موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

DEWLETA TIRK A FAŞÎST GAZÊN KIMYEWÎ BI KAR TÎNE: 548 KES SERÎ LI NEXWEŞXANEYAN DAN

253
image_pdf

DEWLETA TIRK A FAŞÎST GAZÊN KIMYEWÎ BI KAR TÎNE: 548 KES SERÎ LI NEXWEŞXANEYAN DAN

Sami ADALI

Dewleta Tirk a faşîst û olîgarşiya wê ya ku li ber hilweşandinê ye, bi hemû hêza xwe êrîşî sosyalîst, çepgir, şoreşger, kedkar û Kurdan dike. Li Kurdistana dagirkirî ev sed sal in qirkirin heye û li dijî vê qirkirinê jî şoreşgerên PKK’yê ev 45 sal in têdikoşin.

Artêşa Tirk a dagirker di nava van 45 salan de ligel sûcên qirkirina çandî û dagirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer kirine. Bi dehan caran hatiye belgekirin ku leşkerên faşîst, li dijî şoreşgerên PKK’yê gazên kîmyewî bi kar anîne.

Herî dawî ji 23’ê nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker, li dijî herêmên Avaşîn, Zap, Garê û Metînayê hewldaneke dagirkirinê daye destpêkirin. Li dijî vê hewldanê jî gerîlayên PKK’yê li ber xwe didin. Rayedarên artêşê û hikûmetê gelek caran gotine ku “em ê navê PKK’yê di vê dîrokê de ji holê rakin”, lê heya niha bi saya têkoşînê, ev xeyala wan di xeyalan de maye.

Artêşa faşîst a dagirker ji 23’ê mehê û vir ve li dijî qadên ku di binê kontrola gerîlayên PKK’yê de ne gazên kîmyewî bi kar tînin. HPG, di derbarê vê yekê de gelek daxuyanî dane û belge bi raya giştî re par ve kirine. Lê li dijî vî sûcê mirovahiyê û sûcê şer, heta niha bertekeke pêwîst derneketiye holê.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG IN

Li ser rûpêlan wiha tê nîşandan ku saziyên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hwd ji bo pêkanîna aştiyê û edaletê hatine damezrandin. Lê herkes dizane ku ev sazî, ji bo parastina pergala sermayedariyê hene.

Ji lewre jî heta niha tu deng ji van saziyan derneketiye. Ne behsa dagirkirina Kurdistanê dikin ne behsa dagirkirina erdnîgariya Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ne behsa dagirkirina bajarên Rojava dikin ne jî li dijî sûcên mirovahiyê bertekeke biçûk nîşan didin.

HEVKARÊN HERÊMÎ JÎ DI NAVA VÎ SÛCÎ DE NE

Dewleta Iraqê, ji bilî çend bertekên lawawz ên ji bo daristanên Başûrê Kurdistanê heta niha li dijî dagirkeriyê û sûcên mirovahiyê dengê xwe dernexistiye û gavek neavêtiye. Heta bi hevpeymana li ser herêma Şingalê, rasterast bûye şirîkê sûcên dewleta Tirk.

Li herêmê hevkarê herî mezin û gemar ê dewleta dagirker, PDK ye. PDK’ya ku xwedî dîrokeke gemar e, di nava salên têkoşîna PKK’yê de jî bi dehan caran bi artêşa Tirk re tev li operasyonên li dijî gerîlayan bûye. Di vê hewldana dagirkeriyê ya dawî de jî hewl dide qadên gerîla dorpêç bike û çend carî jî kemînan diavêje pêşiya gerîlayan û bûye sedema şehdate wan.

LI KANÎMASIYÊ 548 KES JI BER GAZÊN KIMYEWÎ BI JEHRÎ KETIN

Li gorî agahiyên ku ji ajansa Mezopotamyayê hatine wergirtin, di nava meha dawî de li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliyên “sorbûna çav, şêlûbûna roniya çav, êşa serî, xwîna poz, zehmetiya di bêhnê de û sorbûna laş” serî li newxweşxaneyan dane. Pispor diyar dikin ku ev gilî, ji ber madeyên kîmyewî ne.

PDK NEXWEŞAN DIBE CIHÊN VEŞARTÎ Û GEFAN LI WAN DIXWE

Nexweşên ku bi van giliyan têne nexweşxaneyan, ji aliyê çekdarên PDK’yê ve ji bo Baregeha Leşkerî ya Bamernê têne veguhestin. Ji nexweşan re dibêjin: “Li vir vîrûsa koronayê belav bûye. Em ê we bibin Bamernê. Tîmên pispor ên nexweşiyê ji Tirkiyeyê hatine. Em ê we pêş wan bikin”. Bi vî awayî hewl didin ku kesên ku ji gazên kîmyewî bi bandor bûne ji raya giştî û ragihandinê veşêrîn.

Kesên ku gumana wan ji madeyên kîmyewî hebin jî ji hêla çekdarên PDK’yê ve têne “hişyarkirin” û gefan li wan dixwun ku di derbarê bikaranîna gazên kÎmyewî de agahiyê nedin tu kesî û deverî.

DEWLETA FAŞÎST DIKE PDK JÎ VEDIŞÊRE

Bi vî awayî PDK rûpeleke din a reş li dîroka xwe zêde kir. Ligel ewqas gemarê jî hin kes hene dibêjin “PDK jî welatparêz e, lê hêza wê tune ye li dijî Tirkan derkeve”. Hêzek dikare tirsonek be, dikare lawaz be, lê divê li hemberî dagirkeriyê û hovitiyê xwedî helwest be.

Heger nikaribe vê bike jî, dikare têkoşînê û têkoşeran asteng neke.

Heger nikaribe vê bike jî, dikare berê çekên xwe nede şoreşgeran û wan qetil neke.

Heger vê jî nikaribe bike, dikare sûcên li dijî hemwelatiyên xwe asteng bike.

Lê PDK yekê jî ji vana nake. PDK, hewl dide dagirkeriyê rewa bike; PDK, şoreşgeran qetil dike, têkoşînê asteng dike, tevliheviyê li hemû Kurdistanê derdixe û bi ser de hewl dide gemara ku faşîzm li dû xwe dihêle paqij bike.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.