موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

PEYAMÊN HILBIJARTINA IRAQÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

86
image_pdf

PEYAMÊN HILBIJARTINA IRAQÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

“Gel neçû ser sindoqan. Gel, van partiyan naxwaze”.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê gel çû ser sindoqê. Rêjeya tevlêbûna hilbijartinê kêm bû, nexasim li Başûr dengên ku partiyan standin gelekî kêm bûn. Divê mirov lê binere bê ka peyama gel tê çi maneyê.

10’ê Cotmehê li Iraq û Başûrê Kurdistane hilbijartinên giştî çêbûn. Piştî hilweşandina dîktatoriya Sedam Hisên a sala 2003’an ev cara pêşî bû ku hilbijartina zûwext çêdibin.

Ji ber xwepêşandanên li Bexda û li bajarên din ên Şiî yên li başûrê Iraqê ku Cotmeha 2019’an dest pê kirî û bi qasî salekê dom kirin, hilbijartina zûwext çêbûn. Di van xwepêşandanan de gelek daxwazên gel hebûn ku di serê van daxwazan de hilbijartina giştî ya zûxext hebû û dixwestin ku hikûmet îstîfa bike.

Piştî xwepêşandanan bi 2 mehan Serokwezîr Adil Evdilmehdî îstîfa kir. Piştî îstîfakirina Evdilmehdî bi 5 mehan hikûmeta Mistefa Kazimî ava bû. Kazimî bi gelek sozan hikûmet ava kir û soza wî ya pêşî pêkanîna hilbijartina giştî bû. Hilbijartin çêbû lê ne pir zû çêbû ji ber ku xwepêşandanan dixwestin ‘hilbijartin aniha” bibe.

Xwepêşandanan her wiha dixwestin ku yek ji partiyên hazir jî nekeve hilbijartinê lê li gel vê jî hemû partî ketin hilbijartinê.

10’ê Cotmehê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê gel çû ser sindoqan. Ne fermî be jî encam hatin aşkerekirin, hema hema hemû partî serfiraziya xwe radigihîne.

Lê dema ku mirov li rêjaya tevlêbûnê û dengên ku partiyan distîne dinere, xuya dike ku rastî ne wiha ye.

Rêjeya tevlêbûnê 41 ji 100’î bû, ku ji dema hilbijartina dîktatoriya Sedam Hisên û wir ve rêjeya tevlêbûna herî kêm a hilbijartinan ev e.

Li gorî gel rêjeya tevlêbûnê ji 41’ê kêmtir e û gel ji daxuyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê bawer nake. 10 ji 100’î yê hilbijêran ji mohr ji carekê zêdetir li pûsûlayan dan û dengê xwe şewitandin, heke ev jî were hesabkirin, rêjeya tevlêbûnê berevajî ya ku Desteya Hilbijartina Giştî ya Iraqê dayî dibe 31 ji 100’î.

Peyama vê ya siyasî aşkere ye. 70 ji 100’î yê gel nîşan dibêje ku ew bawerî bi van partiyan nayînin û ev partî nikarin wan rê ve bibin.

Li Başûrê Kurdistanê dengên partiyên ku ketine hilbijartinê kêm ketine.

PDK’ê hilbijartina beriya niha 724 hezar û 727 deng standibû lê di vê hilbijartinê de 429 hezar û 420 deng stand. Dengên YNK’ê jî li gorî hilbijartina bihurî 214 hezar û 483 deng kêm bûne. Her wiha partiyên Nifşê Nû û Tevgera Goran jî li gorî hilbijartina berê dengê wan kêm bûne.

Ev kêmbûna dengan nîşan dide ku gelê Başûr ji partiyan nema bawer dike. PDK bi qasî nîvî dengê wê ketiye lê bi hîletan hijmara parlamenteran zêde dike û vê weke serfiraziyê nîşan dide.

Li başûr hemû partiyan tevahî 810 hezar deng standine, PDK ji van dengan 300 hezar standine, ji vê tabloyê jî derdikeve holê ku PDK dev ji tevahiya Kurdan biqerin, nikare li ser navê Başûr jî biaxive.

Li başûrê Kurdistanê hin partiyan her çendî hijmara parlamenterên xwe zêde kiribin jî winda kirine. Mînak Tevgera Nifşê Ciwawn 18 hezar dengên wê kêm bûn lê parlamenterên wê du caran li yên berê zêde bûne.

Tevgera Goran nikare parlamenterekî jî derxîne. Di hilbijartina herêmî de bi PDK’ê re li hev kir û wiha kete rêveberî, hikûmetê, gel jî ji ber vê deng neda Tevgera Goran û ew ceza kir. Bi vî rengî Tevgera Goran ku rola weke ya Samî Evdirrehman a sala 1982’an lê hatî fesilandin, av û av çû.

Dengên PDK’ê jî li gorî hilbijartina bihurî 300 hezarî kêm bûn û gel bi vê helwestê aşkere dike ku ew ji polîtîkayên PDK’ê yên li gel dagirkeran aciz e. Lê ne diyar e bê ka PDK li bara vê wê çi bike.

Dema ku mirov li encamên hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Iraqê binere gel got, ”em we nawazin, hûn nikarin me rê ve bibin, ji ber vê em deng nadin we”. Bi min divê mirov wiha bibîne. Heke mirov vê peyama gel rast nexwîne, mirov xwe ji serboriya Sedam re hazir bike. Sedam bawer dikir ku ti kes û ti hêz nikare pê û jê weye ku wê tim li ser kar bûya.

Her wiha encameke dî ya ku ji vê hilbijartinê were derxistine helwesta gel a li bara demokrasiya DYE’yê û Ewropayê ye. Ji ber ku tekane berpirsê rewşa parçeyî ya Iraqê DYE û koalîsyona navnetewî ye.

Encamên hilbijartinê li ber çavan e. Partiya ku dengên wê herî zêde kêm ketî PDK ye lê dîsa jî xwe weke serkeftiyê hilbijartinê nîşan dide. Balkêş e!

Hilbijartina beriya niha jî PDK xwe weke partiya herî zêde deng standî û gelek parlamenter derxistî dît, li gel ku Mam Celal û Mesûd Barzanî li hev kiribûn jî, îdîa kir ku Serokkomariya Iraqê ji wan re ye û Berhem Salih di ber Fuat Hisên re kire namzet. Bi ser neket lê namzetê xwe nîşan da. Di vê hilbijartinê jî PDK wê bi eynî îdîayê rabe. YNK wê bersiveke çawa bide vê, ev ê weke probleme cidî derkeve pêşberî me.

Serokkomar wê bibe kî. Ev ê di navbeyna PDK’ê û YNK’ê de bibe problemek. Pirseke dî ya ku divê were bersivandin; kî wê bibe serokê meclîsê û serokwezîr. Li Iraqê heta ku hemû hêz li hev nekin hikûmet ava nabe û serokwezîr diyar nabe. Ya dî, heta ku Îran û DYE li hev nekin ne serokwezîr û ne jî serokkomar diyar nabe. Ji ber vê jî di navbeyna Kurdan de problem be jî ,kesekî ku ji hêla DYE û Îranê ve neyê qebûlkirin nabe serokkomar. Ji ber vê diyar e ku piştî hilbijartinê problemeke giran li ber Iraqê ye û wiha bi hêsanî wê çareser nebe.

Hilbijartin çêbûye, dengên partiyan kêm bûne. Her çendî di hilbijartinê de têk çûbûn û bi serê xwe kakaribin bibin desthilat jî, tê zanîn bêyî DYE û Îranê nikarin bibin desthilat. Li gel hilbijartinê jî divê mirov binere bê ka wê Iraqeke çawa bibe, rêveberiyeke çawa derkeve. Ji ber ku divê mirov zanibe li Iraqê kesên ku îdîa dikin di hilbijartinê de bi ser ketine jî wê nikaribin tiştekî bikin. Mêtingerbûn wiha ye.

Çavkanî: ANF

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.