موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

XALÎDE CERAR A FILISTÎNÎ HATE BERDAN

131
image_pdf

XALÎDE CERAR A FILISTÎNÎ HATE BERDAN

Yek ji pêşengên têkoşîna Eniya Rizgariya Gel a Filistînê Xalîde Cerar (Khalida Jarrar) îro (26/09/2021) ji zindanên Îsraîlî hate berdan.

Cerar, berê jî di sala 2015’an de 15 mehan di girtîgehên Îsraîlî de mabû. Her wiha di tîrmeha 2017’an û sibatê 2019’an de hatibû girtin. Herî dawî ji 31’ê cotmeha 2019’an û vir ve girtî bû.

Xalîde Cerar, parêzer, parastvana mafê mirovan û çalakvaneke siyasî ye. Di sala 2006’an de ji lîsteya ERGF’yê weke endama Konseya Zagonsaz a Filistînê hate hilbijartin. Ji wê çaxê de dozên li Filistînê dişopandin û binpêkirinên mafên mirovan ên ji hêla dewleta Îsraîlî ve dihatin kirin, dikirin dosye û ew dişandin dadgeh û platformên navneteweyî.

Xalîde Cerar, dema ku di zindanê de bû, keçika wê Sûha(31) bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Rayedarên Îsraîlî wê demê destûr nedabûn ku Xalîde Cerar tev li merasîma cenazeyê ya keçika xwe bibe. Ev helwesta dewleta Îsraîlî, wê demê rastî nerazîbûn û bertekên tund hatibû.

Xalîde Cerar, bi fikrên xwe yên li dijî danûstandinên bi dewleta Îsraîlî re tê naskirin û li dijî pêvajoya “qaşo aştiyê” ya di navbera Filistîn û Îsraîlê ye. Cerar dibêje ku “divê tu rayedarên Filistînî bi Îsraîlê re nekeve nava diyalogê, ji ber ku diyalogeke bi vî rengî wê alîkariya rewabûna vê dewletê bike ku li ser qirkirin û paqijkirina etnîkî ava bûye”.

Li gorî zagonên Îsraîlî, piraniya wan Filistînî, 400 rêxistin û avanî, derzagonî ne. Îsraîl, bi tawana ku endamên yek ji van rêxistin û avaniyan in, her sal bi deh-hezaran kesî digire û dixe zindanan.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.