موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

KUJERÊN CEYLAN ONKOL HÎN NEHATINE DÎTIN

123
image_pdf

HÎN KUJER NEHATINE DÎTIN

Xizmên windayan, li Amed û Êlihê bi çalakiyên ku li dar xistin daxwaz kirin ku faîlên Ceylan Onkol û Huseyîn û Îskender Sevîm bên dîtin.

Xizmên windayan û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê aqûbeta windayên xwe pirsîn. Xizmên windayan, di hefteya 660’emîn de çalakiya xwe “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ya li Amedê, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan li dar xistin. Di çalakiyê de xizmên windayan wêneyên kesên winda rakirin û aqûbeta Ceylan Onkol ku di 28’ê îlona 2009’an de li gundê Xambaz ê navçeya Licê ya Amedê dema ku sewalên xwe çêrandibû bi guleya hewanê ya nqereqolê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû pirsîn.

BÊCEZA HIŞTIN

Destpêke Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ku faîl bên dîtin wê têkoşîna xwe ya ji bo windayan bidomînin. Piştî Zeytûn, alîkara wî Mîzgîn Sila Demîr çîroka Onkol û têkoşîna hiqûqê ya malbatê vegot û bi lêv kir ku ji bo Ceylana 12 salî edalet pêk nehatiye û mina hemû dosyayên bi heman rengî dosyaya Onkol jî bi bêcezahiştinê encam bûye.

çavkanî: MA

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.