موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

LEŞKERÊ KU JI ARTÊŞA TIRK REVIYAYE Û RASTIYA BÛYERÊ

131
image_pdf

LEŞKERÊ KU JI ARTÊŞA TIRK REVIYAYE Û RASTIYA BÛYERÊ

ANF

Beriya niha bi hefteyekê li herêma Zapê di dema şer de leşkerekî xwest bireve lê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin. Navê wî Sezaî Gungor e û Kurdekî ji Wanê ye. Ji sala 2015’an ve leşkerekî ji bo pereyan şer dikir. Kurtasiya bûyerê: Têkçûn û hovîtî.

23’ê Nîsanê artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê tevgereke dagirkeriyê da destpêkirin. Ji destpêka vê tevgerê ve artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gelek windahî dan. Ne teknîka artêşa Tirk ne jî hêzên wê yên bejahî nekarîn li hemberî gerîlayan tu encamê bi dest bixin. Hem li herêma Metînayê, hem jî li herêmên Avaşîn û Zap’ê gelek leşkerên artêşa Tirk li beramberî benda berxwedanê ya gerîla têk çûn. Ji ber vê sedemê artêşa Tirk çend rojan carê bi neçarî leşkerên xwe yên li van herêman guhert. Heman demê gelek hêzên paramilîter û gelek çete jî beşdarî vê tevgera dagirkeriyê kir. Lê dîsa jî ne hêza wan, ne jî derûniya wan têrê kir ku bikaribin li hemberî gerîla bisekinin ango şer bikin.

BI RÊYA MEDYA ŞERÊ TAYBET XWE WEKE SERKETÎ NÎŞAN DIDE

Ji destpêka vê tevgerê heya niha artêşa Tirk li hemberî hêzên gerîla gelek windahî dane. Lê belê kuştî û birîndarên xwe heya niha jî ji raya giştî re parvenekirine. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj li hemberî gerîlayan windahiyan didin, lê belê agahiya raya giştî yek ji van windahiyan jî nîne. Hikûmeta Tirkiyeyê bi rêya medyaya şerê taybet wekî ku di vî şerî de serketî ne xwe nîşan didin. Lê belê li van herêman her roj bûyerên ku têkçûna hêzên artêşa Tirk îspat dide eşkere dibin. Ji bo têkçûna wan eşkere nebe jî artêşa Tirk di bûyera dawî ya sosret de leşkerê xwe bi xwe qetil kir.

LEŞKER JI ALIYÊ YEKÎNEYA XWE VE JI PIŞTÊ VE HATE QETILKIRIN

Wekî ku di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de jî derbas dibe, 10 Îlonê li herêma Zapê leşkerekî ku derûniya wî bi giştî têk çûye, yekîneya xwe diterikîne û dixwaze xwe radestî hêzên gerîla bike. Lê ew ji aliyê vê yekîneya dagirkeran ve hat kuştin. Dema ku hêzên gerîla dixwazin vî leşkerî radest bigirin, di navbera yekîneya vî leşkerî û hêzên gerîla de şer diqewime. Rexmî ku gerîla ji bo xilaskirina vî leşkerî gelekî hewil da û şerekî mezin jî meşand, di encamê de leşker ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin.

GELO WÊ MEDYAYA ŞERÊ TAYBET VÊ CARÊ ÇAWA ÎNKAR BIKE?

Medyaya şerê taybet û rayedarên dewleta Tirk her tim kuştî û birîndarên xwe ji raya giştî vedişêrin. Ne behsa wan dikin, ne jî navê wan dibêjin. Li gorî daneyên ku gerîla bi dest xistiye; navê vî leşkerê Sezaî Gungor e. Piştî van belgeyan gelo wê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk vê bûyerê çawa înkar bike an jî binixumîne?

MIXABIN SEZAÎ GUNGOR KURDEKÎ JI WANÊ YE

Dewleta Tirk ji bo ku derbên dixwe eşkere nebe kuştî û birîndarên xwe ji raya giştî vedişêre. Di vê bûyera radestbûna leşkerekî jî xwe ker û lal kir. Lê belê amûr û belgeyên ku gerîlayan ji ser vî leşkerî bi dest xistine, rastiye radixe ber çavan. Li gor belgeyên ku gerîla bi dest xistiye; Sezaî Gungor 29’ê Adara 1993’an de li navçeya Wanê Payîzava (Gurpinar) ji dayîk bûye. Navê dê Nurten, navê bav Siddik e û bi hejmara 15383923150 li hemwelatiyê Tirkiyê qeyd kiriye. Lê bi salên dirêj e, malbata Sezaî Gungor bi salên dirêj e, li navçeya Karasu ya Sakaryayê rûdinin. Ji van belgeyan fêm dibe ku; mixabin Sezaî Gungor Kurdekî ji Wanê ye.

SEZAÎ GUNGOR JI SALA 2015’AN VE LEŞKEREKÎ BI PERE YE

Nasnameya Sezaî Gungor a leşkerî aşkere dike ku 2015’ê weke leşkerekî bi pere ketiye nav artêşa Tirk a dagirker û bi rayeya çawuştiyê di nav fermandariya hêzên bejahî yên artêşa Tirk de cih girtiye. Bi hejmara 2015-5496 di nav artêşa Tirk a dagirker de hatiye qeydkirin.

KURD JI DIJMINÊ XWE RE BIBE LEŞKER JÎ WÊ JI ALIYÊ DIJMIN VE NEYÊ EFÛKIRIN

Rastiya Sezaî Gungor jî nîşan dide ku, Kurdek çiqasî bibe hevkar û leşkerê dewleta Tirk jî ew tu carî nayê qebulkirin. Rojeke tenê jî li gor fermana wan tevnegere jê re mafê jiyanê nayê hiştin. Hemû Kurdên ku hewl didin bi rêka hevkariyê û bûyîna bendeyê dewleta Tirk dixwazin xwe bikin hebûn, neçarî heman çarenûsê ne. Kuştina Sezaî Gungor a ji aliyê dewleta ku jê re leşkerî dikir, serencama hemû Kurdên hevkar jî bi awayekî aşkere radixe berçavan.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.