موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

EDALET, BI TÊKOŞÎNÊ PÊK TÊ

168
image_pdf

EDALET, BI TÊKOŞÎNÊ PÊK TÊ

Sami ADALI

Di dîroka şoreşê ya cîhanê ya 150 salên dawî û di dîroka şeran de gelek wêne hatine kişandin û gelek ji wan jî di bala mirov de mane. Mînak, wêneyê keçika Vîetnamî ya bi navê Kim Phuc di bala gelek kesî de ye. Di sala 1972’an de dema ku artêşa Amerîkayê ya dagirker êrîşî Vîetnamê kir bombe li ser gundê wê barandin. Laşê wê tev de di nav birînan de mabû û bi awayekî tazî li kolanê baz dida. Berteka wê li hemberî her tiştî û herkesî bû. Wê fêm nedikir bê çima hinek kes ji cihekî gelekî dûr hatine û gundê wê dişewitînin.

Wêneyê keçika Efxanî ya bi navê Şerbet Gûla jî wiha bû. Di şerê Sowyetê û Efxanistanê de malbata xwe winda kiribû û li wargehên penaberan ên li Pakistanê dima. Di awirên wê de esaleta çanda resen, hêrs û tirsa ji şer û ji bo paşerojê jî nepeniyek hebû.

Wêneyên bajarên wêrankirî, wêneyên komkujiyan, wêneyên mirovên mirî, birîndar û hejar tev de di bala mirovan de ye.

Di têkoşîna rizgariyê ya gelê Kurd de û di têkoşîna şoreşger a gelên Tirkiyeyê de jî gelek wêne di bala mirovan de mane. Kî dikare wêneyên sê şitlan ji bîr bike; kî dikare awirên biryardariyê yên Mahir Çayan ji bîr bike. Wêneyên Şêx Seîd û hevalên wî, wêneyên serhildanên Dêrsim û Agiriyê jî nayên jibîrkirin. Mazlûm Doxan bi awirekî dijmin hejand; dema mirov li wêneyê Kemal Pîr dinêre mirov him fermandarekî him siyasetmedarekî him milîtanekî him jî rewşenbîrekî dibîne.

Wêneyên bi heybet, hêzê didin mirov. Lê gelek caran dijmin, dagirker, mêtînger û navendên olîgarşiyê wêneyên hovitiyê dikişînin û belav dikin ku tirsê di dilê gel de ava bikin û hêza wan a şoreşger û welatparêz bişkînin.

Yek ji van wêneyan jî yê Heci Loqman Bîrlîk e. Hecî Loqman Bîrlîk, di 3’yê cotmeha 2015’an de di şerê rûmetê de birîndar dikeve destê dagirkaran. 2 fîşek ji dûr ve lê dikevin û birîndar dibe. Lê dijmin ji nêz ve jî 28 fîşekan lê dixin. Leşkerên dagirker benekî li stûyê wî girê didin û wî bi paş erebeya zirxî girê didin û wî li kolanên Şirnexê digerînin.

Hecî Loqman Bîrlîk sînemager û lîstikvan bû. Hêcî siyasetmedar bû. Û her wiha di demên pêwîstiyê de têkoşer û şoreşger bû. Gelek wêneyên wî yên di van xebatan de hene. Di wan wêneyan de bi heybet e, dikene, bi hêz e, bi moral e. Em ê tu carî wan wêneyan ji bîr nekin.

Em ê wêneyên wî yên li paş erebeya zirxî jî ji bîr nekin. Armanca dijmin, têkbirina moralê gel ê têkoşîn û şoreşê ye. Lê şoreşgerên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji her wêneyên hovitiyê hêzê digirin. Em, di wêneyên wiha de laşê mirî nabînin; em di wan wêneyan de berxwedana heta dilopa xwîna xwe ya dawî dibînin. Em di wêneyên wiha de pêwîstiya şoreşê bêtir dibînin. Em di wêneyên wiha de dibînin ku mirov ji dijminê xwe doza edaletê nake; em dibînin ku incex bi têkbirina dijmin wê edalet pêk were.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.