موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Salvegera 55’emîn a Avakirina ERGF’yê pîroz be

119
image_pdf

Em Salvegera 55’emîn a Damezrandina Gelê Xizan ê Filistînê ERGF’yê Silav Dikin,

Bi Daxuyaniya Balfour’ê re emperyalîzma Ingilîz, bingeha dagirkeriya Siyonîst ava kir û piştî şerê duyemîn ê Parvekirinê (cîhanê), emperyalîzma Amerîkayê ev yek pêk anî. Ev hebûna dagirker a Siyonîst, her roj dike ku gelê Filistinê di nava dojehê de be. Gelê Filistînê jî li dijî vê terora Siyonîst a ku jiyanê jê re dike dojeh, bi hertiştên xwe li ber xwe dide.

ERGF (Eniya Rizgariya Gel a Filistînê), di xeta Marksîst-Lenînîst de ava bû; ji bo pêkhatina rizgariya neteweyî û rizgariya civakî, weke riyeke jêneveger, berxwedana çekdarî diparêze, vê xetê bi biryardariyeke mezin dişopîne û di vê riyê de bi hezaran şehîd û girtî dane û ji riya xwe dûr neketiye. ERGF, bi berxwedana xwe ya bênavber a li dijî emperyalîzmê û êrîşkariya Siyonîst, him ji bo neteweya Ereb him ji bo gelê Tirkiyeyê him jî ji bo gelên cîhanê dibe çavkaniya hêzê.

ERGF’ya ku dibêje Israil’a nijadperest, “nebaşiya teqez” e û heta ku hebûna dagirker ji holê neyê rakirin wê gelê xizan ê Filistînê aramiyê nebîne, vê rastiyê hertim tîne bîra nêzîkahiyên lihevker û tasfiyekar û di heman demê de li dijî dijminê dagirker jî yekitiya neteweyî û yekitiya berxwedanê parastiye.

Gelê Filistînê, weke rojên berê îro jî li dijî êrîşkariya Siyonîst, berxwedaneke bêhempa û lehengiyê nîşan dide. Zanayê Filistînê George Habeş û hevrê Ebû Elî Mistefa yê ku ji hêla dijminê dagirker ve bi reşkujiyekê hate şehîdkirin, beriya vê bi 55 salan di nava berxwedanê de avabûna we ya pîroz pêk anîn. Hevrê Ehmed Sadat’ê Sekreterê Giştî, ji hêla hevkarê hebûna Anglo-Siyonîst Desthilatiya Oslo’yê ve hate girtin.

Li gel hemû êrîşên tunekirin û bêbandorkirinê jî weke ERGF’yê hûn bi xeta berxwdanê ve girêdayî man û we ev êrîş vala derxistin. Di binê her şert û mercî de ev 55 sal in ku hûn bênavber berxwedana çekdarî dimeşînin û hûn bûne hêviya gelê Filistînê û baweriya ji bo serkeftinê.

Em weke THKP-C’yê, li ser navê çîna karkeran û gelê Tirkiyeyê, gelê Filistînê yê ku li dijî dijminê Siyonîst ê dagirker bi hertiştên xwe li ber xwe dide, rêbertiya ERGF’yê, hemû endamên wê û şervanên Ketîbeyên Ebû Elî Mistefa bi coş silav dikin. Salvegera 55’emîn a Avakirina ERGF’yê pîroz be. Doza ERGF’yê, doza THKP-C’yê ye.

Bijî Berxwedana Filistînê!

Yan Welatê Azad Yan Mirin!

THKP-C/MLSPB

KOMÎTEYA NAVENDÎ

07/12/2022

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.