pêşengên Eniya Partiyê, bi awayekî aşkere ragihandin ku ne gengaz e ku bi Mihrî Bellî û Hikmet Kivilcimli re were domandin û wê ew, xeta xwe diyar bikin.

Tevgera MDD’yê, ligel ku dirûvekî “çepgir” afirandibû jî, di bingeha xwe de li ser xeteke rastgir û oportunîst bû. Nirxandinên MDD’yê yên teorîk ên şaş ên di derbarê riya Şoreşa Tirkiyeyê û bicihkirina çînan de, di mijara têgihiştina şoreşê de xalên herî girîng bûn ku rengê wê yê oportunîst didan der. Li aliyê din mirov nikare paşguh bike ku kadroyên milîtan ên pêşverû yên serdemê yên ku tevgerên pasîfîst ên TÎP’ê, bi nêzîkahiyên şoreşger mehkûm kirin û di riya pêşketina bîrdoziyê de têkoşîneke diyarker da meşandin jî, ji nava Tevgera MDD’yê derketin. Avaniyeke din a siyasî ya di vê demê de derket holê jî tevgera “Ronakbûna Proleter a Şoreşger (PDA)” bû ku Şoreşa Çînê ji xwe re dikir mînak.

Li aliyekî di encama van geşedanan de, di nava Tirkiyeya wê demê de, di nava tevgera sosyalîst de xetên oportunîst û revîzyonîst ên ku me behsa wan kir derdiketin holê û li aliyê din jî hindik be jî derfetên demokratîk ên ku piştî Makezagona 27’ê Gulanê derketin holê, kirin ku çîna karkeran di nava xwe de bi rêxistin bibe (avabûna DÎSK’ê) û di destpêkê de li ser bingeha aborî û demokratîk be jî ji bo mafên xwe, têkoşîna xwe bilid bikin.

Ev tevgerên girseyî yên ku her ku diçû mezintir dibûn, bûn yek ji hêmayên teşegirtina bîrdoziyê û heta astekê DEV-GENÇ’ê jî beralî kir û pirs û lêgerînên di derbarê rêxistinbûnê de bilez kirin. Bi taybetî jî di dema DEV-GENÇ’ê de têkiliyên berfireh, kirin ku di qada gundewawriyê de û ji bo proleteryayê geşedan çêbibin ku derfetên nirxandinê ava bibin. DEV-GENÇ’ê di destpêkê de Enqere û Stenbol û paşê li Izmîr, herêma Behrareş, Erzirom, Meletî, Entab, Hatay, Yozgat, Aydin, Antalya, Edene, Mersîn, navçeyên Konyayê û li Bûrsayê rêxistinên xwe û bingehekê ava kirin û hewl da di warê ramanê de jî danûstandinê pêk bîne. DEV-GENÇ, bû hêzeke cidî ya ku ji hêla girseyan ve tê pejirandin.

Di salên destpêkê yên FKF’yê de endamên DEV-GENÇ’ê yên ku di binê bandora tevgerên karkeran ên berê de bûn, di dema tevgera ‘dagirkirina zeviyan’ a gundiyan de ew derfet dîtin ku taybetmendiyên şoreşger ên gundiyan bibînin û van taybetmendiyan binirxînin. Lê di têkiliyên xwe yên bi gundiyan re ew encama ku hêvî dikirin pêk were, nikarîbûn veguherînin rêxistinbûneke mayînde û bi pergal. Hewldanên gundiyan, li gorî mercên aborî bilind dibûn û paş ve diketin, lê li aliyê din çalakiyên bi bandor ên karkeran pêş diketin. Ev jî kir ku DEV-GENÇ berê xwe bide bajaran.

Di têkiliyên bi proleteryayê re de taybetmendiyên çînayetiyê yên girîng û cuda nas kirin; ev yek jî bandoreke cidî li wan kir. Ji bilî xebatên PDA’yê yên li Soke û Mereş’ê, di hemû tevgerên gundiyan ên li welat de endamên DEV-GENÇ’ê cihê xwe girtine û hewl dane di nava van tevgeran de serdest bin.

Dîsa di havîna sala 1970’î de, di Tevgera 15 û 16’ê Pûşberê de, tevî çîna karkeran têkoşîneke gelekî bilind û pîroz nîşan dan. Proleteryayê, daneyên çawaniyê yên di derbarê xwe de, dîsa xwe bi xwe pêşkêş kir. Tevgera 15 û 16’ê Pûşberê, ji bo geşbûna çînê ya di nava têkoşînê de, ji bo bihêzbûna di binê ala xwe de û ji bo yekbûna bi şoreşgerên re bû mînakeke dîrokî.

Di vir de pêwîst e em diyar bikin ku ji pêşengan heta kadroyan, hemû endamên THKP/THKC’yê, bi girseyan re di nava têkiliyên pratîkî de bûn. Her endam, di pêvajoya pêşketina kesayetî de ji xebatên herî xwerû û hêsan derbas bûnê û polîtîk bûne. Ev xebat hemû, hîn ne di wê astê de bûn ku weke xebatên rêxistinê werin nirxandin, lê di zelalbûna bîrdoziyê de û di gihaştina pîvanên rêxistinî yên Marksîst-Lenînîst de pêvajoyên pêşîn bûn.

Karker, (bêyî ku rêxistinbûneke cidî hebe û bi dînamîkên jixweber) hêj di 1969’an de li kargehan bi polîsan re diketin nava pevçûnên çekdarî û kuştiyên wan jî çê dibûn. Di wê demê de DEV-GENÇ xwediyê têkiliyên berfireh bû û hema hema bala her beşên civakê dikişand û destekê ji wan werdigirt, lê ji ber ku nikarîbû bi van geşedanan re bibe yek û li aliyê din jî ji ber ku êrîşên faşîst zêde dibûn, êdî taybetmendiyên serdemê diguherîn. Her wiha beşek ji alîgiran ji ber pevçûnên çekdarî ji refan xwe dan alî; ev yek jî kir ku kesayetên ku derketin pêş, bi her awayî bibin xwediyên taybetmendiyên milîtaniyê.

Niha pirsgirêka herî mezin, mijara rêxistina polîtîk bû. Ligel ku xebitîna wê ya navxweyî hebû û ji gelek hêlan ve cidî û bidisiplîn bûn jî, êdî ne gengaz bû ku bi rêxistinên ciwanan re, ji bo tevgera polîtîk a welat a ku bi lez diguhere, bersivek were dayîn. Geşedan, êdî çarçoveya akademîk, demokratîk û aboriyê derbas kiribûn û taybetmendiyên dij-emperyalîst, dij-faşîst û hêj baş nehatibe xuyakirin jî dij-olîgarşîk li xwe bar kiribûn. Pirsgirêk ew bû ku, divê avaniyên siyasî yên xwedî diyalektîka pêşketinê ava bibin ku li gorî çarçoveya polîtîk a geşedanên pratîk bimeşe û çareseriyê ji astengiyên ku di nava xebatê de derdikevin re bibîne.

Hin kes hebûn ku digotin divê TÎP’ê bi dest bixin, veguherandina wê ya bîrdoziyê çê bikin û wê bikin partiya şer a proleteryayê; lê hevrêyê pêşeng Mahir Çayan got ku “Wê ev hewldan, têkoşîna kku ew neçar in bidin destpêkirin paş de bixe” û li dijî vê nêzîkahiyê derket. Hevdîtin bi kesên weke Mihrî Bellî û Hikmet Kivilcimli ku di wê demê de weke sembolan jiyana xwe berdewam dikirin re hatin kirin. Lê bersiveke erênî ji wan nehat. Ev jî kir ku di serê pêşengên THKP-C’yê de biryara rêxistinbûna serbixwe û ji jor ber bi jêr ve avakirina avaniya têkoşînê ya proleteryayê û kedkarên din bêtir zelal bibe.

Di wê demê de bi awayekî neçar hin mercên demokratîk ava bibûn; bi saya van mercan berhemên klasîk ên Marksîst-Lenînîst ji bo zimanê Tirkî hatin wergerandin. Ev jî kir ku nîqaşên bîrdozî û polîtîk ên ku heta wê demê bi komeke teng a rewşenbîran sînordar mabûn, belavî nava gel bibe. Bi saya heman derfetan ciwanên ku berhemên Marksîst nas kirin, her wiha pirtûkên di derbarê pratîka şoreşger a cîhanê jî bixwînin. Bi taybetî jî ciwanên xwendekar ên ku beşa herî hişyar û çalak a civakê ne û asta wan a meyla ber bi pratîka şoreşger û tevlêbûnê ve zêde ye, asta xwe ya bîrdoziyê bilind kirin û ji bo pirsgirêkên şoreşa Tirkiyeyê yên teorîk û pratîk bi awayekî zanebûnî û çalak, inisiyatîfa xwe danîn holê.

Di avabûna rêxistinên çekdarî yên şer û têkoşîna çekdarî de û di zelalbûna xeta bîrdoziyê de ji nîqaşên ku di hin zanîngehên xwedî rista taybet in de hin nêrîn derketin. Lê di mijara destpêkirina têkoşînê ya ji çolterê yan ji bajaran de biryareke zelal derneket. Bala ku di destpêkê de ber bi çiyayan ve bû, demekê li vir kom bû. Mahir Çayan û hevalên wî li gundewaran xebat û lêkolîn kirin û diyar kirin ku ji bo destpêkekê, potansiyela gundan ne guncaw e. Her wiha helwesta proleteryayê ya ku di 15 û 16’ê Pûşberê de bi awayekî pratîk derket pêş û xwe nîşan da, kir ku tevger dîsa berê xwe bide bajaran.

Pêşengên THKP’yê bi “Nameya Vekirî ya ji bo Kovara Aydinlik Sosyalîst’ê”, helwesta xwe ya bîrdozî ya li hemberî xeta “Aydinlik”ê bi awayekî aşkere da xuyakirin. Û di heman pêvajoyê de hema hema li hemû herêmên Tirkiyeyê refbûneke din hate jiyîn û hate daxuyanîkirin ku “rêxistina şer a proleteryayê hate damezrandin”.

Heger em îro li nivîsên THKP-C’yê yên di pêvajoya veguherîna bîrdoziyê de hatine nivîsin binerin, wê were dîtin ku di navbera nivîsên destpêkê û yên dawî de hinek cudahî hene. Ev cudahî, merhaleyên pêşketina bîrdoziyê ya di nava pratîkê de didin xuyakirin.

Nivîsên ku heta pergalîbûna  Şoreşa Bênavber II-III hate avakirin hatine nivîsîn, bêguman taybetmendiyên heyamên têkoşîna bîrdoziyê û heyamên lêkolîn-nîqaş-lêpirsînê li xwe bar dikin. Mirov dikare di van nivîsan de şopên xeta MDD’yê bi awayekî şênber bibîne. Lê ji ber ku teorisyenên THKP-C’yê ne xwediyê hişmendiyeke seknan û dogmatîk bûn, di nava pêvajoyê de van neyîniyan ji nava xwe avêtin û xeta şoreşger a rast a hevgirtî, di nava xwe de lawaziyan nahewîne û li gorî rastî û daneyên polîtîk ên welat ava bûne, diyar kiriye. Lê ji ber ku di dema xeta veguherîna bîrdoziyê û partîbûnê de derfet gelekî sînordar bûn û mercên têkoşîna neçar hebûn, danasîna hin destnîşankirin û formulasyonan zêde nehat kirin. Weke ku di nivîsên Eniya Partiyê de jî hatiye gotin, plansazî hebû ku mijarên bîrdoziyê yên weke “Riya Ji Bo Tirkiyeyê”, “Şerê Şoreşger ê Yekbûyî” û “Pirsgirêka Neteweyî” werin vekirin, lê derfetan rê nedan ku bigihêjin encamê.

Di encamê de weke ku Mahir jî gotiye, her tişt, diyarde yan jî ramanên nû, heta demekê şopên derdora ku jê derketine bi xwe re hildigirin. Ev, rastiyeke gelemperî ye. THKP-C’yê jî di warên rêxistinî û bîrdoziyê de hin bandorên bingeha ku li ser bikind bûye hilgirtine. Lê him li derve li hemberî oportunîzm û revîzyonîzmê him jî di nava partiyê de li hemberî jirêderketinên rastgir, hewl daye xwe ji têgihiştinên çewt ên di nava refên xwe de paqij bike. Bi heman awayî nêzîkî geşedana polîtîk jî bûye û ji bo nifşên bê, mîrateyeke bi gelek awayî ya xeteke şoreşger hiştiye.

Ji lewra jî ji bo MLSPB’ya ku berdewama siyasî ya THKP-C’yê ye, pirsgirêka sereke ne ew bû ku li xetekê bigere yan jî li hêmanên sereke yên stratejiyê bigere. Pirsgirêka sereke ew bû ku divê MLSPB’yê pirsgirêkên bîrdoziyê yên ku nêvî mabûn, bi giyan û çavê THKP-C’yê çareser bike û şer bike.

  1. PÊVAJOYA WERARA POLÎTÎK

Weke ku tê zanîn rêxistina şer a proleteryayê bi têkoşîna xwe ya ku li sê eniyan dimeşîne re pêş dikeve, xurt dibe, girseyan himbêz dike û ber bi desthilatê ve diçe. Girêdana di navbera tevgera proleteryayê û tevgereke şoreşger a ku ji bo rizgariya girseyên kedkar û çîna karkeran derketiye rê de, di destpêkê de sûbjektîf e, di warê bîrdoziyê de ye.

Ji ber ku ev girêdan, veguhere têkiliyeke objektîf û şênber û girseyên mezin himbêz bike, divê rêxistin an jî partiya şoreşger li ser sê lingan têkoşÎneke tendurist û serkeftî bimeşîne; divê têkoşîna aboriyê, têkoşîna demokratîk û têkoşÎna bîrdoziyê bi hev re werin meşandin.

Di vê çarçoveyê de heger em li partiya me THKP-C’yê binerin, em ê bibînin ku yekitiya di navbera van hersê şêwazên têkoşînê de di binê ronahiya Marksîzm-Lenînîzmê de kirine yek û di mercên welat ên wê demê de bi qasî ku guncaw e, pêk aniye û tespîtên xwe jî li gorî hêza xwe xistine meriyetê.

THKP-C, têkoşîna polîtîk, weke têkoşîna sereke girtiye dest û têkoşîna aborî, demokratîk û bîrdoziyê jî bi wê ve girê dane û bi vê têgihiştinê derbasî pratîkê bûye. THKP-C di nava sal û nîvekê de li hemberî olîgarşiyê di warê polîtîk de têkoşîneke tund meşandiye, rûpoşên dijmin rakirine û rastiyên siyasî derxistine holê. Her wiha di warê bîrdoziyê de hegemonyaya hêzên dûvik, pasîfîst û revîzyonîst ên ku pêncî sal in di nava tevgera sosyalîst de ne parçe kiriye; nîşan daye ku bernameya şoreşê incex bi çêkan were parastin û li aliyekî jî têkoşînên girseyan ên jixweber ên aborî û demokratîk jî birêxistin kirine û hewl daye ev têkoşîn, di nava têkoşîna şoreşê de riya xwe ya rastîn bibînin.

Di wê demê de gelek astengî li hemberî THKP-C’yê hebûn. Ya yekemîn ew bû ku, heta wê rojê li welat diyardeya têkoşîna çekdarî tune bû û cara yekemîn bû ku ev dikete meriyetê. Ji ber vê yekê tecrûbe tune bû û neçar bûn hertiştî ew bixwe ava biafirînin. Her wiha zehmet bû ku xwe ji hînbûnên pêvajoya rêxistinbûna demokratîk a legal a ku ji nava wê derketine rizgar bikin û demeke kurt de derbasî disiplîn û rêzikên partiya proleteryayê ya derzagonî bibin. Û her wiha pirsgirêkên tevgera veşartî hebûn ku divê di wê pêvajoyê de endam û xebat deşîfre nebûna.

Ya duyemîn ew bû ku, hîn di destpêka THKP-C’yê de Cûntaya 12’ê Adarê kete meriyetê; di encama şopandinên tund de gelek kadroyen partiyê şehîd bûn an jî dîl hatin girtin.

Ya sêyemîn ew bû ku, weke ku hevrê Mahir jî diyar dike, partiya me lingên xwe ji nava çirava revîzyonîzmê hêj nû rizgar kiribûn, ev jî dikir ku tevgerîn hêdî bibe û êrîşên oportunîst û revîzyonîst zêde bûn.

Ya çaremîn ew bû ku, di nava partiyê de jirêderketina rastgir derket holê û revokên weke M. Ramazan û Y. Kupelî tevger parçe kir û têkoşînê asteng kirin. Her wiha kadroyên ku ji berê de ji hêla dijmin ve dihatin naskirin ên ku di warê çawaniyê de xurt bûn, di dorpêçeke tund de bûn.

Lê ligel van astengiyan tevan jî THKP-C bi biryardariyeke mezin û hişmendiyeke bilind, her carê birînên xwe derman kirin, xwe nû kirin û bi awayekî xurtir têkoşînê rakirin. Pêşengên THKP-C’yê vê rastiyê fêm kirine; rêxistina şer a ku dixwaze bibe partiya pêşeng a proleteryayê, nikare bêje “em di destpêkê de astengiyên li pêşiya têkoşînê rakin, pirsgirêkan çareser bikin û paşê şer bikin”. Hêlên erênî û neyînî yên geşedanê (têkoşînê) yek in. Û bêyî ku ev nakokî hebin, ne pêkan e ku pêşketin çêbibe. Ev, zagona sereke ya diyalektîkê ye, rêzika sereke ya şer e. Heger mirov berovajî vê yekê bifikire yan jî tevbigere, ev tê wateya ku mirov, têkoşînê taloqî dîrokeke nediyar dike.

THKP-C, vê nêzîkahiyê wiha rave dike: “Rêxistineke şer, ne li ser maseyan, lê di nava şer de derdikeve holê, pêş dikeve û xurt dibe”. An jî bi vegotineke din, rêxistineke şer incex di nava şer de dikare ji şaşitî, lawazî û kêmasiyên xwe rizgar bibe. Ev nayê wê wateyê ku mirov bêyî ku plan, bername û taktîk û têgihiştinên xweser hebin, dikare şer bike. Lê ev diyarde û pêkanîna wan, incex di nava şer de û bi pratîkên her eniyên şoreşê re diakrin pêk werin. Pratîk, çiqasî bi bernameyan ve girêdayî be, bername jî ewqasî bi pratîkê ve girêdayî ye. Nêzîkahiyên razber û xeyalî, nêzîkahiyên dogmatîzmê ne û tiştan derdixin holê ku teqez wê nikaribin şer bikin û bêbandor bimînin. Taktîkên polîtîk û pratîk ên ji bilî xeta sereke û stratejiyê, ji daneyên rojane yên polîtîk, pratîk û rêxistinî derdikevin. Ev dane têne nirxandin, li gorî zagonên Marksîzmê têne şîrovekirin û dikevin meriyetê. Divê mirov bi volantîrîzma şoreşger û awayekî baldar, têkiliya di navbera dozîneyan de hevseng bike. Mantiqê skolastîk ên di vê mijarê de li dewsa ku li ser pratîkê serwer be û taktîkên li gorî stratejiyê ava bike, di encamê de mirov dibe ferzkirina sazkên (tr: kurgu, ing: fiction) xwe ya li ser jiyanê û ev jî yek ji şêweyên herî paşverû yên çalakiya sosyalîst e.

Rêxistina şer a siyasî THKP-C, li gorî vê têgihiştinê, di demên herî zehmet ên cûntayê de jî, ligel hemû bêderfetiyan, li gorî hêza xwe şer kiriye. Lialiyekî di nava tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de bi drûşmeya “Kesên Ku Ji Bo Şoreşê Şer Nakin, Nabin Sosyalîst” bilind kiriye, li gorî vê yekê jiyan kiriye û kevneşopiyeke kûr a têkoşîna çekdarî ava kiriye û li aliyê din jî bi şerê çekdarî (propogandaya çekdarî), rûpoşa pêşverûtiyê ya Cûntaya Faşîst a 12’ê Adarê daxistiye û taybetmendiyên wê diyar kirine. Nehiştiye ku hikûmeta yekemîn a Erîm, senaryoya xwe bileyîze, rastiyên siyasî derxistine holê û di dil û mejiyên girseyan de şopên kûr hiştine. Divê em ji bo cihê wê yê di nasandin û têkoşîna li dijî Cûntaya 12’ê Adarê de, behsa têkoşîna çekdarî ya THKO’yê jî bikin.

Pêşengên Eniya Partiyê, piştî kongreya 69’an derbasî rêxistinbûneke cuda bûne, weke yekineyên komên kadroyan xebat û perwerde li dar xistine û xebatên derzagonî û xebat û têkiliyên zagonî ji hev cuda kirine. Ramanên xwe yên diyarker ên ku bi awayekî polîtîk, di mejiyên wan de amade bûn û têgihiştina xwe ya têkoşînê, heta demekê di nava Dev-Genç’ê de meşandin. Di wan deman de îlegalbûn jî weke nêzîkahiyekê diyartir dibû.

Li aliyekî çalakiyên teqînan û desteserkirinê dihatin meşandin û li aliyê din jî girsebûna ku Dev-Genç’ê ava kiribû, bingeheke ji bo şer amade dikir. Ligel sempatîzanên şoreşê, rewşa girseyan jî, mercên tevgerekê bi awayekî vekirî ava dikirin. Bingeha ku bi saya hewldan, çalakî û xebatên din ên şoreşgeran ava bibû, riya têkoşînê diyar dikir. Ango berê xwe didan wê, di nava wê de dijiyan û ji wir zêde dibûn.

Em dizanin ku di dîrokê de bi hezaran berhemên teorisyenên ku nikarîbûn diyalektîka şer û partiyê rave bikin, riya me ronî nedikir; lê nêrînên fermandarên polîtîk ên ku vê diyalektîkê dijiyan, di serdemên bê de jî riya mirovahiyê ronî dikir. “…li hejmara rewş û mercên ku aqlê me mijûl dikin binerin; li riyên dirêj, riyên bêdawî yên ku ji bo ku em ji rê dernekevin em neçar in di wan re derbas bibin û li gêjgerînkên(labîrent) kombînezonên li pêşiya me binerin! Heger em wê pêwîstiyê bifikirin ku divê teorî, van tevan bi awayekî bipergal, vekirî û berfireh bigire dest û divê her çalakiyê teqez bi sedemekê ve girê bide; wê ew tirs weke kabûsekê li ser me ava bibe ku em ê di nava dogmatîzmeke qaşo zane de biherikin, di nava hin têgehên razber de bigevizin û rastî wî fermandarî neyên ku bi nêrînekê her tiştî fêm dike”. Heger mirov xwe di fêmkirina pratîkê de lawaz bihêle, wê ev kabûs qet derbas nebe.

Têgihiştinên oportunîst û pasîfîstên rastgir ên ku di roja me de jî cûreyên wan hene(ev taybetmendiyên wan bi demê re bêtir şênber bûne), dibêjin ku şerê THKP-C’yê ne şerekî vîndar e, “li hemberî cûntaya aşkere, neçar maye ku şer bike”, ango bêdilê xwe, xwe di nava şer de dîtiye. Ev têgihiştin, li dijî volantîrîzma şoreşger e û tê wê wateyê ku şoreşger, bêyî ku mercên şer hebin, bi bandorên derveyîn û bêyî ku biryara vînê hebe ketine nava şer.

Belê, Eniya Partiyê bêyî ku hemû hewldan û taktîkên xwe bi encam bike; bêyî ku bêyî ku bi awayekî berfireh bingeha şer birêxistin bike; bêyî ku pêvajoyên bipergalbûnê li gorî pêwîstiyan derbas bike, destbi şer kriye. Lê ev nayê wê wateyê ku ji neçariyê bi olîgarşiyê re şer kiriye; di encama nirxandineke rast a mercên demê de, dest bi têkoşînê kiriye. Di encama nirxandina mercên hundirîn û derveyîn de, bi awayekî vîndarî “şer” hatiye hilbijartin û ketiye meriyetê.

Ne ku piştî hatina Cûntaya 12’ê Adarê THKP-C “neçarî şerkirinê bûye”; berovajî vê yekê şer, beriya wê hatiye destpêkirin û li gorî pêdiviyên stratejiyê û di encama faşîzma aşkere de mezin bûye û di çarçoveya bernameya derxistina holê ya rastiyê de ala têkoşînê hatiye bilindkirin. Gotina “neçarî”yê ya ku weke bêsûc xuya dike, di bingeha xwe de têgihiştineke girîng a şaş dide xuyakirin.

Mahir Çayan, di polemîkên xwe yên bi xayinên Y. Kupelî – M. R. Aktolga re de behsa fêmkirina peywira teşhîra siyasî ya rûyê faşîzmê (û her wiha emperyalîzm û olîgarşiyê) û şîroveya wê ya şoreşger dike. Mahir Çayan dibêje ku ev “qaşo şervan”, piştî ku şer kirin û têk çûn, ketin nava lawaziyê an jî li hemberî dijmin panîk bûn û gotin “divê me şer nekiriba, divê em vekişiyabana, şer wiha nayê kirin”; Mahir Çayan dibêje ku vebijêrka vekişînê jî hebû, ew tê de fikirîbû, lê di wê demê de teqez divê peywira teşhîra faşîzmê bi cih hatiba, propogandaya çekdarî ketiba meriyetê û ev yek bûba diyardeyeke Şoreşa Tirkiyeyê; paşê dibe ku heta demekê bendemayîn pêk were û ji nÛve amadekarî werin kirin. Mahir Çayan di vê mijarê de hin reşnivîs amade kirine.

Zagonên Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî, bêguman li gorî daneyên dîrokî, civakî, girseyî, derûnî û aborî yên dijmin û girseyên gel têne diyarkirin. Ev, kevirên bingeha polîtîkaya şoreşê ne. Û ev têkoşîna leşkerî ya polîtîkbûyî, ne şerekî du artêşên bi pergal ên ku Arîsto behsa wan dike ye. Di vê çarçoveyê de êrîş, di hersê eniyan de sererastkirina mercên xebatê û di dema pêwîst de paşvekişandin, li gorî rewşa hêzên şoreşê û dijmin û li gorî nirxandina daneyên girseyan dikevin meriyetê. Pêwîst e pirsgirêkên demê yên têkoşînê, bi hemû têkilî û nakokiyên xwe re werin nirxandin û têkoşîna çînî, li ser navê proleteryayê û hevalbendên wê bikeve meriyetê.

Û carinan “têkçûn”, di dîrokên şoreşê de ji gelek serkeftinan bandortir in. Ji ber ku berxwedana stratejîk a ku hatiye afirandin, li hemberî çeperên dijmin ên tevgerê û derûniya dijmin disekine. Di van demên alozî û hevsengiyê de bêdengî, teslîmbûn an jî berxwedan, weke diyardeya çînan a diyarker, pêvajoyê bi awayekî dûvdirêj, demdirêj û berfireh diyar dikin. Di warê daneyên şênber de encam çi dibe bila bibe jî…

Çima pêkutiyên di heman radeyê de, di demên cuda de bandorên cuda dikin? An jî çima di xebatên girseyî de heman hêz û hewldan werin dayîn jî hertim heman encam dernakeve holê? Çima çalakiyeke propogandaya çekdarî li hemebrî heman armancî be jî di deman cuda de heman bandor û encamî nadin? Ji ber ku pirsgirêk ne tenê di wê çarçoveya teng de ye. Mirov nikare wiha razber bike û nirxandinan bike. Dem, bingeha ku tê armanckirin, fêmkirin û berxwedana li dijî wê û pîvanên hestyariyê vê cudahiyê diyar dikin.

Faşîzma Aşkere ya 12’ê Adarê hin pêwîstî derxistin holê, aloziyên şer ên dîrokî ên di nava olîgarşiyê û gel de hebûn, kûrtir bûn. Wateya çareseriya şoreşger a Eniya Partiyê û rêbaz û vebijêrka şer, ev e. Carinan fîşeka ku ji heman çekê derdikeve dengekî nizm derdixe û carinan jî weke mayîneke dewisandî diteqe û dengê wê demeke dirêj tê. Biryara Eniya Partiyê ya şerkirinê, him jî li gorî hêza xwe di asta herî jorîn de şerkirinê û serkeftina wê ya di asta pratîkê de, weke teqîna wê mayînê ye ku dengê wê hîn di guhên me  de ye.

Têkoşîna çînayetiyê (em di ferqa wê de bin an nebin jî) ji hêla dijmin ve û ji hêla eniya şoreşger ve, pêvajoyeke bênavber e. Û bêyî ku di nava hêzan de hevsengiyeke şênber ava bibe, ne pêkan e ku agirbesteke xwezayî û polîtîk ava bibe. Wê çaxê incex wextê ku rojeva pêvajoyê pêk were û amadekariyên rojeveke nû werin destpêkirin, paşdekişandin dikare bikeve meriyetê. Tespît û armanca Eniya Partiyê wiha bû. Bi taybetî jî di welatên mêtîngehên nû yên wekî welatê me de, ji ber ku mercên objektîf ên şer hertim hene, heger rêxistineke şer stratejiya xwe diyar kiribe, ev tê wê wateyê ku pêvajoya partîbûnê jî dest pê kiriye. Ji ber ku xeleka polîtîk a sûbjektîf ev e û bingeha diyalektîk a şer û rêxistinbûnê, vir e. Hinek hene di wê demê de û hîn jî behsa pêvajoya partîbûnê dikin; ne pêkan e ku em van nirxandinên wan weke cehaleta nezaniya pêvajoya geşedana eniya Partiyê û mantiqa wê ya hundirîn şîrove bikin; ji ber vê yekê jî em ê tenê danasîna polîtîk a rewşê bikin. Di pratîkê de rêxistineke wiha nikare were avakirin. Weke etîkêta Eniya Partiyê li cihekÎ bikeve û ev etîkêt ne li gorî avaniya rêxistinî be…

Kesên weke Mihrî Bellîdi nava Dev-Genç’ê de hêza çawanî û çendîniyê ya pêşengên Eniya Partiyê dîtine û di bingeha xwe de ji bo sûdwergirtina vê rewşê, avakirina TÎP’eke nû xistine rojevê. Avakirina partiyeke berfireh û platformeke ku hemû potansiyelê di nava xwe de vedihewîne ji ber ku dûrî rastiyê ne, têk diçin. Ev jî ji bo Şoreşa Tirkiyeyê dibe serboriyeke nû.

Avabûn û afirandina rêxistina şer, ne di nava mercên refbûn û teşegirtinên rêxistinî yên derveyî têkoşînê pêk tên; incex daneyên ku li bingeha têkoşînê pêş dikevin, bi rêgez û têgihiştina Marksîst-Lenînîst bi pergal bibin û rêxistina şer ava bibe. Û di vê merhaleyê de jixwe tevneke xebatê heye. Pêvajoya polîtîkbûnê, ne tenê weke pêvajoyeke razber a zelalbûna bîrdoziyê hatiye jiyîn; pêvajoya polîtîkbûnê di nava xebatên pratîkî de hatiye diyarkirin û bi daneyên girseyan re bûye yek.

Di dîroka şoreşê ya cîhanê de mînakeke wiha nehatiye dîtin ku partî an jî rêxistineke Marksîst-Lenînîst di destpêkê de xwe ji şaşitî, lawazî û kêmasiyên xwe paqij bike, avaniya xwe bi gelemperî bide rûniştandin (felsefeya sereke ya jiyan û têkoşînê ew e ku bi her peywirên ku di nava têkoşînê de pêk tên re ew avanî gavekê din pêş dikeve û pîvaneke din datîne), bibe weke hesin û hemû pirsgirêkên xwe çareser bike. Pirsgirêkên ku di destpêkê de têne destnîşankirin, di her rojên têkoşînê de li gorî taybetmendiya geşedanê cuda jî dibin. Tiştên ku vediguherin berfireh dibin, mezin dibin, lê bi temamî winda nabin.

Her pirsgirêka ku digihêje çareseriyê, rê li ber pirsgirêkên nû yên perspektîfa nû vedike. Pirsgirêk jî bi vî awayî şopdarên hev in û ne pêkan e ku li derveyî têkoşînê werin çareserkirin. Heger ev girêdan werin qutkirin, wê rûpela nû ya ku tê vekirin ji dînamîkên têkoşînê qut bin.

Heger têkiliya di navbera şer-rêxistinbûnê û rêxistinbûn-şer neyê dîtin, heger hinek bêjin qey ev têgeh dijberên hev in an jî yek ji wan divê di destpêkê de be; wê ev nêzîkahî di warê felsefî de ne li gorî materyalîzmê be û di warê siyasî de jî were wateya taloqkirina têkoşînê ya demeke ne diyar.

Di dîroka me de me hemû dersên pêwîst ji taloqkerên şer wergirtine. Dersên ku me ji platformparêzên 70’î, ji platformparêzên nû yên 74’an, ji yên ku digotin di destpêkê de divê pêvajoya partîbûnê temam bibe û piştî 80’î yên ku digotin “di destpêkê de rêxistina xurt”, “di destpêkê de hesabpirsîn” û “ di destpêkê de nîqaşa di platformên fireh de” di dîroka me ya şer de hatine nivîsîn. Ji ber ku di çarçoveya şer de ne xwediyê dînamîkên şoreşgerî ne û Marksîzmê înkar dikin, dikevin nava nexweşiyan. Ji ber van nexweşiyan û ji ber ku fêm nakin, bi taybetî jî di dema parastina stratejîk de wê salên dirêj me bi xwe mijûl bikin. Lê meşandina şer û mercên germ û berfireh ên şer, wêrê nedim van nexweşiyan…

Xuya ye ku, heger rastiyek, xwe bi hemû hêza xwe bide xuyakirin jî û hebûna vê rastiyê jî têr nake ku hin kes zane bibin. Ya na wê hîn jî di nava Eniya Partiyê de (bi çi armancê dibe bila bibe) û ligel van gotinên Mahir jî mînakên veqatandinê derketibana: “Ev tevger, di nava mercên ku rêvizyonîzmê salên dirêj bi bandor bû de derketiye holê, pêş ketiye û bi hêz bûye. Ji ber jî em çiqasî li ser bisekinin jî wê di destpêkê de bi awayekî şopên van mercan di nava xebatan de hebin. Wê ev bermahî, di nava şer de, bi şerkirinê werin avêtin”. Ev hevoka ku me li vir nivîsiye, dahûrandina mercên demekê ye.

Bêguman em nikarin van rastiyan paşguh bikin, kêmasiyên Eniya Partiya û kêmasiyên xwe ji nedîtî ve werin an jî wan cuda nîşan bidin. Lê şoreşgeriya wê û nîşaneya xeta rast a têkoşînê, piştî diyarkirina rewşa şênber, di riya çareseriyê de diyar dibe.

Ev riyên çareseriyê, ango şîroveyên oportunîst, çavkaniya wê çi dibin bila bibin, di dawiyê de di çend têgehan de digihêjin hev û di wir de asê dimînin. Weke mînakekê, di pêvajoya 74’an de xeta oportunîst hêj nû li ser dika siyasetê diyar dibû û digot: “Qeyrana tevgera şoreşger, di hemû qadên bîrdozî, polîtîk û rêxistinî de derket holê. Ev yek jî li ser me ferz dikir ku em rêxistinekê ava bikin ku piştî heyama têkçûna gelemperî di binê her şert û mercî de em têkoşîna siyasî bimeşînin û di binê ronahiya hêmanên saxlem de bibin xwediyê plansaziyeke çalakiyê ya bi pergal. Lê di destpêkê de ji bo ku em karibin biryarê bidin ku divê çi were kirin, divê em dawî li qeyrana teorîk a ku ji heyama têkçûnê hatiye bînin… Pirsgirêka me ya niha ew e ku divê em pêşiya xwe bibînin û teoriya xwe deynin ser lingên wê. Wê çaxê divê em têkoşîna teorîk tev li xeleka sereke bikin û di derbarê pirsgirêkên bingehîn ên şoreşa Tirkiyeyê de (têgihiştina şoreşê, şêwazê xebatê, têgihiştina partiyê) nîqaşan berdewam bikin. Ango pêwîst e ku em bibin xwediyê yekitî û pergala teorîk. Wê riya avakirina partiya proleteryayê bi vî awayî ji pêvajoyeke têkoşîna bîrdozî, polîtîk û rêxistinî derbas bibe. Divê weke xeleka peywira sereke were nirxandin ku pêwîst e dawî li tevliheviya bîrdoziyê were û yekitiya bîrdoziyê ava bibe. Riya yekitiya rêxistinî ya polîtîk, ji yekitiya bîrdoziyê derbas dibe. Riya yekitiya bîrdoziyê jî, ji têkoşîna bîrdoziyê…” (DG. Hemara 1’emîn)

Li welatê me, di nava geşedana polîtîk de nêrîn û tevgerên revîzyonîst û reformîst di eniya çepgir de salên dirêj serwer bûn. Dema em rastiyên çînî û dîrokîyên avabûn û berdewamkirina van nêrîn û tevgeran û taybetmendiyên wan ên ku dişibin taybetmendiyên welatên ku piştî Serdema Qeyrana 3’yemîn paş de hatin hiştin lêkolîn bikin, wê were dîtin ku nêzîkahiyên wiha nikarin bigihêjin taybetmendiyên şer. Bêguman çav û rêbazên lêkolînerên objektîf û şîrovekarên rastîn ên materyalîzmê dikarin bigihêjin vê rastiyê.

 Bi taybetî jî di demên tevliheviya têgehan de (di demên ku lêgerînên li derveyî çînê dest pê dikin an jî di demên valahiyê yên ku tê de Marksîzm bi awayekî berfireh nehatiye fêmkirin de, di demên têkçûnê de û di demên ku tê de nirxên ku li hemberî rastiyên  çînî dihejin zêde dibin de) pejirandin û nepejirandina têgehekê, li gorî wateyên ku lê tenê barkirin diyar dibin. Divê em li vir bi taybetî diyar bikin ku heger di nava rêxistin, kom û derdorên ku dibêjin ew bîrdoziyekê û xetekê diparêzin de hinek kes behsa têkoşîna bîrdoziyê bikin (bêguman em behsa “têkoşîna bîrdoziyê ya di nava rêxistinê de” ya ku ji eniyên din ên têkoşînê qut tê nirxandin dikin) di wir de cudabûnek dest pê kiriye ku di mejî de ava bûye, lê hîn derfet nedîtiye ku xwe aşkere bike an jî zelal bike.

Wê çaxê, weke rewşeke ku divê em bi awayekî cidî binirxînin ûdiyardeyeke ku wê hertim derkeve pêşiya me bibînin, divê em li hemberî helwestên wiha hestyar bin, rê nedin razberkirinên derveyî pratîkê û rê nedin van nêzîkahiyan ku bikevin rojeva me. Ya na wê weke dabeşbûnên 74’an hin kesên weke pêşengên DY’yê derkevin ku li gorî taybetmendiyên demê Eniya Partiyê bi awayekî tund rexne bikin, di teoriyê de jê dûr bikevin, lê li gorî tevgerîna girseyê neçar bimînin ku bêjin “em bi awayekî gelemperî Eniya Partiyê diparêzin”.

Ev rewş wê bike ku têkoşîna me lawaz bibe. Heta li gorî peywirên van kesan, ew xetere heye ku têgihiştinên rastîn ên xeta me jî werin veşartin. Pêdiviya Spartakûsên şerên me yên hemdem, neteweyî û çînî ne tenê hewceyî şûrekî baş in, her wiha divê bibin xwediyê pênûs û zimanekî baş jî. Bi heman awayî di roja me ya îro de jî ji bo ku şîrove û ravekirineke rast a pratîkê û tiştên ku têne nivîsîn, têne gotin hebe, pêwîst e ne tenê berçavkeke baş hebe, her wiha divê mercekên(adese) baş jî hebin. Ji ber ku mixabin hîn têkoşîna şoreşger a welatê me paşdemayî ye, hêj zelal nebûye û pratîka wê jî lawaz e.

“Teorî tenê van tiştan tîne: hin tiştên ku aqilê mirov di nava têgehan de ji vê gera binerd werdigire û hin komikên ronahiyê yên ku hundir ronî dikin! Teorî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, formûlên amade nade; bi hêmanên ku daniye holê, xebatên aqil sînordar nake. Tenê dihêle ku aqil çavekî bide tiştan û têkiliyên di nava tiştan de. Teorî, aqil di herêmên bilind ên çalakiyê de azad dike û jê dixwaze ku bi behremendî û wîza xwe ya xwezayî, ya rast û ya heq di rameneke zelal de bike yek.” (Engels)

Niha jî em ê bi awayekî cewherî û di çarçoveya merhaleyên taktîk û stratejîk de behsa wê yekê bikin ku Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (û Yekîneya Propogandaya Çekdarî ya Marksîst, Lenînîst), şerê şoreşger ê çînî çawa digire dest. THKP-C’yê beriya hertiştî diyar kiriye ku Şoreşa Gel a Demokratîk, heyameke neçar e û li welatên wekî me mêtîngehên nû ne, şerê gel, modeleke jêneveger e. THKP-C’yê Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî, weke stratejiya şoreşê pejirandiye û vê stratejiyê jî bi merhaleyên “parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk” diyar kiriye.

Partiya me ya ku hersê merhaleyên stratejîk jî di nava xwe de bi çar heyamên taktîk dahûrandiye, ji ber taybetmendiyên demê û taybetmendiyên welat ên aborî, polîtîk û civakî, ji şerê gel ê klasÎk cudatir, weke amûreke jêneveger ê avaniya xwe ya stratejîk, şerê pêşeng pêş xistiye. Riya sereke ya şerê gel, ji gundewaran ber bi bajaran ve ye, lê şer, di çarçoveya taktîkê de ji bajaran dest pê dike.

Di Şerê Şoreşger ê Yekbûyî de di destpêkê de gundewar, qadên sereke yên şer in û bajar jî alîkar in. THKP-C’yê bi vî awayî yekbûna gundewar û bajaran di warê teorîk de diyar kiriye, şerê xwe yê pêşeng ji bajaran dest pê kiriye û li gorî armancên xwe yên dij-olîgarşîk û dij-emperyalîst têkoşîna xwe bilind kiriye. Partiya me weke şêwazê têkoşînê, têkoşîna polîtîk sereke digire dest û têkoşînên aborî, demokratîk û bîrdozî jî bi têkoşîna polîtîk ve girê dide û weke hêmaya sereke ya têkoşîna polîtîk jî, propogandaya çekdarî dibîne.

Di encamê de; THKP, ji destpêka xwe heta çalakiya Kizildere’yê, di nava sal û nîvekê de di çarçoveya Propogandaya Çekdarî de rastiyên siyasî derxistine holê, zirarê gihandiye dijmin û rûyê dijmin ê rastîn derxistiye holê. Bi derbên derûnî ên ku li emperyalîzm û olîgarşiyê xistiye re girseya gel ji kûr ve hejandiye. THKP-C’yê di vê pêvajoyê de di warê polîtîk de kiriye ku Cûntaya Faşîst a 12’ê Adarê zû çêbibe, bê nirx û bê bername be û şaşwaz bimîne. Bi çalakiyên xwe yên çekdarî li Tirkiyeyê cara pêşîn e ku bi gavên li hemberî eniya dij-şoreşger re hevsengiyê hejandiye, hevbendiya îxanetê ya di nava emepryalîzm û hevkarên wê yên herêmî derxistiye holê û di nava demeke kurt de bi şerê gerîla sempatî û prestîjeke kûr ava kiriye.

Her wiha di vê pêvajoya têkoşînê de bi bîrdozî û pratîka xwe xetên li dijî Marksîzm-Lenînîzmê yên rastgir, oportunîst, rêvîzyonîst, dûvik, cûntaparêz, reformîst û şablonparêz mehkûm kirine û di vî warî de jî di nava şoreşa Tirkiyeyê de pêşengî kiriye. Pêvajoya THKP-C’yê riya şoreşegr ronî kiriye û kevneşopiyeke radîkal a şoreşa çekdarî ava kiriye û her wiha di vê çarçoveyê de bi awayekî şênber şoreşa Tirkiyeyê daye destpêkirin. Û ji bo pêvajoyên din şoreşa Tirkiyeyê ligel kêmasiyên xwe jî mîrateyeke zindî, dewlemend û bi binyat hiştiye.

  1. PÊVAJOYA WERARA RÊXISTINÎ

Li hemû welatan werara ku tevgerên şoreşger dijîn, ji moxila jixweberbûnê, amatoriyê û xebatên rêxistinî yên kevneşop ên şoreşger û dmeokratîk derbas dibin û pêngavên çawaniyê pêk tînin.

Di vê pêvajoya çawanîbûnê de hêzên pêşverû û çalak ên ku derdikevin pêş; ji formasyona Marksîst derbas bûne; rastiyên welat ên civakî, aborî, polîtîk û çandî dizanin û Marksîzm-Lenînîzmê ji xwe re kirine rêberê çalakiyê, di polîtîkaya welat bi bandor dibin. Û bi hewldanên xwe yên şoreşger û pêşeng di derbarê mijarên sereke yên teorîk ên weke stratejiya şoreşê, şêwaz û bernmeya xebatê û têgihiştina rêxistinê de perspektîfên xwe yên bîrdoziyê diyar dikin. Paşê vê yekê vediguherînin hebûneke rêxistinî, şênebr dikin û gavên pêşîn ên şêrê çînî yê şoreşger diavêjin.

Li welatê me jî ev pêvajo hatiye jiyîn û di dawiya salên 1960’î de di riya şoreşa Tirkiyeyê de veguherîna çawaniyê çê bûye û gavên şênber hatine avêtin.

THKP-C, di nava vê pêvajoyê de ava bûye; di merhaleya partîbûnê de ji nava xebatên gelemperî yên şoreşger û demokratîk ên di nava FKF û DEV-GENÇ’ê de derketiye pêş; di nava van xebatan de xwe di warê rêxistinî, bîrozî û polîtîk de pêş xistiye; hêmayên herî pêşketî, herî çalak, herî zane û yên xwedî inisiyatîf gihane hev û di nava têkoşîneke xurt a bîrdoziyê ya li dijî oprtunîzm û revîzyonîzmê de xeteke serbixwe ya şoreşger a Marksîst-Lenînîst ava kiriye.

Yekitiya bîrdozî û polîtîk a ku li ser xetê pêk hatiye, dikarîbû bersivê bide şer û taktîkên polîtîk ên wê demê. Her wiha bi çalakbûn û xurtbûna polîtîk re bersiva pirs û pirsgirêkên rewşa nû hatiye dayîn, avaniya rêxistineke navendî ya li gorî hêmayên rêxistinî yên Marksîst-Lenînîst ava bûne û gavên pêşîn ên pêvajoyê hatine avêtin.

Avabûna partiya me THKP-C’yê bi rêzeçalakiyên ku weke Tevgera Gerîla ya Sibat û Gulana 1971’ê dihatin binavkirin, ji bo raya giştî ya şoreşegr û demokrat û ji bo girseyên gel hate ragihandin. Piştî ragihandina xeta serbixwe ya di kongreya 69’an de û piştî hewldanên piştî kongreyê, rêxistinbûn ne bi awayekî vekirî be jî bûye mijara nivîsan û di berfanbara 1971’ê de Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê hate avakirin. Tevgera Gerîla ya Sibat û Gulanê jî ragihandina partiyê ya ji bo raya giştî ye.

Beriya ku ev rewş were ragihandin û fermî bibe jî bi awayekî fiîlî polîtburo hebû ku di nava hemû nakokiyên welat de cih digirt, ji serboriyên wan derbas dibû û bi pêşengiya xwe ya pratîk, bîrdozî û polîtîk diyar bibû. Dîsa di nava van hevalan de ji ber taybetmendî û hêlên ku derdiketin pêş, hevbeşiya kar a xwezayî hebû. Her wiha li ser bingeha dabeşkirina peywiran de jî hiyerarşiyek hatibû avakirin. Weke xeleka dora polîtburoyê piştî Mijdara 1970’î, pêkhateyek ava bibû û carinan li hev diciviyan û platforma jorîn a rêxistinbûnê ava dikirin. Her wiha li hin bajar, herêm, qadên xebatê û saziyên pergalê tevneke rêxistinê ava bibû.

THKP-C, di bingeha xwe de bi têgihiştina yekitiya pêşengiya leşkerî ya polîtîk; li ser bingehên îlegal, ji jor ber bi jêr ve û bi awayekî ku hêla wê ya navendî derdikeve pêş ava bûye. Û berovajî têgihiştinên rêxistinî yên oportunîst û revîzyonîst (di rastiyê de tenê di teoriyê de dianîn ziman), di nava refên xwe de cudahiya kesên ku ji çîna karkeran an jî bingeha kedkar tên û nayên nake. Avaniya xwe ji şoreşgerên pispor pêk tîne û wiha dest bi xebatên kadro û girseyê dike.

THKP-C’yê di merhaleya pêşîn de yekîneyên kadroyan diyar kirine û li herêmên ku şêwazê kev ê xebatê lê nehatibin parçekirin, li dewsa ku têgihiştineke nû li van deveran bide rûniştandin, hêmayên xwe yên pêşeng ji van deveran kiandine. Ji damezrandina partiyê heta çalakiya Kizildereyê (ji bo partiyê demeke gelekî kurt e) THKP-C’yê xebatên Propogandaya Çekdarî meşandine, di nava girseyan de sempatiyeke kûr afirandiye û potansiyela alîgiran a berfireh a ku ji heyama DEV-GENÇ’ê hatiye wergirtin, bingeha girseyê pêk anîne. Beriya ku ev potansiyel di nava refên partiyê de bi disiplîna navenda partiyê û rêxistinbûnê ve were girêdan û bi bernameyên bi pergal û di wexteke guncan de were amadekirin, piştî çalakiya Kizildereyê mercên têkçûna rêxistinî derketine holê.

Çalakiya Kizildereyê bi tena serê xwe ne têkçûneke rêxistinî bû, lê derbeke leşkerî ya ku li çalakiyeke ku di asta yekemîn de ji bo partiyê girîng bû ketiye bû. Piştî vê çalakiyê ji ber çawaniyên kadro û endamên mayî, tabloyeke têkçûna rêxistinî hatibû afirandin. Ew dem tune bû ku hêman, xebitîn û têgihiştina têkoşînê ya partiyê bi mekanîzmayên ku ji jor ber bi jêr ve têne avakirin, bandorê li potansiyela heyî bikin û avaniyeke mayinde were avakirin. Ew pêvajoya berfirehbûna çawanî û çendîniyê ya bi xebatên polîtîk û leşkerî nehate jiyîn.

Di vir de mirov dikare bêje heger pêvajoyeke wiha nehatibe jiyîn -pêşengên me di wê ferqê de bûn- vebijêrka vekişandina yekîneyên kadroyan û xebatan jî hebûn. Lê li hemberî rewşa geşedanên siyasî yên welat şerkirina ligel derfet û mercan, taktîkeke polîtîk a dîrokî bû ku bi awayekî zanebûnî hatibû hilbijartin û diviya bû ku derkeve pêş.

Welat, di demeke kurt de kete nava tevliheviyeke xurt. Bi dûv hevdu de geşedanên çawaniyê çê bûn. Gelek diyardeyên dîrokî û polîtîk ên ku heta wê rojê nedihatin naskirin, ne şênber bûn û nedihatin zanîn, bi dûv hev de ketin rojeva welat. Serweriya bîrdoziya revîzyonîst hate parçekirin, têkoşîna çekdarî bû diyardeyek û gel li dijî olîgarşiyê li bajar û gundan, çeka ku carinan bi kar dianîn -bi drûşmeyên ku di demek kurt de derxistin zanbûnê- dîtin ku di destê şoreşgeran de bilind dibe û sempatiyeke ku beriya wê nehatibû dîtin (û heta roja me jî nehatiye dîtin) nîşan dan. Li aliyê din jî cara pêşîn, ne weke 12’ê Îlonê seranser be jî, faşîzm xwe ji nû ve birêxistin kir û bi awayekî aşkere û xurt li dijî gelan sekinî. Di rewşeke wiha de bêguman taktîka polîtîk, wê şer bûya! Ji ber rastiya vê taktîkê ye ku çalakiya Kizildereyê ji sempatî û alîgiriya şoreşgeriyê tiştekî winda nekiriye û berovajî vê yekê, piştî salan jî di navenda prestîjê de maye.

Bandor û prestîja Eniya Partiyê ya wê pêvajoyê, ne tenê li ser girseyên kedkar hebû, lê li ser hema hema hemû beşên gel hebû. Di nava ciwanan û artêşê de, di nava xebatên herêmî yên gelek deverên Anatolyayê de, di nava rewşenbîr û hunermendan de û ji karkerên kanan (madenan) ên Zonguldakê heta hilberînerên biçûk ên Behra Reş û Egeyê di nava beşeke berfireh de sempatiya Eniya Partiyê hebû. Û gelek ji wan jî ji venêrînê ne dûr bûn.

Lê rastiyeke gerdûnî ya tê zanîn a Marksîst-Lenînîst heye ku pêwîst dike ku mekanîzmayeke bi pergal û berfireh a partiyekê ava bibe û têkoşîneke domdar û bênavber were meşandin. Di dawî de tiştê ku encamê diyar kir, koma hemû mercan bû. THKP-C’yê di şerê çînayetiyê yê di binê mercên pêkutî, êşkence û komkujiyên Faşîzma Aşkere ya 12’ê Adarê de dimeşand de gelek kadroyên xwe hêsîr û şêhîd dan. Ev jî yek ji xalan bû ku behremendiya tevgerînê kêm kir û zorê da têkoşînê.

Li aliyê din di pêvajoya rêxistinbûnê ya Eniya Partiyê de yek ji pirsgirêkên herî girîng jî, di Pûşbera 1971’ê de piştî dîlgirtina Mahir, jirêderketina rastgir a di nava partiyê de bû. Divê em bi dû awayan li vê jirêderketinê binerin. Ya yekemîn ew e ku hêza rêxistinê parçe kir û têkoşîn asteng kir; ya duyemîn jî ew e ku ji bo demeke kurt bûye sedema windakirina hêzê, lê di dema dirêj de ji bo ewlehiya xeta partiyê erênî bû. Jixwe piştî ku ji zindanê firar kir, Mahir, anî rojevê ku ev kesên xwefiroş di nava pergala herî bilind a partiyê de werin darizandin. Biryar hate girtin ku serkêşên jirêderketina çepgirteşhîr bibin û ji partiyê werin avêtin.

THKP-C’yê di nivîsa xwe ya bi navê “Piştî 12’ê Adarê Rewşa Çepê Tirkan” de bi gelemperîeniya pasîfîst nirxandiye, lê di derbarê veqetandina di nava partiyê de jî ev tişt anîne ziman:

“…Ev avaniya di eniya çepgir de, bandor li partiya me jî kiriye û komeke biçûk a di nava partiya me de ji nêrînên bîrdozî, teorîk û stratejîk ên partiya me û ji çalakiyên wê re gotine ‘teorî û pratîka Narodnîzm û Anarşîzmê’ û bûne dûvikên eniya pasîfîst ên di nava partiyê de.

Li gorî van hêmayên rastgir;

  • Daxuyaniyên Partî û Eniyê yên Hejmara Yekemîn ên ku bingehên bîrdozî û stratejîk ên THKP-C’yê vedibêjin û nivîsa “Di Şoreşê De Bicihbûna Çînan”, teoriyên anarşîzm, fokoîzm û Narodnîzmê ne.
  • Tevgerên Gerîla yên Sibat û Gulanê, ango çalakiyên pêşîn ên şoreşger ên çekdarî yên ku partiya me bi girseyan da nasandin, pratîkên vê bîrdoziya Narodnîk in û di bingeha wan de bîrdoziya oportunîst a çepgir heye.
  • Şerê pêşeng ê şoreşger ê THKP-C’yê, şerê çend kesan ê li hemberî olîgarşiyê ye.
  • Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî, staretejiyeke fokoîst e.
  • Propogandaya Çekdarî şaş e, rêxistinê ava nake. Divê teqez weke bingeh neyê dîtin.
  • Di vê demê de peywira şoreşgerî ew e ku divê li dora çapemeniya navendî rêxistin ava bibe û têkoşîna aborî û demokratîk a karkeran were birêvebirin û hwd…

Rexneyên ku xeta rastgir a di nava partiyê de pêş dixistin ev bûn. Ev rexne, weke êrîşên pasîfîstên Kivilcimli û Şafak’ê yên li dijî partiya me bûn.

Ev komika ku li dijî hêmanên bîrdozî û polîtîk ên partiya me tevdigeriyan, bi raya piraniyên endamên Komîteya Giştî ya partiyê, ji partiyê hatin avêtin.

Biryara Komîteya Giştî ya partiyê, xeta şoreşger a proleter a sepandina Marksîzm-Lenînîzmê ya li gorî mercên şênber ên cîhanê û welatê me ye. Û çalakî jî li gorî vê xeta bîrdozî û polîtîk a Lenînîst e.”

Belê, weke ku di nivîsa Eniya Partiyê de tê diyarkirin, kesên ku xeta şoreşger a partiya me revîze kir û ketin riyeke oportunîst û rastgir, piştî dîlketina Mahir û hin kadroyên din, rengên xwe yên rastîn dan xuyakirin. Valahiya hevrêyên ku dîl hatine girtin ji xwe re weke fersendekê dîtin û hewl dan têgihiştinên xwe yên rastgir û pasîfîst bi rêbazên demogojî, spekulasyon û derveyî sinca şoreşgerî di nava partiyê de serwer bikin.

Di vê pêvajoyê de THKP-C’yê li aliyekî ji bo ku bandorên bîrdoziyê yên jirêderketina rastgir ku di nava partiyê de hate jiyîn û hate tasfiyekirin ji holê rake û bi taybetî jî rê li ber wê bigire ku bi hêmayên di warê bîrdozî û polîtîk de paş de mane re tevliheviya mejî çênebe, xebatên xwe yên navxweyî yên bîrdoziyê zêde kirine û li aliyê din jî li gorî xeta partiyê, şerê xwe yê şoreşger berfireh kiriye.

Di vê merhaleyê de di nava eniya şoreşa çekdarî de darvekirina sê pêşengên THKO’yê ket rojevê. Kadroyên THKP-C û THKO’yê li ser vê yekê ketin nava tevgerê; ev rewş, weke hesabpirsîna dîrokî ya di navbera tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û eniya dij-şoreşê de nirxand. Kadroyên herdu partiyan li hemberî vê rewşê bêdeng neman; him ji bo her sê pêşengên THKO’yê ji darvekirinê rizgar bikin him jî prestîja tevgera şoreşger a ku bilind dibe biparêzin plansaziyekê kirin ku sê tenîsyenên Ingilîz bigirin û dijmin ber bi danûstandinê ve bikişînin.

Di rojbera 30’ê Adarê de ev çalakiya dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk pêk hat û navenda çalakiyê jî weke Kizildere hat diyarkirin. Lê çalakî, weke ku hatibû plansazkirin nemeşiya, hêzên çalakiyê yên ku ji kadroyên herî pêşeng ên THKP-C û THKO’yê pêk dihatin ji hêla hêza mezin a leşkerî ya dijmin ve hatin dorpêçkirin. Hevrêyên me yên ku xwe radest nekirin û mirina bi şer hilbijartin, piştî pevçûneke dirêj bi awayekî giştî hatin qetilkirin.

Ev derba mezin a ku partiya me THKP-C’yê li Kizildereyê xwar, ji bo tevgera me ya ku berdewamiya siyasî ya wê ye, tê vê wateyê:

  • Derba ku partiya me li Kizildereyê xwar, derbekî di asta taktîkî de leşekrî ye û bandorên wê yên mezin ên rêxistinî hene.
  • THKP-C’yê weke berdewamiya xeta xwe ya çalakiyê ya şoreşger, çalakiya Kizildereyê li dar xist.
  • Kizildere, tevgereke tunekirinê ya mezin bû ku di mercên wê demê de THKP-C’yê nikarîbû domdariya avaniya xwe ya rêxistinî pêk bîne. Ji ber vê jî di asta stratejîk de girîng e ku şerê ku dihate meşandin ji bo demekê hate sekinandin. Ne têkçûna stratejîk e ne jî têkçûna stratejiyê ye.
  • Ji lewra piştî Kizildereyê peywira sereke ne ew bû ku stratejiyeke nû yan jî xeteke nû ya bîrdozî û polîtîk were şopandin. Peywira sereke, ji nûve rêxistinkirina avaniya rêxistinî ya belavbûyî ya THKP-C’yê ye.
  • Kizlidere ne çalakiyeke xwekujiyê ye yan jî encama neçar a rewşê ye. Kizildere bîrdariyeke ku li ser manîfestoya berxwedana şoreşger hatiye nivîsîn û vebijêrkeke zanebûnî ya şoreşger e.

Di vê wateyê de li gorî encamên rêxistinî û leşkerî Kizildere têkçûnek be jî,li gorî encamên siyasî peyamên şênber dane girseyê, li paş xwe sempatiyeke kûr û prestîjeke mezin hiştiye, nehiştiye ku diyardeya têkoşîna çekdarî lawaz bibe û bi vî awayî di encamê de bûye gaveke polîtîk.

Weke ku gerîlayê mezin û teorisyenê şer Ernesto Che Guevara dibêje: “Di dîroka şoreşên cîhanê de têkçûnên wiha hene ku, ji serkeftinên ku bi hêsanî pêk hatine mezintir in.”

  1. REWŞA PIŞTÎ KIZILDEREYÊ Û PEYWIRÊN ME

Heta dawiya salên 60’î di nava tevgera çepgir a welatê me ku di destpêka salên 1900’î de derketine holê de serdestiya xurt a xetên rastgir û pasîfîst heye. Ev tevger, nikarîbûn tevgerîna rewşenbîriyê derbas bikin û di nava xwe de pêngavên cidî yên çawanî û çendîniyê pêk bînin. Hêlên wan ên jixweber bêtir li pêş bûn û bi tevgerên çînê û tevgerên gundiyên bê ax an jî kêm ax re nikarîbûn bibin yek û nikarîbûn perspektîfa polîtîk û rêxistinî yên vê hevdîtinê derxin holê. Ji lewra jî hewldanên van rêxistinên zagonî û derzagonî razber man, bi girseyan re têkiliyên cidî ava nekirin û li dewsa ku şêwaza xebatê ya şoreşger pêş bixin, kevneşopiya xwespartina hêzên rastgir ava kirin. Xwe carinan spartin Kemalîzmê, carinan jî cûntayê. Diyardeyên vê xetê jî parlamenterîzm, dûvikbûn û revîzyonîzm bû.

Di sala 1926’an de di dema xebatên Enternasyonala 3’yemîn de di “Rapora Rêxistinbûnê ya EKK’yê ya Li Ser Rewşa Partiyan” de, di beşa “Welatên Rojhilatî” de xebatên rêxistinbûnê wiha tê ziman:

“Tevgera Şoreşegr li Rojhilat, di sala borî de pêşketinên mezin pêk anîn. Bi mezinbûna tevgera şoreşger re, welatên Rojhilatî yên ku lê partî û rêxistinên şoreşger û komunîst hene ev in: Çîn, Japonya, Kore, Endonezya, Tirkiye, Sûriye, Filistîn, Îran, Cezayir, Tûnis, Misir, Hindistan, Efrîqaya Başûr û hin welatên din. Her wiha partiyên gêl ên şoreşger ên Komara Serbixwe ya Moxolistanê, Moxolistana Navîn (Çîn) û Tannû-Tûwo (berê herêma Ûraîan-Haî) jî bi Komunternê re di nava têkiliyeke nêz de ne.”

Mistefa Sûphiyê ku yek ji 51 beşdarên kongreya avabûnê ya Enternasyonala 3’yemîn bû û Mistefa Kemal ew û 14 hevalên wî ji komkujiyê re derbas kirin, hîn di kongreya sala 1919’an de wiha diaxivî:

“Kêfxweşiyeke gelekî mezin e ku di Enternasyonala 3’yemîn de ez li ser navê proleteryayê, li ser navê gunditiya Tirk a bindest û çîna karkeran, li ser navê biratiyê û li ser navê gelekî çekdar ê ku gelek zilm ji emepryalîzma hov dîtiye û di binê tundiya şaristaniya rojavayî de perîşan bûye diaxivim. Ya rast ew e ku, li Tirkiyeyê ne weke welatên din tenê gelek hov û gemar hene ku qesda canê gel dikin û xwîna wan dimijin. Her wiha Padişahên Osmanî hene ku ne tenê Ermeniyan, lê xwîna girseya karker û gundiyên xizan dirijînin jî hene. Kesên ku nûnertiya hoveberiyê dikin, ne girseyên gel in, lê Padişahên Osmanî ne.

…Piştî 1908’an, beşek ji ciwanên Tirk fêm kiribûn ku aramiya gel ji şoreşeke civakî derbas dibe. Lê di wê demê de xebatên sosyalîst hatibûn astengkirin. Dengê bihêz ê bi hêz ê mirovên di nava janê de ne yê ku ji bo parastina gelê bindest bilin dibû, beleheq derdiket. Tenê çend hevalên min dev ji vî karî bernedan û li Rûsyayê Koma Şoreşger a Tirk bi rêxistin kir. Baweriya wan ew bû ku li Rojhilat veguhertina pêwîst a aborî û civakî, incex bi şoreşa civakî pêk tê. Û ev bawerî, piştî bûyerên Cotmehê xurtir bû.

Ez ê mînakekê bidim we ku di nava proleterya û rewşenbîrên Tirkan de hebûna vê baweriyê diçespîne. Piştî şoreşê, li Zanîngeha Stenbolê dema pirsîn bê Xelatê Nobelê ji bo kê divê were dayîn, ligel pêkutiya profesoran jî ciwanên Tirk, hevrê Lenîn hilbijart. Û ev yek jî dide xuyakirin ku ramanên şoreşa civakîli Rojhilat çiqasî bi bandor e. Hosteyê rêzdar ê mezin û çalakiyên wî, nûnertiya cîhana şoreşger dike û ciwanên Tirk jî bi hilbijartina xwe dan xuyakirin ku bi cîhana şoreşger ve girêdayî ne.

Hevalno, gelekî aşekere ye ku serê sermayedariya Frensî û Ingilîzî li Ewropayê be jî, gewdeya wê li axa berhemdar a Asyayê ye. Ji bo me sosyalîstên Tirk, peywira girîng û sereke tunekirina sermayedariya li Rojhilat e. Incex bi vî awayî em dikarin hilberîna Frensî û Ingilîzî ji madeya sereke bêpar bihêlin. Tirkiye, Îran, Hindistan û Çîn wê deriyên xwe ji pîşesaziya Frensî û Ingilîzî re bigirin û nehêlin dewlemendiyan wan biherikin borsayên Ewropî; bi vî awayî wê rê li ber qeyranan vebe, desthilatdarî bikeve destê proleteryayê û di encamê de wê pergala sosyalîst pêk were. Ji bo vê yekê divê tevgera şoreşger a herêmî ajîtasyonê bimeşîne û gelên Rojhilatî jî li dijî emperyalîzma Frensî û Ingilîzî serî rakin.”

Lê ne di wan deman de ne jî di pêvajoyên din de Çepê Tirkan tu carî pêngaveke şoreşgerî şênber nekiriye. Û xwe ji gevizandina di nava nêrîn û helwestên rêvîzyonîzmê de rizgar nekiriye. Heta heyama piştî 60’î…

Di dawiya salên 60’î de bi saya mercên xweser ên heyamê û li gorî hişyarbûna civakî û siyasî, tevgera şoreşger gavên mezin avêtine ku tê de hêza dehan salan hene. Li ser axa Tirkiyeyê cara pêşîn e ku pirsgirêkên şer û stratejiyê, bibûn diayrdeyên şênber ên şoreşê.

Weke ku tê zanîn têkoşînên ku têne meşandin, te divê di xeta şoreşger an jî di xeta revizyonîst û oprtunîst de bin, di dema xwe de û di demên bê de jî bi encamên xwe têne nirxandin û her wiha ji hêla hêzên xwe yên madî û manewî jî têne nirxandin. Di nava çarçoveyên ku ava dike, dixe rojevê, bandor û diyar dike de û li gorî alternatîfên ku pêşkêş dike û pêkanîna van alternatîfan têne nirxandin.

Di vê çarçoveyê de Eniya Partiyê gelek têgihiştin û rê û rêbazên şêwazê xebatê yên şoreşê yên revizyonîst bi hebûn û têkoşîna xwe, heta bi têkçûna xwe bêbandor kirine. Di vê demê de di nava welat de cara pêşîn şerekî leşkerî yê polîtîkbûyî hatiye meşandin, rastiyên siyasî û alternatîfên şoreşger, di naveroka propogandaya çekdarî de hatine nirxandin û him bi teşeyên madî him jî bi hêmayên moralê, ji bo girseyan hatine nasandin.

Van rastiyan, girse ji kûr ve hejandine û nîşanî dost û dijminan kiriye ku bernameyên şoreşê çawa têne pêşkêşkirin û şênber dibin. Her wiha derbasî rojeva şoreşa Tirkiyeyê bû ku bîrdozî, tespît û peyvên ferhenga Marksîzmê ne qaşo zanebûnên razber û gelemşeya gotinan an jî amûrên ajîtasyonê ne, lê belê pergaleke hesabpirsîna polîtîk in.

Di navbera şêwazên têkoşîn û rêxistinê de yekbûneke diyalektîk hat avakirin; ji têkoşîna çekdarî heta ajîtasyona bê çek û propogandayê, ji têkoşîna bîrdoziyê heta têkoşîna rojane ya girseyan di her qadê de tevgera şoreşê û tevgerên gel gihan hevdu.

Lê weke ku me berê jî diyar kiribû, ji ber ku di wê pêvajoyê de derfetên avakirin û pêşxistina partiyekê ava nebûn û ji ber dahûrandinên hundirîn, derfet nedîtin ku bêhna xwe bistînin, ji aliyekî têkoşîn bi awayekî lezûbez li hemberî dijmin dihate meşandin, lê jirêderketina rastgir bibû dûvikê olîgarşiyê. Partiyê bi hemû hêlên wê yên cidî van baran hilgirt ser milên xwe û hewl da bazadana xwe (ne meşa xwe) berdewam bike. Di warê bîrdozî, polîtîk û rêxistinî de her hesabpirsîneke ku rêxistinek (partiyek) bi awayekî şênber dixe meriyetê, gaveke girîng ber bi pêş ve ye.

Di vê çarçoveyê de angaşta revizyonîst a “derbasbûna aştiyane” ya di qada bîrdoziyê de, ji hêla pêkhateyên herî berfireh ên Eniya Partiyê ve hatiye nîqaşkirin û mehkûmkirin; lewra ji ber zelalbûna vê helwestê nêzîkahiyên bi vî rengî dîsa derfet nedîtine ku ji xwe re riyekê vekin. Ji bo ku were fêmkirin ku nêzîkahiyên rêxistinekê ji bo bingeha wê partiyê tê çi wateyê me ev mînak da.

Ji ber vê yekê jî jirêderketina rastgir, alîgir nedîtine û di asta herî bilind (polîtburo) de bin jî weke vegera du xayinan hat nirxandin û di demeke kurt de hate mehkûmkirin. Divê em di vê rewşê de rista hestyariya polîtîk û inisiyatîfa kesane ya Mahir Çayan bibînin.

Lê mixabin ji ber ku ew pêvajoyên têkoşînê yên ji bo têrbûna stratejîk û rêxistinî derbasî hemû kadro û berendamên kadrotiyê bibin nehate jiyîn, hêmayên piştî çalakiya Kizildereyê mane, ketina nava bendebûn û matmayînê û rewşeke ne çalak.

Di van rewşan de helwesta rastgir, di destpêkê de weke diyardeyeke sekinandinê derket holê. Di encama takekesbûna ew heyama statîk de gelek kes û beş, li gorî xwe li riyên cuda geriyan. Ev rewşa klasîk a piştî têkçûnan, bi piranî di nava şoreşgerên berê de derket holê. Halbûkî potansiyel, beralîbûn û xwesteka şer bi sempatîzanan re hebû û di nava girseyan de diyardeyên şoreşê hebûn ku têkoşîna 71’ê ew pêşkêş kiribûn.

Lê divê ji bo kesên ku bîrdoziya Marksîst-Lenînîst fêm kirine, pirsgirêk gelekî aşkere û zelal bûya. Eniya Partiyê bi rêzeçalakiyên Berfanbara 70’î, avabûna xwe ragihandibû. Bi vî awayî stratejiya şoreşê şênber bûbû û ji bo kesên ku bi wê stratejiyê şer bikin, “pêvajoya partîbûnê li welatê me temam bûbû. Lê ji ber geşedanan mercên pêkhatina armanc û bernameyan ji holê rabibûn, têkoşîn asteng bûbû û ne di warê stratejîk de be jî di warê polîtîk û rêxistinî de peywir hatibûn guhertin. Ji lewra mercên şênber, ji nûve avakirina rêxistinê derxistibû pêş.

Ji nûve rêxistinkirina avaniya Eniya Partiyê, parçeyeke ji xistina meriyetê ya hêmanên bîrdozî, stratejîk û polîtîk bû û niakrîbû ji van xalan cuda were nirxandin. Ji ber ku hêmayên sereke yên partiyekê, xet û hêmanên wê yên bîrdozî û polîtîk in. Çareserkirina belavbûna avaniyên madî û çalakkirina wan jî bi têkoşîna ku li dora van hêmanan were meşandin ve girêdayî ye.

Her merhaleya têkoşînê ya ku tê bilindkirin, dibe xelekeke ku berfireh dibe. Û ev rewş, peywir û xebatên ku ji jor ber bi jêr ve têne meşandin dihundirîne. Ji ber vê jî peywira Eniya Partiyê ya di çarçoveya hêmanên bîrdozî, polîtîk û rêxistinî de ew bû ku, ji şoreşgerên ku van hêmanan diparêzin rêxistinbûnê ava bikin, li gorî hêza xwe stratejiyê bixin meriyetê, potansiyel êu sempatîzanên Eniya Partiyê yên belavbûyî birêxistin bikin û bi vî awayî avaniya partiyê ji nû ve sererast bikin.

Ev derba ku tê de pêşengên bi biryar û zanê yên ku di nava têkoşîna rizgariya gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de xurt bûbûn û di heman demê demê kadroyên leşkerî û polîtîk ên THKP-C’yê bi destê olîgarşiyê hatin qetilkirin, bêguman ne derbeke jirêzê bû. Tê de me tenê windahiyên giran ên rêxistinî hebûn, her wiha avaniya hiyerarşîk û têkilî jî belav bûn.

Hin hewldanên ku dixwestin kombûnê ava bikin û têkoşînê ji nûve dest pê bikin, ji ber ku hêmayên diyarker ne li gorî vê çawaniyê bûn, ne di wê asta çalakî û polîtîk de bûn ku van hewldanan bikin navenda Eniya Partiyê û ji ber ku ne xwediyê wê çalakbûnê bûn ku xebatan bimeşînin, negihaştin armanca xwe. Encama herî girîng ew bû ku piştî Kizildereyê kombûneke bilezûbez pêk nehat û heta sala 1975’an (demeke gelekî dirêj) eniya şoreşê ya çekdarî kete nava bêdengiyê. Di van salan de di nava potansiyela şoreşger de diyardeyên bêdengî, adizî, nediyarî û bendewarî serwer bû û di asta duyemîn de jî lêgerîn hebûn.

Piştî ku li Kizildereyê pêşengên partiyê hatin qetilkirin û hiyerarşiya partiyê belav bû, divê hêmayên ku berê di nava refên partiyê de cih girtineli gorî pêşketina rêxistinî, kevneşopiyên şoreşgerî û hêmanên Bolşevîk, peywira pêşengiyê pêk bianîna û berpirsyariyên rêxistinî, siyasî û dîrokî hilgirtibana. Piştî Kizildereyê divê kesên ku ev hêmanên bîrdozî, polîtîk û stratejîk fêm kirinê (berê di nava avaniya partiyê de cih girtibin an negirtibin jî) xwedî li têkoşîna rizgariya gel û sosyalîzmê derketibana û avaniya partiyê ya belavbûyî ji nû ve kom bikirana. Wateya şênber a vê berpirsyariyê, têkoşîna li gorî xetê bû.

Taybetmendiyên ku di nava refên gelek tevgerên şoreşger ên dîrokî de piştî derbên ku hatin xwarin derketin holê, di sala 1972’an de li Tirkiyeyê di nava refên THKP-C’yê de hatin dîtin. Dîsa weke gelek mînakên dîrokî, di vê pêvajoyê de kesên ku mil bi mil bi hev re dimeşiyan bi awayên cuda xwe paş de kişandin.

Piştî Kizildereyê peywir û berpirsyariyên di serî de şoreşgerên hêsîr, hemû hêmayên hundir û derve, bi xetên zelal diyar bûn, lê ew li derveyî van xetan man. Aliyê din ê pirsgirêkê jî ev bû. Ev kes, li dewsa ku di binê ronahiya nirxandin, perspektîf û dersên Maksîzm-Lenînîzmê de têkoşînê berdewam bikin û bi zanebûn, inisiyatîf û biryardiyê tevbigerin, di binê şok û giraniya heyama têkçûnê de perçiqîn. Yan bêhêz û bêhêvî man an jî ketin nava lêgerînên cuda. Hêzên mayî yên THKP-C’yê yên mayî, wiha bûn.

Divê em li vir mijareke girîng rave bikin: Heyamên têkçûnê, axa berhemdar a îdealîzm, bêhêvîbûn û rastgirîyê ye. Û mixabin ev rewş, bi qasî ku bibe tespîteke polîtîk, di nava dîroka şoreşan de belav bûye. Dema mirov dîroka gelek têkoşînên şoreşger lêkolîn bike wê were dîtin ku di mercên derbên giran û têkçûnê de bêhêzî, inkar, pasîfîzm, bêhêvîbûn, matmayîn, îdealîzma felsefî, hilweşandina sincê, ezezîtiyeke kûr, rev, rizandin, bêbaweriya li xetê û şoreşê, bêbaweriya li hêza xwe, lêgerîn û tasfiyekarî derdikevin holê. Heta carinan ev diyarde, serwer jî dibin.

Lê hertim kesên ku ji têkçûnê dersan derdixin, nakokiyên xwe kûr dikin û têkçûnê, weke merhaleyeke serboriyê ya diriya serkeftinê de dinirxînin, encamê diyar dikin. Her çiqasî di pêvajoyên şoreşger ên nûgihayî de hinekî bi zehmetî be jî, rengê sereke yê rewşê wiha ye.

Ev kesên ku têk çûn li aliyekî di nava hesabpirsînên xwe de fetisîn û riya oportunîzma ku berê xwe daye tasfiyeya objektîf û sûbjektîf û riya xiyanetê şopandin. Ev “bermahiyên” ku hewl didan dozîneyên revîzyonîst ên 50 salî ji nû ve bixin meriyetê, ji sempetîzanên THKP-C’yê re digotin ku “zarokatiyê nekin, biaqil rûnên” û bi van şîret û fermanên xwe, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih dianîn.

Pirsgirêkên jidil ên van kesan nemabûn ku hêmanên bîrdozî, polîtîk û rêxistinî yên THKP-C’yê biparêzin û bixin meriyetê. Hinek ji van kesan di nava pêvajoyê de helwesta xwe aşkere diyar kirin, lê hinek ji wan jî weke taktîkeke oportunîst, xwe wiha nîşan dan ku THKP-C’yê diparêzin û ev xeta xetere ya tasfiyekar, potansiyeleke berfireh a sempatîzanan li dûv xwe meşandin.

Bermahiyên di zindanan de û yên li derve, nikarîbûn mercên şênber ên welat dahûrînin û her wiha ne xwediyê pêşbîniyeke xurt bûn. Nikarîbûn potansiyela sempatîzanên THKP-C’yê(ev potansiyel ne hêzeke madî ya rêxistinî be jî piştî Kizildereyê bi awayekî domdar mezin bûye) binirxînin. Dîsa nedîtin ku ev potansiyel ligel sînordariya hêza xwe jî di têkilî û xebatan de bibiryar, bi xwestek û çalak in. Ji bo kesên ku ev didîtin jî ev potansiyel, ne li gorî armanc û helwesta wan bû.

Bi derûniya têkçûnê nêzîkî hertiştî dibûn û digotin “her tişt qediya” û bi tirsa ku nebin sedema “dawîbûnên nû” tevdigeriyan. Ev rewş, dikir ku gavan ji bo “destpêkên nû” neavêjin. Tevahiya van hêmanan rewşeke ji “rewşa kevn” gelekî cudatir derxist holê. Bûbû weke nasnameyekê ku ji “şaşitiyên kevn” dûr bisekinin, hesab ji tiştên kevn bixwazin, tiştên kevn bidarizînin û “binirxînin”; dozîneyên wiha tevlihev hebûn û kesên wiha pişta xwe didan hertiştên kevn.

Sempatîzanên nû jî ji ber ku ne xwediyê zanebûn, behremendî, serborî û inisiyatîfa pêwîst bûn ne di wê astê de bûn ku peywirên demê hilgirin ser milê xwe. Ji ber vê jî bi salan bi dûv fermanên zindanê û utopyayeke razber a derveyî welat bendewariyên xwe berdewam kirin.

Hin kesên ku berê bi partiyê re di nava têkiliyê de bûn û diviyabû ku di asta yekemîn de berpirsyariyê rakin, ji zanebûn û inisiyatîfa peywiran dûr sekinîn; ev kes li derveyî welat bi komeke biçûk a sempatîzanan re angaşt dikirin ku bi bîrdoziya partiyê ve girêdayî ne, lê di pratîkê de ji bilî perwerdeyeke teng neketin nava çalakiyê û xwe wiha mijûl kirin. Ev “perwerdeya” ku ji bingheh û mercên şer dûr bû, di nava demê de xuya bû ku beleheq e. Careke din derket holê ku her cûre perwerdeyên têkoşîna çînê, incex di nava mercên têkoşîna çînî de pêkan e. Perwerde, têkoşîn bixwe ye. Em di nava têkoşînê de perwerde dibin û ji bo ku perwerde dibin em têdikoşin.

Di vê navberê de dema ku li “sedemên têkçûnê digeriyan” serê hin kesên bi nêta baş jî bi pirsa “gelo divê Eniya Partiyê paş de vekişiyaba” gelekî şêlû bûbû. Ev pirs, di roja me de jî berdewam dike.

Weke hemû pênase û têgehan, di mijara paşvekişandinê de jî divê em rastiyên gelemperî yên Marksîzmê yên ku ji bo hemû dem û cihan derbasdar in û mijarên ku li gorî taybetmendiyên dem û cih têne guhertin tev li hev nekin. Heger wiha nebe ev tê wateya ku tiştek ji felsefeya bingehîn a Marksîzm-Lenînîzmê nehatiye fêmkirin. Bandorên vê şaşitiyê jî ji “nefêmkirin” û “tevlihevkirinê” zêdetir e.

Li gorî Lenînîzmê paşvekişandin ew e ku hêzên şoreşger ên şerker, ji bo demekê û ji bo xwe biparêzin dev ji êrîşê berdidin û ji bo taktîkeke nû êrîşê taloq dikin. Incex bi vî awayî paşvekişandin û tasfiyekarî bi xetên zelal ji hev cuda dibin. Bi şertê parastina mercên hebûnê yên madî û manewî…

Heger ji ber neçariyê be jî rewş û biryareke vînê hebe û ji nava vebijêrkan were diyarkirin., wê biryara paşvekişandinê ligorî rêgezên şer ên Marksîzmê be. Di şerê çînî de êrîş û şer, mercên pêşîn ên polîtîk û leşkerî yên serkeftinê ne; lê dibe ku di hin heyamên taybet û merhaleyên krîtîk ên têkoşînê de û teqez ji bo demeke sînordar paşvekişandin çêbibe. Heger êrîşên dijmin zorê nadinê û di hevsengiya hêzan de tiştekî neyînî tune be jî partî dikare biryara vekişandinê yan jî taloqkirina êrîşê bide.

Di vir de divê em cudahiya paşvekişandinê û taloqkirina êrîşê fêm bikin. Ji ber rewş û encamên xwe yên objektîf ên cuda, ev herdu têgeh ji hev cuda dibin. Taloqkirina êrîşê ew e ku, ji bo demeke diyar û ji bo encamên berfirehtir, sûdwertir û mayîndetir (ji bo vedîtina valahiyeke lawaztir a dijmin) taloqkirina êrîşê ya ji bo demeke pêşdetir e.

Biryara paşvekişandinê jî incex wextê destkeftî, nirx û çeperên heyî neyên terikandin an jî lawazkirin pêkan dibe. Paşvekişandinên ku li ber bayên heyamê naçin, li gorî perspektîfên dûvdirêj û berfireh ên şer in û li gorî mantiqên qewîn ên siyasî ne û paşvekişandinên ku di destpêkê de niyet çi dibe bila bibe, di encamê de dibin sedema tasfiyeyê divê ji hev cuda werin nirxandin.

Tevgera ku (rêxistin an jî partî jî) biryara paşvekiaşndinê standiye, divê di pêvajoya paşvekişandinê de û di dawiya vê pêvajoyê de jî karibe daneyên rêxistinê ji nûve bixe nava şer. Ya na heger tiştên heyî kêm bibin an jî çeperên heyî paş ve biekvin an jî winda bibin, wê paşvekiaşndin nebe taktîkeke şer û wê were wateya paşdeketina têkoşînê.

Hêzên şoreşê, divê ne li derveyî şer bin; ev yek ne li gorî nakokiyên sereke yên têkoşîna çînî ya Lenînîst e. Pêvajoyên wiha wê bibin sedem ku hêzên ku paş ve hatine kişandin ji nirxên berê dûr bikevin û bandorên ku li ser armancan hatine çêkirin jî belav bibin. Mirov dikare ji bo girseyan jî, ji bo dijmin jî heman tiştan bêje.

Ji ber ku şer, hebûneke zindî ye ku ligel hemû mercên ku wê dorpêç dikin û ligel pirên diyalektîk ên ku nikarin werin avêtin jî, ji destpêkê ve taybetmendiya xwe, dînamîka xwe ya taybet û serxwebûna xwe ya jiyanê ava dike. Her roj û her kêliyên ku ev hebûna zindî neyê xwedîkirin, wê pêvajoya paşdeketinê dest pê bike. Di jiyanê de û di şer de kêliyeke seknan tune ye.

Ji ber vê jî paşvekişandina siyasî, ne paşvekişandina ji çeperekê ye. Encam û mercên leşekrî, taktîk û pratîk ên paşvekişandinên qada leşkerî û encamên paşvekişandinên siyasî ne weke hev in.

Wê çaxê gelo divê paşvekişandina siyasî neyê pejirandin?

Na, dibe ku paşvekişandina siyasî û rêxistinî jî pêk were. Û weke taktîkeke siyasî û li gorî pêdiviyên stratejiyê dibe ku heyamên paşvekişandinê hebin. Lê heger neçarî hebe û vebijêrk tune bin, divê paşvekişandin neyê pejirandin.

Ji ber ku di warê teorîk de û di çarçoveya rastiyên sincî de navê vê ne paşvekişandin e û tê wateya têkçûna siyasî, têkçûna rêxisitnî û têkçûna serdemeke taktîkî. Divê neyê jibîrkirin ku têkçûn her tim nayê wateya tunebûna giştî; dibe ku ji ber êrîşên dijmin an jî kêmasiyên navxweyî hêza şoreşger nikaribe çeperên xwe bigire û heger ev paşdeketin bi awayekî bi lezûbez neyê çareserkirin wê veguehre pêvajoya têkçûnê.

Ji bo ku em wateyên pratîkî yên têgehên paşvekişandina siyasî û paşvekişandina taktîkî baş fêm bikin û ji bo ku biçespînin ku incex di mercên parastina destkeftiyên eniya şoreşê de paşvekişandin rast û durist dibe, em dikarin li daneyên têkoşîna deshilatdariyê yên dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk ên welatê me û welatên din ên mêtîngehên nû binerin.

Ji destpêkê de ji ber ku dijberiyeke çînî, eniyên şer ên objektîf û dagirekeriya emperyalîst hene û ji ber ku komeke biçûk a hevkaran li dijî berjewendî û rizgariya neteweyê tevdigerin, her tim bingeheke objektîf a şerê neteweyî û çînî heye. Di demên seknan ên gelan de emperyalîzm û olîgarşî, çekên xwe weke hêzeke madî û manewî ya otorîteyê bi kar tînin, di binegah xwe de dixwazin bê çek bandorê li civakê bikin û êrîşeke domdar heye. Rewşa seknan a gelan a di vê demê de, di cewhera xwe de potansiyeleke neteweyî û çînî di nava xwe de dihewîne, lê tenê weke potansiyelekê dimîne.

Di demên wiha de dijmin bi kar neyne jî berê çekan weke hêmayeke gefxwarinê dide gel û dixwaze dûrî gefên serdemê hebûna xwe bidomîne. Di cewhera xwe de ji hêla dijmin ve hatiye ragihandin û sepandin ku di siya çekan de şerek heye ku tê de çek hêj bi awayekî giştî nehatine bikaranîn. Di demên wiha de hêj li eniya dijber, hêzeke çalak tune ye. Lê di çarçoveya hebûn û berjewendiyên gelan de hin dînamîk hene. Her wiha têkoşîn û serhildanên çînî yên gelên bindest ên cîhanê û zagonên pêşketina hêzên hilberînê hene.

Û ev zagon, çespandine ku ne tenê ji bo girseyên gel, ji bo hêzên desthilatdar jî xwediyê wê pêşketinê ne ku nikare were sekinandin. Gel, bi hebûnên xwe ji bo demokrasiyên bûrjûwaziyê yên ku bi emperyalîzmê re ew jî têk çûne û ji olîgarşiyên faşîst ên mêtîngehên nû re gefan li hebûna dewletan dixwun. Tevahiya van dewletan, ji 1917’an û vir ve dizanin ku di nava sînorên xwe de dorfirehiya têkoşînên çînî çi dibe bila bibe, ji ber rêgezên şoreşên proleteryayê yên hemdem ên ku bêsekn dimeşin, di binê gefan û tirsê de ne.

Ev şerê ku hatiye ragihandin, wextê ku ji hêla têkoşîna gel û hêmayên herî pêşverû yên gel ve di eniya dijber de tê destpêkirin, êdî bêtir şênber dibe. Ji bo gel û hêzên pêşeng ên şoreşger ên gel rewş, li hemberî êrîşên heyî rewşa şerê parastinê ye. Di vê çarçoveyê de heta heyama hevsengiyê û heta heyama ku hêzên şoreşger dikarin di warê çawanî û çendiniyê de êrîşên xwe yên taktîkî bidomînin, pêşketineke şoreşger didome.

Di van demên pêşketinê de zehmet e ku mirov behsa paşvekişandinê bike. Ji ber ku hemû êrîşên vê heyamê, hemû pêşveçûnên tevgera şoreşger, dişibin tevgerên kesên ku bi dîwarekî ve hildikişin. Heger dest, carekê sist bibin, gelek caran ew derfet çênabe ku bi cihekî din bigirin. Û êdî mirov neçar dimîne ku dîsa ji binî ve û ji destpêke ve dest bi hilkişandinê bike.

Ji ber vê ye ku di demên wiha de paşvekişandin nikare weke agirbesteke xwezayî û polîtîk were nirxandin. Incex piştî gihaştina asta hevsengiya stratejîk, hêza şoreşger dikare danehevên xwe yên siyasî û hebûna xwe biparêze û paşvekişandinê bixe rojevê.

Ya na nav û armanca wê çi dibe bila bibe, helwesta hêza şoreşger a ku ji şer dûr dikeve, tê wateya belavbûn û têkçûnê. Êdî wateya wê namîne ku ev têkçûn fizîkî, siyasî, bîrdozî yan jî polîtîk be. Wê çeperên hêj bêhêz in û di warê çawanî û çendîniyê de lawaz in, bikevin destê dijmin.

Wê çaxê hemû paşvekişandinên di merhaleya parastina stratejîk(heyama hilkişandinê) de rasterast xizmetî olîgarşiyê; paşvekişandinên di dema hevsengiya stratejîk de xizmetî kîjan alî mercan baştir binirxîne û bi kar bîne û di merhaleya êrîşa stratejîk de jî (ji ber dane û mercên avakirina êrîşa dawî û daneyên şênber) xizmetî hêzên şoreşger dike.

Paşvekişandinên di nava têkoşînên şoreşger ên Serdema Qeyranan a 3’yemîn de divê di nava van wateyên gelemperî û taybet de werin nirxandin. Di rewşên ku tê de şerê siyasî, bi hebûna teng a rêxistinekê şênber dibe de, ji br ku şerê siyasî hêj bi hebûna wê rêxistinê ve girêdayî ye, paşvekişandina hêzên şerê pêşeng, bi awayekî objektîf weke paşvekişandina têkoşînê nehatiye nirxandin.

Li derveyî vana, paşvekişandinên taktîkî, taybet û herêmî yên ku ne bi hêzên sereke yên şer û eniya sereke ve girêdayî ne jî dikarin werin rojevê. Weke mînak, ji bo berjewendiyên gelemperî yên şer, hin hêz dikarin ji herêmeke diyar, ji qadeke xebatê, li ser rêzik û armancên ku hatine diyarkirin werin paşvekişandin. Li derveyî sedem û bandorên nediyar û yên ku li derveyî me hatine avakirin em dikarin di çarçoveya vînê de paşvekişandinê nîqaş bikin.

Li aliyê din heger dengê tevgerekê yê şer li gorî berê xurt dernekeve, ji ber êrîşên dijmin an jî neyîniyên navxweyî lawaz bibe, ew tevger dikare ji bo ku hêza xwe kom bike hilkişandina xwe bisekinîne; û ev heyam, weke heyamên paşvekişandinê nayên nirxandin. Weke sererastkirin, ji nûve rêxistinbûn û venêrîna tendurist a avaniyê dikarin werin nirxandin.

Di dawiyê de her paşvekişandin ji bo heymanên stratejîk ên şer û jibo herikîna şer weke paşdeketinê nikare were nirxandin. Divê were nirxandin ku bê hêmayên taybet, ji bo şerê şoreşgerî têne wateya kÎjan pêdiviyan.

Ji bo heyama 72’an a ku tê hêzên sereke yên şerê me hatin tunekirin ne beriya Kizildereyê ne jî piştî wê ne rast e ku em behsa paşvekişandinekê bikin û rewşê wiha binirxînin. Gelo rast bû ku beriya çalakiya Kizildereyê di destpêkê de rewşa hêzên me hatibana nirxandin û pêşeng û kadro, ji bo demekê derketina derveyî eniya bingehîn a şer?

Mirov nikare bersiveke erênî ji bo herdu pirsan jî bide. Me gelek caran got ku têkoşîna heyama 71’ê, ji bo gelan bingeha Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî bû. Ev pêvajo, weke hewldaneke neserkeftî ya têkoşîna çekdarî ketibe dîrokê jî, ew vebijêrk jî di rojevê de bû ku hemû hêza heyî were bikaranîn û şerê leşkerî yê polîtîk bikeve rojeva şênber a welat. Ji hêla partiyê ve ev vebijêrk hate hilbijartin û di nava demê de rastiya vê hilbijartinê hate çespandin.

Têkçûna li Kizilidereyê, ji gelek encamên ku weke serkeftinê têne nirxandin bêtir nirxên radîkal û mayînde ji bo Dîroka Şoreşa Tirkiyeyê pêşkêş kirine. Ev nirx, bûne kevirên herî diyarker ên avakirina nû.

  1. HETA AVAKIRINA MLSPB’YÊ POTANSIYELA SEMPATÎZANÊN THKP-C’YÊ Û TAYBETMENDIYÊN DEMÊ

Piştî hilbijartinên 73’an pêvajoya faşîzma veşartî dest pê kir. Lê ji ber ku partiyeke proleter tune bû ku nerazîbûn û bertekên girseyên berfireh ên gel li dora hêzeke rêxistinkirî kom bikin û veguherînin çalakiya siyasî, bazirganên hêviyê yên rûpoşkirî yên ku ji hêla olîgarşiyê ve ji bo qada siyasî hatin veguhestin, qaşo li xwestekên girseyan xwedî derketin û hewl dan potansiyela wan a opozîsyonê di nava sînorên pergalê de bihêlin. Di encama hilbijartinên ku di binê van mercan de hatin lidarxistin de hikûmeta CHP-MSP’yê hate damezrandin.

Diktatoriyên olîgarşîk ên serdema Qeyrana 3’yemîn ji bo ku teqîna girseyên ku di heyama faşîzma aşkere de ji ber pêkutî û terorê hatine dagirtin asteng bikin û hevsengiya sexte berdewam bikin, hewl didin piştî pêvajoyên faşîzma aşkere û piştî ku pêdiviyên xwe bi cih tînin, bi lezûbez rewşê veguherînin.

Di van pêvajoyên veguherînê de gelek caran di bin navê reformîzmê de hikûmetên ku dikarin bernameyên qaşo nerm bimeşînin bînin ser kar. An jî hêzên xwe yên ku heta wê demê zêde newestiyane, weke xwîna nû pêşkêş dikin. Vê yekê jî bi hikûmetên ku qaşo li dijî cûntayê ne re dimeşînin. Di nava mercên qaşo azad ên ku hilbijartinên 73’an ava kiribûn û koalisyona CHP-MSP’yê di çarçoveya polîtîkaya ku me li jor diyar kiriye de dimeşand de, sînordar be jî derfetên xebat û rêxistinbûnên legal ava bûn. Piştî demekê gel, çîn û beşên civakê (di destpêkê de beşa ciwanan) ên ku xwe ji derûniya 12’ê Adarê rizgar kirin, di çarçoveya daxwazên aborî, demokratîk û akademîk de dîsa bi awayekî xurt tevgeriyan.

Di vê têkoşîna ku di qada legal de weke têkoşîna aborî, demokratîk û akademîk dihate meşandin de rista ciwanan gelekî girîng û çalak bû. Beşeke mezin a vê tevgerê ji sempatîzanên THKP-C’yê pêk dihat.

Dema ku em behsa dema 74’an dikin, divê em hêmayên giştî, taybet, objektîf û sûbjektîf cuda cuda binirxînin. Divê hemû nirxandinên me li gorî vê hûrguliyê bin. Pêvajoya 74’an him taybetmendiyên dema berê li xwe bar dikirin him jî tiştên nû.

Ji aliyekî ve em dikarin behsa potansiyeleke giştî ya Eniya Partiyê û bingeha sempatîzanên wê bikin, lê li aliyê din hawirdorek heye ku li ser bingeha Eniya Partiyê bilind bûbe jî piştî demeke kurt xwe bi awayên cuda pênase kirin.

“Raman, bi qasî ku yeitiya hêmanên weke hev e, ewqasî jî cudabûna her hêmayên hişmendiyê ye jî. Bêyî ku dahûrandin hebe, yekitî jî pêk nayê. Her wiha raman, dikare bêyî ku xeletiyan bike, hêmayên hişmendiyê bîne cem hev.”(1)

Tevgerên tasfiyekar ên rastgir û çepgir ên ku di pêvajoya faşîzma aşkere de di nîvê têkoşîna şoreşger de jî hebûn, ew derfet dîtin ku rista xwe ya sereke bileyîzin. Di vê pêvajoyê de derfet dîtin ku nasnameya xwe ya rast bibînin, vê nasnemeyê ragihînin û biqîrin. Ev pêvajoya ku di 73’an de dest pê kiribû, di nava herikîna têkoşînê de bi radeyeke bilind temam bû. Her ku çû pêvajoya hatin guhertin, rojev guherîn û bi hêmayên cuda, rewşên cuda derketin holê.

Divê em potansiyela THKP-C’yê ne weke bingeheke yekser binirxînin. Beşek jê, hêmayên ku beriya vê di nava rêxistinên ciwanan de di astekê de cih girtine û piştî têkçûna rêxistinî ya Kizildereyê belav bûne ye. Beşek jê, ji sempatîzanên ciwantir pêk dihat ku piştî Kizildereyê bi sempatî nêzîkî nêrîn û têkoşîna THKP-C’yê dibûn û heta astekê ew diparastin jî. Beşek jê jî ew kes bûn ku li hemberî neyiniyên pergalê bi bertek bûn, hilbijartina xwe bi aliyê şoreşê ve diyarkirin û di nava efan de cih digirtin.

Mirov dikare vê potansiyelê, weke sempatîzanên kevn û piştî Kizildereyê sempatîzanên ku nû ava bûn binirxîne.

Potansiyela sempatîzanan a THKP-C’yê ya ku di 1975’an de hebû, bi piranî ji komên belav ên ku şert û mercan ew diyar kiribûn pêk dihat. Ev beş, ji beralîkirina navendî û bersivdayîna yekbûna polîtîk dûr bûn û di nava xebatên qada amator de bûn. Heta ku hin kom derketin û hewl dan di çarçoveya vê potansiyelê de bifikirin û pêvajoya lêgerînê, kombûnê û zelalbûnê bidin destpêkirin, ev rewş wiha berdewam kir.

Potansiyela sempatîzanan a pêvajoya jixweber, ne di wê astê de bûn ku peywirên demê bi hemû hêlên xwe fêm bikin û inisiyatîfeke navendî pêş bixin. Li sendîkayan, li saziyên xwendinê, li komeleyan, li derveyî welat, ango li gorî her bingehên cuda yên xebatê, taybetmendî jî cuda dibûn. Mirov nikarîbû hêvî bike ku potansiyeleke wiha, li gorî xeta THKP-C’yê berpirsyariyan rake. Ji ber têgihiştin û hêmanên THKP-C’yê jî ne pêkan bû ku rêxistinbûneke wekhev an jî ji jêr ber bi jor ve were meşandin.

  1. HİŞMENDÎ Û RÊBAZA AVABÛNÊ Û MERHALEYA AVAKIRINA YEKÎNEYA PROPOGANDAYA ÇEKDARÎ YA MARKSÎST, LENÎNÎST

Di rewşa cîhanê de ji destpêka salên 60’î ve dînamîkeke dîrokî xurt bû û têkoşîna serxwebûn, sosyalîzm û demokrasiyê, ji hin metropolan heta gelek mêtîngehên nû yên paşdemayî, di gelek welatan bi awayên cuda hate jiyîn.

Bi vê dînamîka dîrokî re û bi danehevên dehan salan ên çînî, çandî û siyasî, pêvajoya 68-72’yan hate jiyîn. Bi vê pêvajoyê re taybetmendiyên rastîn ên têkoşîna çînî, li gorî mercên welat û dîrokê hatin nirxandin û ev pêvajo, bû xaleke herî girîng a dîroka me.

Di dema ku riya Rizgariya Şoreşger a çînên kedkar ên Tirkiyeyê vedibû de, nêzîkahiyên revîzyonîst ên ku di bingeha xwe de di ware bergeh û teşeyê de bûrjûwaziyê bandor li wan kiribûn,di nava tevliheviya navxweyî û derveyî nikarîbûn bersiva pirs û pirsgirêkên pêvajoyê bidin.

Peywira pêşengan ew bû ku bi awayekî çînî, dîrokî, siyasî, derûnî û çandî, çareseriyan pêk bînin û hewl bidin ev diyarde, şênber bibin.

Bingeha pirsgirêkê ew bû ku divê tevgerên şoreşger taybetmendiyên vê dema derbasbûnê nas bikin, gavên şoreşger ên pêwîst biavêjin, van gavan veguherînin pergaleke meşa stratejîk û di têkoşîna desthilatdariyê de bibin hêmaneke sereke.

Marksîzm, bîrdoziyek e û divê di asta zanista jiyan û şer de were fêmkirin; her wiha ew pêwîstî heye ku her hêmayên çalak ên têkoşînê, divê weke berendamên kadoriyê dest pê bikin û di peywir û çawaniya xwe de gihaştî bin. Heger rêza “şerkirin – nirxandin – dahûrandina rexnegir – şerkirin” neyê şopandin wê di bersivdayîna hêzên dij-şoreşê de lawazî derkevin û wê mercên têkçûnê ava bibin.

Di hêyamên dîrokî yên ku tê de leza têkoşînê xurt û giran dibe de, di heyamên têkçûnê de yan jî di heyamên lihevkirinên dîrokî de qeyran û çareserî bi hev re têne jiyîn. Çareseriyên jiyana bîrdozî û civakî û çareseriyên têkoşîna çînî gelek caran di vê heyamê de pêk tên. Ligel vê yekê dibe ku rê bixitimin û ji bo demekê rê werin girtin jî.

Di diyalektîka qeyran û çareseriyê de, her yek ji wan li aliyekî mêzênê cihê xwe digirin. Tenduristbûna têkoşîna van xalên dijber, li gorî çawaniya bîrdozî û pratîka şoreşger a di wê demê de, hêza wan a siyasî û çeperên wan ên di nava têkoşîna çînî de tê diyarkirin. Heger li gorî mercan û di dema pêwîst de destwerdana şoreşger neyê kirin, gavên taktîkî yên rêxistinî neyên avêtin, wê qeyran û çareserî bibin weke hev.

Wê çaxê Lenînîzm û têgehên rêxistinên Lenînîst bêwate têne hiştin û di şerê şoreşger de têkçûn tê jiyîn. Lê heger vîna şoreşger rast were bikaranîn, li gorî mercên heyî dînamîkên nû derdikevin hôlê û radibin ser piyan.

Leza rabûna ser piyan jî, li gorî bingehê û mercên gerdûnî diyar dibe. Helwesteke berovajî vê yekê, dûrketina ji rastiyên diyalektîk ên xweza û şoreşê ye.

Di têkoşîna çînan de di heyamên ku gelek diyarde û nûvedan bi hev re têne jiyîn de, asoyên me jî fireh dibin. Lê dîsa jî dahûrandina nakokî û neyîniyên rewşê û bi yekkirina diyardeyên kevn û tiştên nû re afirandina yekbûna teorî û pratîkê bêguman bi polîtîkayên hêsan pêk nayên.

Her çalakiyeke polîtîk a rast, her gaveke polîtîk û her xebateke polîtîk, di çarçoveya xwe de têne wateya gaveke çareseriyê, lê dîsa jî divê her yek di cihê xwe de werin rûniştandin û di wêneya şerê siyasî de bibin yek. Heger wiha nebe, razberkirina herî berfireh a di derbarê daneyên şênber ên şer jî, wê ji çareseriyên taktîkî dûr bikevin; wê şeklî bimînin û bê bandor bin. Lewra pirsgirêka me ya sereke ew e ku, divê em zanebûn û çalakiyê bikin diyardeyên ku di wateyên xwe yên klasîk de têne nirxandin, lê zora van wateyan dibin.

Ji bo ku mirov karibe xwe ji bandorên xetere yên îdealîzmê biparêze û deriyên revizyonîst û oprtunîst bigire divê mirov xwe ji vûlgarîzmê dûr bixe. “Marksîzm, ji ber ku di bingeha xwe de rêbaza fêmkirin û yekkirina encamên zanistî ye, divê aşkere û vekirî be. Marksîzm, her daneyên nû yên mercan û pratîkê, di gencîneya xwe de vedişêre, wana li gorî zagona dewlemendbûn û veguherînê şîrove dike û gavên taktîkî derdixe holê û tiştên nû pêşkêş dike.” Û “materyalîzma diyalektîk jî ji ber cewhera xwe, hebûneke girtî ava nake.” Marksîzm, zanista rastiyê ye. Marksîzm, cîhanê bi qasî ku zanistê ew fêm kiriye rave dike. Heger agahiyên nû û pêşketinên pratîkî li ser bingeheke rast werin rûniştandin weke ku Engels dibêje “şêwazeke nû ya materyalîzmê derdikeve”.

Li gorî vê, divê em di nava yekbûna bîrdozî, polîtîk û stratejîk de û bi van pîvanên ronakbîriyêli heyama avabûna MLSPB’yê binerin. Yek ji hêlên din ên peywirên me jî ew e ku, divê em baş bidin xuyakirin ku têkoşîna me çawa ji nûve tê avakirin û bikin ku kesên ku hemû serboriyên xeta me nejiyane jî diyardeyên têkoşînê û destkeftiyên wê fêm bikin.Ji bo vê jî divê em riya saxlem a objektîvîzmê bernedin, hemû dewlemendiyên hûrgulî û agahiyên kêliyan ên girîng û her cûre têkoşîn û hevsengiyê baş bidin xuyakirin.

Ji bo peywira me ya şerê siyasî pêş bikeve, divê di destpêkê de em pêvajoyan û xebatên rêxistinî û polîtîk bigirin dest. Her wiha divê em bi awayekî rast karibin di nava pergalîbûna gelemperî de xalên taybet jî rave bikin.

Hewldana bi tevgerîna rêzikên formel, gihaştina objektîvîzmê, xebateke bê berhem a polîtîk e. Lê bêyî ku em zirarê bidin pergala têgihiştina navxweyî ya teorî û pratîkê, em dikarin dahûrandinên rêxistinî û taktîkî bikin.

Heger nirxandinek li gorî dahûrandinên polîtîk ên rêxistinê be, heger tê de rexnedayîna pratîkê hebe û dikare li dozîne û bernameyan vegere, mirov dikare jê re bêje nirxandineke rast. Heger angaşta tevgerekê hebe ku hemû dozîne û bernameyên wê rast in, lê li gel vê yekê hertim rastî têkçûnan tê, mirov divê li polîtîkayên wê tevgerê binêre. Lê di nava tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de sê tişt têne kirin: ya yekemîn ew e ku, li hemberî têkçûnan tevlihevî çêdibin û inkar dikeve rojevê. Di vir de dibêjin “her tişt şaş e û divê bîrdozî were inkarkirin”. Li gorî ku şer, çareseriyê pêk nayne, divê bîrdoziyên ku şer formûle nakin werin hilbijartin! Gelek caran mirovên ku hêza wan tune ye ku vê yekê jî bikin, berê xwe didin eniya revîzyonîst an jî dev ji hertiştên di derbarê şoreşê de berdidin. Ya duyemîn ew e ku, têkçûnan ji nedîtî ve tên. Di vir de dijminên navxweyî têne afirandin û hemû sûcan diavêjin ser milên wan û rêxistin, bi pêşengên xwe yên bêsûc re riya xwe berdewam dike. Gavên biçûk ên ku têne avêtin mezin têne nîşandin û di nava sûbjektîvîzmê de ber bi “şoreşê ve dimeşin”. Ya sêyemîn ew e ku, di binê navê rexne û rexnedayîne de gelek tiştan diaxivin, lê tiştek ji wan nayê fêmkirin. Peywirên şoreşgerî di nava nîqaşan de têne hepiskirin û nejidilbûna polîtîk tê meşandin ku girêdana di navbera “serok” û endamên rêxistinê de qut dikin.Ango “serokên” ku serê wan tevlihev in an jî newêrin tiştên ku difikirin bînin ziman, endam û alîgirên xwe dixapînin.

Tenê ji hêla rêbazê ve jî hin kes hene ku weke E. Duhrîng’ên hemdem, nizanin bê çi dibêjin lê li gorî peywira xwe êrîş dikin wê derkevin holê. Lê teşeyên çewt, nikarin riya rastiyê bixitimînin; wê bernameya şer bi hêzeke xurt were parastin û ev pirsgirêk derbas bibin.

“Hêbûn, tenê teşeyên cîhana derveyîn in û raman, van teşeyan tu carî nikare ji xwe derxe, lê belê dikare ji cîhana derveyîn derxe û hilberîne. Lê bi vî awayî hemû têkilî berovajî dibin. Hêman, ne xala destpêkê yên lêkolînê ne, encama wê ye. Mirov nikare wan li xwezayê û dîroka mirovan bisepîne. Ji wan razber dibe.

Cîhana xwezayê û mirovan ne li gorî hêmanan e, hêman incex li gorî xweza û dîrokê bin, rast in. Yekane çareseriya materyalîst a pirsgirêkê ev e. Têgihiştina ku mîrza Duhrîng derdixe pêşiya wê, îdealîst e. Ev têgihiştin, pirsgirêkê serberjêr dike û cîhana rastîn ji fikir û pêşnûmeyan, ji plan û tofên(kategorî) ku  ji wextekî ku beriya cîhanê kesî nizanîbû bê li ku ne û kêsî nikarîbû bifikire ve hene, ava dike. Weke Hegel”… (Engels)

Wê çaxê dema em dahûrandina dîrokî ya tevgera xwe bikin, divê em têkçûnên xwe yên demkî û kêmasiyên xwe, weke xala destpêkirinê negirin dest. Divê em vê dîrokî li gorî pîvanên têkoşînê binirxînin û nirxandinên me, karibin berê me dîsa bidin asoyên şer.

Piştî me taybetmendiyên şênber ên demê ya ku tevgera me jê derketiye nirxand, niha jî em hewl bidin bi gotinên Engels, xalên wê yên dîrokî û felsefî rave bikin: “Heger di heyameke werara avakirinê de, di warê hişmendî û dîrokî, her wiha di warê gerdûna fîzîkî de jî pergaleke teqez hatiba avakirin, wê ev ê hatiba wê wateyê ku êdî mirov gihaye sînorên zanebûnê û civak jî li gorî vê pergalê xwe bi rêxistin kiriye û pêşketina xwe ya dîrokî ya paşerojê êdî sekinandiye. Ev, tiştekî çewt e û bêwate ye. Mirov bi nakokiyeke wiha re rûbirû ye. Ji aliyekî ve dixwazebi hemû têkiliyên xwe di derbarê pergala gerdûnê de her tiştî nas bike û aliyê din jî ji ber taybetmendiyên xwe û taybetmendiyên pergala gerdûnî, tu carî nikare bibe xwediyê we behremendiyê ku vê pirsgirêkê bi temamî çareser bike. Lê ev nakokî, xwe tenê naspêre taybetmendiyên gerdûnê û mirov. Xala pêşdebir a hemû pêşketinên entelektûel jî ev e. Û weke problemên bîrkariyê yên ku encamên wan bêdawî ne, her roj û bênavber mirov di nava werara pêşketinê ya bêdawî de ye.”

“Bandora pergala cîhanê ya li ser ramanê, bi awayekî giştî bi rewşa dîrokî re û bi awayekî taybet jî bi çawaniya giyanî û fîzîkî ya xwediyê wê ramanê mre sînordar e.”

Divê kesên şoreşger di çarçoveya van agahiyan de “sînordar” bijî, lê çalakbûna xwe ya şoreşger jî ji bo çareserkirin, berfirehkirin û derbaskirina van sînoran bi kar bîne. Gaveke ku di vê çarçoveyê de were avêtin, li gorî yekbûna bi mercên welat û zagonên gerdûnî re mezin dibe. Heger ev mezinbûn di warê çawanî û çendîniyê de şoreşê himbêz neke, wê lawazî derkevin holê û destwerdaneke ji derve bike ku pêvajoyeke paşdeketinê dest pê bike. Heger li hemberî vê pêvajoyê xebateke cidî ya şoreşger û rêxistinî neyê meşandin, wê pêvajoya jihevdeketin, belavbûn û hilandinê dest pê bike.

Mijareke girîng jî ev e ku, heger em pêvajoyên wekehev, bi nêzîkahiyeke seraser wekehev binirxînin û bigihêjin encamên wekehev û heger em taybetmendî û cudahiyên dîrokî nebînin, em ê destên qirêj ên îdealîzmê tev li peywira nirxandin û lêkolînê bikin.

Merhale û şêwazên avabûna partiyan (rêxistinan), di nava xweseriya xwe de û bi mercên wan ên heyî têne nirxandin. Nirxandinên li gorî dîrokên partiyên Marksîst jî, divê li gorî dînamîkên cuda yên heyama avabûna wê partiyê werin kirin. Di vî karî de şaşitiyeke rêbazê, wê me rasterast ber bi taritiya oportunîzmê ve bikişîne. Şibandinên dîrokî yên şaş, mînakên şaş, nirxandinên ne di cih de û helwestên bîrdozî yên ku hêmayên guhertinê paşguh dikin, armanc çi dibe bila bibe xizmetî têkoşînê nakin û di dawiyê de li dijî jiyanê cihê xwe digirin.

Ji nirxandin û dahûrandinên gelemperî zêdetir, divê em çalakî, heyam, taktîk û xebatan bi analîza Marksîst-Lenînîst binirxînin û diyardeyên dem û cihê baş bi kar bînin. Guhertinên şênber ên di jiyana heyî de yên têkoşîna çînan ên ku hêlên wê yên ji xwezayê dewlemendtir, bileztir û çalaktir hene, mejî û taybetmendiyên mirovan di nava xwe de û li gorî diyalektîka xwe diguherînin û ji nû ve teşe dide wan.

Ji bo vê jî heger em pêşerojê li gorî nêrîn û daneyên îro binirxînin, wê encamên şaş derkevin holê. Bêguman nirxandineke wiha jî dikare were kirin. Lê divê em karibin bi hêza dewlemendtir û pêşketîtir a nêrîna îro, li pêşerojê binêrin. Dersên dîrokî dikarin wiha werin standin. Lê divê neyê jibîrkirin ku xetereya xerakirinên oportunîst jî dikarin ji vê rêbazê derkevin. Ji bo vê jî divê rêbaz ne serberjêr be.

Rêbazên wiha yên dij-Lenînîst, ji ber ku nikarin li gorî rastiya têkoşînê bin, nirxeke wan a pratîkî jî tune ye. Lê dikarin wê derfetê bibînin ku bi taybetî jî di heyamên qeyranê yên têkoşînê de xîtabî hin pêdiviyên çewt bikin. Kesên ku hêviyên xwe bi valahî û tevliheviyên polîtîk ên deê ve girê dane, dikarin qaşo çareseriyên rastgir û çepgir ên naskirî, ji bı pêdivî û pirsgirêkên rêxistinî pêşkêş bikin. Weke ku Lenîn jî di Nameyên Di Derbarê Taktîkê De diayr kiriye, ev nêzîkahî dogmayên ku diyardeyên şênber û têkoşînê paşguh dikin in: “Marksîzm jime dixwaze ku em ji bo her rewşa dîrokî, dahûrandineke rast û şênber a têkiliyên çînî û taybetmendiyên şênber bikin. Marks û Engels diyar dikin ku her heyama taybet, bi mercên xwe yên aborî û siyasî re xwedî peywirên gelemperî yên guherbar in; û henekê xwe bi ezberkirin û dubarekirina formulan dikin û hertim dibêjin ku bîrdoziya wan ne dogma ye, lê rêbereke çalakiyê ye. Wê çaxê di diyarkirina peywir û şêwazên çalakiyê yên proleteryaya şoreşger de, diyardeyên şênber ên ku divê niha jê re rêberiyê bikin çi ne?”

Wextê em pêvajoyên avabûnê yên THKP-C û MLSPB’yê û têkçûnên wan ên derbasdar binirxînin, divê em van perspektîfên Marksîst serwer bikin û rastiya şîroveyên şaş û xerakirinan jî li gorî rêbaz û perspektîfên Materyalîzmê bi cih bikin.

Beriya pêvajoya avabûna MLSPB’yê, bandorên neyînî yên nirxandinên şaş ên di derbarê têkçûna THKP-C’yê de kirin ku heta roja me ya îro jî gelek cudabûn çêbibin. Rûyê rastîn ê kesên ku di derbarê têkçûna leşkerî ya taktîkî ya THKP-C’yê û potansiyela wê de nirxandinên şaş dikin, bi têkoşîneke bîrdoziyê nehat teşhîrkirin. Ev, kêmasiya me ye.

Diyardeyên siyasî û rêxistinî yên ku hatin bidestxistin bi dahûrandinên teorîk û têkiliyên xurt, ji bo sempatîzanên Eniya Partiyê nehatin veguhestin û di nava potansiyela Eniya Partiyê de salên dirêj, inkarkeriya Eniya Partiyê serweriya domand.

Ji bo em mercên ku MLSPB li ser wan bilind dibe baş fêm bikin û dahûrandineka baş a di derbarê mantiqa avakirina wê, rêbaz û armancên wê yên avakirinê de bikin, divê em pêvajoya THKP-C’yê bi awayekî rast û zelal rave bikin.

Derba Kizildereyê bû sedema belavbûna rêxistinî û çarenûsa wê demê diyar kir. Em incex dahûrandina rewşên şoreşger ên wê demê bikin ku karibin taybetmendiyên wê pêvajoyê û taybetmendiyên rêxistinî fêm bikin.

Têkçûneke stratejîk tune ye. Weke Lenîn gotiye: “Mijara stratejiyê ew e ku merhaleyeke diyar a şoreşê ji xwe re bike bingeh û armanca sereke ya çîna kedkar diyar bike”. Lewra ew armanc, pergalbûna sereke ye; pergalbûna gavên tevahiya pêvajoya şoreşger e.

Heger ev pergalbûn şaş were danîn, şaş were nirxandin û şaş were sepandin, têkçûna stratejîk pêk tê. Ji ber jî heger “têkçûna stratejîk” pêk were, divê stratejî bixwe were darizandin.

Çawaniya têkçûnê çi dibe bila bibe ji ber ku di dawiyê de li hemberî bilindbûna asta şoreşgerî sekiniye, herka şoreşgerî asteng kiriye û bi vî awayî pêvajoyê diyar kiriye mirov bikeve nîqaşa “têkçûneke stratejîk e” yan jî “têkçûneke di asta stratejîk de girîng e”, bi şîroveyeke herî baş, tevliheviya têgehan e.

Li aliyê din heger ji jiyana rêxistin û partiyekê cudatir, heger li welatekî rewşa giştî ya şoreşgerî, li hemberî dijmin belav bibe û di encamê de têkçûneke derbasdar derkeve holê, ne rast e ku têgeha “têkçûna stratejîk” were biakranîn. Mirov dikare vê têgehê incex ji bo partî û rêxistinên ku ne li gorî rastiyên pêvajoyê tevdigerin bi kar bîne.

Pênaseyên weke “têkçûna taktîkî” û “têkçûneke ku di asta stratejîk de girÎng e” jî, pênaseyên şaş in. Wateya peyvî û gelemperî ya têgeha taktîkê û çarçoveya wê ya polîtîk û stratejîk a di ferhenga Marksîst de têne tevlihevkirin. Şehîdên Kizildereyê dixwestin xitimandinên ku li Enqere û Stenbolê dijîn, di nava têkilî û derfetên Behra Reş de çareser bikin. Piştî cezakirina Efraîm Elrom’ê sefîrê Israîlî yê li Stenbolê, olîgarşiyê bi awayekî xurt û giştî êrîşî partiyê kir; di heman pêvajoyê de ji ber tasfiyekirina inkarkerên nava partiyê jî giraniyek ava kiribû. Ji ber van xalan jî derfetên Enqereyê bi piranî kêm bûbûn. Lewra jî berê xwe dan Behra Reş û rêwitiya wan li Kizildereyê bi dawî bû. Nirxandinên ku vê riyê weke têkçûna taktîkê rave dikin jî mijara nîqaşê ne.

Ev nîqaş, incex li gorî dahûrandinên mercên Eniya Partiyê yên wê demê û daneyên Sibat û Adara 72’an dikarin werin kirin. Lê nirxandinên ku têkçûna taktîkê, weke pêlikeke çarçoveya stratejîk digirin dest ji bo têkoşîna Eniya Partiyê, nirxandinên ku lingên wê li erdê nakevin in. Ji bo ku hêj di wê demê de gerîlatiya gundewariyê pêş neketibû, divê mirov têkoşîna taktîkî ya bajaran a Eniya Partiyê mehkûm bike!

Wê çaxê ev kes dikarin bêjin destpêkirina têkoşînê ya ji bajaran şaş e û ji bo ku Eniya Partiyê merhaleya taktîkê şaş diyar kiriye, têk çûye. Wê çaxê dikarin behsa têkçûna taktîkî an jî têkçûna taktîkî ya ku di asta stratejîk de girîng e bikin. Ya na wê hertim taktîkên rojane û taktîkên stratejîk tev li hev bikin. Rewşa ku dibe sedema têkçûnekê (stratejîk, leşkerî yan jî rêxistinî) rewşên din jî diyar dike û wana li gorî xwe bi teşe dike. Lê dîsa jî em nikarin diyarkirinên xwe hema çawalêhat bikin. Kîjan ji wan hêmayên diyarker hildigirin, divê ew were diyarkirin.

Heger li ser stratejiyekê û di dema têkoşîna taktîkî ya sepana stratejiyê de di nava rêxistinekê de belavbûn çê bibe an jî pêşengiya partiyê bikeve destê tasfiyekarên çepgir û rastgir, ev tê wateya têkçûna rêxistinî ya stratejiyê. Di dema ku em pêvekên din ên polîtîk ava bikin de nebin spartekên şaşitiyan, divê em van têgehan bi baldarî bi kar bînin. Ya na em ê alîkariya oportunîzmê bikin ku van têgehan bi zanebûn bi kar tîne.

MLSPB, li ser diyardeyên polîtîk ên ku di pêvajoya THKP-C’yê de ketin nava şoreşa me bilind bûye. Ev diyarde wiha ne:

  • Di dema terora aşkere de faşîzmê li welatê me bi êrîşkariyeke bêhempa berê xwe da şoreşgeran û girseyên gel. Di demeke wiha de ligel hemû bêderfetiyan û ciwantiya şoreşê jî, THKP-C’yê berê xwe da armancên têkoşîna desthilatdariyê, daxwazên kedakaran bi şerekî leşkerî yê polîtîk hatin ziman û bi van çalakiyan re, hişmendiya dij-emperyalîst şênber bû.
  • Derba Kizildereye, bi têkçûna rêxistinî ya partiyê re bû yek û bû sedem ku ji bo demekê xeta me di warê avaniyê de ji hev bikeve. Bi hilweşanîna keleha şer û windakirina kadroyên leşkerî û polîtîk re, şerê me bê pêşeng ma.
  • Piştî windakirina kadroyên pêşeng, ji ber ku xebatên rêxistinî û pratîk sekinîn û cihê wan nehatin dagirtin, jiyana rêxistinî û pratîkî berdewam nekir. Bêyî ku hewcedarî bi daneyên nû û pêvajoyeke nû hebe, ji nava kesên ku ev pêvajo jiyane, tu kes derneket ku ji nûve avaniyê û şer himbêz bike.
  • Kadroyên kevn ên ku têkoşîna 68-72’yan jiyane û di nava têkoşînê de di astên cuda de cih girtine ne di wê astê de bûn ku barê têkçûnê hilbigirin û ev kes li dewsa ku mercan biguherînin ew bixwe hatin guehrtin û bi vî awayî di astên cuda de xiyanet û inakrkerî ketin rojeva xeta me û şoreşa Tirkiyeyê.
  • Partiyê ew derfet nedît ku endam û têkiliyên xwe ji pêvajoya veguherînê re derbas bike. Ji ber vê jî çawaniya ew beşa ku ji hin kesan pêk dihat di demeke kurt de nehat fêmkirin û ev kes bi biryardariyeke siyasî nehatin darizandin û di warê rêxistinî, bîrdozî û polîtîk de nehatin teşhîrkirin. (Hinek ji wan berê hatibûn mehkûmkirin û teşhîrkirin)
  • Têkoşîna çekdarî, ji ber ku di têkoşîna çînan de hêmayeke di asta yekemîn de ye, di nava mêtîngehên nû de heger bibe xwediyê perspektîfeke şîroveyeke xurt û bi eniyên din re bibe yek, bi lezûbez potansiyeleke sempatiyê ava dike. Veguherandina hêzeke rêxistinkirî ya vê potansiyelê, her tim di nava partiyên wiha de bûye yek ji pirsgirêkên herî girîng. Temenê THKP-C’yê têr nedikir ku van pirsgirêkên pêvajoyê çareser bike. Lê ligel têkçûna xwe ya cidî û kûrkirina vê têkçûnê ya bi xiyanet û inkarê jî, ji ber ku tesbîtên berfireh ên di derbarê bîrdoziyê de xistin rojeva Tirkiyeyê û ev tesbît bi awayekî polîtîk şênber kirin, bingeha Eniya Partiyê, yek ji diyardeyên herî girîng ên heyama 74’an bû.
  • Potansiyela Eniya Partiyê, ligel asta xwe ya polîtîk, kemasiyên xwe, neçareseriyên xwe yên pratîk û hejandinên xwe jî ew derfet didan ku li ser bingeheke rast, rêxistinbûnek were avakirin û ev rêxistinbûn gav bi gav pêş bikeve.
  • Ji ber ku bîrdozî ji hêla kesên ku bixwe werara wê jiyane ve bi hêmanên têkiliyên hundirîn û pêşketinê û li gorî pêdiviyên nû nehate dewlenmendikirin, li ser navê bîrdoziyê kombûnên cuda çê bûn.

Heger ev hêma, asta teorîk û polîtîk a giştî ya welatê me, rewşaparçebûyî ya têgihiştinên şoreş û xabetê û têkçûn bi hev re werin nirxandin, wê daneyên heyamê bêtir werin fêmkirin.

Lê ev rewşa heyî, ne rewşeke teqez û neguherbar e. Bi tena serê xwe hêmaya demê jî dikarîbû wê bi nakokiyên din re kiriba yek. Ne pêkan bû ku bêyî ku hêzeke nû ya herikbar hebe, dînamîkên bihêman ava bibin ku şer ji nûve dest pê bike. Weke ku di werarên bi dûv hev de, afirandin û şênberkirina mercên jiyanê yên her xelekê… Kesên ku vê xala girîng fêm nakin (dibe ku ne di ferqa wê de bin jî) rêgezên pêvajoyên derveyî şer, weke Tewratê û revokên ji şer jî weke Mûsa dinirxînin.

Avakarên MLSPB’yê di mercên wiha de gavên dîrokî avêtin; hewldanên xwe yên ku di ramanê de şênber bûbû, di demeke kurt de veguherandin pratîkê.

Heger mirov avabûna partî yan jî rêxisttineke Marksîst-Lenînîst tenê weke dîrokekê binirxîne, ev ê bibe razberkirineke mekanîk. Divê mirov van avabûnan, weke pêvajoyekê binirxîne. Heger daneyên demê, gihaştina hişmendiya avakirinê ya bi van daneyan re dibe yek, avabûna inisiyatîfa jiyankirina vê hişmendiyê, pêşketinên avakaran û kêmasî û lawaziyên wan ên ku di dema avakirinê de jiyane bi mercên wê demê re werin niraxandin, mirov dikare bigihêje encamên şênber.

Pêşengên MLSPB’yê ji nifşên ku di dawiya salên 70’yî de ramana şoreşger pejirandine pêk tên. Têkiliyên wan ên bi derdorên cuda yên şoreşger re, nîqaşên wan û hewldanên wan ên xweperwerdekirinê heta 30’ê Adara 1972’an berdewam dikin. Ev mirovên ku di wê daxwaz û biryardariyê de bûn ku di nava têkoşîna şoreşger de bi awayekî çalak cih bigirin, ji bo ku perwerdeya xwe ya şoreşger pêş bixin, xwe di şerê çekdarî de amade bikin û şoreşgeran bibînin ku bi wa re kar bikin berê xwe dan kampên Sûriye û Filistînê.

Di vê pêvajoyê de çalakiya 30’ê Adarê ya Kizildereyê pêk tê. Piştî 30’ê Adarê bi rojekê derdikevin rê. Li ser sînorê Sûriyeyê têne girtin; demekê winda dibin, lê paşê riya xwe didomînin û digihêjin kampan.

Di destpêka 1973’an de vedigerin welat û bi derdorên berê re dîsa dikevin têkiliyê. Ji bo ev derdor berfireh bibin û bikevin nava disiplînê hin xebat têne meşandin. Hewl didin bi şoreşgeran, sempatîzanên pêşverû û derdorên zanîngehan re têkiliyan pêş bixin. Ev têkilî bi piranî xebatên pratîkî yên aborî, demokratîk û platformên akademîk in. Di heman pêvajoyê de bi komên sempatîzanên herêmî re li gorî asta wan xebatên perwerdekirinê yên bi pergal têne birêxistinkirin. Li Anatolyayê du sendîka têne damezrandin.

Piştî ku nêrînên Eniya Partiyê têne pejirandin û parastin, ev têkilî û pergal berdewam dikin. Ramanên ku dihatin parastin di nava nivîsên Eniya Partiyê de hebûn; ev rewş û formulasyonên têgihiştina xebat û çanda şoreşger, yekbûneke xwezayî ava dikirin.

Heta ku biryara rêxistineke serbixwe hate standin, ev têkilî di warê polîtîk û leşkerî de hatin perwerdekirin; derfet hatin avakirin ku heval di vî warî de xebatan bikin û hewl hatiye dayîn ku sinca şoreşger, disiplîn û îlegalîte werin fêmkirin û bikevin meriyetê. Hişmendiya berpirsyariyê ji bo mirovan hatiye dayîn û hewl hatiye dayîn ku kesên ku vî karî dimeşînin bibin xwediyê taybetmendiyên rêxistinî.

Di heman wextî de taybetmendiyên mercên şoreşger ên ku bilind dibûn û bandorên vê yekê ya li ser sempatîzanên şoreşê, dikirin ku destekdayîn û leza xebatan zêde bibin. Asta têkilîû xebatan, li gorî bilindbûna pêiketin û asta hevalên sempatîzan bilind dibû û vediguherî.

“Civak, ne tenê girseyên gel e. Civak, koma têkiliyan e ku cihên mirovan ên li hemberî hev nîşan dide. Civaka, mirovan weke mirovan datîne holê û ew jî ji hêla wan ve pêk tê.” (Marks)

Belê, pêwîst bû ku ji nûve civak were pênasekirin û gavek were avêtin. Di demeke ku Mihrî Belî dixwest li salonên sînemayê “partiya şoreşger” ava bike, pêşengên Riya Şoreşger dixwestin çalakbûna sempatîzanên Eniya Partiyê bi awayekî bi pergal bihilîne û kesên ku li derveyî welat digotin “Eniya Partiyê” em in û bêhêvî bûn de, bersiven pirsên Eniya Partiyê û têkoşîna şoreşger digihaştin heman deverê. “Her gaveke ku ber bi pêş ve tê avêtin û pêşketineke rastîn, ji komeke bernameyan çêtir e.” (Marx, Rexneya Bernameya Gotha’yê)

Ji ber ku xwediyê vîn û inisiyatîfa rêxistinî ya Lenînîst e di wêneya giştî ya şoreşan de ligel hemû êrîş û xerabûnan jî cihê Eniya Partiyê heye. Hewldanên wiha yên taktîkî, bi dubendiya oportunîzm û şoreşgeriyê re ji hev cuda dibin.

Avakarên MLSPB’yê yên ku jê bawer bûn ku parastina bîrdoziyekê incex bi jiyandina wê ya pratîkî pêkan be, dîtin ku derdorên din niyeteke wan a wiha tune ye, piştî hewldanekê berê xwe dan avakirina rêxistinê.

Di wê merhaleyê de rast hate dîtin ku ne bi navê Eniya Partiyê, lê bi navê THKP-C/MLSPB’yê xebat werin meşandin. Hate payîn ku pratîka MLSPB’yê wê di nava demê de sempatîzan û beşên jidil ên Eniya Partiyê jî tevbigerîne û ji bo vê jî hate fikirîn ku di merhaleya ku potansiyel were ser hev û şer pêş bikeve de nav were guhertin. Û di sala 1975’an de avakirina MLSPB’yê pêk hat û bernameya têkoşînê ya pêvajoyê diyar bû.

MLSPB, Şoreşa Gel a Demokratîk a dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk armanc dike.

MLSPB, navendîbûna demokratîk ji xwe re dike bingeh û ji jor ber bi jêr ve xwe birêxistin dike.

MLSPB, Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî dişopîne.

MLSPB, weke rêbaza sereke ya Stratejiya Şerê Leşkerî yê Polîtîkbûyî, propogandaya çekdarî dimeşîne.

MLSPB, armanc dike ku bi awayekî berfireh di nava têkilî û kanalên girseyî yên legal û nîv legal de cih bigire û ji destpêka avabûna xwe ve van rehên xwînê yên şoreşê dihûne.

MLSPB, ji yekitiya serokatiya polîtîk û leşkerî bawer dike.

MLSPB, rêxistineke enternasyonalîst e û piştgiriya bi gelên cîhanê re, di bernameya wê de cihekî girîng digire. Lê hevbendiyên xwe li ser bingeha baweriya ji hêza xwe, serxwebûn û rêzê pêş dixîne.

Di dirêjahiya Şerê Gel ku wê ji merhaleyên parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk derbas bibe de, di riya ku têkoşîna gerîla vedike de, têkoşîna aborî, demokratîk û bîrdozî tê meşandin.

MLSPB, armanc dike di hemû endam û xebatkaren xwe de çand û şêwazê xebatê yên sosyalîstên şervan ava bike.

MLSPB, veşartîbûnê ji xwe dike bingeh û avaniya xwe ya rêxistinî wiha pêş dixe. Lê girîngiyê dide rêbazên herî vekirî yên xebatê û têkiliyên bi derdorên şoreşger, demokrat û pêşverû.

MLSPB, bi pratîkên welatên ku şoreşa xwe pêk anîne, dewlemend dibe. Lê tu welatî ji xwe re nake mînak. MLSPB, li gorî bîrdoziya THKP-C’yê ya li gorî avaniya siyasî, aborî, civakî, dîrokî û çandî ya welatê xwe pêş ketiye, şer dike û hewl dide vê bîrdoziyê pêş bixîne.

MLSPB, di Tirkiyeya ku mêtîngeha nû ye de, di mercên faşîzma berdewam de, di têkoşîna serxwebûn û sosyalîzmê ya gel de, baldar e ku tenê dijminên xwe yên rastîn deyne pêşberî xwe.

Di nava du konferansan de avaniya herî rayedar a MLSPB’yê, Komîteya Navendî ye. Têkiliyên yêkîneyên kadroyan ên ku ji endamên MLSPB’yê pêk tên û berendamên kadrotiyê, sempatîzanên çalak û alîgiran, li gorî rêziknameya MLSPB’yê têne sererastkirin.

THKP-C/MLSPB’ya ku piştî avabûna xwe ya di sala 1975’an de bi rêzeçalakiyan hebûna xwe ji raya giştî re ragihand, di xebatên legal û nîv legal de navê “Rizgariya Şoreşger” bi kar aniye.

MLSPB, weke avaniya herî rayedar di çarçoveya Komîteya Giştî de Konferansên xwe pêk anîne.

THKP-C/MLSPB

ENIYA PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ/YEKÎNEYA PROPOGANDAYA ÇEKDARÎ YA MARKSÎST, LENÎNÎST

image_pdf
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.