موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

WEKE KADROYEKÎ DEWLETÊ, KEMAL KILIÇDAROGLU

139
image_pdf

WEKE KADROYEKÎ DEWLETÊ, KEMAL KILIÇDAROGLU

Sami ADALI

Weke hemû rêxistinan, rêxistina dewletên faşîst û olîgarşî jî piştî perwerde û şopandineke demdirêj kadroyên xwe amade dikin û li gorî “pêşketina” wan, kar didin ber wan. Dewlet, ligel gelek daneyên weke “rewşa malbatê, meyla siyasî ya malbatê, dîroka malbatê” zarokên 7 salî di dibistanên xwe de perwerde dike û ev perwerdeya destpêkê 12 salan berdewam dike. Piştî 12 salan jî perwerdeya zanîngehê heye. Di dirêjahiya vê perwerdeyê de kesên “bikêrhatî” û “nekêrhatî”, li gorî berjewendiyên dewletê ji hev cuda dibin. Û piştî van perwerdeyan, îja karmendî dest pê dike.

Bêguman di pêvajoya karmendiyê de jî şopandin berdewam dike. Û heger di vê pêvajoyê de jî ew kes “bikêrhatî” be di burokrasiya dewletê de cihêe xwe digire.

Kemal Kiliçdaroglu jî yek ji van kesan e. Di sala 1971’ê de di wezareta maliyê de dest bi karê karmendiyê dike û piştî ku li Frensayê jî tê perwerdekirin û ceribandin, di sala 1983’an de (piştî darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’î) dibe burokrat. Û heta 1999’an, di saziyên cuda yên qaşo ewlehiya kar û civakî de cihê xwe digire. Her wiha dersan li zanîngehan dide û di rêveberiya bankayên olîgarşiyê û dewletê de cih digire.

Paşê dibe parlementerê partiya CHP’yê û di 2010’î de dibe serokê heman partiyê. Ev kesê ku di nava dewleta faşîst de bi salan e burokratî kiriye û bûye serokê partiyeke faşîst, demeke dirêj bû ku xwe di çavê gelan de weke “demokrat, mafparêz û adil” dida nîşandan. Ligel ku şoreşgerên rasteqînî erka xwe ya hişyariyê bi cih dianîn jî, zêde bandora wan çê nedibû.

Sal çû, dem derbas bû; Kiliçdaroglu di nava civakê de, bi dijberiya partiya faşîst û kevneprest AKP’yê, eleqedarbûna partiya xwe zêde kir. Êdî heviya wî ya ku li Tirkiyeyê bibe partiya desthilatdariyê ji berê zêdetir bû. Bi vê baweriyê Kiliçdaroglû derket û got :”Em ê gora Suleyman Şah çi dibe bilabibe, bîbin cihê wê” û “Em ê Qendîlê hilweşînin”. Gora Suleyman Şah, berê li nêzîkî pira Qereqozaxê bû. Ango di nava erdnîgariya Rojava de bû. Di 22’ê Sibata 2015’an de dewleta Tirk, bi alîkariya YPG’yê gora Suleyman Şah ji cihê wê yê heyî derxist û anî gundê Aşmê yê Kobanê. Dema ku Kiliçdaroglû dibêje “em ê gorê çi dibe bila bibe, vegerînin cihê wê yê berê”, zimanê kodên dewletê bi kar tîne. Ango behsa dagirkeriya erda Rojava dike.

Em dixwazin li vir tiştekî bînin bîra Kiliçdaroglû: cihê gorê yê kevn, niha nêzîkî Keleha Caberê, di binê avê de ye. Heger xeyaleke te ya wiha hebe, cihê te binê ava Firatê ye.

Mijara din jî, hilweşandina Qendîlê ye. Dewleta Tirk û olîgarşiya wê, ji destpêkê ve xwe li ser tunekirina gelan û kedxwariyê ava kirine. Di nava sed salên vê dewletê de gelek gel hatin qirkirin an jî bişaftin. Niha jî dixwazin partiya şoreşger a gelê Kurd tune bikin û qirkirina gelê Kurd jî bigihêjînin dawî.

Di vê mijarê de ne hewce yê ku em tiştekî bînin bîra Kiliçdaroglû. Lewra li çiyayan, rojane berxwedan dewam dike û ligel ku bi hemû hêza xwe êrîş dikin jî, dijmin nikare gerîla tune bike.

Em ji zû de dizanin ku Kiliçdaroglû jî yek ji kadroyên vê dewletê û vê olîgarşiyê ye. Bi van gotinan, tiştê ku majixwe hebû, aşkere kir. Bila hemû gel, hemû kedkar, hemû demokrat û hemû azadîxwaz zanibin ku faşîzma sor, faşîzma kesk, faşîzma spî hemû weke hev in.

Ji bo vê yekê jî em dibêjin : Yekane rê, şoreş e.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.