موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

DI 9’Ê COTMEHA 1999’AN DE ÇI QEWIMÎ

101
image_pdf

Di 9’ê cotmeha 1998’an de Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan, bi komployeke ku tê de DYA, Yekitiya Ewropayê, dewleta Tirk, hêzên paşverû yên li Kurdistanê û hêzên hevkar ên herêmê ji Sûriyeyê hate derxistin û diencamê de di 15’ê sibata 1999’an de li Kenyayê radestî dewleta Tirk hate kirin. Ev nivîsa li jêr, ji ajansa nûçeyan a Firatê hatiye wergirtin û agahiyên berfireh di derbarê komploya 9’ê cotmehê de tê de hene.

Yekemîn perdeya Komploya Navnetewî ya 129 rojî ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi rewandin û êsîrgirtina Rêberê Gelê Kurd ve bi encam bû di 9’ê Cotmehê de destpê kir. Abdullah Ocalan wê rojê çawa rizgar bû? Di pêvajoya ber bi 9’ê Cotmehê ve diçû de Sûriye, Misir, Îran, Îsraîl, Yewnanîstan, DYE û cêvîkên PDK-YNK rolekî çawa lîstin?

Di roja 30’ê Hezîrana 1998’an de li Tirkiyê bi serokwezîrtiya Mesût Yilmaz ê serokê ANAP’ê hukûmeteke koalîsyonî ya nû hate damezrandin. Yekemîn karê hukûmeta nû ya Tirkiyê ev bû ku li hemberî şerê ku li Kurdistanê berfireh dibe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikeve nava diyalogê. Ji bo vê yekê hema yekser peyamber ketin devrê. Piştî hatin û çûyîna peyamên di navber Enqere-Bruksel û Abdullah Ocalan ku wê demê li paytexta Sûriyê Şamê dima, şeva 29’ê Tebaxa 1998’an li MED TV’yê de bi tevlêbûna gelek rojnamevanan civînek çapemeniyê pêk hat.

Abdullah Ocalan ku bi rêya telefonê tevlê bernameyê bû agirbesta ku wê ji 1’ê Îlona 1998’an bikeve meriyetê îlan kir. Rêberê Gelê Kurd pênaseya agirbestê û dema wê wiha anî ziman: “Weke gavek ji bo vê yekê, ji bo bersivê bide hesreta aştiyê ya hêzên aştiyê yên cîhanê ya 1’ê Îlonê, bersivê bide biryara li Parlamenta Ewropayê û raya giştî ya xurt a li Tirkiyeyê, ji 1’ê Îlonê û pê ve ku dema dewamkirina wê nehatiye diyarkirin, dirêj an jî kurt girêdayî hêzên divê bersivê bidin me -ku weke şertekî em ferz jî nakin-; bi taybetî ji bo afirandina şert û mercên siyasî yên guncav ên ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo avêtina gava destpêkê ya ji me tê xwestin; ez ê nebêjim yekalî, yan jî weke yekalî bê fêhmkirin jî em destpêkirina agirbesteke wiha guncav dibînin.”

Piştî vê banga agirbestê ya Abdullah Ocalan ku piştî rojekê di medya cîhanê de deng veda, bal çû ser Enqereyê. Wê rojê erkanê dewleta Tirk hemû tevlî merasîma cenazeyê leşkerekî di şerê li Kurdistanê de mir, bû. Ev yek jî weke bersiva li Rêberê Gelê Kurd hate fêhmkirin. Ji xwe medya Tirk merasîma cenaze bi gotina ‘Pêşandana li dijî Apo’ weşand. Di wê merasîmê de dirûşmên “Mehmetçîk li vir e, Apo li ku ye?” bal dikişand. Piştî merasîmê Serokwezîr Mesût Yilmaz ev daxuyanî da: “Eger fêhm bikin ku şerê li dijî dewleta Tirk bêçaretî ye û ji bo teslîmbûnê gavekê diavêjin, ez ê vê erênî bibînim. Di heman demê de Alîkarê Serokwezîr Bulent Ecevît jî digot, “Ne pêkane ku em pirsgirêkên welatê xwe bi rêxistineke terorê ya cihêkar re binirxînin û hevdîtinan bikin.”

GERA YILMAZ YA ROJHILATA NAVÎN

Di hefteya destpêkê ya meha Îlonê de dest bi tûra Urdun, Îsraîl û Filistînê kir. Di rojeva wî dee rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Yilmaz 8’ê Îlonê di dema danûstandinên xwe de yên li Filîstînê bal kişand ser Sûriyeyê ku gera li Rojhilata Navîn rexne dikir û got, “Dijminatiya herî mezin hûn dikin.” Ji bo zexta li rêveberiya Şamê bê kirin êdî gav hatibû avêtin. Piştre wê eşkere bibûya ku di serdana Tel Avîvê de ya Yilmaz, di navbera Urdun, Îsraîl û Tirkiyeyê de hevkariyeke veşartî hatiye kirin. Ji bo peymanê, li gel Yilmaz her wiha şefê îstîxbaratê yê Urdunê general Semîh Batikî jî çûbû Tel Avîvê. Îstîxbarata Urdun û Îsraîlê ku li qada Rojhilata Navîn xurt in, wê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Sûriyeyê û hêzên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê agahî bidan Enqereyê, dewleta Tirk jî wê di berdêla vê de qada xwe ya hewayî ji firînên perwerdeyê yên her du welatan re vekiribûya.

DI NAVERASTA MEHA ÎLONÊ DU PÊŞKETINÊN KRÎTÎK

Li gorî Rêberê Gelê Kurd, hewldanên ji bo agirbestê û vekirina qenala diyalogê bi Fermandariya Giştî ya Tirk re, lîstikek bû. Lê belê tevî vê yekê jî nedixwest bibe aliyê ku agirbest xera kiriye. Di 14’ê Îlona 1998’an de ji Fermandariya Giştî ya Tirk noteke din ji eniya PKK’ê re çû. Di wê peyamê de wiha dihate gotin, “Heta rewşeke din me dawî li hevdîtinan anîne.” Bûyera ku rêveçûn guhert, çûyîna Fermandarê Hêzên Bejahî yên Tirk Atîlla Ateş a navçeya Reyhanli ya Hatayê bû ku 16’ê Îlona 1998’an çû wê herêmê. Ateş çû ser sînorê Sûriyeyê û bi vê gotinê gefeke eşkere li rêveberiya Sûriyeyê ya bi lîderiya Hafiz Esad xwar: “Sebra me êdî difûre. Bila sebra me nefûrînin.”

Pitşî rojekê di 17’ê Îlonê de li paytexta DYE Washîngtonê, bûyereke din a krîtîk wê biqewimiya. Ji bo lihevkirina PDK û YNK’ê ku bi salan şerê hev dikirin, hevdîtinên li Dûblîn û Enqereyê ku Tikriye û Îngilistan jî di nav de bûn, wê êdî bi malovaniya Washîngtonê bikatina kirin. Rêveberiya wê demê ya DYE’yê protokolek amade kir û Barzanî û Talabanî mohra xwe danîn binê wê û ragihandin ku wan li hev kirine.

Wezîra Karên Derve ya DYE’yê Madeleîne Albrîght a tevlî merasîma îmzeyan bû, destên Barzanî û Talabanî hildan hewayê. Yek ji xalên bingehîn ên di wê peymanê de li ser li hev kirin ew bû ku hêzên PKK’ê ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin. Bi van her du bûyeran re ev peyam didan Abdullah Ocalan û gerîlayên Kurd; “Hûn êdî nikarin li cihekî bimînin.” Bi vî rengî ji bo Komploya Navneteweyî ya ku wê 9’ê Cotmehê dest pê bikira, êdî şert û mercên hundirîn û derve hatibûn amadekirin.

BI CIVÎNA MGK’Ê RE DESTPÊKIRIN

30’ê Îlona 1998’an: Bi serokatiya Serokkomarê Tirk Suleyman Demîrel Desteya Ewlekariya Millî (MGK) kom bû. Civîn 6 saet û 10 deqîqeyan domiya û bi tenê rojeveke wê hebû; têkoşîna li dijî Ocalan û PKK’ê. Bi qasî ku di çapemeniyê de dihat diyarkirin, zextên bi rêya dîplomatîk ên li ser Sûriyeyê tu encam nestendibû û rêyên leşkerî hatibû nîqaşkirin. 1’ê Cotmeha 1998’an: Mirov dikare di axaftina destpêkê ya meclîsê de ya ku Demîrel kir biryara di MGK’ê de fêm bike. Demîrel bi eşkere gef li Şamê dixwar û wisa digot, “Ligel hemû hişyarî û gavên me yên aştiyê Sûriye dev ji helwesta xwe bernade û em careke din ji dinyayê re diyar dikin ku êdî sebra me dike biqede.”

ROLÊ KU MUBAREK ERÊKIRIBÛ

3’ê Cotmeha 1998’an: Di krîza Enqere û Şamê de êdî aktorekî kes ne li bendê, ket dewrê. Serokkomarê Misirê Husnu Mubarek ji bo nîqaşkirina aloziya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê çû Siûdî Erebistanê. Mubarek bi kral Fahd re civiya û got, “Divê em aloziyê bidin sekinandin û têxin bin kontrolê. Ji ber vê jî ez amade me li Enqere û Şamê hevdîtinan bikim.” 4’ê Cotmeha 1998’an: Mubarek piştre çû Şamê. Mubarek bi qasî du saetan bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Hafiz Esat re civiya û bêyî ku daxuyaniyê bide rojnamevanan ji Sûriyeyê derket. Wezîrê Karê Derve yê Misirê Amr Mûsa li Sûriyeyê ma û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêkê em hewl didin rêya diyalogê vebe.”

5’ê Cotmeha 1998’an: Mubarek ê ku dixwest di vê aloziyê de qasidiyê bike, çû Enqereyê. Mubarek hê daneketibû Enqereyê, Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz got, “Ji bo darizandinê em ji Sûriyeyê Abdullah Ocalan û terorîstên din dixwazin.” Ber bi êvarê ve Yilmaz, Alîkarê Serokwezîr Ecevît û Wezîrê Karê Derve Îsmaîl Cem ji bo nirxandina rewşê li hev civiyan. 6’ê Cotmeha 1998’an: Demîrel û Mubarek li hev civiyan. Demîrel dosyeyeke ‘Divê Sûriye çi bike’ da da Mubarek û got, “Heke bendewariyên me pêk neyên, çi hewce be em ê bikin. Hûn ji me baştir dizanin tişta ku divê were kirin çi ye.” Mubarek di heman rojê de ji televîzyona Misirê re axivî û got, “Ji bo ku Sûriye û Tirkiye pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û diyalogê bidin destpêkirin, me hin pêşniyaz ji wan re kir.” 7’ê Cotmeha 1998’an: Keştiyeke Emerîkayê ya ku fuzeyên Tomahawk lê hatibû barkirin, çû peravên Behra Spî. Di heman rojê de gelek balefirên şer û leşkerî daketin baregeha DYE’yê ya li Încîrlîkê. 8’ê Cotmeha 1998’an: Dora qasidiya di navbera Enqere û Şamê ya Îranê bû. Wezîrê Karê Derve Kemal Harrazî berê çû Şamê û berêvarî jî çû Enqereyê.

TETBÎQATA ‘NEPENÎ’ YA NATO YA LI SKENDERÛNÊ

Di wan deman de di navbera Enqere û Şamê de ev tişt pêk dihat, li Behra Spî jî tiştekî balkêş çêbû. Di 3’ê Cotmeha 1998’an de 11 welatên NATO’yê ligel ku beşa wê ya Tirkiyeyê di nav planan de tunebû tatbîkata bi navê ‘Dynamîc Mîx 98’ nêzî sînorê Sûriyeyê li Îskenderûnê dabû destpêkirin. 2500 leşkerên Hêzên Behrê û Piyadeyên Behrê ya 2’emîn a DYE’yê li Îskenderûnê hatibû bicihkirin. Li gorî gelek çavdêran li dijî Sûriyeyê wê şerek bihata destpêkirin û NATO jî di nav vî şerî de bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tevger fêm kir û di 9’ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derket.

YEK HEFTE AGAHÎ JI RÊBERÊ GELÊ KURD NEHATE STENDIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya hewayî ji Şamê derket û bi qasî hefteyekê tu agahî jê nehate stendin. Ocalan di 15’ê Cotmehê de bi telefonî tevlî MED TV bû. Abdullah Ocalan di destpêka axaftina xwe de gotibû ku, “Beriya her tiştî ji bo gelê me, hemû welatên Misilman û mirovayetiye pêşverû, di şexsê me de li ser gelên Rojhilata Navîn komplo hatibû ferzkirin. Ev komplo a niha nîvî ma û bi ser neket.” Abdullah Ocalan wê piştre diyar bikira ku çima ne rojeke din lê di 9’ê Cotmehê de MED TV hate reşkirin û wê bal bikişanda ser vî tiştî ku ev parçeyekî plana giştî ye û armanca wê çi ye. Rêberê Gelê Kurd bi komploya 9’ê Cotmehê re têkilî bi komploya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ku piştî di sala 1986’an de dema ku Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hatibû kuştin re datanî û ev tespît dikir, “Vê cînayeta ku bi qestî hatibû kirin û piştre jî reşkirina hemû Kurdan, karê Gladyoyê bû. Mesela gotin ‘Ferman ji Apo hatiye’ Min gelekî dixwest bizanibim ferman ji ku hatiye. Wekî ku van rojan wê demê jî rojnameya Hurriyetê ev manşet dabû ‘Em ê sibê vê fermanê eşkere bikin’ lê nehate eşkerekirin. Heke bihata eşkerekirin wê maske biketa û rûyê navxweyî yê komployê bihata fêmkirin. Ez ê ji temaşevanên hêja, gel, rojnameger û ronakbîran bixwazin ku bila bi baldarî bûyera Palme bidin ber hev. Heman komplo a niha li ser me jî tê kirin. Tasfiyekirina Palme bi rastî jî girîng e û hê jî nehatiye zelalkirin, bi qestî nayê zelalkirin.”

Wê piştî salan derketa holê ku cînayeta li ser Palme ya ku Rêberê Gelê Kurd xwestibû bila were zelalkirin û tu têkiliya PKK’ê bi hev re tune. Di Hezîrana 2020’an de Serdozgeriya Swêdê wê bi fermî diyar bikira ku bersûcê kujer ê Palme Stîg Engstrom e yê ku di sala 2000’an de miriye û wê ji pirsa ‘Tu eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re tune?” re bigota “Sazkirina têkiliyeke wisa tiştekî beredayî ye.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de tiştên di 9’ê Cotmehê de pêk hatiye û kitekitên lîstika hatiye pûçkirin wê wisa diyar bikira: “Roja ku MED TV hate reşkirin em jî li asîmanan bûn. Ji bo destpêkirina vî şerî balefirên menzîldirêj, amadekariyên di keştiyan, fuzeyên di keştiyên li Behra Spî hemû ji bo min bû. Divê bihata tespîtkirin ez di kîjan saetê de li ku me. Niha em bala xwe bidinê, dibêjin ‘Apo’ û jê pê ve tu gotin ji devê wan dernakeve. Rojnameyan di manşetan de gotine, ‘Ya Apo ya şer’. Ev rast bû. Hemû tişt hatibû li min asê bûbû. Wê şer were destpêkirin lê ev mêr li ku ye? Sûriyeyî şaş bûne, dibêjin ‘Em jî nizanin li ku ne’ ji wan re dibêjin ‘Na, divê tu biçî bibînî’ Sûriye dibêje ‘Hinekî wextê bide me’, dibêjin ‘Na, em tu wextê nadin’. Wext qediya. Êdî kêr giha hestî. Biryara şer jî teqez e lê gelekî girîng e ku ez li ku me.

Di 9’ê Cotmehê de wê bomberdûman were kirin. Ji bo ku pêk were jî cih û saet hewce ye. Ka bala xwe bidin telaşa wê rojê. Mesût Yilmaz got, ‘Qediya, ev hişyariya dawîn bû’. Biryara şer heye, her kes bi vê dizane. Li meclîsê jî bi yekdengî biryar û raye stendin. Lê bi tesadufî ji bo diyarkirina cih û saeta ku em ê lê bin, li gorî min di sê rojên dawîn de karek hebû divê bikirina. Ev tişt hewceyî zelalkirinê ye. Bi rastî jî me ji hin dostên xwe re gotibû ku, di wê saetê de em ê li ku bin. Lê ez ê nikaribim bibêjim ez gumanan dibim ser wan lê em ê lê bikolin, di wê saetê de divê sozek bianiyana cih. Ew soz jî neanîn cih û gotin, ‘Di filan saetê de divê tu wisa tevbigerî ku divê encama wê wisa be’. Min ev tişt qebûl nekir. Min got, ‘Hûn çima dibêjin bila di vê saetê de bila ev tişt pêk were? Di vir de bêhna komployê heye’ û min qebûl nekir.

Vê rewşê rê li ber nîqaşeke mezin a du saetan vekir. Ji sedî sed bendewariyeke wisa tunebû. Ev tişt jî Îna par pêk tê. Di nîqaşeke wisa de em şaş man. Me got ‘Nexwe hûn lîstikekê dilîzin’. Hûn çima saeteke wisa bi israr li ser me ferz dikin? Bi ser de tişta berevajî wê ferz dikin. Him saet him jî ya berevajî wê. Ev ji bo me teqez komployek e. Di nav vê nîqaşê de ya ku me digot em qebûl nakin, me jî cihê xwe, wexta li gorî cih ne li gorî ku ew fêm dikin û li bendê bûn, bi awayekî din pêk anî. Ev şansek bû, tesadufek bû yan jî tercîhek bû.

Wê saeta ku ew ê bi fuzeyan lê bidana wekî wan derneket û cih jî ne ew cih bû ku ew li bendê bin. Wan du cih hilbijartibûn, dema ku ev her du cih nebûn cihên ku em ê biçinê, plana wan nemeşiya. Ez dikarim bi eşkere vî tiştî bibêjim, heke ew saet li gorî ya wan bûye, wê li Rojhilata Navîn şerekî nû yê herêmî bihata destpêkirin. Wekî pirtûka Glancy a ‘Çalakiyên rê li ber şer vedikin’ cihê ku em lê bûn –Wan digot qey Sûriye ye- wê ew der bomberdûman bikirina. Ji bo bomberdûmankirina hedefên ekonomîk, wan di rojnameyan de gelek krokî xêz kiribûn. Dibêjim qey wê li gorî van krokiyan hemû hedefên ekonomîk ên Sûriyeyê û Seraya Serokwezîriyê bihata bomberdûmankirin. Operasyoneke nîvco, wan şûrê xwe hildane, wê nexwezin ku şûrê xwe deynin.”

‘BULTENA SOR’ YA 9’Ê COTMEHÊ AMADE KIRIN

Hêzên ku di 9’ê Cotmehê de komplo amade kiribûn, hesabê derketina ji Sûriyeyê jî kiribûn û ji bo Rêberê Gelê Kurd bi koda ‘lezgîn’ di Bultena Sor a Înterpolê de biryara girtinê dabûn. Ji roja destpêkirina komployê bi qasî 10 roj şûnde di 19’ê Cotmeha 1998’an de Abdullah Ocalan bi rêya telefonê tevlî MED TV bûbû û digot, “Çima di 9’ê Cotmehê de bultena sor hate derxistin? Çima ne rojeke din lê îro? Ji bo komploya navneteweyî ev îspateke gelekî mezin e. Li her derê belav kirine, ‘Heke ev kes têkeve kîjan welatî, wî zeft bikin’ Agahiyek lê zêde kirine, ‘Dibe ku di derketina Sûriyeyê de jî dibe’ Di van wextan de hin îstîkametên me hene. Heke biçe van deran wê were bomberdûmankirin heke biçe wê derê ew der qadên Înterpolê ne. Bûyera ku ez jê re dibêjim ji sedî 99 rêya derketina ji nav wê tune, ev e.

Ji Behra Spî heta sînorên Sûriyeyê fuze hatine bicihkirin. Deh hezar leşker li Zaxo bi cih kirine. Xayînên PDK’ê li Garê dest bi êrîşê kirine. Tevdîreke wisa kirine, ev hemû belge ne. Di qada navneteweyî de bulteneke sor derxistine, qaşo em biçin kîjan welatî wê li wê derê me bigirin. Baş e, em ê herin ku dera dinyayê? Ji bo rizgarbûna ji wan divê mirov biçe fezayê yan jî heyvê. Tarzeke wisa ya giran a komployê heye, mirov nikare jê rizgar bibe.”

5 SAETÊN LI ATÎNAYÊ Û ROLÊ BADAVÛS…

Li gel sedemên giştî yên bandor li ser biryara çûyîna li Atînayê, çûyîna li Ewropayê kir, anî ziman ku di vê biryara wî de sozên Wezîrê Ragihandinê yê berê yê Yewnanistanê û Parlamenterê PASOK’ê Kostas Badûvas bi bandor bû. Wiha dewam dikir: “6’ê Cotmeha 1998’an li Şamê di hevdîtina bi şahidiya Ayfer Kaya de, Badûvas bi bîr xist ku 109 parlamenterên Parlamenta Yewnanistanê min vexwendine ku bêm Yewnanistanê, hikumeta Yewnan piştgiriyê dide hatina min a Atînayê, ew ê jî vegere welêt û dest bi amadekariyan bike û soz da ku li Balafirgeha Atînayê wê min pêşwazî bike.

Li ser vê bingehê 9’ê Cotmeha 1998’an ji Balafirgeha Şamê bi balafireke Sûriyeyê me berê xwe dan Atînayê. Dema ku balafirê xwe li Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê danî, Badûvas ê ku bi xwe ez vexwend û diyar kir ku wî her tişt amade kiriye û soza pêşwazîkirinê dabû min, li holê xuya nedikir. Em li benda Badûvas ûn, lê Savvas Kalenterîdîs û rayedarê payebilind ê îstîxbaratê Stavrakakîs derketin pêşiya me. 9’ê Cotmehê dema ku em li balafirgehê disekinînin, Ayfer Kaya ya li gel min gelek caran telefonî Badûvas kir ji bo bê. Badûvas got, ‘Tiştekî ji destê min bê nîne, ez li Serokwezaretiyê hevdîtinê dikim’ û nedihat…

Piştre eşkere bû ku di derketina ji Sûriyeyê û ketina xefika Yewnanistanê de di şexsê Badûvas de rola Îngilistanê hebû. Vexwendina Badûvas ku yekî ji aliyê Îngiliz ve hatiye perwerdekirin, gava destpêkê ya komploya DYE, Îngilîstan-Sîmîtîs bû. Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve biçûma wê şopandin û kontrola NATO û DYE’yê dewam bikira.

Bi tirs û gefeke mezin ji min re hate gotin ku divê heman rojê heta saet pêncan derkevim, naxwe wê zor li min bê kirin. Helwesteke bi vî rengî hate nîşandan. Rewşeke welê bû ku ez qet ne li bendê bûm û jê re ne amade bûm. Çar, pênc saetan em li beşa transît a balafirgehê hatin sekinandin. Nûnerê me yê Rûsyayê Mahîr Welat (Nûman Ûçar) vexwendî nameya hatibû amadekirin bi faksê şand û Stavrakakîs diyar kir ku ew hinekan li Sefaretxaneya Bilind a Rûs nas dike û bi karê vîzeyê re eleqedar bû. Bi bayê bezê Wezareta Karên Derve ya Yewnan balafireke taybet amade kir û heman rojê (9’ê Cotmehê) ez birin Moskowayê.”

129 ROJ PIŞTÎ DESTPÊKIRINA ‘AGIRÊ’ 9’Ê COTMEHÊ…

Yên ji bo manê Rêberê Gelê Kurd wexwandibûn Yewnanîstanê tenê 5 saetan karîne maldariya wî bikin. Rawestgeha nû Rûsya bû. Piştî 33 rojên dijwar ên li Rusyayê balafira ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah têde bû roja 12’ê Mijdara 1999’an li Romayê danî. Komploya ku 66 roj domkir, gelê Kurd wê li rawestgeha Romayê li dora Rêberê xwe Abdullah Ocalan kom biba. 17’ê Çileya 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Romayê derket û piştî ku di navber Moskova-Mîsk- Atînayê hat û çû, 4’ê Sibatê wî birin paytexta Kenya Nayrobî ya ku rawestgeha herî girîng a komployê bû.

Ewê li paytexta vî welatê Efrîqayê ku navê dojehê lê kiribû bi tena xwe li berxwe bidaba û heya kêliya dawî wê hewl bidaba rêyekî derketinê bibîne. Roja 15’ê Sibata 1999’an rayedarên Yewnan û Kenyayî wê zextên xwe zêdetir bikira, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji avahiya sefaretxaneyê derxistiban û bibirana balafirgehê, piştre jî wî radestê yekîneya taybet a dewleta Tirk ku li wê derê li bendê bûn bikirana. 129 roj agirê ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkir û 15’ê Sibata 1999’an bidawî bû ne tenê di serpêhatiya jiyan û têkoşîna Abdullah Ocalan, belku di dîroka gelê Kurd de yek ji rûpelên girîng e, yan jî wê bi şeklê “Komploya Navnetewî” ji dîrokê re bihata nivîsandin û bi vî reng bigihîşta encamê.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.