موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Parêzerên “Doza Kobanê” banga beşdariya dozê kirin

84
image_pdf

Parêzerên “Doza Kobanê” banga beşdariya dozê kirin

Parêzerên Doza Kobanê beriya runiştina dozê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku di şexsê siyasetmedarên HDP’yî û Kurd de “hiqûq û demokrasî” hedef tê girtin û ji bo piştevaniyê her kesî vexwendin ku di 20’ê îlonê de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê be.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Mafê Mirovan û Hiqê Berpirsiyar e û parêzerên dozê têkildarî rûniştina Doza Kobanê ya ku wê di 20’ê îlonê de li Kampûsa Girtîgeha Enqereyê were lidarxistin, li otelek Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek parêzer beşdarî civînê bûn.

‘DOZA XWEDÎDERKETINA HIQÛQ Û DEMOKRASIYÊ YE’   

Ewilî Cîgirên Hevserokên Giştî Umît Dede axivî û got ew ji bo “Doza Komployê” yanî doza Kobanê civiyane û dixwazin raya giştî agahdar bikin. Dede destnîşan kir ku ev “doza komployî” siyasetmedarên HDP’yî û Kurd dike armanc û got: “Ev doz êrişek li dijî serweriya hiqûq û demokrasiyê ye. Xwedî derketina li vê dozê tenê ne xwedîderketina siyasetmedarên Kurd û HDP’yî ne, wê bibe xwedî derketina serweriya hiqûqê û demokrasiya Tirkiyê. Em hemû aliyên demokratîk, rêxistinên hiqûqê, serokên baroyan û parêzeran vedixwînin Girtîgeha Sîncanê ku doz wê lê were dîtin.”

Parêzerên dozê jî bal kişandin ser naveroka îdianameya siyasetmedar jê tên darizandin û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dabû. Parêzeran xwest ku demildest bila ev doz were betalkirin û hiqûq bi ser bikeve û tevahiya miwekîlên wan werin berdan. Parêzeran jî banga xwedîderketina dozê li her aliyî kirin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.