ŞAHIDÊ JÎTEM’Ê DI GIRTÎGEHÊ DE YE, LÊ GOTIN NEXUYA YE
ŞAHIDÊ JÎTEM’Ê DI GIRTÎGEHÊ DE YE, LÊ GOTIN NEXUYA YE
Têkildarî Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê biryar hatibû dayîn ku dozgerê wê demê wekî şahid bê guhdarkirin, lê belê çendî dozger di girtîgehê de bûye jî hatiye gotin ku xwe negihandine wî. Parêzer Erdal Kûzû, diyar kir ku ya hatiye kirin mudaxileyeke li dozê ye.
Di 29’ê Cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê Davût Altûnkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Olcay (20), Abdûrrahman Coşkûn (21), Hîkmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) û çawîşê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Doza têkildarî vê ku wekî Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê tê binavkirin, niha li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Semsûrê didome. Di çarçoveya dozê de Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Cendirmeyan ê Navenda Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor Kerîm Şahîn ên wê demê jî di nav de 18 kes tên darizandin. Ji 30’yê Cotmeha 2014’an heya niha gelek kes wekî şahid hatine guhdarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Semsûrê, di 5’ê Kanûna 2016’an de biryar da ku Dozgerê Komarê yê Kerboranê yê wê demê Adem Kûl jî bê guhdarkirin, lê belê hê jî Kûl nehatiye guhdarkirin.
DI GIRTÎGEHÊ DE BÛ, LÊ XWE NEGIHANDINÊ!
Çendî ku di Adara 2017’an de hatibe angaştkirin ku xwe negihandine Kûl jî, lê belê derket holê ku Kûl di 21’ê Tîrmeha 2016’an de di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Fethullah Gulen de li Samsûnê hatiye girtin. Kûl, heya 18’ê Çileya 2018’an de girtîgehê maye û sûd ji “qanûna poşmaniyê” wergirtiye û paşê cezayê hepsa malê li Adem Kûl hatiye birîn.
Lê belê muzakereyên ku ji bo Kûl wekî şahidê dosyeya JÎTEM’ê ya KErboranê bê guhdarkirin, bi “me xwe negihandiye wî” hatin bersivandin. Dadgehê di 22’yê Cotmeha 2018’an de biryar da ku Kûl bi “darê zorê bînin” danişînê, lê dîsa jî hat gotin ku xwe negihandine Kûl.
Kûl, di danişîna 21’ê Cotmeha 2021’ê de jî nehat guhdarkirin. Lê vê carê derbarê Kûl de agahîne nû derketin holê. Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Samsûnê ji ber 2 sal û 6 meh cezayê Kûl û sûcê “peywira xwe bi xirabî kiriye” di sala 2021’ê de cardin lêpirsîn daye destpêkirin. Lê belê nehatiye diyarkirin ku bê Kûl hatiye girtin an na yan jî di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wî hatiye girtin yan na.
Ji parêzerên dozê Erdal Kûzû, anî ziman ku 5 salên wan ji bo tespîtkirina vî kesî derbas bûne û wan bi derfetên xwe lêkolîn kirine û piştî van lêkolînan pê hesiyane ku Kûl hatiye girtin û piştî hatiye berdan derbarê wî de biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Kûzû, destnîşan kir ku ev tişt ragihandine dadgehê, lê dîsa jî dozger lêgerîna xwe ya ji bo dozger dewam kiriye.
MUDAXELE
Kûzû, destnîşan kir ku dadgehê bi rihetî aqûbeta Kûl hîn bibe, lê belê ji bo vê tiştek nekiriye û got: “Lewma em vê wekî mudaxeleyeke li dosyeyê fêm dikin. Wer xuya ye ku nehatiye xwestin ku ev kes bê guhdarkirin.”
Kûzû, bal kişand ser girîngiya Adem Kûl a ji bo dosyeyê û got: “Girîngiya wî ew e ku dema ev 7 kes bi awayekî netomarkirî hatine binçavkirin, ev kes li Kerboranê bû. Her wiha li bin biryara binçavkirina 2 kesên bi awayekî fermî hatine binçavkirin jî îmzeya wî heye. Heger ev bên eşkerekirin dê rastî eyantir bibe.”
‘DIXWAZIN DOSYEYÊ BIGIRIN’
Kûzû, bilêv kir ku ne mumkun e ku dewlet nizanibe dozger li ku derê ye. Kûzû, destnîşan kir ku dozger kesên bi vî awayî vedişêre û diparêzer ji bo dosyeyên bi vî rengî zelal nebin û got: “Em wisa fêm dikin ku dixwazin dozê bi temamî biqedînin. Jixwe tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê dizane ku bê di dozên bi vî rengî de biryarine çawa tên dayîn. Ji bo heman biryarê bidin, ji bo devjêberdana lêgerîna li vî kesî hincetan çêdikin û ev yek di zabitnameya danişînê de jî heye. Ev mudaxileyeke eşkere ye. Ev delîl e ku di 5 salên borî de bê heyeta dadgehê çawa nêzî dozê bûye. Pir eşkere ye, li hevkirinek heye. Dixwazin ser rastiyên dozên binpêkêrinên mafan ên salên 90’an bigirin. Ev biryareke dewletê ye.”
best ed pills at gnc
stromectol walmart fenbendazole vs ivermectin why is stromectol prescribed
30mg prednisone prednisone 5 mg cheapest prednisone 10mg online
generic prednisone for sale generic prednisone prednisone 2.5 mg cost
how ivermectin works soolantra ivermectin ivermectin for demodex
cialis shop usa purchasing cialis in the usa cialis viagra australia
discount prescription drugs ed remedies drug pharmacy
tab ivermectin 12 mg order ivermectin online ivermectin goat
finasteride proscar propecia buy online propecia costs
propecia online pharmacy where can i buy propecia generic propecia without prescription
buy prescription drugs online buy prescription drugs ed drugs online from canada
best ed treatment pills buying ed pills online generic ed pills
discount prescription drugs buy prescription drugs online legally prescription drugs online without
how to get prescription drugs without doctor pet meds without vet prescription canada canadian online drugs
best ed drugs ed pills that really work natural remedies for ed
pills for erection impotence pills best pill for ed
stromectol 12 mg tablets stromectol 3 mg tablets price stromectol price usa
pharmacy from india pharmacy from india prescriptions from india
meds online without doctor prescription trusted online canadian pharmacy reviews discount prescription drugs online