موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

ÇAR JINÊN KEDKAR ÊN ÇALAKGER

95
image_pdf

Jinên çalakger Dîlbent Turker, Nazîfe Toprak û Gulbîn Demîrel, li dijî pergala kapîtalîst a mêr a kedxwariyê berxwedana xwe kirin yek. Jinên kedkar û berxwedêr  ku bi mehan e keda wan tê xwarin, ji bo mafê xwe, dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bigêjin hev.

Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî re 3 roj man. Ji ber tundiya li ser jinan, li mal, kolan, kargerî û qadên cuda didomin, jin amadekariyên çalakiyên girseyî dikin. Bi taybetî piştî pandemî belav bû, hêzên sermayedar û patronên bi feraseta mêrê desthilatdar tev digerin tundî û zextên li ser jinan zêdetir kir. Mafê jinan ên ked û ewlehiyê ji destê wan girtin. Jin bêtir di şertên giran û bê ewle de kar dikin. Tundiya li ser jinan hem li mal û hem jî li kargeriyan zêdetir bû. Di her qadê de barê li ser milê jinan bêtir giran bû. Newekheviya di navbera keda mêr û jinê de zêdetir bû. Keda jinan bêtir erzan dibe. Destûra bêheq di bin navê Kod 29’an de sedema ku karkeran ji kar bavêjin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê, jin neçar dimînin ku bi keda erzan û bê ewle kar bikin. Ji ber şertên giran, jin nikarin sûdê ji mafê xwe yê perwerde û tenduristiyê bigirin.

JINÊN CIWAN NIKARIN DEBARÊ BIKIN

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), Rêxistina Hevkarî û Bilindkirina Aboriyê (OECD), Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) û Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê ya 2021’an, xwendekarên ku zanîngehê xelas dikin, ji her 10 ciwanan 4 jê betal in. Debara jinên ciwan, li gorî debara zilamên cwian nêvî nêvî kêm e. Ji ber polîtîkayên cudakariyê debara jinên ciwan pir kêm e. Di çarîka sala 2021’an de debara ciwanên mêr ji sedî 41 bû. Debara jinên ciwan jî ji sedî 19,6’e bû.

JI SEDÎ 92 BÊ RÊXISTIN Û SENDÎKA NE

Li gorî dane û lêkolîna Navenda Lêkolîna DÎSK’ê (Disk-Ar) ya 2021’an, ji sedî 63,9’ê jinan, ji şert û mercên karên xwe nerazî ne. Li gorî lêkolînê ji sedî 92’ê jinan bê sendîka û bê rêxistin in. Pêvajoya qidemê li pey ya mêran e. Ji sedî 25’ê jinan bê sîgorta ne. Li bajaran rêjeya jinên ciwan ên betal ji sedî 50 ye. Ji her 3 jinan yek betal e. Bandora kaos û qeyrana aborî herî zêde li jinan dike. Jinên ku mafê wan tê binpêkirin û tundî li wan têne kirin, li dijî vê neheqî û tundiyê li qadan dibin yek û bi hevre mafê xwe diparêzin. Jinên ku 25’ê Mijdarê bi berxwedan û çalakiyan pêşwazî dikin, qala têkoşîn û çalakiyên xwe kirin.

300 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Endama Sendîkaya Karkerên Metal û Hemû Otomotîvan (TOMÎS) Dîlbent Turker a 27 salî ku bi xala Kod 29’an ji karê fabrîqeya Sîmbo ya li navçeya Avcilarê ya Stenbolê amûrên malan hildiberîne, hat avêtin, hêj 14 salî bû dest bi kar kir. Heta niha di çiqas kar û kargeriyan de xebitî keda wê hat binpêkirin. Li aliyekî ji bo parastina keda xwe têkoşiya, li aliyê din li dijî tacîza zayentî têkoşiya. Piştî ji karê Fabrîqeya Sîmbo hat avêtin, 300 roj in li pêş Sinbo têdikoşe û doza mafê xwe dike. Turker, di 25’ê çile de ji kar hat avêtin. Ji ber mafê xwe yê sendîkayî bikar anî, bi tundiya patronên Sinbo re rû bi rû ma. Turker, anî ziman ku gelek jinên karker bi mobbing û tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Jin bi tacîza zayendî re rû bi rû dimînin. Di şertên giran û bi keda erzan dixebitin. Ji bo ez dawî li vê yekê bînim ez bûm endamê sendîkayê. Em jinên karker li fabrîqeyê zor û zahmetiyê mezin dijîn. Ji ber vê yekê ez bûm endam.”

Turker, da zanîn ku ji ber maê xwe yê zagonî parast ji kar hat avêtin û wiha got: “Di fabrîqeyê de 600 karker dixebitin. Em 6 karker endamên sendîkayê bûn. Ez şandim destûra bêheq. Me 6 hevalan li pêş fabriqeyê 31 rojan li ber xwe dan. Bi berxwedanê patron gav paşve avêt. Lê piştre zextên patron zêde bûn. Xwestin em ji sendîkayê îstîfa bikin. Herî dawî bi hinceta Kod 29 ez ji kar avêtim. Zêdeyî 10 sal in li pêş fabrîqeya Sinbo li ber xwe didim. Ez gelek caran bi êrîşan re rû bi rû mam. Gelek caran hatim binçavkirin. Di bin çavan de lêgerîna tazî kirin. Îşkence li min kirin. Li min dan.”

14 ROJAN DI BIN ÇAVAN DE MAM

Turker, destnîşan kir ku bi awayekî dijzagonî ji kar hat dûrxistin û wiha bi dawî kir: “Me xwest em bimeşin Enqereyê. Lê bi awayekî keyfî meşa me asteng kirin. Di 14 rojan de 11 caran ez binçav kirim. Me dît ku zagon li gorî patronan hatine amadekirin. Ne li gorî mafê karkeran in. Piştî pandemiyê tundî û zextên patronan ên li ser karkeran zêdetir bûn. Lê cihê zilm û zext hebe berxwedan jî heye. Ez li dijî van zor û tundiyê li gel sendîkaya TOMİS’ê têdikoşim. Em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Patron û sermayedar kedê binpê dikin. Kedxwarî heye. Em ê di 25’ê mijdarê de wekî jinên karker li dijî tundî, tacîz, mobbing û kedxwariyê li qadan têbikoşin.”

MAMOSTE BÛ LÊ NIHA KARKERÊ ŞAREDARIYÊ YE

Karkera Şaredariya Bakirkoyê Nazife Toprak jî 92 roj in li Qada Azadiyê ya Bakirkoye ji bo mafê xwe têdikoşe. Toprak a ku Seroka Lijneya Dîsîplînê ya Şaxa Genel ÎŞ’ê ya DÎSK’ê ya Stenbolê ye, 6 salan mamostetiya bi peyman kir. Lê ji ber nehat tayînkirin, herî dawî di karê şaredariyê de xebitî. Di sala 2010’an de dest bi kar kir. Ez di beşa qeydan a navenda tipê de xebitîm. Ji ber performansê ez sewqî Pisporiya Têkiliyan kirim. Di 2018’an de bi KHK’e taşeron derbasî şîrketên şaredariyê kirin. Piştî wê em bûn endamên Sendîkaya Genel-Îşê. Sendîkaya Belediye Îşê piştre li dijî me doz vekir. Di sala 2018’an de ez bi nexweşiya pençeşêra pêsîrê ketim. Ez emeliyat bûm. Li gorî giştînameya Serokomariyê divê em bi destûra heq ji kar veqetin. Lê em şandin karê kin. Li gorî giştînameyê diviya bû em biçûna mal. Lê ev nekirin. Dema em li dijî vê yekê terketin, em bi bertekên rêveberiyê re rû bi ru man. Zextên Kod-29’an li karkeran ferz kirin. Karker bi Kod 29’an ji kar derxwistin. Mafê me hatin astengkirin, xwestin em ji sendîkayê îstîfa bikin. Xwestin em daxwaznameya “Êz ji sendîkayê îstîfa dikim” bidin îmze kirin. Şaredariya Bakirkoyê di bin navê ‘Karê wekhev û heqê wekhev’ de heqê karkeran kêm dikin. Bi vê yekê heqê min daxistin bin heqê muceyê kêmtirîn. Ji ber min ev qebûl nekir, 10 roj şûnde ez ji kar avêtim. Mixabin ez bi vê kiryara Şaredariya Bakirkoyê re rû bi rû mam.”

ÇALAKIYA KON DI ROJA 92’AN DE YE

Toprak, anî ziman ku Şaredarê Bakirkoyê Bulent Kerîmoglu ligel dizane ew bi nexwexişa pençeşêra pêsîrê ye jî diyar kiriye ku tenê ji ber xebatên sendîkayî ji kar hatiye avêtin. Ez dayik im. Bi tena serê xwe zarok mezin dikim. Niha 92 rojin di çalakiya kon de cih digirim. Em çar kesên ji kar hatin avetin bûn. Têkoşîna me didome. Em li dijî neheqiyê hatin cem hev. Me dît ku em bi hevre dikarin bêtir dengê xwe bilind bikin. Em dayik in. Em heqê xwe dixwazin. Em naxwazin li dû zilam bin. Hiş û aqilê me heye.”

2 MEH IN LI BER XWE DIDE 

Karkera maxaza CarrefourSA Gulbin Demîrel jî ji sala 2015’an ve dixebite. Demîrel, ji 15’ê îlonê û şûnde bi hinceta hejmara karkeran kêm dikin û kar biçûk dikin ji kar hat derxistin. Demîrel ji 15’ê îlonê û şûnde her roj diçe pêş CarrefourSA çalakiyê li dar dixe. Demirel anî ziman ku ew 4 jin di mexazayê de dixebitîn û wiha got: “Me li marketê karê giran dikir. Me 4 jinan karê maxazayê dikir. Ji ber hejmara me kêm bû, me nikarîbu rapor jî bigirta. Îro hemû maxazayên Carrefourê karkeran dide xebitandin.  Gotin em ê tazmînatê bidin. Lê min 6 salan ked da vir. Min gelek tişt winda kir. Gotin belkî bêdeng bike. Sermaye her tim qirîzê dikin firsend. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi têkoşîna me neheqî derket holê. Ne tenê ji bo ez vegerim kar, ji bo ez li dijî tacîz, mobbing û zextan im ez li vir têdikoşim. Em bang li her kesi dikin ku li têkoşîn û berxwedanê xwedî derkevin. Werin em li vir bi hevre têbikoşin.”

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.