موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

MLSPB: KOBANÊ SEMBOLA ROJAVA YE

111
image_pdf

Di dirêjahiya dîrokê de gelên şoreşger, li hemberî zilm û mêtîngeriyê bûne pêşengên çanda berxwedanê. Emperyalîzm û xulamên wê yên hevkar bi hemû derfetên xwe û bi çekên xwe yên teknolojiya bilind polîtîkayeke li dijî mirovahiyê dimeşînin, lê vîn û wêrekiya şoreşger, her tim van polîtîkayan vala derdixîin.

Gelê Kurdistana ku sînorên wê hatine parçekirin; çand, nasname, ziman û hişmendiya wê li çar parçeyan ji hev de hatiye xistin şiyar bûye û bi vê şiyarbûnê re hemû gel rabûne ser piyan. Çawa ku me li Stalîngrad, Filistîn û Vîetnamê çogên emperyalîzm, siyonîzm û faşîzmê dan erdê, îro jî em li Rojava rastiya şênber a hêviya şoreşa cîhanê û girêdana serkeftinê dijîn.

Şoreşa Rojava, di heman demê de asta herî bilind a hevgirtina enternasyonalîst e. Kobanê, meşaleya berxwedana gelên bindest ên ku naxwazin di binê nîrên emperyalîzmê de bijîn e; Kobanê, rewşa herî şênber û pratîka herî berxwedêr a serhildana li dijî zilm û mêtîngeriyê ye; Kobanê, dilê şoreşa cîhanê ye ku li Rojhilata Navîn hemû leyîstok vala derxistine. Kobanê, sembola Rojava ye.

Ji ber vê yekê gerîlayên MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ, çawa ku li eniyên şer ên Rojava çek hildabûn, di refên berxwedana Kobanê de jî bi heman biryardariyê cihê xwe girtin. Em bi rêhevaltiya bêsînor a hevgirtina şoreşgerî û vîna Eniya Partiya ya Rêber Mahir Çayan, banga şer û serkeftinê li gelê xwe dikin ku em di nava refên MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ de ala sor a sosyalîzm û enternasyonalîzmê bilind bikin û hevgirtina şoreşgerî pêl bi pêl mezin bikin.

BIJÎ ŞOREŞ Û SOSYALÎZM!

BIJÎ ENIYA ŞOREŞÊ YA ROJHILATA NAVÎN!

HETA RIZGARIYÊ ŞER!

26 ARALIK 2014

MLSPB/ENIYA ŞOREŞÊ

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.