DOZA KOMKUJIYA GEVERÊ
ÇAR CIWAN QETIL KIRIN, LÊ HÎN LI DERVE YE
Di 8’ê cotmeha 2016’an de polîsên faşîst ên olîgarşiya Tirkiyeyê li Gevera Colemergê ji erebeya zirxî gule li derdorê barandibûn. Di vê gulebarane de zarokê bi navêe Serhat Bûldan (15) û sê hemwelatiyên bi navê Rahmî Sahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen hatibûn qetilkirin û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn.
EV PÊNC SAL IN KU MALBAT LI BENDE EDALETÊ NE
Piştî vê komkujiyê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Amadê doz hatibû vekirin û di 11’ê cotmeha 2018’an de dadgehê di derbarê polîsê faşîst ê bi navê Î.M de 11 sal û mehek û 10 roj cezayê girtîgehê birîbû. Lê polîs di dema darizandinê de û piştî ku ceza xwar jî di girtîgehê de nema. Malbatên 4 hemwelatiyan serî li dagehên din dan, lê tu encam jê derneket. Niha jî doz gihaye dadgeha bilind.
XWÎNA ÇAR CIWANAN 11 SAL E
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê ji berê de ji ewlekariyê pê ve her tiştî dikin. Heta niha bi dehhezaran endamên wan ji ber bazirganiya tiryakê, bazirganiya çekan, bazirganiya amûrên qaçax, destdirêjî, dizî, gendelî û hwd hatine darizandin.
Ji bilî van sûcên “zagonî” jî rasterast sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Ew, hêzên rasterast ên dagirkerî û mêtîngeriyê ne. Li ser navê olîgarşiyê, sermayedariyê û desthilatdariyê êrîşî civakê û erdnîgariyê dikin.
Heta niha bi sedan komkujiyên bi vî awayî gihane asta dadgehê. Lê gelek kêm ji wan bi cezayên hindik bi encam bûne. Gelek ji wan jî bi spîderxistina hêzên faşîst bi encam bûne.
Di vê mînakê de jî tenê tetîkkêş hate darizandin û di encamê de li hemberî qetilkirina zarok û ciwanan tenê 11 sal ceza lê hate birîn.
SULEYMAN SOYLÛ DÎSA DEREW KIR
Piştî ev bûyer qewimî, wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylû qaşo çûbû taziyeya malbatê û ji wan re gotibû ku polîsê ku ev kar kiriye endamê FETO’yê ye û teqez wê were cezakirin. Lê li gorî darizandinê derket holê ku polîs, polîsê dewletê, desthilatdariyê, olîgarşiyê û Suleyman Soylû bi xwe ye.
EDALET BI TÊKOŞÎNÊ Û TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ PÊK TÊ
Heta ku dagirkerî hebe edaleta giştî pêk nayê. Heta ku şoreş pêk neyê wê komkujî hebin.