موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

BÎRANÎNA MÛSA ANTER Û HEVDÎTINA WÎ YA BI HUSEYÎN CEWAHÎR RE

208
image_pdf

BÎRANÎNA MÛSA ANTER Û HEVDÎTINA WÎ YA BI HUSEYÎN CEWAHÎR RE

Sami ADALI

Şêxmûs Elmas, bi navê xwe yê ku zêde tê zanîn Apê Mûsa, di sala 1920’î de li gundê Zivingê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê hate dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de bavê wî jiyana xwe ji dest da. Diya wî Fesla (ku ew jî ji yek malbatên navdar ên Omeriyan, ji Mala Sarê bû), piştî wefata bavê wî, muxtariya gund kir. Apê Mûsa, di malbateke wiha xurt de hate cîhanê û heta dawiya jiyana xwe jî nûnertiya vê xeta xurt kir.

Mûsa Anter, xwendina xwe ya seretayî li Mêrdînê qedand. Paşê berê xwe da bajarê Edeneyê û heta lîseyê li wir xwend. Bi jêhatîbûna xwe kete zanîngeha Stenbolê û li wir Beşa Hiqûqê xwend. Lê mercên siyasî yên welat û rewşa gelê Kurd a ku tê de ji bo kesayeteke weke Apê Mûsa ne guncan bû ku weke parêzerekî jirêzê jiyana xwe bidomîne.

Di nîqaşeke bi ciwanên şoreşger re de ciwanek dibêje: “Mamoste, me ji sifirê (0) dest pê kir û me doza Kurdî anî vê astê”. Li hemberî vê “rexneyê” Apê Mûsa bi şêwazê xwe bersivê dide û dibêje: “Ma kî ji binê sifirê anî heta asta sifirê?!”.

Ev gotin, weke kurtasiya jiyana wî ye. Apê Mûsa hemû jiyana xwe ji bo ev gelê ku dijminan dixwest wî di nava pelên dîrokê de winda bike ji nû ve rake ser piyan derbas kir; hebûna gel û hestên neteweyî ji binê sifirê gihand sifirê û piştî ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê şoreşa vejînê dest pê kir, ji bo ku asta hişmendiya neteweyî û têkoşîna azadiyê gelekî bi ser sifirê bikeve xebat meşandin.

Gelek kes şahid e ku Mûsa Anter digot: “Hema ez mirar nebim!”. Ango mirina ji rêzê, dişiband weke mirarbûna sewalan. Apê Mûsa jiyana xwe di oxira têkoşîna gelê xwe de derbas kir û dixwest mirina wî jî di vê oxirê de be.

Daxwaza wî bi cih hat! Di 20’ê Îlona 1992’yan de, li taxa Seyrantepeya Amedê di encama komployekê de ji hêla kontrayên dewleta Tirk ve hate kuştin û cihê xwe di nava şehîdan de girt.

Huseyîn Cevahîrê ku lawê malbeteke cotkar a Kurd-Elewî ye, yek ji pêşengên THKP-C’yê (Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) ye. Di 1’ê pûşpera 1971’ê ew û hevalê wî Mahîr dikevin dorpêçê û di nava dorpêçê de dibe yek ji mînakên bi heybet ê berxwedanê û şehîd dibe.

Huseyîn Cevahîr di vê heyamê de, di berfenbara 1970’î de, di civîneke ku li Enqere/Kucukesatê hate lidarxistin de bû yej ji 11 endamên Komîteya Giştî ya Bihurbar(demkî). Di pêvajoya din de dema Komîteya Giştî ji “bihurbariyê” derket û teqez bû jî Huseyîn Cevahîr bû endamê vê avaniya ku berpirsyariya THKP-C’yê radikir. Di parvekirina xebatan a Komîteya Giştî de Huseyîn Cevahîr berpirsyariya Kurdistanê wergirt.

Lê Cevahîr li ku derê pêdiviyên Partiyê hebûya li wê derê bû. Tevî Sînan Kazim Ozdogrû, Hûdaî Arikan û Sebahattîn Kûrt gelek caran diçû herêma Behrareş. Pêşengên THKP-C’yê ne pêşengên li ser maseya xwe bûn! Ji ber vê jî di rêxistinkirina şerê çekdarî de rasterast cih digirtin. Di çalakiyên destpêkê yên li Enqereyê de Cevahîr jî hebû.

Huseyîn Cevahîr di Sibata 1971’ê de tevî komeke ku Ûlaş jî di nava wan de bû tê Stenbolê û amadekariyên li vî bajarî bi rêxistin dike.

Cevahîr di 17’ê gulana 1971’ê de di çalakiya revandina Ephrahîm Elrom (Sersefîrê Israîlê yê Stenbolê) de bi Ûlaş Bardakçi û Mahîr Çayan re bû.

Ev herdu kesayetên şoreşger li bajarê Enqereyê, li zindanê hev dibînin. Huseyîn Cewahîr û 12 hevalên xwe yên Dev-Genç’ê (Ciwanên Şoreşger) di zindanê de ne; Mûsa Anter jî ji ber nivîseke xwe di zindanê de ye. Apê Mûsa di bîranînên xwe de dibêje: “Me li hewşa zindanê hev dît. Huseyîn Cevahîr ez dîtim û xwe avêt stûyê min. Me hev maçî kir. Paşê me firavîn û şîv bi hev re dixwarin… Di wan deman de li zanîngeha ODTÜ’yê panêleke ku pêşengiya wê Denîz Gezmîş dikir wê hatiba lidarxistin. Ji me hatibû pirsîn ku, di panelê de divê pirsgirêka Kurdan çawa were destgirtin. Ez û Huseyîn, me bi hev re nivîsek amade kir. Ew nivîs, di panelê de bi çepikan hate pêşwazîkirin û hate pejirandin”. (Bîranînên Min – Mûsa Anter, rûpela 208’an)

Bîranîna herdu şehîdan wê riya me ronî bike.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.