موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

MAHIR ÇAYAN: BÊHNA TÛJ A REVÎZYONÎZMÊ (I)

97
image_pdf

MAHIR ÇAYAN

BÊHNA TÛJ A REVÎZYONÎZMÊ (I) *

Weke ku tê zanîn Tirkiye, welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal e. Li welatekî wiha, têkoşîna şoreşgerî, ji bo serxwebûn û demokrasiyê tê meşandin. Ango pêwîst e ku armanca têkoşînê îro ew be ku Tirkiyek were avakirin ku tê de emperyalîzm û dûvik û hevalbendên wê hatibin paqijkirin; demokrasiyeke wê ya neteweyî hebe û bi giştî serbixwe be. Têkoşîna avakirina Tirkiyeya serbixwe ya ku demokrasiya wê ya neteweyî hebe, ne tenê têkoşîna şoreşgerên proleter e, her wiha têkoşîna hevpar a hemû welatparêzên Tirkiyeyê ye.

Ji ber ku di nava vê nivîsê de pirsgirêkên di derbarê pêvajoya avakirina dewleta proleteryayê hene, ev ne tenê pêşniyareke ji bo Tirkiyeyê ye. Kesên ku hinekî agahiyên wan ên di derbarê zanistên civakî de hebin, dikare vê yekê bi awayekî aşkere bibîne. Armanca vê nivîsê ew e ku di teoriya şoreşê ya Marksîst û lewra jî di zanista Marksîst de xerakirinên di derbarê avakirina dewleta proleteryayê de derxe holê.

Her wiha pêwîst e ku ev rastî bi awayekî taybet were diyarkirin; “Dibe ku mirov tev li pergaleke ramanê bibe yan jî nebe; ev hilbijartin bi giştî di destê mirov de ye û karekî ramanî ye ku mirov dikare bi awayekî azad bike. Lê em bipejirînin an nepejirînin jî heger em bixwazin di nava ‘binamûsbûna zanistî’ de bimînin, pêwîst e ku bêyî xerakirinên wan, em zagon û dozîneyên pergalên ramanê deynin holê. Ji bo ‘binamûsbûna zanistî’ ev jî têr nake; pêwîst e ku em destwerdana xerakirinên berhemên hosteyên wê ramanê bikin û mijarê bi awayekî şênber deynin holê û xerakirinên heyî sererast bikin.

Heger Kenan Somer, ji bilî Marksîzmê di berhemeke sereke ya pergaleke din a ramanê de xerakirinek kiriba jî me yê destwerdana wê jî bikira û bi awayekî şênber danîba holê ku şîroveya mîrza Somer ‘li dijî naveroka berhemê ye’. (Ji ber binamûsbûna zanistî)

– I –

Hosteyên sosyalîzma zanistî, şerê şoreşgerî, weke têkoşîna aborî, siyasî û bîrdozî pênase dikin. Hêzên tarî yên ku bi amûra dewletê, bîrdoziyê, çand û hunerê û hwd. li hemberî sosyalîzma zanistî têk çûne, nikarin bi şer û tundiyê geşedana sosyalîzma proleteryayê û bihêzbûna wê asteng bikin; lê bir armanca ji bo demekê astengkirina wê, dikevin nava refên sosyalîst û proleter û hewl didin teoriya proleter û sosyalîst xera bikin, ji rê derxin û di nava refên şoreşger de tevliheviyê derxin.

“Diyalektîka dîrokê wiha ye ku serkeftina teorîk a Marksîzmê, kesên ku jê bibandor dibin neçar dike ku xwe bixin dirûvê Marksîzmê”(1)

Karê xerakirina teoriya sosyalîzma zanistî û şêlûkirina ramanan ne tenê bi zanebûn û bi nêta xerab tê kirin. Kesên ku bi armancên pîroz ên weke kêfxweşiya mirovahiyê derdikevin rê, ji ber ku xwe nikarin ji bermahiyên îdealîst ên 2000 salî paqij bikin û teoriya şoreşger fêm nakin (bi têgehên teoriya sosyalîst û proleter ve weke koleyan têne girêdan, di nava ajoyên çînayetiyê de şoreşê pêk naynin û dibin qaşo sosyalîst, tev li pratîkê nabin û dibin kesên ezez û hwd.) teoriya sosyalîst a zanistiyê xera dikin û bi vî awayî ji bo çînên paşverû kar dikin. Kesên wiha weke “sîxurên objektîf” têne binavkirin.

Hosteyên sosyalîzma zanistiyê vê xetereyê ji destpêkê ve dîtine û li dijî dûvikên van hêzên paşverû yên ku xwe di binê rûpoşa zanistîbûnê de vedişêrin ên di nava refên şoreşger de di hemû jiyana xwe de têkoşîn meşandine. Geşedana sosyalîzma zanistiyê bi têkoşînên demdirêj ên li dijî van jirêderketinan xurt û bi hêz bûye. Kesên paşverû yên di nava refên sosyaîst de, ji kesên ku di nava refên dijber de cih digirin xeteretir in.

Bi kurtasî, hêzên dij-sosyalîst cilûbergên xwe diguherînin, dikevin nava refên şoreşger û teoriya sosyalîzma zanistiyê xera dikin; ji vê yekê re “oportunîzm” tê gotin. Oportunîzm, weke kerpezeyê (bûkalemûn) ye. Ji bo armancên xwe dikare bikeve her dirûvî û hertiştî bike.

“Oportunîzm xwe dixe nava gelek dirûvan û di nava tevgera sosalîst de derdikeve holê.Li gorî avaniya aborî û civakî ya wî welatî û asta geşedanê; li gorî asta zanebûn û rêxistinbûnê ya proleteryayê -ya ku bi asta geşedanê ve girêdayî ye- û li gorî taybetmendiya merhaleya şoreşê ya wî welatî, dirûvê oportunîzmê diyar dibe.Bi kurtasî li gorî nakokiyên sereke û yên talî yên wî welatî, oportunîzm teşe digire û cil û bergên xwe diyar dike.Di nava her cûre pêvajoyên şoreşê de, xwe bixe binê kîjan rûpoşê jî, oportunîzm ji têkoşîna bîrdoziyê direve. Dermanê jehra oportunîzmê, têkoşîna bîrdoziyê ye. Oportunîzm, tu carî nikare bi awayekî aşkere derkeve pêşberî şoreşgerên proleter.”(2)

Dema em dibêjin ku oportunîzm nikare bi awayekî aşkere derkeve pêşberî şoreşgerên proleter, em dixwazin vê yekê bêjin ku kesên oportunîst ji nîqaşên vekirî yên teorîk direvin; teoriya şoreşger biçûk dibînin û girîngiyê tenê didin pratîkê; heger merc û derfet hebin, li dijî fêrbûna sosyalîzma zanistiyê derdikevin û di nava partiyê de girîngiyê nadin perwerdeya sosyalîst.; dibêjin mercên welat ne guncan in û têgehên li dijî teoriya sosyalîst û zanistî bi kar tînin û tiştên dijber tînin ziman û ya herî girîng jî xwe li paş hosteyên sosyalîzma zanistiyê vedişêrin, nivîsên sereke yên sosyalîzma zanistiyê berovajî dikin û dozîneyên xwe yên oportunîst, weke dozîneyên sosyalîzma zanistiyê didin nasîn.

Ev oportunîzma ku me di dawiyê de behsa wê kir, ango oportunîzma ku berhemên hosteyên sosyalîzma zanistiyê xera dikin, dozîneyên awarte yên van hosteyên ên ku ji ber pratîkên civakî yên taybet û cuda yên hin welatan tenê ji bo wan welatan derbasdar in, weke dozîneyên gerdûnî derpêş dike yan jî berovajî vê yekê dibêje ku heta ku nakokiyên nelihevker ên berjewendiyê berdewam bikin ev dozîneyên sereke yên derbasdar ên gerdûnî, dozîneyên demên berê ne û ji bo vê demê ne derbasdar in û bi vî awayî tevliheviyê ava dikin û dozîneyên xwe bi awayekî veşartî derpêş dikin. Ev cûreyê oportunîzmê, cûreyê herî zirav û xetere ye û pêwîst e mirov li hemberî wê baldar be.

Ev cûreyê oportunîzmê bi taybetî jî li wî welatê nîv-mêtîngeh bêtir girîng dibe ku tê de ji ber ku berhemên sereke yên sosyalîzma zanistiyê di demeke kurt de hatine wergerandin, asta hişmendiya sosyalîst zêde ne bilind e; bi rêveberiya komeke oportunîst, partiyeke sosyalîst (!) heye ku li ser navê sosyalîzmê, oportunîzmê dimeşîne û ji bo demeke derbasdar be jî tevgera sosyalîst, di çavên girseyan de bêçare nîşan dide û dikare reşbîniyê ava bike.

Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em bi baldarî li ser danasîna pirtûkan a Kenan Somer’ê ku di kovara Emek’ê de dibêje ku ew pirtûkên sereke yên Marksîzmê dide nasîn, bisekinin.

Mîrza Somer, hewl dide bi berhemên Lenîn û Mao, ramanên xwe yên oportunîst biçespîne (!); ne ku berhemên sereke yên Marksîzmê dide nasîn. Vê yekê bi dubendiyeke balkêş dike; rêbaza diyalektîk a Marksîzmê xera dike û ji aliyekî ve hêmana dînamîka rêbaza Marksîst a “dahûrandina şênber a rewşên şênber” ji rê derdixe; derbasbûna razberkirina zanistî ya ji dahûrandina şênber a rewşên şênber, ango yek ji hêmanên sereke yên diyalektîkê “ji ya taybet ber bi ya giştî ve, ji ya giştî ber bi ya taybet ve di navbera van herdu riyên zanebûnê de girêdana navxweyî” paşguh dike; peşniyarên Marx ên ku wî ji bo mercên gelekî cuda û taybet ên sermayedariya beriya yekdestiyê derpêş kiribûn û ji hêla Lenînîzmê ve nayên pejirandin, weke ku di roja me ya îro de derbasdar in pêşkêş dike û hewl dide Marksîzma serdema sermayedar a yekdest, ango Marksîzm-Lenînîzmê bide aliyekî.

Somer bi taybetî jî hewl dide derbasdariya gerdûnî ya teoriya şoreşê ya di derbarê bi şoreşê parçekirina zorbaziya bûrjûwaziyê û veguherandina wê ya zorbaziya proleteryayê ya serdema emperyalîst a Marksîzm-Lenînîzmê, bi oportunîzmê veşêre.

Em ê di vê nivîsa xwe de hewl bidin di dema danasîna Dewlet û Şoreş’ê ya ku yek ji berhemên sereke yên Lenînîzmê ye, teoriya şoreşê ya Lenînîst çawa rastî hewldana xerakirinê hatiye.

-II-

“Di mijara pêkhatina şoreşa sosyalîst a bi riyên aştiyane de pûş û qirşik tevlihev dibin û bêhneke tûj a revîzyonîzmê tê ber pozê hin kesan.” (Emek, hejmar:5, rpl:6)

Bi rastî jî ji avakirina sosyalîzma zanistiyê heta roja me ya îro di mijara derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane de pozên Marksîstan hertim bêhnê xweş distînin. Û bala wan jî hertim şiyar e ku jirêderketinek heye yan na.

Di serdema emperyalîst de, ji ber vê gotinê jî bêhneke tûj a revîzyonîzmê hatiye ber pozê Marksîstan.

Beriya ku em behsa kîtekîtên wê yekê bikin ku di heyama sermayedariya yekdest de çima bêhneke tûj a revîzyonîzmê ji vê gotinê belav dibe, em diyar bikin ku ev gotin di destpêkê de çi tîne bîra mirov.

Ev gotin, gotinên strana bi navûdeng a Enternasyonala 2’yemîn a ku ji hêla Bernstein, Plekhanov, Kautsky, Turati, Jaures û kesên wekî wan dihate gotin, tîne bîra mirov. Navê vê stranê “oportunîzm” û “sosyalîzma rastgir” e.

Her çiqasî Mîrza Somer bi awayekî aşkere vê yekê nayne ziman jî, di qaşo danasîna berheman de gotinên vê stranê di nava devê xwe de dibe û tîne. Hîm jî qaşo di riya hosteyan de dimeşe û gotinên stranê yên Bernsteinî, weke gotinên Marks nîşan dide.

– III –

Em bi kurtasî behsa wê yekê bikin ku derbasbûna sosyalîzma ya “bi riyên aştiyane” çi ye.

Di derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane de riya parlementoya bûrjûwaziyê gengaz tê dîtin. Û derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane, zorbaziya proleteryayê pêşbîn nake. Di serdema me de hemû partiyên sosyalîst ên parlementer ên ku dibêjin ku bi riyên aştiyane derbasbûna sosyalîzmê gengaz e, dema ku desthilatdariyê bi dest xistine, bi awayekî aşkere diyar kirine ku ew zorbaziya proleteryayê ava nakin. (3)

– IV –

“Ji bo kesên wiha –ji bo kesên ku di serdema sermayedariya yekdest de di mijara derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane de bêhneke tûj a revîzyonîzmê tê ber pozên wan– pêwîst e ku em bi kurtasî behsa pêşeroja (rabirdû) vê mijarê bikin. Di bingeha xwe de ev mijar jî bi navê Marx dest pê dike. Bi rastî jî Marx, piştî çalakiyeke piştî Kongreya Lahey’ê ya sala 1872’yan a Enternasyonala 1’emîn axiviye û gotiye ku di nava hin mercan de kesên kedkar dikarin bi amûrên aştiyane bigihêjin armancên xwe. Marx, heman ramanî berê jî di kovara “The World” a Amerîkî (3’yê Tîrmeha 1871’ê) aniye ziman û gotiye ku li cihên ku mirov karibe bi ajîtasyona aştiyane zûtir û ewletir bigihêje armanca xwe, serhildana çekdarî ehmeqtî ye. Dîsa Marx, piştî axaftina xwe ya bi navûdeng a Amsterdam’ê , ji ber zagona dij-sosyalîst a ku di 1878’an de li Almanyayê kete meriyetê, digot ku heger xwediyên desthilatdariyê serî li tundiyê nedin, geşedana dîrokî dikare aştiyane bimîne, lê heger kesên ku berjewendiyên wan ji pergala kevn hebin serî li tundiyê bidin, wê çaxê tevgera aştiyane dikare veguhere tundiyê.” Mîrza Somer wiha dibêje. (Emek, hejmar: 5, rpl: 16) (4)

Di navbera tiştên ku Kenan Somer dike û tiştên ku rêberên oportunîst ên Enternasyonala 2’yemîn dikin de wekheviyeke sosret heye.

Lenîn, beriya 50 salî bi awayekî aşkere diyar kiriye ku ev xwarina ku rêberên oportunîst ên Enternasyonala 2’yemîn avêtibû nava sifreya Marksîzmê, ji ber ku dema wê derbas bûye “xera bûye” û ji lewra jî nayê xwarin û ji ber vê yekê jî li ser sifreya Marksîzmê cihê vê xwarinê tune ye. Mîrza Somer jî heman xwarina xerabe (him jî di dema danasîna berhema “Dewlet û Şoreş”ê de) dîsa aniye ser sifreyê. Mirov bi wî û bi vê wêrekiya wî ya mezin matmayî dibe. (5)

Li vê derê karê me jî ew e ku em gotinên hosteyên Marksîzmê yên ku van pêşniyarên oportunîzmê vala derdixin, derpêş bikin û bêtir vekin.

Di destpêkê de pêwîst e em bêjin ku heger hin kes di nivîseke di derbarê Marksîzmê de -him jî di danasîna “Dewlet û Şoreş”ê de- dibêtiya pêşbîniya Marx a ji bo merc û rewşên gelekî taybet hatiye derpêşkirin -her bi Lenînîzmê re ev dibêtî jî ji bo wan welatan ji meriyetê hatiye derxistin- û di tu berhemên sereke de bi awayekî dûvdirêj li ser nehatiye sekinandin a “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane” bi awayekî dûvdirêj binirxîne û gotinekê jî nebêje ku Marx û Engels, weke rêgezeke giştî şoreşa ku xwe dispêre “zorê” pêşbîn dikin, ew kes ramanên Marx û Engels xera dike.

Marx dibêje: “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane, di nava hin mercan de û li cihên ku kesên kedkar karibin bi riya ajîtasyonên aştiyane zûtir û ewletir bigihêjin armanca xwe gengaz e” û bi awayekî aşkere diyar dike ku ev rêbaz, ji bo rewşên awarte derbasdar e.

Marx, “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane” ji bo Ingiltere û Amerîkaya ku taybetmendiyên wan ji Parzemîna Ewropayê gelekî cudatir in, weke dibêtiyekê pêşniyar dikin.

Di wan dîrokan de li herdu welatan jî sermayedarî, weke welatên din ên Ewropayê, di serdema “rikber a azad” de bû. Her wiha di encama kevneşopiya azadiya siyasî, Ingiltere xwediyê çîneke proleteryayê bû ku li gorî welatên din ên Ewropayê asta wê ya çandî bilind bû, di nava gelheyê de rêjeya wê zêde bû û di nava sendîkayan de baş xwe bi rêxistin kiribû; li aliyê din jî çîna sermayedar jî xwediyê çandeke lihevkirinê -bi hêsanî dikarîbû were kirîn- bû. Li gel van taybetmendiyên xwe jî ji ber ku burokrasî û milîtarîzma Ingiltereyê lawaz bûn û zêde pêş neketibûn, Marx, ji bo vî welatî pêşniyareke cuda dikir. (Rewşa Amerîkayê jî dişibiya ya Ingiltereyê). Li gorî Marx ji ber ku li Ingiltereyê çîna proleteryayê di warê çawanî û çendîniyê de xurt bû û burokrasî û milîtarîzm lawaz bûn, gengaz bû ku ne bi riya zorê, lê bi riyên aştiyane li Ingiltereyê şoreş pêk were.

“Di wê demê de mercên wê ramana ku pêşbîn dikir ku karker, dikarin bi riyên aştiyane stûyê sermayedarên Ingiltereyê xwar bikin afirandibû, ev bûn.”(6) Lenîn’ê ku ev gotin digotin, dida xuyakirin ku di heyama sermayedariya yekdest de, ev nêrîna ku ji bo heyama sermayedar a beriya yekdestiyê derbasdar e, êdî nirxê xwe winda kiriye û di vê demê de êdî merc hatine guhertin û li van welatan milîtarîzm û burokrasî êdî ji welatên din ên Parzemîna Ewropayê ne cudatir in û ji ber vê jî weke welatê din, li Amerîka û Ingiltereyê jî mercê sereke yê şoreşa sosyalîst bikaranîna “tundiyê” û şkandina “pergala dewletê” û bi riya avakirina zorbaziya proleteryayê, derbasbûna sosyalîzmê ye. (Lenîn di Dewlet û Şoreş’ê de, di rûpelên 51, 52, 53 û 84’an de vê yekê bi awayekî berfireh rave dike).

“Ev sînordarkirin, ango rewşa awarte ya ku Marx, ji bo Ingiltere û Amerîkayê derpêş dikir, heta ku li van welatan milîtarîzmeke pêşketî û burokrasiyeke pêşketî ava nebûba, wê derbasdar bûya. Li gorî nêrîna Lenîn, dema ku milîtarîzm û burokrasiya van welatan, bigihêje asta leza geşedana ji welatên Parzemîna Ewropayê ne zêdetir be jî, ne kêmtir, di nava mercên sermayedariya yekdest de ji holê radibe. Ji ber vê yekê jî şoreşa mezin a proleteryayê, li hemû welatên emperyalîst, ji bo geşedana ku berê xwe dayê sosyalîzmê, şerteke pêşîn e.”(7) (Stalîn, Di Derbarê Jirêderketinên Rastgir De, gotina dawî ya “Di Derbarê Jirêderketinên Demokrasiya Civakî ya Di Nava Partiya Me De, 3’yê Mijdara 1926’an, rpl:76)

Niha jî em behsa “zagona dij-sosyalîst” a Almanyaya 1878’an û lewra jî gotinên Marx bikin.

Kesên Marksîst, taktîk û rêbazên ku di demekê de ji bo rewşekê hatine pêşkêşkirin, di nava dîroka wê demê û mercên wî welatî de şîrove dikin. Marx, dizanîbû ku di wê demê de milîtarîzma Almanî gelekî xurt e û ligel ku bandora xwe ya berê winda kiribûn jî kesên “Goulsehalk” li ser proleteryayê bandorê dikin û ev komên anarşîst, bêyî ku mercên heyî guncav bibin, dikarin bikevin nava tevgerê û bibin sedema têkçûnekê. Ev zagona ku hemû rêxistinên sosyalîst, rêxistinên girseyên karkeran û ragihandina sosyalîst qedexe dikirin, di encama tevgerên karkeran ên sala 1890’î de, ango di encama dijberiyeke çalak de hatiye rakirin.

Her wiha gotina Marx a ku dibêje “heger tundî neyê meşandin, pêwîst e tundî neyê bikaranîn jî”, zagoneke giştî ya Marksîzmê ye. Di nava Marksîzmê de êrîşkarî û tundî tune ye. Lê belê bersiva tundiyê, bi tundiyê dide. Û heger bûrjûwazî zagonan xera neke, kesên Marksîst jî xera nakin.

Ev gotina zelal a Marks jî hatiye berovajîkirin. Kesên oportunîst ên wê demê jî, weke ku îro Mîrza Somer dike, bi çarlepka çûne ser gotina Marks a ku dibêje “heger serî li tundiyê neyê dan, geşedana dîrokê dikare aştiyane bimîne”. Engels, oportunîstên ku vê gotina Marks ji rê derxistine, bi tundî rexne dike. Ji hêla sosyalîstan ve tê zanîn ku di 19’ê pûşbera 1871’ê de berhema Engels a rexneyên di derbarê oportunîzmê de ya bi navê “Rexneya Reşnivîsa Bernameya Erfurt”ê, ji hêla Kautsky ve çawa hatiye veşartin û incex piştî 10 salan di Neue-Zeitung’ê de hatiye weşandin.

Di “Rexneya Reşnivîsa Bernameya Erfurt”ê de Engels, wan oportunîstên ku bi çarlepka çûne ser pêşniyarên rêbazeke aştiyane -tu carî pêşniyara bêçalakîbûnê nekiriye- yên Marks ên ji ber bihêzbûna milîtarîzma Almanî gotibû û hewl didan ji bo berjewendiyên xwe yên reformîzma bûrjûwaziyê bi kar bînin, bi tundî şermezar dike û wiha dibêje: “…lê çi dibe bila bibe pêwîst e bûyer bi pêş ve werin dafandin. Oportunîzma ku îro di beşeke mezin a ragihandina demokrasiya civakî de belav dibe, nîşan dide ku ev yek çiqasî pêwîst e. Ji ber tirsa nûkirina vê zagonê yan jî bi bîranîna hin ramanên ku di dema ku ev zagon di meriyetê de bû ne di wextê xwe de belav dibûn, niha ji partiyê tê xwestin ku ji bo ku hemû daxwazên wan bi riya aştiyane çareser bibin, li Almanyayê pergala heyî ya zagonî têr bibîne…” (Lenîn, Dewlet û Şoreş, rpl:90) Û piştî vê jî Lenîn wiha berdewam dike: “Demokratên civakî yên Almanî, bi tirsa ku ev zagona awarte were nûkirin tevdigeriyan; ev diyarde ji hêla Engels ve di asta yekemîn de dihate nirxandin û bêşik, weke oportunîzmê dihate diyarkirin.” (Lenîn, Dewlet û Şoreş, rpl:91)

Weke ku tê dîtin mijar gelekî zelal e; Marx, ji bo mercên awarte yên dîrokî û ji bo Amerîka û Ingiltereya beriya heyama gelekî taybet a yekdestiyê weke dibêtiyekê di derbarê “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane” de axivîbû; lê ev gotin ji hêla Lenînîzmê ve ji bo heyama beriya yekdestiyê dihatin pejirandin û rast dihatin dîtin, lê ji bo heyama sermayedariya yekdest, ne rast dihatin dîtin û nedihatin pejirandin.

Û kesên oportunîst li dijî teoriya Marksîst-Lenînîst, bi çarlepka bi van gotinan digirin û van gotinên Marx ji bo demogojiyên xwe dikin rûpoş.

Mîrza Somer dibêje ku ev mijar bi navê Marx dest pê dike; em ê niha Mîrza Somer weke kaxiza tûrnûsolê ya ku dikeve nava bazê bixin nava ramanên mamosteyên sosyalîzmê û derxin û bi gotinên Stalîn dawiyê li vê mijarê bînin:

“OPORTUNÎSTÊN HEMÛ WELATAN ên ku xwe bi vê sînordarkirina bimerc a Marx ve digirin û li dijî zorbaziya proleteryayê vê sînordarkirinê bi kar tînin, ji ber vê yekê ne Marksîzmê, lê belê mijarên xwe yên oportunîst diparêzin.” (8)

Hêmana sereke ya bîrdoziya Marksîst, “têkoşîna çînayetiyê” ye û ev hêman, beriya Marx jî ji hêla dîroknas û aborîzanên bûrjûwaziyê ve jî dihate pejirandin û lêkolînkirin. Cudahiya Marx ew e ku Marx, bi awayekî zelal diyar dike ku wê ev têkoşîna çînayetiyê, bi şoreşeke gelekî tund amûra dewletê ya bûrjûwaziyê parçe bike û bi riya zorbaziya proleteryayê sosyalîzm pêk were.

Marx jî, Engels jî weke ku Lenîn jî rave dike, xwe bi rêbazên pêkhatina şoreşê ve, ango bi mijarên teşeyî ve girê nedane; lewra difikirîn ku wê gelek rewşên nû derkevin holê û di nava pêvajoya şoreşê de gelek carî merc werin guhertin. Lê belê di bingeha ramanên Marx û Engels de, weke ku Lenîn jî diyar dike, “şoreşa ku xwe dispêre tundiyê” heye. Û ev yek, hêmaneke gelemperî ye.

“Dozîneya Marx û Engels a di derbarê jênevegeriya şoreşa ku xwe dispêre tundiyê, bi dewleta bûrjûwaziyê ve girêdayî ye. Dewleta bûrjûwaziyê, ne bi riya ‘qedandinê’, lê belê weke rêgeezeke giştî, bi riya şoreşeke ku xwe dispêre tundiyê, dikare cihê xwe ji dewleta proleteryayê (zorbaziya proleteryayê) re bihêle. Pesindayînên Engels ên di derbarê şoreşa ku xwe dispêre tundiyê û daxuyaniyên Marx, dinava hevsengiyeke giştî de ne. (Bila daxuyaniyên Xizaniya Felsefeyê û Manîfestoya Komunîst ên ku bi awayekî wêrek û zelal diyar dikin ku şoreşa ku xwe dispêre tundiyê jêneveger e, were bîra me; piştî 30 salî, di 1875’an de bila Rexneya Bernameya Gotha were bîra me ku Marx di wir de naveroka oportunîst a Bernameya Gotha bi tundî rexne kiribû). Ev pesindayîn ne encama “adiziyekê” ye; ne gotineke qelew e û ne daxwaza nîqaşekê ye. “Ev, encama wê neçariyê ye ku ramana şoreşa ku xwe dispêre tundiyê bi awayekî birêkûpêk bibe malê girseyan; di bingeha bîrdoziya Marx û Engels de ev heye.” (Lenîn, Dewlet û Şoreş, rpl:31)

Proudhon, digot ku heger bi riya “Bankaya Gel” ji bo karkeran kredî werin dayîn, wê têkoşînên çînî bi awayekî aştiyane çareser bibin. Bersiva Marx a li hemberî vê yekê zelal bû:

“…Incex di pergaleke ku tê de çîn û têkoşînên çînî tune ne de werarên civakî, wê veneguherin şoreşên siyasî. Heta wê demê, di berbanga guhertin û sererastkirina hertiştên civakî de wê gotina dawî ya zanista civakî wiha be: YAN TÊKOŞÎN AN MIRIN; AN ŞERÊ XWÎNDAR AN JÎ TUNEBÛN.”(9)

Lenîn, ramanên Engels, ji Anti-Duhring’ê wiha vediguhezîne: (10)“…Lê belê Mîrza Duhring gotinekê jî nayne ziman ku (ji bilî çavkaniya xerabiyê) di dîrokê de risteke din a tundiyê heye û bi gotinên Marx, tundî, zayînkarê hemû civakên kevn ên ku bi tiştên nû ducanî ne ye; amûra tevgera civakî ye ku teşeyên polîtîk ên kevn bûne û temene xwe qedandine têk dibe û wan parçe dike. Ew, tenê dilê xwe diêşîne û ji bo hilweşandina aboriya mêtîngeriyê, li derfeta pêdiviya tundiyê mikur tê…”

Weke ku tê dîtin Engels, ji ber ku bi peyvekê jî behsa teoriya şoreşê ya Marx nake -Duhring li derveyî riya aştiyane, tundiyê dipejirîne- Duhring rexne dike.

Û Kenan Somer? Somer, berhama “Dewlet û Şoreş”ê ya ku ramanên Marx ên di derbarê şoreşê de bi awayekî zelal derdixe holê di nava du sê rûpelan de dide nasîn û bi peyvekê jî behsa hêmana gelemperî ya Marx a di derbarê şoreşê de nake; lê belê weke ku pesnê gotinên Marx ên ku ji bo rewşên awarte pêşniyaran dihundirîne û ji daxuyaniyeke rojnameyekê hatiye wergirtin ên di derbarê derbasbûna aştiyane dide -her wiha di pirtûka ku tê danasîn de Lenîn diyar dike ku ji ber ku di dema emperyalîst de mercên heyî hatine guhertin, ev pêşniyar ne derbasdar e- û beşeke ji van sê rûpelan dide vê yekê. Gelo pêwîst e em çi wateyê bidin vê yekê!?

Dîrokê heta niha nîşanî Marksîstan kiriye ku heger ji nava gotinên kesên ku li gel ku sedemek tune ye bi taybetî behsa veguherandina aştiyane dikin çend gotinên vala yên qaşo şoreşgeriyê û çend bermahiyên ABC’ya Marksîzmê werin derxisitin, wê tenê revîzyonîzmeke tûj bimîne…

“… Ji bo revîzyonîzmê di wateya ku Marx bi kar tîne de lidarxistina şoreşê, êdî xewnek bû, xeyalek bû. Wê çaxê yekane armanca polîtîk çi dima? Bidestxistina zêdetirî %50’yî dengan…”(11)

Ji ber vê sedemê pêwîst bû ku mîrza nivîskarê Emek’ê zanîba ku di vê mijarê de pozê Marksîstan hestyar e. Heger ji vir em bêhna revîzyonîzmê bistînin, ev nayê wê wateyê ku em mijaran tevlihev dikin; berovajî vê yekê em sosyalîzma zanistiyê û revîzyonîzmê ji hev cuda dikin.

– V –

Kesên Marksîst dema ku dibêjin “dewleta proleteryayê incex bi şoreşê dikare were avakirin”, derfetên zagonîbûnê û parlementerîzma bûrjûwaziyê jî bi kar tînin. Lenîn, di berhema xwe ya bi navê “Nexweşiya Zarokatiyê ya Marksîzmê, Stratejiya Şoreşê” de diyar dike ku kesên Marksîst dikarin di nava parlementoyên herî paşverû de jî xebatê bimeşînin.

Li gorî wî parlementerîzm ne armanc e, lê belê amûr e. Ji ber vê yekê çalakiya parlementer, ezmûna kesên Marksîst e. Û xeteke zirav e. Gotina Lenîn zelal e: “Çalakiya parlementer payeya xulamtiyê dide hin kesan -hin kesên ku xwe weke Marksîst nîşan didin û ji bo hin kesan jî mişextî û ccezayên giran ên zindanê ye.”(12)

Di vê serdema sekerata sermayedariyê de burokrasî û milîtarîzm gelekÎ xurt in. Di vê heyamê de teoriya Marksîst-Lenînîst çalakiya di nava parlementerîzmê de dipejirîne, lê belê dibêje ku pêwîst e neyê jibîrkirin ku bi riya parlementerîst ne gengaz e ku dewleta proleteryayê were avakirin.

“Tişt, hertim xwe ji dirûvê pêşîn vediguherînin dirûvê duyemÎn. Lê belê têkoşîna di navbera nakokiyan de di nava herdu dirûvan de jî têne dîtin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ku yekitiya di navbera dijberan de li gorî şert û mercan derbasdar û rêjeyî ye; berovajî vê yekê têkoşîna di navbera dijberan de jî mayînde ye.” (13)

Di nava civakên çînî de di nava hin şert û mercan de tiştên dijberî hev ên weke şer û aştiyê, dibin weke hev. Û heger şert û merc biguherin jî ev tiştên dijberî hev, vediguherin hevdu. Bêguman piştî guhertina hin mercên diyar. Heger tu bibî hêmana hevsengiyê ya parlementerîzma bûrjûwaziyê, bêguman şert û merc jÎ nayên guhertin û aştiya seraser jî wê berdewam bike.

“Ji revîzyonîzmê re erê, ji sosyalîzma şoreşegrî re na!…”

Drûşmeya sereke ya parlementerîzma bûrjûwaziyê wiha ye.

Lê belê pêwîst e ku em vê rastiyê hertim bi bîr bînin; tenê û tenê kesên Marksîst bi rêzdarî nêzîkî demokrasiya bûrjûwayê dibin.

“Proleteryaya cîhanê ji bo ku mafên demokrasiya bûrjûwaziyê bi dest bixin dinava xwînê de maye û bêguman ji bo ku van mafan di destê xwe de bihêle wê bi hemû hêza xwe şer bike.”(14)

Heger bûrjûwazî, zagonsaziya bûrjûwaziyê xera bikin wê çaxê sosyalîst jî dev ji vê zagonsaziyê berdidin. Gotina Engels a ku dibêje “mosyo bûrjûwazî, ewilî hûn agir biavêjin” nîşaneya rêzgirtina Marksîstan a ji bo zagonsaziya bûrjûwaziyê ye. Ji ber vê yekê jî ne kesên şoreşger, lê belê bi pêkutî, zordarî û tundiyê, kesên bûrjûwaziyê mercên şênber ên şoreşê amade dikin.

Dema ku em di serdema şoreşên sosyalîst ên ku bi heyama sermayedariya yekdest re dest pê kiriye de li hemû şoreşên proleteryayê binêrin, em ê vê rastiyê bi awayekî zelal bibînin.

– VI –

“Şaş e em naveroka teorîk a Dewlet û Şoreş’ê û pratîka siyasî ya wê dema ku tê de hatiye nivîsîn ji hev cuda binirxînin; mînak. Heger piştî nivîsandina Dewlet û Şoreş’ê bi 52 salan ev pirtûk weke rêbera tevgerê were nirxandin, ev yek tengbûna mejî ya bûrjûwaziya biçûk e û jirêderketinek e ku ji bingehê ve li dijî têgihiştina Marksîst-Lenînîst û ramana zanistiyê ye. (…) (Lê ji ber ku piştî şoreşa Cotmehê hatiye weşandin, bandoreke rasterast li şoreşê nekiriye)”. (Emek, hejmar:5, rpl:14-16)

Weke ku em ji destpêka nivîsa xwe ve dixwazin diyar bikin, hewldanên berovajîkirina Lenînîzmê yên nivîskarê Emek’ê, di van gotinan de şênber dibin. Di nava qeşmeriya peyvbazekî jirêzê de ev berovajîkirin pêk tê. Ji pêşniyareke rast a sosyalîst, “watedayîneke” revîzyonîst tê derxistin. Ji peyvên rast ên weke “Şaş e em naveroka teorîk a Dewlet û Şoreş’ê û pratîka siyasî ya wê dema ku tê de hatiye nivîsîn ji hev cuda binirxînin”, bi watedayîneke çewt a weke “şaş e em bifikirin ku ji bilî şoreşa çekdarî, riya şoreşa sosyalîst tune ye”, revîzyonîzma veşartî aşkere dibe.

Weke ku tê zanîn Marksîzm, dozîneyeke tevgerê ya di nava tevgerînê de ye. Marx, Engels, Lenîn û hosteyên din ên Marksîzmê, pratîka civakî ya civaka heyî dinirxînin, dahûrandinên şênber ên rewşên şênber dikin û digihêjin gelemperîbûna zanistî.

Marx û Engels, ji ber pratîka civakî ya sermayedariya beriya yekdestiyê, dahûrandinên şênber kirine û gihaştine têgehên razber. Ji ber ku dizanîbûn ku wê pêvajoya şoreşê ya paşerojê were guhertin, ji bilî hêmanên sereke, rêbazên teqez tu carî pêşniyar nekirine.

Rêgeza gelemperî ew e ku wê zorbaziya bûrjûwaziyê bi “zorê” were parçekirin û veguhere zorbaziya proleteryayê û derbasbûna sosyalîzmê pêk were.

Di sedsala 20’emîn de sermayedariya rikber, cihê xwe ji sermayedariya yekdest re hiştiye, ango taybetmendî û mercên heyama rikberiya serbest, cihê xwe ji taybetmendî û mercên heyama yekdestiyê re hiştiye. Ji ber vê yekê jî wê şaş û çewt be ku em ji Marx û Engels hêvî bikin ku ji bo heyama yekdestiyê zagon û rêbazên taybet ên di derbarê heyama yekdest de pêşniyar bikin.

Ji ber van sedeman jî Marksîzm, di heyama sermayedariya yekdest de ji hêla Lenînîzmê ve hatiye temamkirin.

Me berê bi awayekî berfireh diyar kiribû ku ev rewşa awarte ya ku Marx ji bo Ingiltere û Amerîkayê weke dibêtiyekê pêşbîn kiribû, ji hêla Lenînîzmê ve di serdema emperyalîst de nehatiye pejirandin. Her wiha me diyar kiribû ku teoriya şoreşê ya Lenîn, di pêvajoya emperyalîst de li gorî Marksîzmê bêtir gerdûnî ye û ji bo derbasbûna sosyalîzmê rêbereke çalakiyê ye.

“Teşeyên dewleta bûrjûwaziyê, cûrbecûr in. Lê taybetmendiyên wan weke hev in. Tevahiya van dewletan di dawiyê de zorbaziya bûrjûwaziyê ne. Bêguman pêvajoya ji sermayedariyê derbasbûna sosyalîzmê jî di warê teşeyên polîtîk de cûrbecûrbûneke dewlemend û berfireh nîşan dide. Weke pratîkên şênber ên Çîn, Vîetnam, Kuba û welatên din ên sosyalîst. Lê belê wê taybetmendiya wan neyê guhertin; Zorbaziya proleteryayê. (…) di rastiyê de ev heyam -di heyama emperyalîst de derbasbûna sosyalîzmê- bi awayekî neçar, mohra têkoşîneke mezin a çînî ya tûj û tund -ne pasîfîst e, non pasîfîst e- li ser xwe bar dike.” (15)

Ji ber vê yekê jî di heyama rikberiya serbest de cîhana me ji hêla komên diravî ve nehatibû parvekirin û sermayedarî ne di dema sekeratê de bû, lê belê di dema qelewbûnê de bû. Weke ku Lenîn diyar dike, pêşniyara Marx a ji bo hin cihên awarte ya “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane”, di çarçoveya Marksîzmê de ne gengaz e.

Xayîntiya li Marksîzmê ye ku mirov bêyî ku di nava geşedana dîrokê de cih û kûrahiya ramanên berhemên Marks û Engels li pêş çavan bigire, Marks û Engelsberovajî bike. Tevahiya kesên oportunîst ji bo xerakirina Marksîzmê, vê yekê dikin. Weke ku me berê jî diyar kiribû, di dîroka têkoşîna sosyalîst de bi awayekî zelal tê dîtin ku tevahiya kesên oportunîst, bi gotina Stalîn “xwe bi çarlepka bi sînordarkirinên bişert ên Marx ve digirin” û bi vî awayî parastina oportunîzma xwe dikin. Mînakên vê yekê têne zanîn; weke Trotsky…

Di dema Marx û Engels de emperyalîzm tune bû û zagona “newekheviya geşedana sermayedariyê” nehatibû dîtin û ne gengaz bû were dîtin jî. Ji ber vê yekê jî Marx û bi taybetî jî Engels pêşbîn dikir ku wê li Parzemîna Ewropayê şoreşa sosyalîst ji nişka ve bigihêje serkeftinê. Di heyama sermayedariya yekdest de zagona “newekheviya geşedana sermayedariyê” hate dîtin û gengaziya şoreşa sosyalîst a li yek welatî derket holê. Ji ber vê yekê jî di vê heyamê de Trotsky bi “çarlepkan” xwe bi pêşbîniyên Marx û Engels ve girt û kete nava çirava oportunîzmê. Her wiha kesên ku xwe bi rewşa awarte ya “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane” ya ku ji hêla Lenînîzmê ve nayê pejirandin ve girê didin jî heta qirika xwe ketine nava çirava oportunîzmê.

Gotina “rêbera tevgerê” ya di hevoka “piştî nivîsandina Dewlet û Şoreş’ê bi 52 salan ev pirtûk weke rêbera tevgerê were nirxandin” de, gelekî razber e û bi awyekî şênber nayê fêmkirin ku wateya wê çi ye. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku têgeha “rêbera tevgerê” di çavê xwendekaran de were zelalkirin û ravekirin.

Di ferhenga Marksîst de “stratejî” ew e ku mirov di pêvajoya jiyanê de ji nava nakokiyan, nakokiya sereke diyar bike û li gorî vê yekê taybetmendiya wê pêvajoyê bide xuyakirin (diyarkirina merhaleya şoreşê) û li gorî vê taybetmendiyê jî drûşmeyên şoreşger diyar bike. Stratejî di bingeha xwe de têgeheke leşkerî ye û tê wateya hunera bidestxistinê. Di nava pêvajoya diyarkirina taybetmendiya nakokiyên sereke -merhaleyên cuda yên pêvajoya geşedanê ya hertiştî- de merhaleyên cûrbecûr hene. Û di nava her merhaleyê de jî mercên cuda hene. Mercên cuda jî taybetmendiyên cuda diafirînin. Di vir de girîngiya berfirehiya “taktîk”ê derdikeve holê. Taktîk ew e ku mirov di pêvajoya ku nakokiya sereke, taybetmendiyê diyar dike de (di nava hin merhaleyên pêvajoyê de dibe ku nakokiya sereke û ya duyemîn werin ser hev û carinan jî hin cihên nakokiya sereke werin çareserkirin) li gorî van mercan rewşa xwe diyar dike û li gorî van mercan dikeve nava hin tevgerên sînordarkirî.

Di ferhenga Marksîst de têgehên “stratejî” û “taktîk”ê wiha ne. (Em li vir behsa fêmkirina stratejî û taktîkê ya Kenan Somer jî bikin. (!) Somer, di nivîsa xwe ya di derbarê “Du Taktîk”ê de dibêje “stratejiyên şoreşên demokratîk” û nîşanî me dike ku çi ji van têgehan fêm dike). Em li vir behsa “taktîk” û “strateji”yê dikin ku lingên “rêbera tevgerê” deynin erdê û wateya hevaoka ku tê de derbas dibe, şênber bikin.

Di merhaleya şoreşgerî ya heyî de diyarkirina taybetmendî û drûşmeyên demê, “plansaziya mezin a tevgerê” (diyarkirina stratejiyê) ye; plansaziya li gorî plansaziya mezin a tevgerê û li gorî çivanek û bilindbûn û lawazbûna tevgerê tê diyarkirin û tenê ji bo wan merhaleyan derbasdar e jî, “plansaziyên biçûk ên tevgerê” ne. (16)

Di vê şênberkirinê de gotina “rêbera tevgerê” bi tena serê xwe nikare çawaniyê diyar bike. Û weke têgeheke vezgir dimîne. Ji ber vê yekê jî em neçar in ku hevoka ku ev peyv tê de derbas dibe û gotinên berê yên nivîskar bi hev ve girê bidin û bigihêjîn şîroveyekê.

Nivîskar, ji destpêka nivîsa xwe ve bi pêşdaraziyekê hewl dide palpiştekê ji dibêtiya “avakirina dewleta proleteryayê ya bi riyên aştiyane” re bibîne (ev hewldan berdewam dikin û digihêje asta xerakirina Marksîzm-Lenînîzmê). Wê çaxê em dikarin hevokê wiha saz bikin: “Heger mirov teoriya Lenîn a şoreşê, piştî nivîsîna pirtûka Lenîn a bi navê ‘Dewlet û Şoreş’ê bi 52 salan ji bo şoreşa proleteryayê ji xwe re weke rêbazekê binirxîne, ev, tengbûna mejî ya bûrjûwaziya biçûk e û ji bingeha xwe ve li dijî têgihiştina Marksîst-Lenînîst û ramana zanistiyê ye û jirêderketinek e.” (Heger me şaş fêm kiribe teşeyê hevokê dikare were guhertin û em jî dikarin rexneyên xwe li gorî wê bikin).

Weke ku ji destpêka nivîsa xwe ve em diyar dikin, di heyama qeyrana 1’emîn a sermayedariyê de Lenîn diyar dike ku bi heyama yekdest a sermayedariyê re burokrasî û milîtarîzma dewleta bûrjûwaziyê li gorî heyama beriya yekdestiyê gelekî xurt bûne. Û li gorî taybetmendî û mercên nû yên sermayedariyê, ramanên Marx û Engels kûrtir dike û “teoriya şoreşê ya Lenînîst” pêşniyar dike.

Hosteyên vê demê yên Marksîst diyar dikin ku di nîvê sedsala 20’emîn de sermayedarî ketiye heyama qeyrana 3’yemîn û ji bo ku mirina xwe bi paş ve bixe, li gorî heyama qeyrana 1’emîn di asteke gelekî bilind de xwe bi awayekî xurt bi burokrasî û milîtarîzmê ve girê daye, ji ber vê yekê jî di vê heyamê de teoriya şoreşê ya Lenîn girîngtir dibe û bêtir gerdûnî dibe û qaşo Marksîstên ku vê gerdûnîbûnê napejirînin jî bi xayîntiya li hemberî Marksîzm-Lenînîzmê tawanbar dikin. (17)Û berovajî şîroveya Kenan Somer, ev ramanên ku me ew diyar kirine, li gorî hosteyên Marksîzmê li dijî ramana Marksîst-Lenînîst in û jirêderketin in.

“Teoriya Marksîst-Lenînîst a şoreşê, teoriya şerê gel ê li dijî şerê li hemberî gel e.” (18)

Bi kurtasî Lenîn, di berhama “Dewlet û Şoreş”ê de têgihiştina dewletê ya Marx kûrtir dike; “teoriya dweletê” ya Marksîzmê û ramana Marksîzmê ya “têkoşîna çînî û zorbaziya proleteryayê” kûrtir dike û “teoriyeke şoreşê” ye ku pêşbîn dike ku bi rêbaza partiyeke pêşeng a ku ji hejmareke kêm a şoreşgerên profesyonel pêk tê, xwedî disiplîneke ji hesin e, asta wê ya tevgerê bilind e û teoriya şoreşê ji xwe re kiriye rêbera tevgerê re, pergala dewleta bûrjûwaziyê bi zorê were parçekirin û bi avakirina zorbaiya proleteryayê re derbasbûna sosyalîzmê pêk were.

Ji ber vê yekê jî hin kes bêjin “ev berhem behsa taktîkên sala 1917’an dike û niha merc hatine guhertin” û vê berhemê deynin aliyekî, ew kes li gorî hosteyên Marksîzmê, ji Marksîzm-Lenînîzmê derketine. Û dîsa li gorî van hosteyan, berhema “Dewlet û Şoreş”ê, weke ku Somer dixwaze nîşan bide ne tenê berhema şoreşa Rûsyayê ye, di heman demê de taybetmendiyên serdema me jî tê de hene. Ji ber ku di serdema yekdestiyê de hêmanên herî girîng ên Lenînîzma ku Marksîzmê temam kiriye, di vê berhemê de ne.

Ji ber vê yekê jî di serdema me de kesên Marksîst, li gorî teoriya Marksîzmê, rastiyên gerdûnî yên Lenînîzmê û pratîkên şênber ên welatê xwe digihêjÎnin hevdu û plansaziyên xwe yên stratejîk û tektîkî an jî bi vegotina Somer “rêbera xwe ya tevgerê” diyar dikin. Û bi awayekî bêhurmet nabêjin “ji navberê 52 sal derbas bûne, di wê demê de derbasdar bû, lê niha ne derbasdar e” û pişta xwe nadin berhema “Dewlet û Şoreş”ê ku tê de dozîneyên gerdûnî yên herî girîng ên Lenînîzmê hene.

Ramaneke wiha, li gorî hodteyên Marksîzm-Lenînîzmê, nîşaneyeke şênber a tengbûna mejî ya bûrjûwaziya biçûk e.

Nêrînên hosteyên Marksîzmê wiha ne û şîroveya zanistî (!) ya Kenan Somer jî wiha ye.

Piştî van daxuyaniyan em dixwazin di derbarê “binamûsbûna zanistî” de ji Mîrza Somer re çend gotinan bêjin:

Kesên binamûs, heger ramanekê nepejirînin jî di danasîna berhemeke wê bîrdoziyê de pêwîst e ku li gorî ramana nivîskarên wê berhemê tevbigerin.

Dibe ku hûn ji ramana Marksîst bawer nekin û nêrîna cîhanî ya Marksîst, weke nêrîna cîhanî ya xwe nepejirînin. Mîrza Somer, li gorî makezagona me herkes azad e ku ramaneke û nêrînekê bişopîne. Ji ber vê yekê jî hûn azad in ku nêrîna cîhanê ya ku hûn dixwazin bipejirînin û biparêzin.

Lê mafê we tune ye ku hûn dozîneyekê berovajî bikin. Parastina nêrîneke cîhanê tiştek e û berovajîkirina nêrîneke cîhanî ya li dijî vê ramanê tiştek din e.

Heger mirov li hemberî xwe û li hemberî zanistê rêzdar bin, wê berhemên ku tê de ev raman hene berovajî nekin û bi vî awayî ramanên xwe neparêzin; berovajî vê yekê wê di destpêkê de dozîne û rêbazên wê pergala ramanê û dozîne û rêbazên ramanên xwe deyne holê û paşê wê pergala ramanê ya ku li dijî wê ye û rêbazên wê pergalê “nepejirîne”.

Hûn di vê hêlê de hêrseke wiha mezin û hewldanên çavgirtî nîşan didin ku mirov pê matmayî dibe û ev hewldanên we dikin ku hûn bêjin “li gorî ku ev pirtûk piştî Şoreşa Cotmehê hatiye weşandin, wê çaxê li ser şoreşê bandoreke rasterast nekiriye”. Ev gotin ji hêla kesên dûrî Marksîzmê û kesên xwediyê aqilekî asayî ve jî çewt têne dîtin.

Mirov dikare li hemberî van gotinên Kenan Somer çi bêje? Karê herî rast ew e ku mirov bi vê hişmendiya perîşan bikene û biçe.

Ev pirtûka ku nivîskarê wê Lenîn e û tê de teoriyên “Dewlet” û “Şoreş”ê yên Lenînîzmê hene, bandorê li Şoreşa Cotmehê nekiriye (!) ku ev şoreş ji serî heta dawî ji hêla Lenîn ve hatiye meşandin… Ka ev çi hişmendî ye! Heger em li ser van gotinên çewt zêdetir bisekinin, wê ev yek li hemberî xwendekaran bibe bêrêziyek.

– VII –

Marksîzm, dozîneya tevgerê ya di nava tevgerînê de ye. Bi vegotina Engels, ne dogmayek e ku bi awayekî ezbere were hînbûn û bi awayekî mekanîkî were dubarekirin, berovajî vê yekê bîrdoziyeke geşedanê ye.

Û di Marksîzmê de rastiyeke teqez a dawîn tune ye. Rastî di nava tevgerê de ye, guherbar û derbasdar e.

Ji bilî dahûrandina şênber a Marksîzmê, ne gengaz e ku mirov di derbarê xwezaya tiştan de bigihêje agahiyan.

Hosteyên Marksîzmê, vê hêmana neguherbar a diyalektîka şoreşger hertim bi kar aniye. Marksîzm jî di nava geşedanê de ye. Ji ber ku agahiyên me bi vedîtinên zanistên xwezayê yên îroyîn ve sînorkirî ne. Ji ber vê yekê jî tiştên ku îro têr dikin, sibe têr nakin. Marksîzm, nêrîneke cîhanê ye ku xwe hertim mezin dike û nû dike…

“Di dema kûrbûna dozîneyê de geşedaneke ku tê de sepanên rêbazên nû an jî rastiyên ku dahûrandinên wan ji bo demekê li aliyekî hatine hiştin, ji revîzyona hêmanan cudatir e…”(19)

Li gorî hosteyên Marksîzmê, ev revîzyonîzm e ku mirov bêje çalakiya Marksîst-Lenînîst û “teoriya dewletê ya Marksîst” û “teoriya şoreşê” ya ku ji hêla Lenîn ve hatine kûrkirin di nava mercên wê demê de derbasdar in û di serdema emperyalîst de “teoriya dewletê ya Marksîst” a ku dozîneyeke çalak a gerdûnî ya bîrdoziyeke çalak, weke rêbereke çalakiyê nebîne.

Bingeha felsefî ya revîzyonîzmê jî, agnostîzm e. (Kesên revîzyonîst, bi rêbazeke eklektîk “bijarteker” mijaran digirin dest û şîrove dikin. Lê belê aşkere ye ku di bineha “eklektîzm”a wan de jî agnostîzm “nepenîbûn” heye).

Ji bo ku em mijarê ji bo xwendekaran şênbertir bikin em ê hinekî behsa “agnostîzm”ê bikin.

Weke ku tê zanîn rastî, li her derê şênber e. Ji ber vê yekê jî rêbaza dahûrandinê ya Marksîzmê, hertim “dahûrsndina şênber a rewşên şênber” e. Ji bilî vê rêbazê, riyeke din tune ye ku mirov bigihêje agahiyên şênber.

Lê heger li ser navê bikaranîna rêbaza diyalektîk mirov di “dahûrandina şênber a rewşên şênber” de dev ji pirsgirêka sereke berde, wê bikeve riya şaş. Heger wiha be wê rêbaza mekanîk veguhere mekanîkê û bîrdozî jî wê veguhere agnostîzmê. Û wêmirov hîn jî bêje qey bi diyalektîka Marksîzmê nêzîkî mijaran dibe.

Bi kurtasî heger mejiyên teng ên mekanîk ên ku ji diyalektîkê fêm nakin hewl bidin “dahûrandina şênber a rewşên şênber” bi kar bînin, wê bi awayekî neçar bikevin nava “agnostîzm”ê. Lê belê diyalektîka Marksîzmê, ji “dahûrandina şênber a rewşên şênber” derbasî teoriya zanebûnê ya objektîk  dibe.

Kesên qaşo Marksîst ên ku haya wan ji teoriya zanebûnê ya şênber a diyalektîkê tune ne, weke wan kesan in ku di nava çolê de xeyalên keskahiyê dibînin.

Ya giştî, di nava parçeyên xwe de di nava cudahiyên çendîniyê de xwe dide der; bi heman awayî parçe jî di nava ya giştî de xuya dikin. Ango di navbera ya giştî û ya taybet de girêdaneke xurt heye. Heger hinek vê dualîbûna gihaştina zanebûnê bixe nava yek riyê, ew ji diyalektîka Marksîst “xatirê xwe dixwazin”.

Nêrîna li rastiyê incex bi riya dahûrandina tiştên şênber, derbasbûna razberkirina zanistî re pêk tê. Bi vê razberkirinê re têgeh û tofên (kategorî) razber ên ku xwe dispêrin rastiyê (tiştên şênber) derdikevin holê û bi vî awayî dozîneyeke gelemperî ya Marksîst ava dibe. (Gerdûnîbûna dozîneyeke Marksîst, bi berdewamkirina wê pêvajoyê re sînordarkirî ye.) Incex bi rêbazeke wiha mirov dikare di nava tevliheviya bêdawî ya rastiyê de bigihêjin tevger û zagonên aşkere yan jî veşartî.

Em van gotinên xwe bi mînakekê bêtir şênber bikin; Lenîn mercên şênber ên Rûsyaya Çarî nirxandiye û dîtiye ku bi riya partiyeke pêşeng a ku ji hejmareke kêm a kesên xwedî disiplîneke ji hesin pêk tê re desthilatdariya paşverû dikare were parçekirin û zorbaziya proleteryayê were avakirin.

Lê heger mijar di nava çarçoveya teng a vê gotinê de bimîne, wê ji çar lingan du lingên maseya me tune be.

Gelo taybetmendiyên gerdûnî yên heyama sermayedariya yekdest û taybetmendiyên taybet ên Rûsyaya Çarî ya ku welatekî leşkerî û feodal e, bi giştî ji hev cuda ne? Bêguman na. Di vê rewşê de tiştên gelemperî, xwe di nava cudahiyên çendîniyê yên tiştên taybet de didin der.

Di destpêka sedsala 20’emîn de hemû nakokiyên emperyalîzmê li Ingiltere, Fransa, Amerîka, Almanyayê û welatên din ên ku di nava wan de sermayedarî gelekî kêm pêş ketiye xwe didan der. Lê ev nakokî, weke ronahiya ku ji prîzmaya sêgoşeyî derbas dibe û vediguhere gelek rengan, di nava cudahiyên çendîniyê de xwe didan der. Nakokiyên sermayedariya yekdest li Ingiltereyê weke rengê pemba xuya dikirin, lê belê li Rûsyaya Çarî, rengê wan sor bû. Geşedana dîrokî ya wî welatî, asta aborî û çandî, asta hêz û zanebûna çînan, behremendiya pêşengên wan çînan û taybetmendiyên herêmî dikirin ku rengê van nakokiyan cuda be.

Di destpêka sedsala 20’emîn de Lenîn ji bo Rûsyaya Çarî dahûrandina şênber a rewşa şênber dikir û bi heman awayî dahûrandina heyama emperyalîst û bandorên wê yên li ser Rûsyayê jî dikir.

Jixwe cudahiya di navbera bolşevîkan û menşevîkan û sosyalîstên din ên şoreşger ew bû ku kesên bolşevîk diyalektîka Marksîst weke rêbaza dahûrandinê ya rastîn bi kar dianîn.

Sosyalîstên din ên şoreşger (20) bi awayekî şaş dahûrandina şênber a rewşa şênber bi kar anî û bi vî awayî dûrî dozîneyên gerdûnî yên Marksîzmê ketin. (Şaşitiya pêşîn a ku Kenan Somer dike, ji xeletiya sosyalîstên şoreşger ne cudatir e.) Ev kes dibêjin ku dozîneyên Marksîst ne li gorî rewşa Rûsyaya Çarî ye û wê li Rûsyayê feodalîzm û sermayedarî bi hev re hilweşin.

Kesên menşevîk jî ji bîr kiribûn ku Marksîzm, bîrdoziya tevgerê ya di nava tevgerînê de ye û têgehên Marksîzmê bi awayekî mekanîk dubare dikirin. Kesên weke Bernstein ên ku xwe bi çarlepkan bi pêşbîniya Marx a “derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane” (Marx bi taybetî diyar kiriye ku ev rêbaz ji bo heyama beriya yekdestiyê jî rêbazeke awarte ye) ve girê dabûn û rêvîyonîstên din jî heman tişt digotin. (Şaşitiya duyemîn a Somer jî bi awayekî mekanîk dubarekirina têgehên Marksîst e.) Ev kes digotin ku Rûsyaya Çarî ji şoreşeke sosyalîst re ne amade ye û pêwîst e ku desteka bûrjûwaziyê were kirin. “Gelo Marx pêşbîn nekiribû ku li welatekî ku pîşesazî -di warê çawanî û çendîniyê de- lê xurt e şoreş pêk were?”. Menşevîk digotin ku wê çaxê pêwîst e ku Rûsyaya Çarî jî veguhere welatekî wiha û mercên Rûsyaya Çarî ji bo şoreşeke sosyalîst ne guncav in. Û di encamê de ketin riya berovajî û li cem sosyalîstên din ên şoreşger cih girtin û destek dan desthilatdariya bûrjûwaziyê.

Divê mirov matmayî nemîne ku kesên menşevîk û sosyalîstên şoreşger, bi armanc û riyên bi temamî dijberî hev, digihêjin heman riyê. Heger pirsgirêkên heyîji destpêkê ve bi rêbaza diyalektîk neyên nirxandin an jî rêbaza diyalektîk şaş were bikaranîn, wê çi çepgir bin çi jî rastgir bin, hemû çalakiyên ku xwe dispêrin vê dahûrandina şaş, di dawiyê de bigihejin hev.

Ji ber vê yekê jî di dirêjahiya şoreşê de sosyalîtên şoreşger û kesên menşevîk, ji meqamên cuda be jî heman stranê gotine.

  • Jêrenot:

* Ev nivîs cara pêşîn di 12’ê Tebaxa 1969’an de di hejmara 91’ê ya kovara Turk Solu’yê de hatiye weşandin.

(1) Jiyan û Berhemên Karl Marx II, Henri Lefebvre, rpl:145, Weşanên Anadolu’yê

(2) Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: “Taybetmendiya Oportunîzma Aren”, Turk Solu, hejmar:88, rpl: 14-15-16.

(3) Di serdema me de kesên ku vê yekê diparêzin, zorbaziya proleteryayê pêşbîn nakin. Lê belê Marx di encama vê rêbaza awarte û dibêtiya biçûk de jî zrobaziya proleteryayê ya teqez pêşbîn dike.

(4) Nivîsên di nava niçikan de yên me ne.

(5) Pêwîst e em wêrekiya Somer zêde mezin nekin. Ji ber ku Somer ne yekane kes e ku vê riyê pêşniyar dike. Li welatên rojavayî yên sermayedar jî hemû simsarên sermayedariyê weşanên bi vî rengî dikin. Her wiha li welatekî paşdemayî yê tê zanîn jî hin simsar hene ku dibêjin “em riyekê diceribînin ku heta niha nehatiye ceribandin. Ev, xurtkirina me ya Marksîzmê ye” û vê riyê dişopînin. Dengê wan hîn jî li ber guhên kesên ku mijarê dizanin olan dide.

(6) “Mijara Axê”, “Li Ser Bacên Aynî”, rpl:150, Lenîn, Weşanên Sol’ê.

(7) Nivîsên rast ên me ne.

(8) “Jirêderketinên Rastgir û Çepgir” (Paşgotina ji bo “Di Derbarê Jirêderketinên Rastgir û Çepgir Ên Di Nava partiya Me De) 3’yê Mijdara 1926’an, rpl:76, Stalîn, Weşanên Sol’ê, Enqere)

(9) “Xizaniya Felsefeyê”, Karl Marx, rpl:195, Weşanên Sol’ê. “Gotina Georg Sand a bi nav û deng di wergera bi Tirkî de ne zelal e. gotina resen wiha ye”.

(10) “Dewlet û Şoreş”, Lenîn, rpl:30, Weşanên Bilim ve Sosyalizm.

(11) “Jiyan û Berhemên Lenîn”, rpl:29, Henri Lefebvre, Weşanên Anadolu’yê (nivîsên di nava niçikan de yên me ne).

(12) “Sosyalîzm”, rpl:52, Lenîn, Weşanxaneya Habora’yê, (nivîsên di nava niçikan de yên me ne).

(13) “Teorî û Pratîk”, Mao Tse Tung, rpl:67, Weşanên Sol’ê.

(14) “Li Dijî Faşîzmê Eniya Yekgirtî”, “Helwesta Li Dijî Demokrasiya Bûrjûwaziyê”, rpl:167, Dimitrov.

(15) “Dewlet û Şoreş”, Lenîn, rpl:47-48, Weşanên Bilim ve Sosyalizm

(16) Têgehên makro û mîkro, di ferhenga Marksîst de tune ne. Ji ber vê yekê jî pêwîst e neyên bikaranîn. Armanca bikaranîna me ew e ku em ravekirinên Somer zelal bikin û mijarê bi awayekî şênber derpêş bikin.

(17) Di berhemên Mao Tse Tung û Lin Piao de mijar gelekî zelal û nîqaş jê re navê.

(18) “Bijî Serkeftina Şerê Gel”, lin Piao, rpl:60, Weşanên Bilim ve Sosyalizm.

(19) “Jiyan û Berhemên Karl Marx”, Henri Lefebvre, rpl:144, Weşanên Anadolu’yê.

(20) “Sosyalîstên şoreşger” ên rûsyayê girêdana teqez a di navbera sosyalîzmê û çîna karkeran û sosyalîzma zanistî nepejirandine. “Partiya Sosyalîst a Şoreşger”, rêxistineke populîst û anarşîst e û tu têkiliya wê bi Marksîzmê re tune ye.


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.