موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

KONSERA NÇM’YÊ HATE QEDEXEKIRIN

150
image_pdf

KONSERA NÇM’YÊ HATE QEDEXEKIRIN

 

Konsera NÇM’ê ya bi navê “Berbang” ku Walitiya Stenbolê destûr dabû, Qeymeqamtiya Kadikoyê bi hêceta “ewlehiya cemaweriyê”qedexe kir.

Şahiya konserê ya salvegera 30’emîn,

Şahiya konserê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku wê îro ji bo salvegera 30’emîn damezrandina xwe bi dirûşmeya “Berbang” li Navenda Çanda Bostanci pêk banîna ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. Ji bo qedexeya Konsera ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve destûrê wê hatibû dayîn weke hincet jî “ewlehiya neteweyî, nîzama cemaweriyê, îhtîmala sûc kirinê, maf û azadiya kesên din bêxe xetereyê” hatin nîşandan.

NÇM’Ê DAXUYANÎ DA

NÇM’ê têkildarî biryara qedexeyê de ev peyam parve kir: “Demeke dirêj e bi hemû hêza xwe ya madî û manewî, di nav kelecaneke mezin de bûn ku salvegera 30’emîn a NÇM’ê pîroz bikin û bi gelê xwe re werin gel hev. Qeymeqamtiya Kadikoyê, destûra ku walitiyê beriya rojan dabû tune hesiband û bi hinceta ku ‘ewlehiya neteweyî, nîzama cemaweriyê, îhtîmala sûc kirinê, maf û azadiya kesên din bixe xetereyê’ hevdîtina me ya sala 30’emîn qedexe kir. Em hêmanên herî girîng in ku yekîtiya vê civakê bi zimanê xwe, çanda xwe pêk tînin. Gefa rasteqîn a li tenduristî, ewlekarî, îro û siberoja civakê, di zîhniyetê de ye ku vê hevdîtinê weke gefekê dibînin. Xetereya rastîn a ku tenduristî, ewlehî, niha û pêşeroja civakê tehdît dike, di hişmendiya kesên ku vê civînê wekî xetere dihesibînin de ye.”

Tê payîn ku NÇM di saetên pêş de derbarê konserê de daxuyaniyeke berfirehtir bide.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.