موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Stratejiya Şoreşê ya THKP’yê

366
image_pdf

PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ

DAXUYANIYA BI HEJMARA 1’EMÎN

RIYA ŞOREŞÊ

Stratejiya Şoreşê ya THKP’yê

TIRKIYEYA KU DI BINÊ NÎRÊ EMPERYALÎZMA AMERÎKAN DE YE

Tirkiye ji dewlemendiya binerdî heta bazirganiya derve, ji aboriyê heta polîtîkayê, ji çandê heta hunerê di binê venêrîna emperyalîzma Amerîkan de ye.

Ji bo welatekî mêtîngeh an jî nîv-mêtîngeh, wateya emperyalîzma Amerîkan, talankirina dewlemendiyan e; xizanî û birçîbûna gel e û perçiqandina rûmeta neteweyî ya di binê potînên Amerîkan de ye.

Li welatê me di encama polîtîkaya pêkutiyê ya li dijî gelê kedkar a ku rêveberiya olîgarşiya AP (Partiya Dadweriyê) dimeşîne de qeyrana aborî, civakî û polîtîk gelekî kûr bû; diravên me bênirx bûn; xizaniya gelê kedkar giha asteke bilind û mercên jiyanê zehmet bûn. Kadroyên Demîrel ên olîgarşiyê, li hemberî nerazîbûn û tevgerên gelê me nikarîbûn pergala heyî bi zagonên fermî biparêzin û di encamê de ji hêla beşa leşkerî ya olîgarşiyê ve bi darbeya 12’ê Adarê hatin xistin. Hikûmeta Erîm a ku difikirîn ku wê berjewendiyên yekdestên herêmî û biyanî çêtir biparêze, hate peywirdarkirin.

Siyasetmedarên pergalê rewşê weke “aloziya hikûmetê” bi nav dikin, lê ya rast ew e ku hewldana partiyên pergalê yên demokrasiya temsîlî di hêsankirina mêtîngeriya emperyalîzma Amerîkan û çînên serdest ên herêmî de qels mane. Valahiya ku kêmasiya partiyên pergalê ya di parastina pergalê de ava kiribû, ji hêla baskê leşkerî yê olîgarşiyê ve hate dagirtin. Li pişta hikûmeta îro, ev baskê olîgarşiyê heye.

Ev rewş jî derbasdar e. Çerxên mêtîngeriya emperyalîst ên ku dizîvirin wê xizaniya gelê kedkar û zehmetiya mercên jiyanê zêdetir bikin. Wê olîgarşî, sedema nerazîbûna gel bi kêmasiya hikûmeta Erîm ve girê bide û vê carê jî wê ew were xistin û li dewsa wê jî kadroyên nû bînin ser rêveberiyê.

Wê çerx bizîvirin û cûnta jî lipey hev werin. Wê hinek ji wan weke “Ataturkparêz û laîk” û hinek ji wan jî weke “reformparêz” werin nîşandan; wê rewşenbîrên welatparêz bi hêviyeke nû her carê xwe bi yên nû ve girê bidin, paşê wê fêm bikin ku hatine xapandin û wê li bendî bin ku pêngaveke “pêşverû” pêk were.

Di welatên ku ji hêla emperyalîzmê ve hatine dagirkirin de ev çerx her tim wiha dizîvire. Heta ku welatê me jî parçe bibe wê ev çerx wiha bizîvire.

RIZGARIYA GELÊ ME

Di vê rewşê de hewl didin ku tevgerên herî biçûk ên rizgariya neteweyî û demokratîk biperçiqînin; kesên ku rizgariya neteweyî diparêzin di kolanên sereke de li pêşiya çavên gel bi awayekî xayinane têne şehîdkirin û di êşkencexaneyan de rastî êşkenceyên hovane tên. Di rewşeke wiha de mirov nikare behsa dewleta zagonî û demokrasiyê bike. Heger hinek li welatê me behsa dadweriyê, dewleta zagonî, destûra bingehîn, mafên hemwelatiyê heta mafên mirovan bike, nêta kesên wiha ne xerab be, ew kes safikî ne.

Li hemberî desthilatdarî û tundiya dij-şoreşê ya emperyalîzmê, ji rakirina çekan pê ve çareserî tune ye. Partiya me, riya rizgariyê di şerê çekdarî yê gel de dibîne. Şêwazê îroyîn ê şerê me, şerê gerîla ye.

Partiya me wiha difikire ku di encama hewldana hemû welatparêzan û bi şerê gel ê demdirêj, zehmet û bixwîn de dijmin dikare were têkbirin û di vê merhaleya şerê gel de şerê gerîla yê bajar ji xwe re dike bingeh.

Mercên şênber û yên sûbjektîf ên îroyîn pêwîst dikin ku şerê gerîla li bajaran were meşandin. em di merhaleya yekemîn a şerê rizgariya gel de ne.

Wê şerê gerîla yê li bajaran:

1- Nîşanî girseyên gel bide ku rêveberiya xayinan çiqasî vala û xerabe ye.

2- Wê nîşanî girseyên gel ên ku weke volkanekê li bendî teqînê ne bide ku, rêxistinek heye ku dikare ji cihê ku lê dixe deng derxe heye, rêxistinek heye ku cezayê dide zordestan û dikare dîktatoryaya xwe ya şoreşger ava bike.

3- Wê partiya me ji hin serboriyan derbas bike û di riya avakirina rêxistina şerker a gel de qewîn bike.

Rêxistina şer, ji qadên şer derdikevin.

Bi kurtasî di vê dema ku em jê derbas dibin de pêwîst e ku di serî de çîna me ya karkeran hestên nerazîbûn û serhildanê yên ku di nava hemû girseyên gel de hene werin xurtkirin; pêwîst e ku ev girse, ji bo têkoşîna çekdarî werin beralîkirin û avaniya rêxistinî ya partiya me were xurtkirin.

Di merhaleya duyemîn a şer de şerê gerîla belavî hemû welat dibe û li gel gerîlayên bajar, gerîlayên çolterê jî dest pê dike.

Di merhaleyên sêyemîn û çaremîn de hêzên gerîla vediguherin artêşa birêkûpêk.

Mirov nikare ji niha de behsa dema van merhaleyan bike. Em nikarin van bûyeran texmîn bikin. Peywira me ya niha ew e ku pêwîst e em di vê riyê de bi awayekî bipergal û bêrawestan şer bikin.

Di serî de çîna me ya karkeran, riya rizgariya hemû çînên gel, ji şerê gerîla derbas dibe.

Pêwîst e ku em li ser vê xeta stratejîk a ku ji hêla oportunîst û revîzyonîstan ve gelekî hatiye tevlihevkirin, hinekî bisekinin. Şerê bîrdoziyê yê proleteryayê di eniyên bîrdozî, aborî û polîtîk de bi hev re rû dide. Li hemberî bîrdozî û jirêderketinên bûjûwaziyê şerê şoreşger ê proleteryayê, şerê bîrdoziyê ye. Têkoşîna rojane ya ku bi armanca sererastkirina mercên jiyan û xabatê yên çînên karker û kedkar jî, têkoşîna aboriyê ye. Têkoşîna ku rasterast armanca wê rêveberiya çînên paşverû ye jî, şerê polîtîk e.

Têkoşîna polîtîk ji propogandaya polîtîk a ku bi riya weşanên şoreşger têne kirin heta xwepêşandanên girseyî yên polîtîk, ji grevên polîtîk heta şerê gerîla bi şêwazên cûrbecûr pêk tê.

Şêwazê herî bilind û bibandor ê têkoşîna polîtîk, şerê gerîla ye.

Partiya şoreşger, di van hersê eniyan de , derfetên her eniyê bi awayekî herî sûdwer dixe nava tevgerê. Partiya me li hemberî emperyalîzmê, çînên serdest ên herêmî û dûvikên wan ên di eniya çepgir de di sê eniyan de hewl dide şerê xwe bimeşîne.

Pratîka şoreşger a cîhanê nîşan dide ku heger yek ji sê eniyên têkoşîna çînayetiyê were paşguhkirin an jî girîng neyê dîtin, di eniya çepgir de jirêderketin rû didin.

Partiya me li dijî tevger û komên rastgir û pasîfîst ên ku têkoşîna çînayetiyê bi derxistina kovarekê û rêxistinkirina tevgerên zagonî sînordar dikin têdikoşe; bi heman awayî li dijî tevger û komên fokoperest ên “çapgir” ên ku têkoşîna çînayetiyê tenê weke şerê gerîla dibînin jî derdikeve. Ev herdu jirêderketin jî rizgariya gelê kedkar bi paş ve dixin û asteng dikin.

Pasîfîstên li welatê me dibêjin ku em hêj di merhaleya werarê de ne û ji ber vê yekê jî mercên şênber ên şerê çekdarî tune ne. Gotinên wiha ji bingeha xwe de seqet in û şaş in. Armanca van dahûrandinan, veşartina bîrdozî ya teslîmiyetê ye. Li welatên ku emperyalîzm lê serdest e, merhaleyên werar û şoreşê bi xetên stûr ji hev cuda nabin; ev herdu merhale ketine nava hev. Her wiha ddagirkeriya emperyalîzmê tê wateya bikarîna zor, tundî û çekan a eniya dijber. Ev jî dide xuyakirin ku mercên şênber ên şerê çekdarî hene.

Di vê demê de partiya me ya ku têkoşîna desthilatê dike, ne di wê hêz û astê de ye ku desthilatê bi dest bixe. Incex di merhaleya şerê artêşên bipergal de mirov dikare li seranserî welat behsa bidestxistina rêveberiyê bike. Û em teqez nabêjin ku em di vê merhaleyê de ne. Em tenê dibêjin ku ji bo ku şerê şoreşger ê gelê me bigihêje vê astê, pêwîst e ku şerê gerîla were pêşxistin û em bi vê armancê têdikoşin.

Di vê demê de şerê rizgariya gel, weke şerê gerÎlayên bajar tê meşandin. Partiya me, vî şêwazê têkoşînê bi hin rêzikan ve girê daye. Di şerê gerîlayên bajar de armanc hêzên emperyalîst, bûrjûwaziya yekdest û kûçiên wan e. Partiya me hemû tevgerên ku berê xwe didin van armancan dest dike û çalakiyên serserî yên ku berê xwe nadin van armancan jî bi tundî şermezar dike.

Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, ji partîzanên ku şer dikin pêk tê. Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê hêmana yekitiya pêşengiya polîtîk û leşkerî ji xwe re dike bingeh. Şerê gerîla yê ku bi pêşengiya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê ji merhaleyên demdirêj û navberkar derbas dibe, wê artêşa rastîn a gel biafirîne.

Riya şoreşa Tirkiyeyê, riya partiya me ye. Riya partiya me, riya rizgariya gelê me ye.

HETA RIZGARIYÊ ŞER!

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA

PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ

THKP

GULANA 1971’Ê

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.