موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Dîroka me, dîroka wan kesan e ku ji bo ramanên xwe jiyana xwe didin

30
image_pdf

HATÎCE ALANKUŞ KÎ YE

Pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Mahir Çayan, Cihan Alptekin, Omer Ayna, Ulaş Bardakçi û Ziya Yilmaz, di 29’ê Mijdara 1971’ê de di binê erdê de xendek kolan û ji girtîgeha Maltepeyê reviyan. Ev rev kiribû ku rêveberên ku bi cûntaya faşîst re welat bi rêve dibin, bihejin. Di wê demê de yek ji fermandarên cûntaya 12’ê Adarê, Faik Turun, ji rojnamegeran re wiha gotibû: “Mahir Çayan û hevalên wî wê nêzîk an jî dûr, mirî yan jî zindî bikevin dest”. Di wan rojan de ji bo ku şoreşgeran bigirin, operasyonên mezin dihatin lidarxistin. Li Enqere û Izmîrê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Fermandariya Rêveberiya Awarte ya Stenbolê, li kolanên bajêr wêneyên Mahir Çayan û hevrêyên wî, bi nivîsa “Li Wan Tê Gerîn” daliqandibûn.

Di wê heyamê de Tirkiye, bi faşîzma aşkere dihate birêvebirin û li her derê tasfiyekarî, revokî û xayintî hebû. Cûntaya 12’ê Adarê faşîzma xwe zêde kiribû; kesên welatparêz di nîvê kolanan de dihatin kuştin, lê belê polîtîkaya “Şer, zelal e û kesên ku şer dikin jî zelal li holê ne” jî bi wêrekî berdewam dikir. Şoreşgerên ku ji zindanê reviyabûn mal bi mal digeriyan. Di 4’ê Berfanbarê de Mahir û hevrêyên wî çûn mala Hatîce Alankuş a li Kolana Menekşe’yê. Malbata Alankuş, tiştek kir ku di wan rojên tarî de kêm kesî dikarîbû bike. Vê malbatê deriyê mala xwe ji welatparêzên ku ji bo Tirkiyeya serbixwe û welatê azad şer dikirin re vekir.

Hatîce di sala 1946’an de li Stenbolê jidayik bûbû û beşa avayîsaziyê xwendibû. Di nîvê salên 1960’î de ew jî weke gelek kesan tev li nava jiyana siyasî bû. Hatîce Alankuş bi ramanên THKP-C’yê û pêşengê wê Mahir Çayan bi bandor bû û bû endamê THKCyê. Dayika wê Akgul Yulkarslan (û malbat bi giştî) li dijî cûntaya 12’ê Adarê li ber xwe didan. Dayika wê beriya 6 salan (2017) koça dawî kir.

Ji bo ku deriyên xwe ji Mahir û hevalên wî re vekiribûn di 14’ê Sibata 1972’yan de dayik û keça wê hatin binçavkirin û rastî gelek êşkenceyan hatin. Di 15’ê Adarê de hatin girtin û çûn Girtîgeha Bayrampaşa’yê. Piştî demekê dayika Akgul hate berdan. Li bendê bûn ku keça wê jî were berdan, lê nebû. Di Tîrmeha 1973’yan de Hatîce li girtîgehê nexweş ket. Weke nêzîkatiya ku îro li girtiyên şoreşger dikin, wê demê jî demeke dirêj ew nebirin cem bijîşk. Dema bijîşk hat jî got “Tiştek pê ve tune ye” û ew şandin odeya wê. Lê belê rewşa wê xerab bû; tiştek nedixwar û ji êşan nedidebirî. Piştî hefteyekê ew birin nexweşxaneyê, lê belê dîsa gotin “tiştek pê ve tune ye” û ew şûn ve vegerandin. Negotin bê ka nexweşiya wê jî çi ye. Hatîce bi rojan ew êş kişand. Cara duyemîn dema çû nexweşxaneyê jî ew xistin odeyeke binê erdê û li bendê man ku bimire. Dayika wê Akgul Xanim dema bihîst ku keça wê li nexweşxaneyeke leşkerî li ber mirinê ye, gelekî hewl da ku wê bibîne, lê daxwazên wê bi zordariyeke hov nehatin pejirandin.

Dayikê, cenazeyê keça xwe di 24’ê Tîrmeha 1973’yan de wergirt. Di salên piştî wê de digot: “Min bi destên xwe keça xwe şûşt”. Her wiha got: “Mahir û hevalên wî îro jî werin ez ê alîkariya wan bikim”. Malbata Alankuş ji bo ku Mahir û hevalên wî li mala xwe veşartin tu carî poşman nebûn.

Piştî 29’ê Mijdara 1971’ê, di 30’ê Adara 1972’yan de destana Kizildere’yê hate nivîsîn û navê Hatîce Alankuş jî weke “Jina ku ji bo ramanên xwe pêşwaziya mirinê kir” kete dîrokê. Tasfiyekarên ku pişta xwe dan hevrêyên xwe yên di xendekê de jî weke kesên ku ketine nava çirava xiyanetê, ketin dîrokê.

Dîroka me, dîroka wan kesan e ku ji bo ramanên xwe jiyana xwe didin! Ev, dîroka me ye.

Bijî THKP-C!

An Welatê Azad An Mirin!

Heta Rizgariyê Şer!

THKP-C/MLSPB
12’ê Tîrmeha 2023’yan


Wergera ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.