موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

LI AMEDÊ POLÎSA BI NAVÊ EMÎNE E. BI MADEYÊN HIŞBIR HATE GIRTIN

96
image_pdf

LI AMEDÊ POLÎSA BI NAVÊ EMÎNE E. BI MADEYÊN HIŞBIR HATE GIRTIN

 

Li Amedê di lêgerîna rê de polîsa bi navê Emîne E. bi 4 kîlo û 600 gr madeyên hişbir re hate girtin. Tevî Emîne E.’yê, du kesên din ên binavê Serdar K. û Mazlûm Y. jî hatin girtin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, doh saet 23:00’ê şevê de du erebeyên ku ji navçeya Licê derketin, nêzîkî Karazê hatin sekinandin. Di erebeya ku polîsa bi navê Emîne E. diajot de 4 kîlo û 600 gr esrar û di erebeya din de jî 70 hezar lîreyên Tirk hatin girtin.

Ev ne bûyera pêşîn e ku li Bakurê Kurdistanê hêzên dewleta Tirk a dagirker tev li bûyerên bazirganiya madeyên hişbir dibin. Ji van bûyeran gelek ji wan ji hêla hêzên dewletê ve têne parastin. Lê kêm ji wan weke vê bûyerê derdikevin holê. Lê gelê herêmê baş dizanin ku ev kar û hemû karên din ên qirêj ên li herêmê ji hêla hêzên dewletê û hevkarên wan ve têne kirin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.