موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI DIJÎ ROJAVA

142
image_pdf

Di êrişên dagirkeriyê de kesek şehîd bû 11 kes jî birîndar bûn

Di êrişa dewleta Tirk de ya ku biribû ser Kobanê û Girê Spî kesek şehîd bû û 11 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker îro piştî nîvro êrişek bir ser Kobanê û piştre top avêt gundên di navbera Kobanê û irê Spî.

Di êrişa li ser navenda Kobanê de 2 kes birîndar bîn.

Dewleta Tirk a dagirker gelek top avêt gundên Qeremox, Xanê, Til Hacîb, Serzorî û Gultepe yên di navbera Kobanê û Girê Spî.

Di van êrişan de Îbrahîm Şerîf ê ji gundê Xanê şehîd bû û herî kêm 11 kes jî birîndar bûn.  Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Kobanê.

Hate ragihandin zarokekî 4 salî jî birîndar bûye û êrişa li ser herêmê didome.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.