موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

ERDOXAN PARSÊ JI KARMENDÊN AMERÎKÎ DIKE Û NIRXÊN WELAT PÊŞKÊŞÎ WAN DIKE

106
image_pdf

ERDOXAN PARSÊ JI KARMENDÊN AMERÎKÎ RE DIKE Û NIRXÊN WELAT PÊŞKÊŞÎ WAN DIKE

Saziyek heye, navê wê Konseya Kar a Tirkiye û DYA’yê (TAİK) e. li gorî ku tê ragihandin, armanca vê saziyê, bilindkirina asta danûstandinên aboriyê yên di navbera Tirkiye û DYA’yê de ye. Heke mirov biçavekî rastîn lê binêre, mirov wê bibîne ku armanca wê mêtîngeriya ked û nirxên civakê ye. Bi riya vê saziyê têkiliyên xurttir dadîtin ku wê xwîn û keda kedkaran çawa çêtir û bêtir bimijin.

Îro li bajarê New Yorkê, R.T. Erdoxan tev li civîna TAİK’ê bû. Di vê civînê de Erdoxan, weke gelek carên berê kiriye, xwe avêt bextê karmendên Amerîkî û ji wan re got: “Tirkiye, ji bo fîrmayên Amerîkî, gelek derfetan di nava xwe de dihewîne” û bang li şîrketên Amerîkî kir ku werin li Tirkiyeyê kargehan vekin.

Ligel gelek taybetmendiyên din ên dij-civakî û dij-mirovî yên sermayeyê, taybetmendiyeke wê ya din heye ku bi maliyeteke kêm, dixwaze kara zêde bera bêrîka xwe bide. Erdoxan jî bi vê dizane; jixwe ew jî yek ji diranên vê çerxê ye. Lewra di civînê de Erdoxan got ku li Tirkiyeyê “bi maliyeteke guncan, derfeta hilberîneke berfireh heye”.

Ango dibêje ku wî û desthilatdariya wî û olîgarşiya li Tirkiyeyê tevgerên karkeran ên demokratîk û şoreşger pûç kirine; kirine ku bi milyonan karker bêyî ku ewlehiya wan a civakî hebe, bixebitin; bi milyonan bêkar hene ku çav li rê ne di mercên koletiyê de bi saetan bixebitin. Ango dibêje ku min bi şêwaza olperestî û nijadperestiyê kiriye ku civak bi dûv mafê xwe nekeve, kesên ku bi dûv mafê xwe dikeve jî bi hêsanî bi “xayintiya welatê xwe” re tê sûcdarkirin. Îja we fêm kir bê Erdoxan çima ji gel doza “sê zarokan” dike? Ji bo zêdetir karker û bêkar ava bibin û Erdoxan û kesên weke wî jî keda wan pêşkêşî kedxwaran bikin.

Erdoxan, ji karmendên Amerîkî re dibêje ku bi milyonan “karkerên erzan” hene, keda wan bi qirûşan dikare were firotin. Heger karker, van şert û mercên xedar nepejirînin, va ye bi milyonan bêkar hene. Ev bêkar, li bende ne ku nanoziko kar bikin.

Çerxa karkerî û bêkariyê ji bo vê tê avakirin. Nûnerên bûrjûwaziyê û olîgarşiyê, diçin kesên weke xwe dibînin û ji parastin û pêşxistina berjewendiyên xwe, keda me pêşkêş dikin.

Zagonên heyî yên di derbarê kar û kedê de, giş li dijî keda karkeran in û ji bo berjewendiyên sermayedar in. Di binê zexta zagonên heyî de karker û kedkar li ber fetisandinê ne, lê xuya ye ev rewşa heyî, xwînmijan têr nake. Lewra Erdoxan di civînê de got: “Em ê sererastkirinên zagonî yên pêwîst bixin meriyetê, da ku sermayedarên navneteweyî li welatê me bi awayekî ewle kar bikin.”

Zagonên ewlehiya kar tune ne, zagonên ku mafê karkeran diparêzin tune ne, zagonên ku rê vekin ku karker doza mafê xwe bikin tune ne. Lê wê zagon werin derxistin ku sermayedar, bi awyekî “ewle” wrin li Tirkiyeyê kar bikin.

Êdî bi sererastkirinên zagonî ev rewşa xerab nayê guhertin. Êdî olîgarşî û sermaye, dixwazin karker û kedkarên li ber fetisandinê ne, bi giştî bifetisînin. Îja divê drûşmeya “Yekane rê, şoreş e” çêtir were fêmkirin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.