موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

SEYÎD RIZA Û SERHILDANA DÊRSIMÊ

181
image_pdf

SEYÎD RIZA Û SERHILDANA DÊRSIMÊ

Derhêner Devrîm Tekînoglû diyar kir ku darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ji bo Dersimiyan birîneke neyê kewandine û bi lêv kir ku heta bi Komkujiya Dersimê re rûbirû nebin wê ev birîn neyê kewandin.

Bi ser darvekirina Serokê Serhildana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî Ûşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê Îvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa û Resik Ûşen ve 84 sal derbas bû. Seyîd Riza û hevalên wî yên di encama dadgeheke derveyî qanûnê ku di bin kontrola Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê bi peywîreke taybet di 15’ê Mijdara 1937’an de ji Enqereyê hatin şandin ve li Qada Genim a Xarpêtê hatin darvekirin, li cihekî ku kesek nizane hatin veşartin. Ligel hemû hewldanên malbat û xizmên wan 84 sal in dewletê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî aşkera nekirin.

Piştî darvekirina Seyît Riza û hevalên wî ji bo Dersimiyan rojên sirgunê dest pê kirin. Di komkujiya ku gelê Dersimê weke “tertele” bi nav dike de, li gorî hejmarên fermî di sala 1937’an de hezar û 737, di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Lê li gorî lêkolînerên dîrokê û gelek çavkaniyan di komkujiyê de bi hezaran zarok, pîr û jin nêzî 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Dîsa bi deh hezaran kes hatin sirgunkirin. Zarokên keç ên ji malbatên wan hatin stendin, radestî eskeran hatin kirin.

Em bi derhênerê belgefîlma “Hezar û Nehsed û Nod û Çar (Bin Dokuz Yüz Doksan Dört) Devrîm Tekînoglû ku pêkanînên sala 1994’an weke berdewama Komkujiya 1938’an dibîne re li ser darvekirina Seyîd Riza û komkujiyê axivîn.

Tekînoglû, xwest ku Komkujiya Dersimê di nav pêvajoyeke dîrokî de bigirin dest û bi lêv kir ku komkujiya 1937-38’ê heta Yavûz Selîm diçe. Tekînoglû, anî ziman ku pêvajoya polîtîkayên Osmaniyê yên fetihkirinê heta Komkujiya Koçgirî ya sala 1921’ê tê û dazanîn ku dewletê piştî Komkujiya KoçgirÎ ji bo Dersimê pêvajoyeke biplan daye destpêkirin. Tekînoglû, anî ziman ku di çarçoveya planên hatin kirin de Seyîd Riza û kesên pêşeng di 15’ê Mijdara 1937’an de hat darvekirin. Tekînoglû bi lêv kir ku ligel kesên hatin qetilkirin 70 kes jî avêtin girtîgehê lê heta niha jî derbarê kesên girtî de tu agahî nehatine bi destxistin û wiha got: “Helbet ev rewş bi sala 1937’an neqediya, di sala 1938’an vegeriya qirkirinekê.”

POLÎTÎKAYA DEWLETÊ 

Tekînoglû, destnîşan kir ku komkujiya li Dersimê hat kirin “qirkirine” û wiha berdewam kir: “Qirkirina Dersimê bi darvekirina Seyît Riza û kesên pêşeng ve nehat plankirin, plan beriya darvekirinan hatibû kirin. Polîtîkayeke qirkirinê hebû û ev gav bi gav hat pêkanîn. Qetilkirina Seyît Riza û pêşengên din di çarçoveyeke planekê û bi gotina ’em tenê li dijî hin kesan operasyonan dikin, em tiştekî gel nakin’ rêbazeke mijûlkirinê pêkanîn. Ji ber vê yekê ji destpêkê ve ser qirqirinê bû û ev plan weke polîtîkaya dewletê ket meriyetê.”

Tekînoglû, diyar kir ku nediyare di komkujiyê de çend kes hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di komkujiyekê de wateya kuştina temamî gelekî an jî beşeke wî nîne. Li gorî hejmarên fermî 15 hezar mirov hatin qetilkirin lê di xebatên têkildarî Dersimê hatin kirin de tê texmînkirin ku nêzî 70 hezar mirov hatine qetilkirin.”

QIRQIRINA ÇANDΠ

Tekînoglû, destnîşan kir ku qirkirina fîzîkî a li ser Dersimê hatibû destpêkirin di pêvajoyên pêş de vegerî qirkirina çandî û wiha pê de çû: “Qirkirin hêj didome. Ji bo me salên 1950, 12’ê Îlonê, salên 90’î pêvajoyên bi pirsgirêkin. Di sala 1994’an de nîviyê gundên Dersimê hatin şewitandin û valakirin. Mirov ji cihên xwe bûn. Îro jî vê polîtîkayê asîmîlasyon derxistiye asta herî jor. Hin rêbazên vê yekê jî hene. Yek jê xebatên li dijî baweriyê ne. Hewl tê dayîn ku baweriya Dersimê ku di nav xwezayê de dimeşîne îro bi têkiliyên sazitiyê tê asîmîlekirin. Li aliyê din erdnîgarî di nav bendavan de fetisî. Pêşiya ciwanan tê vekirin ku tiryakê bikarbînin û ji ser hişê xwe biçin. ji ber vê yekê dema em lê dinêrin êdî mîrateya çandî, hişmendiya dîrokî nayê veguhestin.”

DESNÎŞANKIRINA ÇAND Û ZIMAN

Tekîngolû destnîşan kir ku berxwedana herî mezin ku gel li dijî polîtîkayên pişaftina tê meşandin bide jiyandina çand û zimanê wan e û wiha domand: “Divê mirovên me dest ji tiştên ku aîdî wane bernedin.”

BIRÎNA NAYÊ QEWANDIN

Tekînoglû, bi lêv kir ku Komkujiya Dersimê hêj birîneke nayê qewandin, xwîn jê tê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku ev birîn bê qewandin divê bi vê birînê re rûbirû bibin. Divê pêşiya hesabdayîna hiqûqî ya qirkirina Dersimê û tanzîmkirina her cure windahiyê bê vekirin. Li Dersimê jiyan ser û bin bûye. Ji bo ku ev careke din zindî nebe divê astengî ji holê bên rakirin.”

ÇAVKANÎ: MA

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.