موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

XWENDEKARÊN KU DI DIN ÇAVAN DE RASTÎ ÊŞKENCEYÊ HATIN, ÎRO HATIN BERDAN

72
image_pdf

41 XWENDEKARÊN KU DI DIN ÇAVAN DE RASTÎ ÊŞKENCEYÊ HATIN, ÎRO HATIN BERDAN
Hin ji xwendekarên ku mafên wan ên xwendinê û stargehê ji hêla desthilatdariya faşîst û bazirgan a AKP’yê ve dihatin binpêkirin, li parka Hasan Aga ya Bûcaya Îzmîrê radiketin. Xwendekarên ku ji ber ku cihên wan ên raketinê tune bûn li kolan û parkan radiketin, ev du hefte ne ku ji bo dengê wan bêtir were bihîstin û pirsgirêka wan çareser bibe, li gelek bajaran dest bi çalakiyeke berfireh kiribû.
Yek ji cihên “raketin û çalakiyê” jî parka Hasan Aga bû. Doh êvarî polîsên dewleta faşîst êrîş bir ser van xwendekaran û 41 xwendekar binçav kirin. Xwendekarên ku rojekê li Midûriyeta Polîsan a bajarê Îzmîrê hatin girtin, îro hatin berdan.
Hate hînbûn ku xwendekar, di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û polîsan destê xwendekarê bi navê Mehmet Kasar şkandiye. Parêzerên ku ji bo rewşa Mehmet Kasar bipirsin çûbûn pêşiya nexweşxaneyê jî li wir ji hêla polîsan ve hatin derbkirin.
Li bajarên din jî xwendekar û kesên ku destekê didin wan, rastî êrîşan tên. Lê dîsa jî xwendekar bi biryar in ku heta ku mafê xwe bi dest bixin çalakiyên xwe berdewam bikin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.