موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

MERYEM ABÛ DAGGA: EW, XWIŞKA MIN, HEVALA MIN Û HEVRÊYA MIN BÛ

155
image_pdf

Hevalino, ez bi xemgînî pê hisiyam ku hevrêya min a şoreşger û enternasyonalîst Betul, jiyana xwe ji dest daye. Doh li asîmanên Gazzeyê balafir digeriyan û ez pê dihisiyam ku wê tiştên nebaş bibin. Dema ku min kompûtera xwe vekir, min ew peyama biêş dît. Ew, xwişka min, hevala min û hevrêya min bû.

Lê em ê tu carî xwe radestî melekên mirinê nekin û em ê tu carî nepejirînin ku ew ji me veqetiyaye. Gula min a sor, Betul di nava têkoşîna enternasyonalîst de vekir. Ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo hemû gelan şer kir. Û em dizanin ku şehîdên me tu carî namirin, bi ramanên xwe riya me ronî dikin.

Ez, Eniya min û gelê min em ê tu carî ji bîr nekin ku hevrêya Betul hertim li cem me ye. Wê navê wê di lîsteya şehîdên şoreşê de bi tîpên zêrîn were nivîsîn. Delala min, biçûka min a jêhatî; em soz didin ku em ê di riya te de bimeşin…

Ji ber xemgîniyê ez nikarim tiştekî din binivîsim. Ez bi te re me, tu bi me re yî. Tê weke straneke welatparêz, bi sedsalan li ser zimanan bimînî. Li ser navê xwe, li ser navê Komîteya Navendî ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê, li ser navê hemû kadroyên me yên eniyê û gelê Filistînê em rêzên xwe pêşkêşî hevrê Betul dikin.

ENDAMA BUROYA POLÎTÎK A ERGF’YÊ

MERYEM ABÛ DAGGA

GULANA 2006’AN

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.