Zapatî û Kurdan Êrîşên Li Meksîkayê Protesto Kirin
Zapatî û Kurdan Êrîşên Li Meksîkayê Protesto Kirin
Êrîşên hikûmeta Meksîkayê yên li ser gerîlayên Zapatîstayê li gel tevlîbûna Kurdan li bajarê Bernê hatin protestokirin.
Hikûmeta Meksîkayê 11’ê Îlonê di êrîşa li ser gerîlayên Zapatîstayê de 2 gerîla revandibûn û roja din jî ji aliyê çeteyên paremilîter ve gerîlayek din ê Zapatîstayê hatibû qetilkirin. Êrîş li bajarê Bernê ya Swîsreyê hate protestokirin.
Çalakî, li pêşiya Sefaretxaneya Meksîkayê ya li Bernê hate kirin û aliyên Zapatîsta yên li Swîsreyê dijîn, saziyên civaka sivîl ên Swîsrî û endamên Navenda Civaka Kurd tev li çalakiyê bûn.
Di daxuyaniya hate dayîn de ev hate gotin: “Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîstayê (ELZN) nêzî 40 sal in, weke tevgera Zapatîstayê li dijî polîtîkayên kapitalîst û mêtinger ji bo xweseriya ku xwe dispêre vîna gel, têkoşînê dike. Zapatîsta her roj li dijî çeteyên paremilîter û êrîşên hikûmeta Meksîkayê têdikoşin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tavilê, divê hikûmeta Meksîkayê Jose Antonîo Sanchye Juarez û Sebastîan Nunuez Prez berdin.
Çalakî piştî daxuyaniyan û şûn de bi drûşmên banga hevpar a têkoşîna enternasyonalîst bi dawî bû.
Çavkanî: ANF