موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ

111
image_pdf

Komîteya “Em ê Bimînin û Vegerin”: Dawî li dagirkeriyê bînin

Komîteya “Em ê Bimînin û Vegerin” a ji welatiyên bi darê zorê koçber bûne hatiye avakirin, bang kir ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bê xistina nava lîsteya terorîstan û dawî li dagirkeriya herêmê bê anîn.

Komîteya Em ê bimînin û vegerin a koçberên Serêkaniyê di salvegera duyemîn a dagirkirina Serêkaniyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh pêngaveke çalakiyan ragihand.

Çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê li qada kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê dest pê kir.

Endamê komîteyê Ciwan Îso di kongreyê de axivî û got: “Komîte armanc dike dagirkeriya li Serêkaniyê bi dawî bibe û vegereke ewle ya şêniyên dabîn bike. Her wiha fişarê li civata navneteweyî Rûsya û Amerîka jî di nav de bikin da ku erkên xwe bînin cih û komkujiyên li dijî şêniyên herêmê pêk tên bi dawî bikin.”

Piştî bidawîbûna axaftina Ciwan Îso Hevserokên Komîteya Em ê bimînin û vegerin Nûra Mihemed û Mehmûd Cemîl daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Du sal li ser dagirkirina Serêknaiyê derbas bû û dagirkeriya Tirk, çeteyên wê yên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ya girêdayî hêzên Îtîlafê, rêzesûcan li dijî şêniyên Serêkaniyê pêk tînin, da ku wan bidin koçberkirin û şêniyên ji herêmên din li şûn wan bicih bikin. Bi vê yekê dixwazin demografiya herêmê biguherînin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên ku li dijî nîştecihên li herêmên dagirkirî mane hate kirin û wiha hate domandin: “Yên ku li bajar mane di mercên zor û zehmet re derbas dibin. Li bajar û gundewarên wê rojane binpêkirin ji aliyê komên çete yên tundraw ve têne kirin ku siyasetên hovane, tirsandin, revandin, kuştin, êşkencekirin û ferzkirina baceyan dimeşînin. Ev hemû sûc bi awayekî plankirî bi desteka dewleta Tirk û hêzên îtîlafê tên kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku koçberên Serêkaniyê yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî sînor dimînin, rojane sûcên bi zanabûn ên hovane yên li dijî şêniyên Serêkaniyê yên mayî tên kirin dişopînin û bi hêvî ne ku piştî ev zulm û dagirkerî bi dawî bibe vegerin warên xwe.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên li Serêkaniyê tên kirin hat şermezarkirin û wiha hate destnîşankirin: “Ruxmî raporên navneteweyî ku van binpêkirinan piştrast dike û ruxmî ku hemû binpêkirin û karesat li ber çav û guhê civata navneteweyî tê kirin, lê xwe bêdeng dike. “

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê armanc dike xizmetê ji şêniyên Serêkaniyê û gundewarê wê re pêşkêş bike, vegereke ewle ji şêniyan re peyda bike, bi hemû rêbazan hewl dide dagirkeriyê tune bike, aştiyê û ewlehiyê li herêmê peyda bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, divê fişar li civata navneteweyî were kirin ku Amerîka û Rûsyayê jî di nav de da ku erkên xwe li hemberî komkujiyan û sûcên şer ên li herêmê tên kirin bînin cih.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk, xistina komên çeteyan û rayedarên dewleta Tirk ên leşkerî û siyasî yên ku êrişa li dijî Serêkaniyê plan kirine, nav lîsteya komên terorîst hat kirin. Her wiha hat bang hate kirin divê xebat ji bo vegera ewle ya şêniyan ji warên xwe re, werin kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de komîteyê bernameya xwe eşkere kir ku wê di rojên bê de destpê bike, da ku belgeyan berhev bike û peywendî bi rêxistinên herêmî û navneteweyî re ava bike ji bo vê dozê ragihînin qada navneteweyî.

çavkanî: ANF

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.