موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Birîna Kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê

146
image_pdf

Birîna Kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê

Em çûn gundê Eleqemşê yê navçeya Hezexê ku yek ji komkujiyek mezin a Komarê lê pêk hatiye û bûye mijara helbestên helbestvanê kurd Cegerxwîn. Me xwest em di cih komkujiyê lêkolîn bikin lê keyayê gund Îhsan Ay nehişt em gorên komî yên li gund bibînin û bikişînin. Di Komkujiya Eleqemşê de ku di sala 1926’an de pêk hatiye, hezar û 224 kes hatine kuştin.

Dîroka Komara Tirkiyeyê dîroka xwînrêjandin û komkujiyan e. Ji salên destpêkê û heta niha dîroka Komarê bi komkujiyên li dijî kurdan dagirtî ye. Hinek ji van komkujiyan bi qeyd û belge ne û gelek qala wan tê kirin. Lê hinek jî hê nehatine ronîkirin û kêm qala wan tê kirin. Yek ji van komkujiyan jî Komkujiya Eleqemşê ku di 18’ê Nîsana 1926’an pêk hatiye ye.

Derbarê komkujiyê de heta niha belge nehatine bidestxistin. Kesên ku ji komkujiyê xelas bûne bi vegotinên xwe komkujî nedane jibîrkirin. Yek ji van kesan jî Pîra Torê ye. Helbestvanê gewre Cegerxwîn xwe digihîne Pîra Torê û ji devê wê li ser komkujiyê helbestên xwe yên bi navê “Pîra Torê” û “Eleqemşê”dinivisîne.

ÇÛNA BINXETÊ

Li gorî agahiyên ku Cegerxwîn dide; piştî serhildana Şêx Seîd, di sala 1926´an de fermandarê cendermeyan li Nisêbînê dişîne pey Haco Axa yê serokê Hevêrkan û jê dixwaze erdê xwe berde û berê xwe bide Anatoliyayê. Haco Axa vê daxwaza fermandar qebûl nake û wî û komeke leşkerên pê re dîl digire û derbasî binxetê dibe. Haco Axa; fermandar, leşkerên wî û beşeke Hevêrkiyan jî derbasî binxetê dike.

Piştî demekê rayedarên dewletê yên wê demê bi rêya îstixbaratê xeber ji Haco Axa re dişînin ku wan efû kirine û ji wan daxwaz dikin ku vegerin ser warê xwe. Li ser vê, hejmarake zêde ji gelê herêmê ku bi Haco re derbasî binxetê bûye vedigere cih û warê xwe. Lê ev veger ne vegera xêrê ye û fenûfûteke bêbext e.

Di bin fermandariya Elîpaşaye Çavşîn de leşker jin û zarok jî di nav de mirovên herêmê li gundê Eleqemşê ku niha girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ye li hev kom dikin. Piştî ku destê wan bi têlan girê didin, wan dikujin û piştre wan dişewitînin. Bi awayekî komî jin li gorekê û zilam jî li gorekê tên veşartin. Tê gotin ku di vê komkujiyê de hezar û 224 kes tên kuştin.

Parlamenterê berê yê HDP´ê Faysal Sariyildiz, ji bo ku komkujî bê ronîkirin, di Nîsana 2015´an pêşniyazpirsek da Meclisê û xwest komîsyoneke lêkolînê ava bê avakirin. Ji bo hînkirina aqûbeta pêşniyazpirsa wî em li Sariyildiz geriyan. Sariyildiz, da zanîn ku Meclis lê venegeriyaye û daxwaza wî ya ronîkirina komkujiyê nebersivandiye.

ASTENGIYA KEYA

Dema ku em ji bo amadekirina nûçeya xwe çûn gundê Eleqemşê bi astengiya keyayê gund Îhsan Ay re rû bi rû man. Li gund me xwe da nasîn û xwest ku gorên komî yên qurbaniyên komkujiyê nîşanî me bidin. Kurê keya got ku bêyî destûra bave xwe nikare goran nîşanî me bide û li bavê xwe geriya. Li ser israrên me jî keya got ku ew bi tu awayî destûr nade wêneyên goran bên kişandin û ji me xwest em gund biterikînin.

Li herêmê rexmî ku herkes komkujiyê dizane jî tu kes naxwaze derbarê komkujiyê de biaxive. Li gundê Xerabê Sosin ku 24 kes jê di komkujiyê de hatine kuştin me xwe gihand Şemseddîn Keskîn û em pê re li ser komkujiyê axivîn. Keskîn, diyar kir ku jinapa bavê wî Hezmê di komkujiyê de ji bin cenazeyan sax filitiye û timî ji wan re qala serpêhatiye xwe kiriye.

Keskîn, destnîşan kir ku Hezmê ji wan re gotiye ku kesên hatine kuştin tenê ne ji gundê Eleqemşê bûne û wiha got: “Ji aliyê Torê, ji aliyê Mîdyadê û ji aliyê gundên jorê mirov bazdane binxetê. Li ser sozdayina ku wê tiştek ji wan nekin piraniya kesên çûne binxetê vedigerin gundê Eleqemşê. Yê ku rizgar dibe ji xwe diçe. Lê yê ku dimîne dest didin ser wan. Ji gundê me 24 mirov kuştin. Ji mala me jî pîrka bavê min û keça wê kuştine. Ev di arşîvên dewletê de hene. Heger dewlet arşîvên xwe veke wê bibîne.”

‘HEKE DEWLET QEBÛL BIKE…’

Derbarê kêliyên pêkhatina komkujiyhê de jî Keskîn, tiştên jê re hatine vegotin wiha anî ziman: “Piştî vegerê li gundê Eleqemşê dorbêç dikin. Jinan û zilaman ji hev cuda dikin. Destên wan bi têlan girê didin û gule li wan direşînin. Piştî ku dikujin jî agir berî wan didin. Hê cihê wan li qada gundê Eleqemşê ye. Gorên jin û zilaman ji hev cuda ne.  Ev ne şervan û şerker bûne. Mirovên xizan bûne. Ji wan re gor çênekirine û cenazeyê wan avêtine ser hev. Cihê ku şewitandine wisa hiştine. “

Keskîn, destnîşan kir ku derbarê komkujiyê de tu doz li dewletê venekirine û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku ji hêla dewletê ve bê tespîtkirin ku gunehê van mirovan çibû, ev komkujî li dijî wan pêk hat? Temam Haco li hemberî dewletê serî rakir. Lê ma ev hemû leşkerên Haco bûn? Hemû jin, zarok û kal bûn. Ji gundê me Xirabê Sosina 24 kes kuştin. Gundiyên me hemû li gundê Xirabê Darik kom kirine û gundê me şewitandine. Bûyera gundê Eleqemşê û şewitandina gundê me bi hevre pêkanîne.”

Keskîn, bi lêv kir ku heke dewlet qebûl bike û li xwe mikur bê ku komkujî kiriye ew ê tazmînatê ji dewletê nexwazin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ma ne min nekiriye û dewleteke din jî nehatiye nekiriye. Ev bav û kalên me ji me re gotine û ew bixwe di nav de bûne. Ev komkujî vê dewletê kir. Em her dibêjin; em birayê hevin, lê me tu biratî ji vê dewletê nedît.”

HELBESTA ELEQEMŞÊ 

Beşek ji helbesta Cegerxwîn a ‘Eleqemşê’:

“… Li gundê Aleqemşê

Ew kom kirin li hewşê

Mêr bi carek girêdan

Bi kindir û bi lêdan

Xort û pîr û kal û jar

Wek êzing û weke dar

Girêdan û dane hev

Di dest wan de nema rev

Hawîr danîn Hûravêj

Ew tivingên dev dirêj

Serdarê wan emir da

Tevan bi hev re berda

Hemî ketin li ser ax

Bi ser hev de bûn kelax.

Gaz berdane ser laşa

Ji nû dan ber manaşa

Heta ko tev bûn arî

Ma kî dikî vî karî?…”

HELBESTA “PÎRA TORÊ”

Beşek ji helbesta Cegerxwîn a “Pîra Torê”:

“Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,

Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.

Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,

Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.

Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;

Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.

Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,

Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.

Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;

Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres…”

ÇAVKANÎ: MA

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.