موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ: DOH BEKAA, ÎRO KOBANÊ

91
image_pdf

Şervanên MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ ên ku bi navê Yekîneya Propogandaya Çekdarî ya Betul Altindal : “Di salên 70’î de Newala Bekaa’yê çi be, îro jî Kobanê tê heman wateyê. Kobanê, dilê şoreşa cîhanê ye û YPG jî bûye xala destpêkê û deriyê şoreşan. Kobanê, ji bo me xala hêviyê ya sosyalîzmê ye”.

“Em dema ku di çarçoveya şoreşa Tirkiyeyê detêkoşînê dimeşînin, ji bo ku di asta gelemperî de Eniyên ku şoreşa Rojhilata Navîn biafirînin saz bikin, li Kobanê ne”.

Şervanên MLSPB/ENIYA ŞOREŞGER gotinên xwe wiha domandin: “Li Kobanê rêxistinên din ên ku ji tevgera şoreşger hatine jî hene. Em li vir li gel hev in û em di heman eniyan de şer dikin. Ev gelekî girîng e, lewra em hertim dibêjin; yekitî ne li ser maseyan, lê di qada şer de ava dibe. Berxwedana Kobanê kir ku gelên ku ji hêla nêzîkatî û hişmendiya netewperest û faşîzan ve dûrî hev diketin, bûn yek. Ev berxwedan, veguherî hêviya gelên Tirkiyeyê jî. Em jî weke şoreşgeran, em ê bibin çîmentoya têkoşîna hevpar a gelan.

Gezî, provaya şoreşê bû; Kobanê jî ew qad e ku wê ev şoreş lê pêk were û belavî hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe. Divê herkes zanibe ku berxwedana Kobanê, têkoşîna rastîn a gelan e.

Ne gengaz e ku mirov li hemberî vê şoreşê bêhelwest bimîne. Li vir Kurd, Ermenî, Ereb, Suryan û Tirk bi hev re têdikoşin. Me li pey xwe gelek şehîd hiştin; hemû, şehîdên me ne. Hemû, di nava şehîdên dîroka şoreşa cîhanê de cihê xwe girtin. Ez jî weke kesekî Tirk difikirim hebûna li vir, ji bo têkoşîna hevpar a gelan û paşeroja azad, peywir û berpirsyariyek e.

Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava, şoreşeke rastîn pêşkêşî me kir û tiştê diket ser milên me jî ew bû ku divê me ev şoreş parastiba û li kêleka wê cihê xwe girtiba. Em berxwdana hevpar, niha li vir dimeşînin. Em hewl didin ku bi tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê re mil bi mil bimînin. Ew yekitiya ku me nikaribû em li ser maseyê pêk bînin, em niha li vir pêk tînin. Em hevrêyên xwe yên endamên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê yên ku li vir şehîd ketin, bi bîr tînin. Ew, ji bo me bûn sembola hevgirtinê.

Heta Rizgariyê Şer!

2 OCAK 2015

MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.