موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

BÎRANÎNA KOMKUJIYA ENQEREYÊ

132
image_pdf

KOMKUJIYA 10’Ê COTMEHÊ

Sami ADALI

Di 10’ê Mijdara 2015’an de li cem garaja trênê ya Enqereyê wê li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’yê û tezkereya şer a li dijî Rojava, bi bangewaziya HDP, EMEP, ESP, DİSK, KESK, TMMOB, TTB û bi dehan partî, sazî, komele û rêxistinên çepgir,sosyalîst, demokratîk û şoreşger Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hatiba lidarxistin.

Bi dehhezaran kes saet di 10:00’ê de ber bi qada mitîngê ve li dû pankart û alên xwe dest bi meşê kir. Di 10:04’an de di nava aştîxwazan de du kesên xwekuj bombe teqandin û di encamê de herdu çete û 107 hemwelatî jiyana xwe ji dest dan. Ji 500’î zêdetir kes birîndar bûn. Ji van birîndaran nêzî 200 kesî seqet man.

LIGEL RAPORA ISTIXBARATÊ JÎ ÇETEYÊN XWEKUJ XWE GIHANDIN ÇALAKIYÊ

Navê yek ji çeteyan Yunus Emre Alagoz bû. Ev çete, biraye çeteyê bi navê Abdurrahman Alagoz ê ku xwe li Sirûcê di nava ciwanên ku piştgiriya Rojava dikirin û helwesta hikûmetê şermazar dikirin de teqand û 33 ciwanên şoreşger qetil kir bû. Di binê şopandin û venêrîna emniyeta Tirk de bû. Di rûniştinên doza komkujiya Enqereyê de derket holêku Istixbarata emniyeta Tirk, di 8’ê mehê de navê vî çeteyî û sê çeteyên din ji yekîneyên emniyetê yên li dijî “terorê” re dişînin û ev nivîs di sibeha 10’ê mehê de digihêje destê kesên pêwendîdar. Lê ev çete ligel ku ewqasî xetere ye û di binê şopandinê de ye jî li nîvê paytexta Tirkan Enqereyê teqemeniyan li xwe dipêçe û xwe di nava mitîngeke ku gelekî xuya ye ku di binê xetereyê de ye de diteqîne.

POLÎSAN ÊRÎŞ BIRIN SER BIRÎNDARAN Û KESÊN KU DIXWAZIN ALÎKARIYA BIRÎNDARAN BIKIN

Çete xwe bi navbera sê saniyan de diteqînin. Û ji bilî şehîdan, 500 kesên birîndar li bende alîkariyê ne. Lê polîsên faşîst bi bombeyên gazê û ava şid, êrîş birin ser birîndaran û kesên ku dixwestin alîkariya wan bikin. Dîmenên vê yekê dide xuyakirin ku bê kî alîkariya kujeran kiriye.

JI DESTHILATDARIYA AKP’YÊ GOTINÊN SOSRET

Ligel ku raporên istixbaratê hebûn jî desthilatdariya AKP’yê piştî bûyerê bi saetan jî navê hemû rêxistinên şoreşger, ligel navê rêxistinên terorîst weke “bersûc” radigihandin. Ragihandina ku kurtêlên desthilatdariyê dixwarin jî bi heman awayî nûçe çêdikirin. Heta wezîrê AKP’yê Veysel Eroglû got: “Ev çalakî ji bo ku HDP mexdûr were nîşandan hatiye kirin”. Dema ku wezîr ev gotin digotin, hêj xwîna 107 kesên aştîxwaz li meydanê zuha nebûbû.

ERDOXANÊ KU DIGOT “400 WEKÎLÎ BIDIN MIN Û BILA EV MESELE BI XWEŞIYÊ SAFÎ BIBE” KUJER E

Di 7’ê hezîrana 2015’an de hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê çêbûn. Ligel hemû derfet3en dewletê û komkujiyên weke Sirûcê û ligel hemû êrîşên li hemberî HDP’yê jî AKP nikarîbû 400 parlementerî derxe. Heta partiya wî negiha 276 parlementerî heta ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Li hemberî vê rewşê ji dêvla ku êdî dev ji projeyên xwe yên faşîst û dagirker berde, AKP dest bi êrîşa li hemberî civakê kir. Pêvajoya aştiyê bi awayekî yekalî hate xerakirin û ji bo ku HDP û beşên ku ji desthilatdariyê ne razî ne lawaz bibin, kokujiyên wek Enqereyê jî tê de êrîşên hovane pêk hatin. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP’yê û erdoxan bixwe plansaziya van êrîşan kirin û xistin meriyetê.

WEKE HER SAL ÎSAL JÎ BÎRANÎNA KOMKUJIYÊ HATE QEDEXEKIRIN

Her sal kesên demokrat, aştîxwaz û malbatên şehîd û birîndaran dixwazin li cihê bûyerê bîranîna şehîdên xwe bikin û dengê xwe li hemberî paşverûtî, faşîzm û komkujiyê bilind bikin. Lê polîsên dewletê wan asteng dikin. Îsal jî hemwelatî û malbatên ku xwestin li cihê bûyerê û li bajarên din kom bibin, hatin astengkirin.bi tena serê xwe ev yek jî dide xuyakirin ku kujer kî ye.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.