موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

ŞOPÊN MIROVÊN “RASTÎN” ÊN LI AMERÎKAYÊ

137
image_pdf

ŞOPÊN MIROVÊN “RASTÎN” ÊN LI AMERÎKAYÊ

Şaristaniya “nûjen” a Ewropayê, dema behsa parzemîna Amerîkayê dikin, dibêjin ku “kaşifên Ewropî, ev parzemîn keşif kirine”. Ango wiha nîşan didin ku ew, navenda cîhanê ne û beriya ku ew tiştekî bibînin, ew tişt tune ye. Ji sedsala 15’emîn û vir ve (çûna Chirstopher Colombûsê Îtalî ya vê parzemînê, di sala 1492’an de ye) vê nêzîkahiyê dimeşînin.

Dagirkerên Ewropî, dema behsa çermsorên niştecih dikin jî, wan weke “hov, paşdemayî” rave dikin. Ligel ku piştî lêkolînan, derket hole ku Maya, Aztek û Înka û şaristaniyên din ên niştecih, xwediyê şaristaniyeke pêşketî ne jî di film, rêzefilm û belgefilmên “çermspî”yan de gelên kevnar ên vê herêmê hêj jî “hov, paşdemayî û dûrî şaristaniyê ne”.

Siyaseta Amerîkayê û ya hemû dagirker, qirker û talankerên srmayedariyê wiha ye: cara pêşîn êrîş dikin û qir dikin; piştî ku hêviya vejînê di wî gelî de nemîne vê carê pesnê wan didin, dîroka wan “derdixin hole” û carna jî “lêborîna xwe” dixwazin.

Niştecihên Amerîkayê, xwedî şaristaniyeke xurt bûn, lê ne xwedî çekên giran bûn; hewcedariya çekdarbûna bi vî rengî nedîtibûn. Lewra di ware fîzîkî de têk çûnû niha nirxên wan ên çandî ji hêla dagirkeran ve bûne male bazareke nû.

Heta niha, li gorî lêkolînên ku hatibûn kirin, dihat zanîn ku li vê parzemînê, jiyana microvan 12 an jî 13 hezar sal berê dest pê kiriye. Lê keşfeke nû nîşan dide ku beriya 23 hezar salî jî jiyana mirovan li se vê xakê hebû. Em ê nûçeya ANF’yê rasterast bi we re par ve bikin:

“Lêkolîneran li New Mexicoyê şopa lingê mirovan ê fosîl lêkolîn kirin û gotin, herî kêm beriya 23 hezar salî mirov li Bakurê Emerîkayê hebûn.

Şopa lingê mirovên beriya dîrokê dibe ku yek ji delîlên herî xurt be ku nîşan dide, mirov ji texmînan zûdetir xwe gihandine Emerîkayê.

Emerîka Başûr û Bakur parzemînên herî dawî bûn ku mirovan xwe gihandin. Lê belê baş nayê zanîn ku mirovan tam kengî xwe gihandine van parzemînan.

Li gorî nêrîna giştî, mirovan bi rêya Beringiayê ku pireke bejahî ya navbera herdu parzemînan e, ji Asyayê ber bi Emerîka Bakur ve di 13 hezar û 16 hezar salî de dawiya Serdema Qeşayê xwe gihandin. Lê belê hin lêkolînên vê dema dawiyê hatin kirin nîşan didin ku mirov dibe ku hîn zûdetir xwe gihandibin Emerîka Bakur.

Lêkolîneran li New Mexicoyê şopa lingê mirovan ê fosîl lêkolîn kirin û gotin, herî kêm beriya 23 hezar salî mirov li Bakurê Emerîkayê hebûn.

Ji Zanîngeha Bournemouthê profesor Matthew Bennett ku pisporê şopên antîk e û pirtûkek xwe heye, tevî hempîşeyên xwe dîroka 61 şopên antîk tespît kirin. Lêkolîneran tespît kirin, ku şopên li qada Tularosa ya li parka Neteweyî ya White Sandsê ji dema beriya 21 hezar an jî 23 hezar salî ne.

Şopên ku hatin dîtin bi giranî yên ciwan û zarokan bû û hate ragihandin ku li New Mexicoyê di asta herî bilind a Serdema Qeşayê de bûn”.

Qaşo “hunermendên” Holywoodê bila şopên lingên xwe li ser betonê çêkin, dîrok û erd zane bê kî zarokên wan in û wê şopa lingên kê li ser wan bi hezaran salan bimîne.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.