موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

LI LUBNANÊ ŞER Û PEVÇÛN

109
image_pdf

GULE LI DAXWAZA EDALETÊ HATE BARANDIN: 6 MIRÎ Û 30 BIRÎNDAR

Di 4’ê tebaxa 2020’î de di depoya amonyûm nîtratê ya lengergeha Lubnanê teqîneke mezin çê bibû û li gorî agahiyên fermî 207 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran kes jî birîndar bibûn. Piştî bûyerê di nava Lubnanê de nîqaşên pergala rêveberiya Lubnanê bi giştî jî dest pê kiribûn.

Îro bi banga Hizbûllaha Lubnanî û Hereket Emel, bi boneya ku dozgerê ku vê dozê dimeşîne ne serbixwe ye, li Beyrûdê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Hêzên ku bi hikûmeta Lubnanê ve girêdayî ne jî li dijî xwepêşandanên ku doza edaletê dikirin çalakiyeke din li dar xistin.

Di dema çalakiyan de gule li ser alîgirên Hizbûllaha Lubnanî û Hereket Emel de hate reşandin. Milîsên Hizbûllaha Lubnanî jî bersiv dan êrîşkaran. Di encama pevçûnan de heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

Şer û pevçûn li derdora nexweşxaneya El Sahel dest pê kirin û di demeke kurt de belavî bajar bû û ew xetere heye ku veguhere şerê di navbera Xrîstiyan û Mislimanên Lubnanê. Lewra li gorî agahiyên ku ji herêmê tên, şerê niha di navbera milîsên Hizbûllaha Lubnanî û alîgirên Partiya Hêzên Xrîstiyan ên Lubnanê de rû didin.

Weke ku tê zanîn ji sala 1975’an heta 1990’î li Lubnanê şerekî navxweyî çêbûbû û di encamê de ji 200 hezarî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dabûn, 350 hezar kes birîndar bûbûn û ji milyonekî zêdetir kes jî koçber bûbûn. Niha ew xetere û tirs di nava Lubnaniyan de heye ku careke din şerekî navxweyî derkeve.

Heta niha gelek dewlet û derdorên siyasî banga xwînsariyê li aliyan kirine. Hate hînbûn ku artêşa Lubnanê di nava aliyan şer de tankên xwe bi cih kirine. Wê di demên pêşî de rewşa pevçûnan xuya bike.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.