موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

ZABÎTEYAN LI ZAROKÊN KU KAXEZ KOM DIKIRIN XIST

127
image_pdf

ZABÎTEYAN LI ZAROKÊN KU KAXEZ KOM DIKIRIN XIST

 

Nûsret Gullu, ragihand ku derbarê zabitayên ku li keça wê ya kaxezan berhev dike xistin tiştek nehatiye kirin û got: “Qereqolê zabita teşhîs nekirin. Ên li keça min xistin, wekî tiştekî nebûbe, bi rihetî ji qereqolê derketin çûn.”

Li Stenbolê di demên dawî de kesên tiştên bermayî berhev dikin di hedefa polîs û zabitayan de ne. Karkerên ku depoyên wan hatin mohrkirin û dem bi dem tên binçavkirin, di heman demê de bi tahdeyê re jî rû bi rû dimînin. Herî dawî di 12’ê Cotmehê de li navçeya Bahçelîevlerê zabitayan li Dûrsûn Gullu ya 17 salî xistibûn û piştî lêxistin zabitayan dest danîbû ser ereboka wî.

TAHDE Û HEQARET

Gullu, behsa tahdeya li wî hat kirin kir. Gullu, anî ziman ku gava ji mal derketiye zabiteyan heqaret lê kiriye û lê xistine û wiha domand: “Pêşî min fên nekir bê ka zabita ne yan na. Wan jî negot. Gava dest danîn ser ereboka min, ez qîriyam. Min xwest dev ji ereboka min berdin. Wê çaxê got, ‘Ez zabita beî bicehime here.’ Min ji wan re got, ‘Wisa nekin, xwişk û birayên min hene, em wan didin xwendin, em mecbûr in debara wan bikin.’ Lê guh li min nekirin.”

Gullu, destnîşan kir ku ji bo zabita ereboka wî nebin li ber xwe daye, lê zabitayan lêxistiye û got: “Gava min li ber xwe da, yekî ji paş de pehîn li min xist. Paşê got, ‘tu xeberan ji me re dibêjî?’ û bi ser de şelmaqek jî li min xist. Rûyê min soromor bû. Zabitaya xeber ji min re gotin û ereboka min birin.”

NEHATIN TEŞXÎSKIRIN

Bav Nûsret Gullu jî anî ziman ku ji bo vê çûye qereqolê û gilî kiriye. Gullu, diyar kir ku rapora derbkirinê ya keça xwe jî daye qereqolê û got: “Roja bûyerê danê nîvro çûm qereqolê, lê heya dehê şevê hatim sekinandin. Li qereqolê, xwestin behs abûyerê bikim. Gotin, ‘Dê ji şaredariyê rayedar bên û tespît bikin.’ Gotin, divê kesên li keça te xistine bên tespîtkirin, lê wan teşxîs nekirin. Kesên li keça min xistin, wekî tiştekî nebûbe, bi rihetî ji qereqolê derketin çûn.

Bav Gullu ku pirsî “Em mexdûr in an ew?”anî ziman ku ereboka keça wê, çavkaniya debara wan bûye. Gullu got: “Di dest me de tiştek tune ye. Dewlet alîkariya me nake. Heqê ceryanê, kirê, avê… Em ê çawa debara xwe bikin? Em 9 kes in. Ji bo debara malbata xwe bikin vî karî dikin. Ji ber ku karekî min tune ye, diçim li ser çopan qartonan berhev dikim. Heger karek min hebûna, min ev kar nedikir. Şaredariyê ev kar qedexe kiriye û dest daniye ser nanê ev qas kesî. Madem nanê me, karê me ji dest me digirin, nexwe bila nan bidin me. Erebokek me hebû. Qet nebe, bila dest nedin vê çopa em ji çopê derdixin.”

DEST DANÎNE SER 4 EREBOKÊN WÎ

Gullu, destnîşan kir ku zarokên wî kaxezan berhev dikin û bi vî awayî aliyê wî dikin, lê belê her cara leqayî zabitayan tên, zabita li wan dixin û got: “Zabitayan heya niha dest danîne ser 4 erebokên min. Em van erebokan ji kaxezvanan distînin. Gava em erebokan nebin, heqê wan ji me dibirin. Piştî vî temenî dê kî karekî bide min? Ew dest deynin ser erebokên min jî, ez ê rabim li ser pişta xwe kim. Heger dest deynin ser wê jî, ez ê bi destan berhev bikim.”

Gullu, destnîşan kir ku tekane xema wan nanê wan e û di dawiya axaftina xwe de got: Zabita dibêjin ‘Ev fermana şaredar û walîtiyê ye. Here, derdê xwe ji walî re bêje.’ Bila kes bela xwe di van mirovên nanê xwe ji çopê derdixin nede. Jixwe em mexdûr in. Em bi zorê zikê xw têr dikin.”

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.