ENIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ: DAXUYANIYA BI HEJMARA 1’EMÎN
DAXUYANIYA BI HEJMARA 1’EMÎN
Karkerino,
Gundîno,
Leşkerino, Rewşenbîrên Welatparêz, Gelê Me,
Emperyalîstên Amerîkî û kûçikên wê salên dirêj welatê me talan kirin; çi me hebû, ji xwe re birin. Ked û xwêdana gelê me yê kedkar û hemû xebatkaran dizîn. Dest danîn ser hemû dewlemendiyên me, petrola me, kroma me, sifira me û hemû çavkaniyên me yên xwezayî. Li pey xwe jî ji me re birçîbûn, xizaniyeke giran, nexweşiyên ku hezaran kes ji me birin û nezaniyeke ku gelê me neçarî jiyaneke tarî kiriye hiştin.
Îro li welatê me komeke xayin û kûçikên ku ji bermahiyên sifreyên dijminê dagirker xwedî dibin, ji bo vê pergala qirêj berrdewam bikin û xulamtiya emperyalîzma Amerîkayê bikin, çerxa zordariya bi awayekî bêwicdan dizîvirînin. Her welatparêzên ku li hemberî dizî û talana wan disekinin jî li qadan têne gulebarankirin. Dixwazin dengê karker û gundiyan, dengê kesên ku nan û axê dixwazin bi xwîn û zordariyê qut bikin. Tiştên ku em wan diafirînin û hildiberînin bi zorê ji destê me derdixin.
Kûçîkên faşîst ên Amerîkaperest ji bo ku vê pergala mêtîngeriyê ya qirêj çêtir bimeşînin di binê navê pêkanîna asayîşê niha jî rewşa awarte ragihandine. Maf û azadiyên gelê me yên herî sereke jî ji holê hatine rakirin.
Îro demogojiyeke qirêj e ku mirov li welatê me behsa zagonan, dewleta zagonî, destûra bingehîn, mirovahî û mafên hemwelatîbûnê bike.
Em li ser axa xwe bûne gelekî kole.
Gelo wê ev rewş wiha berdewam bike?
NA!
HEZAR CARÎ NA!
Nabe ku ev rewş wiha berdewam bike; êdî dem hatiye ku em rabin serhildanê, çekan rakin û ji bo ku dijminê dagirker têk bibin bikevin nava tevgerê.
Hêz û derfetên wan ên ku îro xuya dikin, ne xema me ne. Ew, komeke biçûk in, lê em bi milyonan in. Tiştekî ku em winda bikin tune ye, lê em dikarin cîhaneke mezin bi dest bixin.
Em weke Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê dibêjin ku:
1- Ji bo hilweşandina serdestiya emperyalîzma Amerîkî û desthilatdariya çînên mêtînger ên xualmên wê yên herêmî û ji bo bidestxistina serxwebûnê, yekane rê şerê rizgariyê yê çekdarî ye.
Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê hemû welatparêzên ku di vê riyê de biryara têkoşînê dane himbêz dike û rêxistina pêşengên şervan ên gel e. Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, di têkoşîna xwe de pêşengiya rêxistina şer a çîna karkerên Tirkiyeyê, Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê dipejirîne û têkoşîna xwe di binê fermandariya wê de dimeşîne.
2- Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê bi biryar e ku heta ku emperyalîzma Amerîkî û kûçikên wê ji welat biqewirîne têbikoşe û heta ku şervanê wê yê dawî bimire şerê xwe berdewam bike.
3- Dijminên Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê emperyalîstên Amerîkî, sermayedarên fînansê, axayên axê, navbeynkar, kesên ku bi zêdebûnê diravan didin, burokratên leşkerî û sivîl ên Amerîkanperest û hemû dijminên gel in.
4- Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, berpirsyariya maceraperest û pêxwasên berê xwe didin armancên ku ne di nava xalên êrîşê yên Eniyê de ne û zirarê didin refên gel, ranake. Revandina zarokan, tengavkirina jinan û êrîşa li dijî kesên ku rasterast ne bi emperyalîzmê ve têkîldar in, êrîşa li dijî karkazan û dwelemendên di asta navîn de yên derveyî komeke biçûk a xayinan, ango êrîşa li dijî bûrjûwaziya navîn û zirardayîna wan nabe çalakiya şoreşger. Ev, çalakiyên pêxwasiyê ne. Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, bûyerên bi vî rengî bi awayekî tund şermezar dike. Û li hemberî hemû çalakiyên li dijî emperyalîstên Amerîkî, nûnerên sermeyaderiya fînansê, zaliman û dijminên gel jî rêzdar e û heta dawiyê desteka wan dike. Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, hemû çalakiyên şervanên xwe bi riya daxuyaniyên xwe ji gel re radigihîne. Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê darizandin û cezakirina dijminên gel, kesên êşkencekar, zalim û diz pêk tîne. Hesabê xwîna ku rijiandine û zilma ku kirine dipirse.
5- Bi vê armancê Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê ligel hewldanên xwe yên beralîkirina têkoşîna gelê me ya aborî û demokratîk, di mehên dawî de van tevgerên leşkerîkirine:
1. Diravên rojekê yên Şaxa Kuçukesat’ê ya Bankaya Zîratê, ji bo bikaranîna wan a di şerê şoreşgerî yê gelê me de, hatine desteserkirin.
2. Bi armanca bîranîna şoreşgerên ku di “Yekşema Bixwîn” de şehîd bûne di tevgera terora şoreşger de di 16-17’ê sibatê de ev çalakî hatin kirin.:
a) Navenda Tûslogê ya depoya amûrên leşkerî ya Amerîkî ya li Zîncîrlîkuyuyê,
b) Şaxa Tûslogê ya li Şîşliyê,
c) Şaxa Bankaya Bazirganiya Derveyîn a Amerîkî-Tirk a li Elmadaxê,
d) Sefareta DYA’yê,
e) Sefareta Ingiltereyê,
f) Navenda şirîkatiya emperyalîst a Amerîkî IBM’ê ya li Gumuşsûyûyê hatine bombekirin.
3. Bota leşkerî ya Amerîkî ya li Salipazariyê hate bombekirin û xerakirin.
4. Diravên rojekê yên şaxa Erenkoyê ya Bankaya Bazirganiyê ya Tirk, ji bo bikaranîna wan a di şerê şoreşgerî yê gelê me de, hatine desteserkirin. Di vê çalakiyê de erebeya leşkerê Amerîkî yê bi navê A. Donald hate bikaranîn û ev erebe paşê hate şewitandin.
5. Diravên rojekê yên Kadir Has û Mete Has (ên ku xwediyên gelek kargeh û şirîkatiyên weke Coca-Cola, Pe-Re-Ja, Elvan, Mercedes-Benz, Otomarsan û Akbank’ê ne) û diravên rojekê yên Talip Aksoy (axayê ji Edeneyê) ji bo bikaranîna wan a di şerê şoreşgerî yê gelê me de, hatine desteserkirin.
6. Tevgera 1’ê Gulanê hate lidarxistin.
Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê, bang li hemû welatparêzên rasteqînî dike ku tev li şerê wê yê serxwebûnê bibin. THKC (Eniya Rizgariya Gel a Tikiyeyê), eniya hemû şoreşger û welatparêzan e û eniya rizgariya gelê Tirkiyeyê ye.
HETA RIZGARIYÊ ŞER
ENIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYEYÊ
Gulana 1971’ê
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî