موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

LI IZMÎRÊ SÊ CIWANÊN KARKER HATIN ŞEWITANDIN

82
image_pdf

LI IZMÎRÊ SÊ CIWANÊN KARKER HATIN ŞEWITANDIN

Samî Adali

Di 16’ê mijdara 2021’ê de li Guzelbahçeya Izmîrê sê ciwanên bi navê Ehmed el-Elî (21), Mamûn el-Nabhan (23) û Muhamed el-Bîsh ji aliyê faşîstê bi navê Kemal K. ve hatin kuştin. Sê ciwanên karker dema di xew de bûn Kemal K. benzîn rijand ser wan û agirbi wan xist.

Li gorî birayê Mamûn el-Nabhan piştî ku êrîşa faşîst qewimî polîs hatin cem wan û ji wan xwestin ku bûyer neyê bihîstin. Li gorî daxuyaniyên gerînendetiya emniyetê ya Izmîrê kesê faşîst hatiye girtin. Lê di ragihandina dûvikê hikûmetê de hate belavkirin ku ev hersê ciwan ji ber kontaka ceryanê agir bi mala wan ketiye û jiyana xwe ji dest dane.

Dewleta Tirk li ser qirkirina gelan a fizîkî û çandî ava bûye. Li ser vê axê Ermenî, Suryanî, Nastûrî, Keldanî, Rûm û Yahûdî bi temamî hatin qelandin. Gelên weke Laz, Gurcî, Çerkes, Çaçan, Rûmen û koçberên Balkanî rastî êrîşên bişaftinê hatin. Û gelê Kurd jî bi awayekî bi pergal rûbirûyî qirkirina fizîkî û çandî hat û ev rewş hêj jî berdewam dike.

Di van demên dawî de jî koçberên Sûriye û Efxanistanê rastî heman êrîşan tên. Dewleta Tirk a faşîst di xerakirina herdu welatan de jî risteke neyînî leyîst. Dema ku bi milyonan koçber berê xwe dan nava axa Tirkiyeyê, dewleta Tirk van koçberan di warê siyasî, aborî û leşkerî de bi kar anîn. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’yê welatên Ewropayê bi vekirina deriyan tirsandin û li ser jiyana bi milyonan penaberî siyaseteke qirêj meşand. Olîgarşiya Tirk û aliyên sermeyedar, bi milyonan koçberî weke keda erzan dîtin û ew kirin koleyên hemdemî. Bi deh hezaran kes jî ji nava wan hatin neqandin û bi perwedeya dewleta Tirk veguherîn çeteyên hov û destpêkê li ser axa Rojava, li çar aliyên Rojhilata Navîn û Qafqasyayê şer kirin.

Li gel ewqasî “fêdeyê” jî ji ber kodên dewletê, divê ev kes veguherin “Tirkên baş” an jî “xulamên baş ên Tirkan”. Ji ber vê yekê jî koçberên li Tirkiyeyê rojane rastî êrîşên faşîzan tên. Tên kuştin, tên şewitandin, tên birîndarkirin.

Li gorî hemû daneyan, bûyer êrîşeke faşîzan e. Lê em bihesibînin ku nûçeyên di ragihandina dûvi de derdikevin, rast in. Ew jî dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê mêtîngeriyeke mezin li serkeda karkeran heye ku karker bi hev re bin jî incex dikarin odeyeke xerabe bi hev re kirê bikin, ku di van stargehan de jî ji ber kontaka ceryanê, ji ber sobeya êzingan, ji ber ritûbetê, ji ber kêmxwarinbûnê, ango ji ber xizanî û mêtîngeriyê karker û kedkar jiyana xwe ji dest didin.

Ji herdu aliyan jî mirov binirxîne, ev hersê ciwan bi destê faşîzm, mêtîngerî û sermayedariyê ve hatine qetilkirin. Divê kesên ku ev bûyer pêk anîne werin cezakirin, lê divê pergala faşîzmê, sermayedariyê, emperyalîzmê û olîgarşiyê jî were cezakirin.

Heta ku ev nexweşî di nava laşê welatê me de bin, wê bûyerên bi vî rengî pêk werin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.