موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

ERDOXAN DEREWAN DIKE

115
image_pdf

ERDOXAN TIŞTÊ DI DILÊ XWE DE VÊ CARÊ AŞKERE GOT

Sami ADALI

Weke ku hûn jî dizanin hefteya dawî, xwendekarên zanîngehan ên li hemû bajaran ji bo ku dengê xwe bigiêjînin rajya giştî, dest bi çalakiyekê kirine. Xwendekarên ku ji ber bêderfetiyên aboriyê odeyekê bi tenê jî nedîtin ku serê xwe bixin binê banê wê, li kolanan diman. Û bi awayekî takekesî, hewl didan ku ji xwe re cihekî bibînin an jî rayedarên dewletê li wan werin rehmê û pirsgirêka wan çareser bikin. Lê dema dîtin ku bi vî awayî dengê wan lawaz derdikeve, kes guh nade wan, berê wan didin malên terîqet û cemaatan û hîn jî li kolanan radizên, ji bo ku dengê wan bêtir derkeve û were bihîstin, dest bi çalakiyeke hinekî din bi komî kirin.

Piştî ku dengê xwendekarên belengaz bêtir derket, rayedarên dewletê û desthilatdariya AKP’yê, ji dêvla ku li riyên çareseriyê bigerin, weke hertim êrîş birin ser xwendekaran û xwendekar, li kolanan hatin binçavkirin (belkî bi saya vê yekê derfet dîtin ku li cihekî ewle rakevin). Desthilatdariya heyî, di hemû astan de daxuyaniyên li dijî tevgera xwendekaran dan.

Herî dawî serkêşê AKP’yê, di vekirina avahiya Darülacezeyê de axivî û wiha got:

“Bi derewan û bi awayekî şaş, kesên ku têkiliya wan bi mijarê re tune ne, qaşo datînin ser bankan (cihê rûniştinê yên li parkan) û weke ku li Tirkiyeyê cihên mayînê yên xwendekaran tune ye, kampanyayên derew û şaş dimeşînin. Hûn derewan dikin, jiyana we derew e!”.

Ev zilam ji destpêkê de ev faşîst bû û ji destpêkê de ev derewîn bû. Ev gotina wî ya di derbarê vê mijarê de jî yek ji mînakên vê ne.

Li Tirkiyeyê 3 milyon û 800 hezar xwendekarên zanîngehê hene. Û dewlet, tenê ji bo 700 hezar kesî cihê razanê vediqetîne. Wê çaxê wê 3 milyon û 100 hezar xwendekarên din li ku razên? Heta niha kesên ku pereyên wan hene mal kirê dikirin an dikirîn an jî li avaniyên taybet diman. Wê îsal jî ev beşa dewlemend dîsa wiha bike. Xwendekarên xizan jî 3, 4, 5, 6 xwendekar bi hev re malekê kirê dikirin û bi vî awayî hewl didan xwendina xwe berdewam bikin.

Lê îsal rewş cuda ye. Qeyrana aborî li herkesî xistiye. Xwendekar nikarin malan kirê bikin. Û piştî ku ji aliyê desthilatdariyê biryar derket ku wê îsal perwerdeya rûbirû dest pê bike, li bajaran xwediyê xaniyan kirêyan gelekî buha kirin.

Herkes ji aliyê xwe de li paşeroja(dahatûya) welat, li ciwanan dixe. Ji ser pişta wan û li dora wan bazareke mezin hatiye avakirin û bazirganên vê bazarê xwîna xwendekaran dimijin. Desthilatdarî çav berdaye aqil û jiyana wan, hertim dibêje “em ê nifşeke oldar ava bikin”. Desthilatdariya heyî, derfetan ji xwendekaran re ava nakin da ku ev xwendekar neçarî saziyên cemaat û terîqatên olî bibin. Û paşê jî ji wan re dibêjin “derewîn”.

Erdoxan dibêje “kesên ku têkiliya wan bi mijarê re tune ye”… Têkiliya xwendekarên ku cihekî ji bo razanê ji xwe re nabînin, bi mijarê re tune be wê ya kê hebe? Ligel ku dewletê tenê ji bo %18’ê xwendekaran re derfetên cihê mayînê ava kiriye Erdoxan çawa dikare bêje “pirsgirêka mayînê tune ye”? Ev, ne derew be, çi ye?

Gotineke din a Erdoxan heye ku li kîjan welatî, serokeke dewletê (heta kesekî jirêzê jî) ev gotin gotibana, ji ber bertekan 24 saetan jî li cihê xwe nedima. Erdoxan eyn ev got: “Êdî pîvana xizaniyê ne ew e ku mirov muhtacî nanê ku zikê xwe têr bike be. Êdî kesên ku ne xwediyê wan derfetan in ku weke mirovan bijîn xwe weke xizan dibînin”!!!

Ango li gorî Erdoxan, incex kesên ku gepek nan tune be ku pê zikê xwe têr bikin, xizan in. Halbûkî ev, pîvana birçîbûnê, heta pîvana “ji birçîna mirinê” ye. Ango Erdoxan dibêje “heta ku gepek nanê we hebe ku hûn pê zikê xwe têr bikin, ji xwe re nebêjin xizan”.

Gotinek heye, dibêjin “Têr, bi halê birçiyan nahisin”. Kesên ku li qesran dimînin, bi milyaran dolaran didizin û dixin bankayên navneteweyî; kesên ku çaya spî vedixwun û smoothie’ya bi fêkiya ejderê dixwun nizanin ku ji bilî van xwendekaran jî bi milyonan kes hene ku li cihekî xwe yê razanê û li nanê xwe heyirîne.

Erdoxan bixwe dibêje “kesên ku ne xwediyê wan derfetan in ku weke mirovan bijîn xwe weke xizan dibînin”. Erdoxan vê yekê rexne dike ku hemwelatî, doza jiyaneke weke mirovan dikin. Û li gorî wî, heger hinek wan derfetan nebînin ku weke mirovan bijîn divê nebêjin em xizan in, heta ku gepek nanê wan hebe!

Êdî dem hatiye ku xwendekarên ku bi keda xwe hatine zanîngehan, perwerdeyeke bê pere, bi zimanê dayîkê û demokratîk bibînin. Êdî dem hatiye ku di destpêkê de kedkarên welatê me, herkes weke mirovan bijîn. Û ne gengaz e ku bi vê desthilatdariya heyî û bi qaşo muxalefetê jî ev yek pêk were. Çareserî ew e ku, pergal bi giştî were guhertin.

Xwendekarên ku li kolanan radikevin nîşanî herkesî dan ku dema mirov yek be, komî û rêxistinî be dengê mirov bêtir derdikeve û mirov bêtir nêzîkî çareseriyê dibe.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.