موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

OPERASYONA BI DEREWAN A “SÎXURIYÊ”

156
image_pdf

OPERASYONA BI DEREWAN A “SÎXURIYÊ”

Derket holê ku operasyona MÎT’ê weke “Li Wanê sîxurên Îranê hatin girtin” serwîsê çapameniyê kir, li dijî gundiyên ku li herêmê dijîn hatiye lidarxistin.

Di 13’ê cotmehê de Ji aliyê Saziya Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) û emniyete ve hatibû ragihandin ku li Wanê 8 sîxurên Îranê hatine binçavkirin. Her 8 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî derketin dadgehê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

OPERASYON HAT VEŞARTIN

Hat ragihandin ku operasyon di 3’ê cotmehê de pêk hatiye û ji raya giştî hatiye veşartin. Ajansa Anadolûyê û TRT’ê, di 13’ê cotmehê de binçavkirina van kesan bi ser navê “2 jê sîxurên 8 kesên ku xwestin leşkerekî berê yê Îranê birevînin welatê xwe li ser sûc hatin girtin”, “Operasyona mezin” û “Kî ji destê MÎT’ê xelas bûye” ragihandin.

PIRSÊN DI DOSYAYÊ DE 

Hat diyarkirin ku îstixbarata Îranê, ji bo birevîne Îranê  leşkerê berê yê Îranê M.A. bi wesayîtê şandiye Wanê û ev kesên ku vê kirine li sûc hatine girtin. Rexmî ku di dosyayê de biryara nepeniyê heye jî TRT û AA’yê derbarê operasyonê de her hûrgulî parve kirine û bûne sedema pirsan.

HINCETA GIRTINÊ BANDÊ QOLIYAN E

A.E, A.S, C.S, K.B, S M.E.A, N.Î, T.A û S.S. ku hatine binçavkirin, piştî binçavkirina xwe ya 9 rojan; bi sûcdariya “peydakirina agahiyên veşarî ku aşkerakirina wan hatiye qedexekirin, endamtiya rêxistina ku ji bo pêkanîna sûc hatiye avakirin” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê û biryara nepeniyê li dosyayê hat danîn. Ji bo girtin her heşt kesan jî tenê bandê qoliyan ê di wesayîtê de weke delîl hatiye nîşandan. Her wiha her heşt kes bi avakirina şebekeya budçeya 30 hezar TL’yî hatin sûcdarkirin.

SOLHADDİN SALMANLOU 

Yek jî van kesên ku hatiye binçavkirin ji bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê Solhaddin Salmanlou ye û hat diyarkirin ku bi cotkariyê debara xwe dike. Hat hînbûn ku Salmanlou, ji bo ku ji zarokên xwe yên diçin dibistanê re sol, kincên dibistanê, amûrên kirtasiyê û çente bikire hatiye Wanê û bi hinceta “sîxurê Îranê” hatiye girtin

BI BIRAYÊ WÎ RE NADIN AXAFTIN

Birayê Salmanlou Ferhat Salmanlou, derbarê rewşa kekê xwe de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku ji bo dîtina kekê xwe hatiye Wanê û bi rojan nikare bi kekê xwe re hevdîtin bike. Ferhat Salmanlou, da zanîn ku kekê wî bi cotkariyê re mijûl dibe û girtina wî zarokên wî mexdûr kiriye û wiha got: “Ez ji bo kekê xwe hatim. Xwendin û nivîsandina kekê min jî tune ye. Dİxwazim ku birayê min bê berdan. Zarokên wî gelek mexdûr in. Xizmên me li vir hene, em tim diçin û tên.”

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.