موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Mahir Çayan: Şoreşa Bênavber I-II-III

109
image_pdf

Ev xebata ku ji zimanê Tirkî hatiye wergerandin, ji bo bîranîna gerîlayên THKP-C/MLSPB’yê, ÇARAN; Firat ÇAPLIK, Mûhammet TÎRÎL, Firat YILDIRIM û Ûmût OZSEPET ên ku ji bo rizgariya çîna karkeran û gelên bindest ên Tirkiye û Kurdistanê di 16’ê Îlona 2019’an de li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd ketine, hatiye amadekirin.

  • MAHIR ÇAYAN: ŞOREŞA BÊNAVBER I-II-III

Emperyalîzm û rêveberiya zordest a olîgarşîk, incex bi şerekî gel ê çekdarî dikare were hilweşandin. Piştî şerê 2’yemîn ê parvekirinê, emperyalîzma DYA’yê, li welatên ku paş de hatine hiştin, diyardeya mêtîngeriya nû xist meriyetê. Bi vê diyardeyê re welatê me, Tirkiye jî bi riya kûçikên Amerîkanperest ên “herêmî û neteweyî”, gav bi gav kete binê venêrîna emperyalîzma Amerîkayê. Bi darbeya 12’ê Îlonê re jî, diyardeya mêtîngeriya nû, ji nû ve li ser bingeha polîtîkayên nû yên lîberal, hate kûrkirin.

Welatê me -bi vegotina têgehên Marksîst- di nava “qeyraneke neteweyî” ya giştî de ye ku “êdî kesên ku bi rê ve dibin, nikarin weke berê bi rê ve bibin; kesên ku têne birêvebirin jî êdî naxwazin weke berê werin birêvebirin”. Nivîsên Mahir Çayan û xeta THKP-C’yê, di binê ronahiya van rastiyan de, careke din rastiya xwe çespand. Peywira me ew e ku, em qeyrana neteweyî ya sermayedariya Tirkiyeya mêtîngeha nû, li ser bingeha ramana volantirîst a THKP-C’yê, bi pratîkeke dewlemend û zindî, kûrtir bikin.

Li hemberî her cûre jirêderketinên rastgir û çepgir ên ku rizgariya gelê me bi derengî dixin û asteng dikin, tiştê ku bihêle em ji riya xwe dernekevin, ramana THKP-C’yê ye. Şoreşa Bênavber I-II-III, ew nivîsên teorîk in ku nêrînên polîtîk û stratejîk ên THKP-C’yê bi awayekî bipergal û bi giştî derdixin holê. Nivîs, ji hêla Mahir Çayan ve hatine nivîsîn. Wekî hemû gelan, mafê gelê Kurd jî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bike. Ev yek, nayê nîqaşikirin. Riya rizgariya ji nexweşiya nijadperestiyê, li ser bingeha hêmanên Lenînîst, ji parastina Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe Ya Neteweyan derbas dibe. Wergera ramana THKP-C’yê, ji bo rizgariya bi hev re ya gelên Tirkiye û Kurdistanê, destekeke biçûk e. Em ji bo keda wî ya di şoreşa yekbûyî de, spasiya hevalê Aram Alî dikin.

Wergera ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn

19/02/2022

PDF INDIR || ONLINE OKU

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.