موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

DI ŞOREŞÊ DE BICIHBÛNA ÇÎNAN

107
image_pdf

MAHIR ÇAYAN

DI ŞOREŞÊ DE BICIHBÛNA ÇÎNAN

Qeyrana aborî û polîtîk her ku diçe kûr dibe. Çînên serdest di nava xwe de parçe bûne û êdî nikarin pergala heyî bi zagonên xwe yên fermî biparêzin. Ji ber vê yekê jî pêkutî, tundî û çewisandina eniya dij-şoreşê ya li ser şoreşgeran gelekî zêde bûye. Êdî Tirkiye veguheriye welatekÎ wiha ku tê de polîtîkaya sosyalîst incex bi wêrekiyeke şoreşgerî were meşandin.

Ev qeyran her diçe berfireh dibe û hemû beşên civakê dorpêç dike û bi saya vê qeyranê di eniya çepgir de komên revizyonîst û sextekarên şoreşê jî taybetmendiyên xwe aşkere dikin.

Hemû komên revizyonîst, bi dengên cuda bilûra pasîfîzim û teslimiyetkariyê lêdixin. Ev simsarên pasîfîzmê, li dijî me bûne yekpare ku em dixwazin li hemberî eniya dij-şoreşê têkoşîneke çalak bimeşînin û bi hêza xwe ya cewherî, vê qeyranê kûr bikin. Û li gorî peywira xwe, berê lûleyên çekên xwe dane me. Di du, sê mehên dawî de ev eniya oportunîst bi awayekî bêfedî û bi derewan êrîşî tevgera me dikin û em rastî bêbextiyên wan û provakasyonên wan ên xayinane tên. Em ji ber vê şermê xemgîn û hêrs nabin! Em gazincan ji tiştekî nakin. Heger beşeke oportunîzmê pesnê me dabûya em ê wê çaxê xemgîn bûna. Ji ber ku ev ê bihata wê wateyê ku di nava tevgera me de hêleke xwar, hêleke oportunîst heye. Her ku qeyrana li welatê me kûr dibe, pasîfîzma komên oportunîst jî di çavê girseyan de bêtir aşkere dibe. Êdî ne pêkan e ku milîtanên şoreşger werin xapandin. Pîvana şoreşgeriyê êdî ne çîrokên kevn ên lehengiyê ye; lê belê pratîka şoreşgeriyê ye. Şer zelal e; kesên ku şer dikin jî zelal in û aşkere ne. Û kesên ku di têkoşînê de biryardar in, kesên ku ji têkoşîna çalak re amade ne û kesên şervan bixwe li qada şoreşê mane. Jiyan, kesên revizyonîst dûrî xwe dike.

Ji ber vê yekê ye ku êdî ne hewce ye em tawanbariyên revizyonîstan yek bi yek bibersivînin û bikavin nava nîqaşên dirêj ên bîrdoziyê.

Me biryar da ku em nêrînên xwe yên di derbarê tevgera şoreşger a welatê xwe de bi broşûreke dirêj diyar bikin. (Wê beşa pêşîn a vê borşûrê di nava çend rojan de derkeve).

Dema ku me di vê broşûrê de nêrînên xwe diyar kirin, me nêrînên komên oportunîst ên welatê me jî rexne kirin. Ji ber temamkirina vê broşûrê wê hinekî bi derengî bikeve û hinek ji hevalên me jî xwestin ku demildest bersiv were dayîn , me biryar da ku di kovara KURTULUŞ’ê de bi kurtasî em bersiva rexneyên “teorîk” (1) ên vê eniyê bidin. Di vê nivîsê de me behsa Di Şoreşê De Bicihbûna Çînan û angaştên oportunîst ên di derbarê Şerê Gel de kiriye. Mijara di şoreşê de bicihbûna çînan, stratejiyên revizyonîst û oportunîst zelal dike. Çawa ku pela tûrnûsolê, rengên rastîn ên asît û bazan dide diyarkirin, di şoreşê de bicihbûna çînan û diyarkirina taybetmendiya pêşengiyê jî rengê sereke yê van stratejiyan diyar dike.

Tevlibûna hêza çînan a li şoreşê, ango bicihbûna hêza çînan û di şoreşê de taybetmendiya pêşengiyê û awayê çalakbûna girseyan, taybetmendiya sereke ya oportunîst, pasîfîst û lihevkerên ku dibêjin ku li gorî pêwîstiyê wê hemû rêbazên çekdarî û aştiyane yên têkoşînê werin bikaranîn û heta “Şerê Gel, Bingehîn e”, diyar dikin. Di bingeha cudahiyên nêrînê yên li ser hin mijarên şoreşê de, ev mijar heye. Di eniya çepgir a hemû welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh ên cîhanê sedema cudahiyên bîrdoziyê ev e.

PÊŞENGIYA BÎRDOZİYÊ BINGEH E

Li welatên wekî me yên ku tê de şerê gel, rawestgeheke pêwîst e, di têkoşîna şoreşger de gundî, hêza sereke ne; proleterya, hêza pêşeng e û taybetmendiya pêşengiya proleteryayê, bîrdozî ye.

Li gorî vê formulasyona marksîst, di Şoreşa Gel a Demokratîk de bicihbûna çînan gelekî zelal e. Weke ku tê zanîn, encamên dahûrandinên çînî yên marksîst her tim bi formulên kurt têne diyarkirin. Hosteyên weke Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao encamên ku ji dahûrandinên şênber bi dest xistine, hertim bi awayekî razber formule kirine.

Ji ber ku ev formulasyon, razberkirinên zanistî ne, mirov nikare şîroveya peyvan ji bo wan çê bike. Ji ber ku ev formulasyon, taybetmendiyê diyar dikin. Ango formulên marksîst, vegotina razber a bi çend peyvan a dahûrandinekê ne. Û ev razberkirina bi çend peyvan, bi giştî nêrîneke stratejîk rave dikin. Mînak, li gorî formula “proleterya, hêza sereke ye; gundî, hêza şûngir in” di şoreşê de bicihbûna çînan, hevsengiya di navbera wan de, şêwaza xebata şoreşger û têgihiştina rêxistinê cuda ne û li gorî formula “proleterya, hêza pêşeng e; gundî, hêza sereke ne” cudatir in. Li gorî van herdu formulan, di şoreşan de du riyên gelekî cuda têne şopandin.

Ji vê hêlê ve di marksîzmê de formulasyonên bi vî rengî, di nava qalibên teng de peyv bi peyv nikarin werin şîrovekirin.

Lê belê kesên ehmeq, kesên ku ji marksîzmê tiştekî fêm nakin an jî derewîn û dekbazên ku dixwazin oportunîzma xwe veşêrin, di nava qalibên teng de formulasyonên marksîst (peyv bi peyv) şîrove dikin.

Piştî vê danasîna kurt, em behsa hin tawanbariyan bikin ku hin komên oportunîst li ser me dibêjin, bikin.

Li gorî kovara ASD’yê nêrîna me ya di derbarê di şoreşê de bicihbûna çînan de ya “proleterya, hêza pêşeng e; gundî, hêza sereke ne; pêşengiya proleteryayê, pêşengyeke bîrdozî ye”, şaş e û ne li gorî stratejiya lenînîst e. Li gorî wan heger mijar bi vî awayî were formulekirin, ev tê wê wateyê ku bêyî proleteryayê, bi gundiyên ku pêşengiya bîrdoziya proleteryayê pejirandine re, şoreş dikare pêk were. Li gorî wan parastina pêşengiya bîrdoziyê, parastina Populîzma Narodnik e. Ya rast ew e ku hêza sereke proleterya û gundiyên xizan e. Pêşengiya proleteryayê ne bîrdozî ye, lê belê pêşengiyeke çalak e…

Wê xwendekar bibînin ku nivîskarê ku formulasyona me ya di derbarê di şoreşê de bicihbûna çînan de wiha şîrove dike, wê di kîjan çarçoveyên ku me li jor diyar kirine de were nirxandin.

Ev nivîskarê ku vê formulasyona marksîst, bi awayekî neaqilane gotin bi gotin şîrove dike, gelo xwendekarekî zanîngehê yê nûgihayî yê ku hayê wî ji marksîzmê tune ye yan jî ehmeqekî ku serê wî naşixule ye?

Ne yek ji van e jî. Ev kesê ku ev nivîs nivîsiye yek ji tifingên kevn ên sosyalîzmê yên dekbaz e ku baş dizane ku wê ev mijar bi vî awayî were şîrovekirin.

Ligel ku dizanîbû ji vê nivîsê wê ev encam dernekeve jî ev kar kiriye. Ev revizyonîstê ku êdî gelekî aşkere bûye û êdî xeta xwe ya dûvikbûnê venaşêre jî, bi armanca bidestxistina çend alîgiran, xwe bi vê xerakirina ehmeqane ve girê daye.

Ev kesê ku berê digot “hêzên eniya çepgir ên bûrjûwaziya neteweyî dikarin pêşengiya şoreşê bikin; şaş e ku mirov pêşengiya çîna karkeran weke rastiyeke teqez bibîne; bêyî çîna karkeran jî şoreş dikare were lidarxistin” dema rastî rexneyên di cih de hat, ji dêvla ku rexnedayîna xwe bike, got “dema min behsa hêzên eniya çepgir ên bûrjûwaziya neteweyî kir, min dixwest ez behsa pêşengiya karker û gundiyên xizan bikim” û bi vî awayî xwe wiha nîşan da li gel proleteryayê, pêşengiya gundiyên xizan jî dipararêze. Ev kes îro jî me bi Popolîzma Narodnîk tawanbar dike! Ev kesê ku heta doh jî digot “di nava demokrasiya Filipînê de partiya proleteryayê nikare were avakirin”, îro bêyî ku şerm bike me bi dijberiya partiya proleteryayê tawanbar dike ku em dibêjin di nava her şert û mercan de partiya sosyalîst dikare were avakirin.

Û îro ev kesê ku dibêje proleterya him hêza sereke ye him jî hêza pêşeng e, di nivîsa bi îmzeya Aydinlik’ê ya kovarê de, di vê heyama ku partiya proleteryayê tune ye de dibêje ku “Em Di Wê Hêzê De Ne Ku Faşîzmê Têk Bibin” û behsa sepandina bernameya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ya bi destê desthilatdariya bûrjûwaziya reformîst dike ku ev jî dikare bi riya hêza leşekrî ya çînên serdest pêk were.

Tevgera ku ev kes nûnertiya wê dike, tevgereke wiha ye ku ne diyare bê çi dibêje (di bingeha xwe de diyar e), li gorî bûyerên rojane polîtîkayê diyar dike û tevgereke polîtîk a belengaz e ku di nava çirava pragmatîzma bûrjûwaziya biçûk de melevaniyê dike.

Ev tevger, bi awayekî necidî me bi wê yekê tawanbar dike ku qaşo em li ser navê proleteryayê, lê bêyî proleteryayê şoreşekê dixwazin (ew bi xwe jî dibêjin ku “sosyalîzm, bîrdoziya gundiyên xizan in”) û em Populîzma Narodnîk diparêzin.

Lê ligel hertiştî em bersiva vê rexneya “teorîk” bidin. Dema em li nivîsên Mao Tse Tung binerin wê were dîtin ku di hin nivîsan de dibêje “proleterya hêza pêşeng e, gundî hêza sereke ne” û di hin nivîsan de jî dibêje “proleterya, gundî û bûrjûwaya biçûk a bajaran hêza sereke û çalak in”. Li gorî Lin Piao “hêza sereke ya şoreşê, gundî ne”. Gelo Lin Piao û li gorî hevoka pêşîn Mao, proleteryayê û bûrjûwaziya biçûk a bajaran paşguh dikin?

Heman rewş di nivîsên Stalîn û Lenîn de jî hene ku Şoreşa Gel a Demokratîk a Rûsî ya yekemîn û duyemîn formule kirine.

Lenîn, di rûpela 58’an a Du Taktîk’ê de karkeran, gundiyan û bûrjûwaziya biçûk a bajaran weke hêza sereke ya şoreşê diyar dike. Û di tevahiya pirtûkê de jî weke hêza sereke behsa proleteryayê dike. Her wiha Stalîn jî di nivîsên xwe de weke hêza sereke ya şoreşa gel a demokratîk tenê behsa proleteryayê dike.

Gelo Lenîn di Du Taktîk’ê de gundîtiyê û bûrjûwaziya biçûk a bajaran bi şaşitî xistin nava hêzên sereke yên şoreşê? Gelo pênûsa wî şaş bû? Dema ku Stalîn weke hêza sereke ya şoreşê tenê behsa proleteryayê dike, li dijî vê gotina Lenîn dernakeve?

Heger mirov weke ku ASD dike, formulasyonên sosyalîzma zanistiyê peyv bi peyv şîrove bike, encamên wiha çewt û tewş derdikevin holê.

Di navbera nivîsên Lin Piao û Mao de û di navbera nivîsên Stalîn û Lenîn de nakokî tune ne. Berovajî vê yekê wekheviyek û hevsengiyek heye.

Weke ku tê zanîn formulasyonên cuda yên Mao û Lenîn, di derbarê di şoreşa demokratîk a gel de bicihbûna çînan de ne. Di herdu formulan de jî di şoreşa demokratîk a gel de rêza çînan cuda ye. Ji ber cudahiya rewşên şênber, ev cudahî derketiye holê. Formulasyona Lenîn û Stalîn, li welatekî ku ne di bin dagirkeriya emperyalîzmê de ye û şerê gel ne gaveke neçar e, şoreşa gel a demokratîk rave dike. Formulasyona Mao û Lin Piao jî, li welatekî ku di bin dagirkeriya emperyalîzmê de ye û neçar e ku ji bo şoreşê şerê gel bide meşandin, şoreşa gel a demokratîk rave dike.

Şoreşa demokratîk a gel, şoreşa hemû gel e. di vê merhaleyê de gel, proleterya ye, gundî ne û bûrjûwaziya biçûk a bajaran e. Hêzên sereke yên şoreşa gel, ev çîn in. Di formulasyona Lenîn û Stalîn de, ji ber ku herî zêde ew tev li şoreşê dibe û hêza herî girseyî û çalak e, weke hêza sereke tenê behsa proleteryayê tê kirin.

Li gorî Lenîn û Stalîn, wê di encama serhildana gel a li bajarên mezin, Çariya Rûsî were hilweşandin. Di encama serhildana bajaran wê desthilat were bidestxistin û şoreş wê ji jor ber bi jêr ve, ji bajaran ber bi gundewaran ve pêk were.

Li bajarên mezin jî hêza sereke ya şoreşger, proleterya ye. Di artêşa şoreşeke wiha de (Artêşa Sor) û di fermandariya wê de (partiya proleteryayê), pêwîst e ku hejmara proleteran zêde be. Ji vê hêlê ve ne tenê di warê bîrdoziyê û polîtîk de, lê belê di warê pratîkê de jî partiya proleteryayê, koma pêşeng e. Proleterya, him hêza sereke ye him jî hêza pêşeng a vê şoreşê ye. Ango ji ber ku di vê şoreşê de qada sereke ya şer bajar in, hêza girseyî ya sereke ya şoreşê jî proleterya ye.

Lê belê li welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne û pêwîst e ku şerê rizgariyê(Şerê Gel) bide meşandin, di Şoreşa Gel a Demokratîk de bicihbûna çînan ne bi vî awayî ye.

Welat, di binê dagirkeriyê de ye (Veşartî an jî aşekre). Û rêveberî jî xwe dispêre burokrasî û militarîzma bajarên mezin û di destê hevbendiyeke paşverû de ye ku dijminê dagirker jî di nava wê de cih digire. Li welatên wiha ji bo lidarxistina şoreşê, pêwîst e ku beriya hertiştî şerekî rizgariyê (şerê gel) were kirin. Ji ber vê yekê, ango ji ber ku pêwîst e ku şerê gel were kirin, li wan welatan di Şoreşa Gel a Demokratîk de bicihbûna çînan cuda ye. Eniya dij-şoreşê ya ku xwe spartiye emperyalîzmê, hêza xwe ya mezin daniye bajarên mezin û cihên girîng ên ku tê de gelheya proleteryayê zêde ye û bi vî awayî li van deveran venêrîna xwe zêde kiriye. Xala lawaz a vê rêveberiya xayîn, gundewaran in. Pratîka hemû şerên rizgariyê (şerên gel) ên cîhanê ji me re wia dibêjin; bi şerê rêxistinkirî yê gel ê ku ji gundewaran ber bi bajaran ve tê û ji hinmerhaleyan derbas dibe re mirov dikare bigihêje serkeftinê.

Li qada sereke, li gundewaran, girseya gel jî, gundî ne. (2) Ji ber vê yekê jî di Şoreşên Gel ên Demokratîk de weke tevlibûna çînî, rista sereke ne ji hêla karkeran ve, lê belê ji hêla gundiyan vê tê leyistin. Ango hêza sereke ya girseyî ya şoreşê ne karker in, lê belê gundî ne.

Dema em mijarê bi vî rengî diyar dikin, ev nayê wê wateyê ku têkoşîna li bajaran biçûk tê dîtin. Berovajî vê yekê têkoşîna li bajaran, ji ber hêza mezin a dijmin a li vê qadê, wê di nava mercên dijwartir de were meşandin. Ji tevgera bêzarkirinê heta tevgerên girseyî yên demokratîk, hemû rêbazên têkoşînê, wê di rojeva şerê şoreşger ê li bajaran de bin. Wê di şerê vê qadê de rista herî çalak, a proleteryayê be. Lê ji ber ku qada sereke ya şer gundewar e, wê tevlêbûna çînî ya proleteran, li gorî tevlêbûna gundiyan hindiktir be.

Heger partiya proleteryayê di vê şerê rizgariyê yê li dijî emperyalîzmê de dixwaze pêşengiyê bike, pêwîst e ku li qada sereke ya şer, bi hemû hêza xwe cih bigire. Di Şerê Rizgariya Cezayirê de ji ber ku partiya proleteryayê giranî dabû bajaran, nikarîbû pêşengiyê bi dest bixe. Di Şerê Rizgariyê de ji ber ku qada sereke ya têkoşînê gundewar in, hêza çalak (Artêşa Gel) jî ji gundiyan pêk tê. Rêxistina ku fermandariya vê artêşê dike jî (partiya girseyî ya siyasî ya proleteryayê) bi piranî ji gundiyan pêk tê. Li welatên ku bajar dibin bingeh û bi serhildaneke sowyetîk şoreş dikare bigihêje serkeftinê, partiyên siyasî yên proleteryayê, di heman demê de yêkîneya pêşeng a fizîkî ya proleteryayê ye jî. Lê li welatên ku em behsa wê dikin, wiha nabe. Li welatên wiha, partiyên girseyî yên siyasî yên proleteryayê, avaniyên bîrdozî û polîtîk in. Li van welatan partiya girseyî ya siyasî ya proleter (rêxistina şer), şerê gel weke avaniyeke bîrdozî Û polîtîk a proleteryayê bi rê ve bibe, wê karibe şoreşê bigihêjîne serkeftinê. Pêşengiya bîrdoziyê ya ku em behsa wê dikin, ev e.

Pêşengiya bîrdoziyê ew e ku di partiya proleteryayê de hejmara gundiyên xizan gelek be û ev partî, weke yekîneya pêşeng a proleteryayê, şerê gel bi rê ve bibe.

Pratîka hemû welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh en ku zora emperyalîzmê birine û şoreş pêk anîne nîşan dide ku pêşengiya proleteryayê ya di nava şoreşê de, pêşengiyeke bîrdoziyê ye.

Komên ku xwe naspêrin şerê giştî yê gel û ji hêza xwe ya cewherîn ne bawer in û pişta xwe bi hêzên din ve girê didin, ji bo ku karê şoreşê zehmet bikin û li ser navê “çepgiriyê”, polîtîkayên xwe yên dûvikbûnê veşêrin, li gorî bicihbûna çînan a şoreşa sowyetîk, pêşengiya fizîkî ya proleteryayê diparêzin. Komên wiha, ji bo ji çavê milîtanan nekevinü bi awayekî aşkere li dijî şerê gel dernakevin.

Bicihbûna çînan, di şoreşê de xaleke jêneveger a şerê gel e. Komên wiha, li ser navê proleteryayê li dijî vê derdikevin û qaşo bi rexneyên “çepgir” ên weke “ew dixwazin bêyî proleteryayê têkoşîna şoreşgerî bimeşînin; ev, populîzma narodnîk e” hewl didin xwe ji vê rewşê rizgar bikin.

Heger pêşengiya pratîkî were hilbijartin, ji ber dagirkeriya emperyalîzmê û li bajaran venêrîna xurt a eniya dij-şoreşê, ji bo lidarxistina şoreşê mercên şênber û yên subjektîf ên proleteryayê pêk nayên. Li welatekî ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ye, bêyî ku şerê rizgariyê (şerê gel) were meşandin, ne pêkan e ku şoreş jî pêk were. Ji ber vê yekê jî kesên ku xwe naspêrin şerê rizgariyê, xwe naspêrin şoreşê jî.

Li gorî vê “çepgiriya” menşevîk a dekbaz, heta ku emperyalîzm weke pergalekê bi giştî hilweşe, şoreş tê taloqkirin. Heta wê demê jî (demeke ne diyar e) ev komên revizyonîst, di binê çengê bûrjûwaziya reformîst de bi stranên tûj ên “çepgiriyê”, wê hewl bidin girseyên kedkar razînin.

Weke ku tê dîtin, ev çepgiriya menşevîk a kovara Aydinlik’ê ya Mihrî Bellî, teqez digihêje revizyonîzmê û hevkariya di navbera çînan de.

Ne tenê Aydinlik’a Mihrî wiha ye; dekbazên qaşo Maoîst ên ku bi dubendiyeke vala û tewş a weke “pêşengiya bîrdoziyê ya çîna karkeran an jî pêşengiya bîrdozî, polîtîk û rêxistinî ya çîna karkeran” li dijî pêşengiya bîrdoziyê derdikevin jî, TİP’a ku pêşengiya pratîkî diparêze jî û Rojnameya Sosyalîst a şopdarên Kivilcimli jî teşeyên cuda yên vê çepgiriya menşevîk diparêzin.

Weke ku tê dîtin kovara Aydinlik’ê ya revizyonîst, nivîsa bi navê “Di Derbarê Taybetmendiya Oportunîzma Nû De” ya ku di teşeyê de armanca wê dekbazên PDA’yê bû, lê belê di rastiyê de li dijî hemû revizyonîstan bû (ya ku di hejmara 20’emîn a Aydinlik’ê de hate weşandin), piştî 7 mehan napejirîne û rexnedayîna xwe dike. Her wiha ji ber ku nikarin bersiva dekbazên PDA’yê bidin, di qorziyên kovara xwe de bi qaşo hin rexnedayînan, li ser navê revizyonîzmê hewl didin bersivê bidin.

Bila ASD sax be, bi vê hewldana xwe ya dawî karême hêsan kir! Malbata nivîsê ya ASD’yê dibêje ku ev nivîsên li dijî revizyonîzmê yên ku di kovara wan de hatine weşandin, li dijî polîtîkaya kovarê ne û rexnedayîna xwe dike û bi vî awayî revizyonîzma xwe jî bi awayekî aşkere radigihîne.

Em jî ji ber vê helwesta wan a aşkere û wêrek a di riya revizyonîzmê de, malbata nivîsê ya ASD’yê pîroz dikin! Bila riya we vekirî be! Şikir ku me destê xwe ji we rizgar kir!

Kesên weke hev, li cihekî kom dibin û kesên cuda jî li cihekî cuda kom dibin! Vaye, cewiyên ASD û PDA’yê jî di heman çiravê de melevaniyê dikin!

JI BER KU DI ŞERÊ ŞOREŞGER DE QADA SEREKE GUNDEWAR IN, HÊZA SEREKE YA ŞOREŞÊ JÎ GUNDÎ NE

Pasîfîzma PDA’yê jî di şoreşa demokratîk de di derbarê bicihbûna çînan de xerakirineke din a oportunîst dike. Li gorî van “Maoîstên” sexte, ne ji ber ku di şoreşê de şerê gel, pêlikeke jêneveger e, gundî dibin hêza sereke; lê belê ji ber ku girseyên mezin ên gundiyan, di nava têkiliyên feodal û nîv-feodal de ne, hêza sereke gundî ne! “Avaniya civakî ya welatekî, hêza sereke ya şoreşekê diyar dike…. li welatê me hêza sereke ya şoreşê, gundî ne. Ev yek, di heman demê de tê wê wateyê ku şoreşa me, şoreşa demokratîk e. (…) Ji ber ku di bingeha xwe de di nava têkiliyên nîv-feodal de ne, di şoreşa me de hêza sereke ji gundiyan pêk tê.” (PDA, hejmar:26, rpl:3,108, her wiha bnr rpl:29,3)

Weke ku tê dîtin sextekarên PDA’yê dibêjin ku di welatên wekî welatê me yên ku dagirkeriya emperyalîzmê lê hene de ji ber taybetmendiya çînî ya şoreşê, gundî hêza sereke ne.

Ev, nêrîneke “mantiqî” û “li gorî pirtûkê” ye; lê belê weke nirxandinên menşevîkan “mantiqî” û “li gorî pirtûkê” ye. Sextekarên PDA’yê jî weke menşevîkan di navbera taybetmendiya çînî ya şoreşê û riya kardarî ya çînan de li wekhevîbûnê digerin. Li gorî hişmendiya van sextekaran, di şoreşa demokratîk a gel a li Rûsyaya Çarî pêk hat de pêwîst bû ku hêza sereke ne proleterya bûya, lê belê pêwîst bû hêza sereke gundî bûna. Û Lenîn û Stalînê ku digotin “proleterya, hêza sereke ye; gundî, hêza şûngir in” jî şaş bûne! Ev formulasyona Lenîn û Stalîn şaş e!

Mantiqîbûna dahûrandina “hêza sereke” ya sextekarên PDA’yê wiha ye. Van sextekaran di destpêkê de digotin çîna karkeran him hêza sereke ye him jî hêza pêşeng e, piştî rexneyên me, di rûpêlên kovara xwe de ev şaşitî sererast kirin. Lê belê di pratîkê de ev xeta revizyonîst berdewam kir. Ji ber ku rastiya mijarê fêm nekirine (û armanca wan tune ye ku ji bo şoreşê şer bikin), dema ku dixwazin şaşitiyekê sererast bikin, dikevin nava şaşitiyeke din.

Sedema bûyina hêza sereke ya gundiyan ne ev e. Ne ji ber ku şoreş, li dijî feodalîzmê ye, hêza sereke gundÎ ne. Kesên ku mijarê bi vî rengî diyar dikin, bi hişmendiya teng a menşevîzmê cîhanê şîrove dikin.

Îro li welatên wekî Tirkiyeyê yên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne gel di nava xizaniyeke mezin de ye, mercên jiyanê zehmet in û gel tê mêtin. Hemû beşên gel ji jiyana xwe ne razî ne û weke hêtûnekê li ber teqandinê ne. Mercên şênber ên şoreşê amade ne. Lê ji ber ku welat di binê dagirkeriyê de ye pêwîst e ku ji bo şoreşê, li dijî emperyalîzmê şerê gel were meşandin. Xala lawaz a vê rêveberiya zordest jî, gundewar in. Xeleka lawaz a vê zincîra rêveberiya paşverû û xayîn, gundewar in. Incex li qadên sereke û yên alîkar ên gundewar û bajaran, piştî şerekî gel ê ji merhaleyên cuda derbas dibe, em dikarin bigihêjin serkeftinê. Şerê gel, ne şerê komeke biçûk a pêşengan e; şerê gelê kedkar e. Ji ber ku di şerê gel de qada sereke ya têkoşînê gundewar in, hêza sereke ya şer jî gundî ne.

Marks, Engels, Lenîn û Stalîn ji şoreşa gel a demokratîk re dibêjin şoreşa çandiniyê. Ji ber ku ev şoreş, wê girseyên mezin ên gundiyan ji nîrê feodal rizgar bike û wê dawî li rêveberiya axatiyê bînê. Ji hosteyên marksîst tenê Mao ji vê şoreşê re (ji bilî têgeha şoreşa çandiniyê) dibêje şoreşa gundiyan. Ne ji ber ku ev şoreş tenê şoreşa çandiniyê ye Mao wiha dibêje; sedema vê pênase ye ew e ku qada sereke ya têkoşînê gundewar in û hêza sereke ya girseyî ya şoreşê jî gundî ne.

Bi kurtasî di vê şoreşê de ne ji ber ku ev şoreş, şoreşa çandiniyê ye, gundî hêza sereke ne; lê belê ji ber ku qada sereke ya şer gundewar in, gundî hêza sereke ne. Bi gotineke din di şoreşên welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne û pêwîst e ku şerê gel bidin meşandin de hêza sereke, gundî ne!

HÊLA LEŞKERÎ, JI HÊLÊN BÎRDOZÎ Û POLÎTÎK CUDA NIKARE WERE NIRXANDIN

Şer, berdewamkirina polîtîkayê ya çekdarî ye. Taktîk û stratejiyên cuda yên leşkerî, encamên cuda yên bîrdozî û polîtîkayên cuda ne. Ango li welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ye xeta bîrdozî û polîtîk a nêrîna ku dibêje ji bo serkeftina şoreşê pêwîst e şer ji gundewaran ber bi bajaran ve here, cuda ye; xeta bîrdozî û polîtîk a nêrîna ku dibêje pêwîst e şer ji bajaran ber bi gundewaran ve biçe, cuda ye. Xeta bîrdozî û polîtîk a nêrîna yekemîn, xeteke şoreşger a proleteryayê ye; ya duyemîn jî xeteke oportunîst e.

Hêla leşkerî tu carî ji hêla bîrdozî û polîtîk cuda nabe. Hemû kesên oportunîst  van hêlan cuda dikin. Dahûrandinên hin komên oportunîst ên welatê me, mînakên vê yên şênber in.

Li gorî sextekarên PDA’yê heger em bêjin “qada ku eniya dij-şoreşê lê herî lawaz e, gundewar in; ji ber ku qada sereke ya şer gundewar in, hêza sereke jî gundî ne”, ji ber ku me dahûrandina di şoreşê de bicihbûna çînan, weke neçariyeke leşkerî bi mijareke taktîkê ve girê daye, em şaş in. (Bnr: PDA, hejmar:29, rpl:3).

Kovara Aydinlik’ê ya Mihrî Bellî jî bi gotinên cuda, heman nêrînê diparêzin. Li gorî vê kovarê hilbijartina bajaran an jî gundewaran, tenê mijareke leşkerî ye. Ji ber ku mijareke leşkerî ye jî rista vê yekê di mijareke bîrdozî û polîtîk a weke di şoreşê de bicihbûna çînên civakî de tune ye. (Bnr: ASD, hejmar:27, rpl:209).

Û bi nivîsa “Yeter Be” re, Rojnameya Sosyalîst jî tev li wan dibe. (Bnr: Rojnameya Sosyalîst, hejmar:9,16)

Weke ku tê dîtin ev hersê komên ku ji hev cuda xuya dikin û weke dijminên hev tên dîtin, li ser vê mijarê dibin yek. Ev mijar, ne mijareke jirêzê ye; mijareke sereke ya teoriya şoreşê ye.

Li gorî van hersê koman hêla leşkerî û hêlên bîrdozî û polîtîk ên mijarê ji hev cuda ne. Teoriya şoreşa Lenînîst û di vê teoriyê de rewşa çînan, mijarên bîrdozî û polîtîk in; şaş e ku mirov vana bi mijareke leşkerî ve girê bide. Mijara bîrdozî û polîtîk û mijara leşkerî ji hev cuda ne.

Li Tirkiyeyê sê eniyên cuda (4) (bêguman xayinên TÎP’ê ji hêla herkesî ve têne nasîn) yên oportunîzmê wiha ne. Li welatên Amerîkaya Latînî jî hin komên revîzyonîst û oportunîst hene ku di bingeha xwe de li dijî şerê gerîla ne, di bernameya xwe de jî dibêjin “li gorî pêwîstiyê, serî li hemû rêbazên têkoşînê tê dan; heta gundewar, qadên sereke ne, lê em di destpêkê de li bajaran proleteryayê birêxistin bikin…” û di nava sê çar rêxistinbûnên “partiyê” de ne.

Ev, nêrînên şaş in û li dijî marksîzmê ne. Heger hinek mijarê bi vî rengî şîrove bikin, ew ji şerê gel tu tiştî fêm nakin. Şerê gel, şerekî leşkerî yê polîtîkbûyî ye. Ango di şerê gel de rêbaza sereke ya têkoşînê ya sosyalîstan, rêbaza şerê leşkerî ye. Ev şer jî bi rêbazên klasîk ên şer nayê meşandin, lê belê bi rêbaza şerê leşkerî yê polîtîkbûyî tê meşandin. Di vî şerî de hemû tevgerên demokratîk û yên aboriyê û hemû xwepêşandanên girseyî, bi têkoşîna leşkerî ya polîtîkbûyî ve girêdayî ye. Di rêbaza xebatê de pîvana sereke ya ku şoreşgeran ji revizyonîst û oportunîstan cuda dike, ev e.

Heger dagirkeriya emperyalîzmê hebe, hêza dijber teqez serî li zorê dide. Ji ber ku hêza dijber serîli zorê dide, polîtîkaya sereke ya şoreşgerî, têkoşîna leşkerî ye. (5) Xistina nava tevgerê ya çînan û hilbijartina qada têkoşînê, li gorî vê polîtîkayê diyar dibin.

Li gorî hemû komên revizyonîst û oportunîst ên li welatên ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ne, şerê çekdarî tenê mijareke teknîkî ye û taktîkî ye. Li gorî wan a pêwîst ew e ku girse werin bîrewerkirin û ji bo şerê çekdarî, mercên civakî û derûnî werin amadekirin û afirandin. Lê belê ji ber dagirkeriya emperyalîzmê, mercên şênber ên têkoşîna çekdarî hertim hene.

Taybetmendiya her cûreyên oportunîzm û pasîfîzmê ya gerdûnî ew e ku di rewşên ku tê de mercên şênber ên têkoşîna çekdarî hene de bîrewerkirin û rêixstinkirina girseyan û şerê çekdarî ji hev cuda dikin. Beriya serhildana 1905’an, berdevkê Marksîzma Legal ê li Rûsyayê Struve wiha digot: “Serhildana çekdarî di encamê de tenê mijareke teknîkî ye. Ya herî girîng û lezgîn ew e ku girse werin bîrewerkirin û mercên derûniyê werin amadekirin.” (Lenîn, Du Taktîk, rpl:81).

Li welatê hersê komên oportunîst jî mijarê bi vî rengî dinirxînin û hişmendiya Struve bi awayekî din kûr dikin. Li gorî wan, diyarkirina nakokiya sereke ya hemdem a lenînîst a ku dibêje “Derbên herî kujer ên ku li emperyalîzmê bikevin, wê ji herêmên gundewar ên cîhanê derkevin. Xeleka herî lawaz a zincîra emperyalîzmê, gundewarên cîhanê ne. Ji ber vê yekê jî nakokiya sereke ya cîhanê, di navbera gelên gundî û emperyalîzmê de ye” şaş e. Ji ber ku ev diyarkirin xwe dispêre mijareke taktîkê ya weke divêtiya leşkerî.

Dahûrandinê qure yên hersê koman, digihêjin vê encamê!

Bi gelemperî komên pasîfîst ên li welatên wekî welatê me nabêjin “em li dijî şerê gel in” (TÎP ne tê de).

Di teşeyê de herkes şerê gel diparêze. Armanca wan yek e, lê gotegotên wan cuda ne. Heger em hinekî li ser gotegotên wan jî bisekinin em ê bibînin ku armancên wan jî ne yek in. Armanca sereke ya pasîfîzmê, teslimiyetkarî ye, şernekirin e. Kesên wiha, teslimiyetkariya xwe bi ferhenga marksîst dixemilînin. Hin ji wan dibêjin “hêza sereke proleterya ye”, hin ji wan dibêjin “proleterya û gundiyên xizan hêza sereke ne”, hin ji wan jî dibêjin “gundî hêza sereke ne”.

Ji ber vê yekê ji cudakirinên weke “Castrîst”, “Guevarîst” an jî “Marksîst”, bêwate ne. Mînakên vê yekê yên herî şênber jî li welatê me hene. Sextekarên me yên “Maoîst” ên ku hertim behsa şerê gel dikin û li dijî revizyonîzmê bi awayekî tund (!) têdikoşin, weke komên din ên ku wan bi revizyonîzmê tawanbar dikin, dahûrandinan dikin.

Ev kesên sextekar, di pratîkê de armancê şaş dikin û li gorî wan, şerê gel, şerê gundiyan e. Û wê gundiyên xizan şer bikin. Peywiran wan jî ne şer e, lê belê di nava gundiyan de belavkirina ramana Mao Tse Tung e. (“Di şerê gerîla de peywira kadroyên bûrjûwayên biçûk çi ye? Peywira wan ew e ku dakevin gundewaran û di nava girseyên gundiyan de ramana Mao Tse Tung belav bikin.”) (PDA, hejmar:25, rpl:40)

Piştî van gotinan, armanca wan a ji gotinên weke “çekan rakin, serî hildin…” jî baş tê fêmkirin. Jixwe wê ew çekan ranekin û serî hilnedin; wê gundiyên xizan şer bikin! Ji ber ku şerê gel, şerê gundiyên xizan e, ne şerê rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk e! Peywira rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk, ji bo gundiyan gihandina sosyalîzmê ye! Bi kovarên PDA û Karker-Gundî re vê peywira xwe (peywira belavkirina sosyalîzmê) baş bi cih tînin! Û dema heyama şerê çekdarî dest pê bike jî wê peywira wan bi dawî bibe. Wê êdî gundî şerê xwe bimeşînin. Ev “Maoîstên” rûniştî, ji ber vê yekê jî bi sê zimanan kovarekê derdixin. Ji ber ku li vir şer dest pê bike, wê li vir peywira wan xelas bibe û li derveyî welat wê çalakiya xwe bidomînin; amadekariya vê dikin!

Taybetmendiya oportunîzma PDA’yê jî wiha ye.

Mirov ji bingeheke bûrjûwaziya biçûk were tiştek cuda ye û mirov bibe rewşenbîrekî bûrjûwaziya biçûk tiştek cuda ye. Che Guevera û Fîdel Castro ji bingeheke bûrjûwaziya biçûk hatine, lê ew ne rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk bûn. Ew, heta dawî şoreşgerên proleter bûn!

Ji bingeheke bûrjûwaziya biçûk a gundan an jî ji bingeheke bûrjûwaziya biçûk a bajaran werin ferq nake; şoreşgerên profesyonel, şoreşgerên proleteryayê ne. Heger ev kes bibin şoreşgerên profesyonel, hemû girêdanên xwe yên bi çîna xwe re qut kirine. Ew êdî ne gundî ne ne jî rewşenbîr in; ew, şoreşegrên proleter in. Peywira wan ne tenê ew e ku hişmendiyê belav bikin; peywira wan şerkirin e jî. Wê heta mirinê şer bikin û bi şerkirinê jî wê di nava partiya proleteryayê de bibin proleter.

Di bingeha hemû cudahiyan de, weke ku oportunîstên PDA’yê dibêjin, xwestin an jî nexwestina şoreşê tune ye (ji ber ku hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em sosyalîstên, dixwazin şoreş pêk were); di bingeha cudahiyan de ji bo şoreşê derketina rê û wêrekiya ji bo şer heye. Ji ber vê yekê jî “kesên ku ji bo şoreşê şer nekin, nabin sosyalîst”.

KURTULUŞ

HEJMAR: 1

15’Ê ADARA 1971’Ê

Jêrenot:

(1) Di van rexneyan de em ê tenê tawanbariyên “teorîk” bigirin dest. Yên ku xwe dispêrin derewan û xerakirinê, nabin mijara rexneyê jî. Mînak, li gorî kovara Aydinlikê ya Mihrî Bellî qaşo em dibêjin ku “Partiya proleteryayê ne li bajaran, lê belê li gundewaran tê avakirin”. Û nivîsa hevalê me Mahir Çayan a bi navê “Di Derbarê Taybetmendiya Nû Ya Oportunîzmê De” ya ku di hejmara 20’emîn a Aydinlik’ê de derketibû, weke çavkanî tê nîşandan. Di wê nivîsê de tiştekî wiha tune ye. Ev, xerakirineke gemar e. Lê belê em li hemberî vê yekê zêde matmayî neman. Lê belê em matmayî man ku hin hevalên ku 7-8 meh berê, heman ramanên ku di nivîsê de derbas dibin diparastin, îro nivîsa Mihrî Bellî ya ku xwe dispêre derewan û xerakirinan dipejirînin û di Aydinlik’ê de diweşînin. Ev jî dide nîşandan ku ev hevalên me yên ku dikarin bi kêrî tevgera şoreşê werin, êdî gelekÎ ketine nava çirava oportunîzmê. Ji bo van hevalên xwe em xemgîn in. Ji ber ku ev kesê ku ev nivîs nivîsiye, di xerakirin û derewan de pispor e. Kesê ku nivîsên Lenîn û Jaures li gorî xwe diguherîne, dikare nivîsên me jî li gorî xwe sererast (!) bike. Mirov dikare dekbaziyeke din a oportunîzmê li vê zêde bike. Oportunîzm, çavkaniyeke mezin a derew, durûtî û xerakirinê ye. Dema me û pêwîstî tune ye ku em serê xwe bi hilberînên vê çavkaniyê re biêşînin!

(2) Weke ku tê zanîn me di demên pêşîn de weke mijareke taktîkê, bajar ji xwe re kirin bingeh. Sextekarên PDA’yê vê yekê weke revizyonîzmê nirxandin: “Têkoşîna şoreşê ne kulîlkek e ku tu wê li bajaran mezin bikî û paşê bibî gundan” (PDA, hejmar:29, rpl:3). Em ê li vir behsa wê nekin ku me çima ji bo demeke kurt şerê li bajaran ji xwe re kir bingeh. Wê di navbera çend mehan de beşên 2’yemîn û 3’yemîn ên broşûra bi navê ŞOREŞA BÊNAVBER derkevin; wê li wir ev mijar bi awayekî berfireh were nirxandin. Wê piştî çend mehan xuya bike ku wê şerê şoreşgerî weke ku ew sextekarên “Maoîst” ên rûniştî di malan de mezin bibe yan jî wê bi çirûskekê di hiş, giyan û dilê gelê kedkar de pêş bikeve.

(3) Sextekarên PDA’yê piştî vê nivîsê, tiştên ku ji destpêkê ve nedipejirandin bi “rexnedayînê” pejirandin. Lê belê riya xwe ya pasîfîst berdewam kirin. Di nêrîna pêşîn de mirov dibêje qey tiştên rast dibêjin, lê belê ev kom di bingeha xwe de teoriya şerê gel xera dike û xeta pasîfîst a revizyonîzmê, bi gotinên tûj ên “Maoîst” didomîne. Ji ber vê jî ev kom, koma herî bênamûs, gemar û sextekar a pasîfîzmê ye.

(4) Di nava van de cihekî taybet ê Hikmet Kivilcimli heye. Kivilcimli nêzî 20 salan di zindanan de maye û li dijî koçberiya siyasî, di her demê de bi awayekî rast an jî şaş têkoşiyaye. Lê belê xeteke rastgir pêşniyar dike; ne xeteke Lenînîst. Ligel vê yekê jî di nava çepgiriya Tirkiyeyê de cihekî wî yê taybet heye. Em li hemberî pêşeroja wî rêzdar in. Weke ku di dîroka şoreşê de cihekî Rosa Luxemburg’a dij-lenînîst jî heye.

(5) Lê belê ev yek ne nêrîna Debray e ku dibêje “pêşengiya polîtîk, bi pêşengiya leşkerî ve girêdayî ye”. Li gorî me berovajî vê yekê, pêşengiya polîtîk sereke ye. Pêşengiya polîtîk jî, partiya marksîst-lenînîst e. Heger şerê gel ne ji hêla hin rêxistinan ve, lê belê ji hêla vê partiyê ve were meşandin, dikare bigihêje serkeftinê.


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.