موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

DU KOLBER, BI BOMBEBARANA BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK HATIN QETILKIRIN

42
image_pdf

DU KOLBER, BI BOMBEBARANA BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK HATIN QETILKIRIN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên artêşa Tirk a faşîst, li ser sînorê Ûrmiye û Wanê bombe li kolberan barandin. Li gorî agahiyan, piştî bombebaranê 2 kolber hatin qetilkirin û 2 ji wan jî birîndar bûn. Tevî herdu kolberên birîndar, 8 kolber jî hatin girtin.

Çavkaniyan herêmî ragihand ku balafiran koma kolberan li gundê Kuranî ya dikeve ser herêma Soma’ya Biradostê ya li parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bombebaran kirine.

Piştî ku di 17’ê gulana 1639’an de di navbera dewletên Safewî û Osmaniyan de hevpeymana Qesra Şêrîn hate imzekirin û erdnîgariya dîrokî ya Kurdistanê di nava du dewletan de, bêyî vîna gelên herêmê bû du perçe, danûstandinên wê civakê yên li ser sînorê nû yê “çêkirî”, qedexe bû.

Lê gelê herêmê ligel hemû zordarî û êrîşan jî gelên herêmê heta roja me ya îro jî dev ji danûstandinên xwe bernedane.

Di tîrmeha 1943’an de 33 kolberên Kurd, li bajarê Wanê bi fermana fermandarê artêşa sêyemîn a dewleta Tirk a faşîst Mustafa Muglali re hatin girtin û hatin gulebarankirin. Helbestvanê nemir Ahmet Arif, di helbesta xwe ya 33 Gulle de wiha dibêje:

“Kes nikare egîdiyê inkar bike

Di şerê tekatek de têk neçûn

Bi hezaran salan, zarokên vê derê

Wer em xeberê ji ku bidin

Ev, ne refê qulingan e

Ne kelûya stêrkan e

Sih û sê dilên bi fîşek

Sih û sê çemên xwînê

Naherikin,

Bûne gol li van çiyayan…”

Di 28’ê Berfanbara 2011’ê de jî li gundê Roboskiyê, di encama bombebarana balafirên şer de 34 kolber hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên di dest de di 4 salên dawî de li ser sînorên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de zêdetirî 300 kolber hatin qetilkirin û ji 400’î zêdetir kolber jî birîndar bûn.

Li gorî dahûrandinên siyasî dewleta Tirk û dewleta Îranê dixwazin li ser sînorên xwe herêmeke bi qasî 20 km’yî bê gund û bê mirov bihêlin. Ji bo vê jî kolberan bi hovane qetil dikin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.