موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

AKP KUJERÊ KARKERAN E

91
image_pdf

AKP KUJERÊ KARKERAN E

Sami ADALI

Em hemû dizanin ku desthilatdarî kî dibe bila bibe heta ku pergala sermayedariytê neyê guhertin wê kedxwarî, mêtîngerî û kuştin hebin. Ango pirsgirêk ne di desthilatdariyekê de ye; pirsgirêk di pergala heyî de ye.

Dema ku em di derbarê kiryarên desthilatdariyekê de dinivîsin, di bala me de hertim ev rastî heye û em nirxandinên xwe li gorî wê dikin.

Olîgarşiya li Tirkiyeyê, xwe ji destpêkê de li ser dijberiya gelên cuda û çînên bindest ava kir. Û desthilatdariyên ku rêveberiya welat dikirin jî li gorî berjewendiyên xwe hilbijartin û bi rê ve birin. Ji bo mezinkirina danehevên madî û manewî, çi ji destê wan hat, kirin.

Desthilatdariya AKP’yê jî ji avabûna partiya xwe heta, gihaştina desthilatdariyê; ji berdewamkirina desthilatdariya xwe, heta roja me ya îro bi hevkarî û beralîkirina olîgarşiya faşîst a Tirk û sermayeya navneteweyî bû yek ji mînakên herî diyar a kedxwariyê.

Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar, di dirêjahiya desthilatdariya AKP’yê de 28 hezar û 380 karkerî jiyana xwe ji dest daye. Bêguman wextê mijar dibe ked û kedxwarî, mirov nikare tenê behsa jidestdana jiyanê bike. Lewra di bingeha qetilkirina 28 hezar û 380 mirovî de hişmendiya mêtîngerî û kedxwariyê heye. Ango mirov dikare bêje ku 28 hezar û 380 kesên karker ji ber berjewendiyên olîgarşiyê û desthilatdariyeke faşîst hatine qetilkirin.

Em dizanin ku hejmara rastîn ji vê hejmarê bi gelekî zêdetir e. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêjeya karkirinê ya li derveyî qeydên fermî, gelekî bilind e. Û di vê rêjeyê de kuştinên ku çê dibin, bi piranî nakevin qeydan.

AKP, ji hemû desthilatdariyên beriya xwe bêtir, kujerê karkeran e. Lê ev nayê wê wateyê ku desthilatdariya bê, wê ne kujer be. Di pergala sermayedar de hemû desthilatdarî kujer in. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku desthilatdariya gel ava bibe. Divê karker û kedkar xwe birêve bibin. Divê hemû çîn û gelên bindest, biryarên di derbarê jiyana xwe de xwe bi xwe bidin.

Ango weke ku em bi salan e dibêjin : “Yekane rê, şoreş e!”.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.