موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

DI ROJA KOBANÊ YA CÎHANÎ DE KOBANÊ BI XETEREYA DEWLETA TIRK RE RÛBIRÛ YE

97
image_pdf

DI ROJA KOBANÊ YA CÎHANÎ DE KOBANÊ BI XETEREYA DEWLETA TIRK RE RÛBIRÛ YE

Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re serkeftinek bû û bû sembola enternasyonalîst a berxwedana li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê yên ku bi piştevaniya hêzên herêmê di serî de dewleta Tirk ku hewl dida di bin perdeya îslamê de dewletan dagir bike û xîlafeta Osmanî vejîne bi bin ketin.

Ji çeteyên DAIŞ`ê  heta bi dewleta Tirk, ji Ebû Bekir El-Bexdadî  heta bi Erdogan  alav rijandina xwînê, derbkirina aramî û îstiqrara herêmê û veguherandina herêmê ber bi baregeheke komên çeteyan ku xeteriyê li ser cîhanê dikin, ranewestiya.

Di Cotmeha 2014`an de dema ku DAIŞ gihaşt tixûbên bajarê Kobanê, bi hezaran Kurdên ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bûn û piştgiriya berxwedanê kir.

Bi dehan şervanan li taxên Kobanê li hemberî xeteriya DAIŞ`ê li erdnîgariya Sûriyê, li ber xwe da. Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê û Roja 1`ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ragihand.

ŞERÊ KOBANÊ

Êrişa DAIŞ`ê ya 15`ê Îlona 2014`an a ji 3 aliyan ve li dijî Kobanê dest pê kirî, wekî mezintirîn êrişên DAIŞ`ê yên li Sûriye û Iraqê tê dîtin. Di wê êrişê de bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdar bûn.

Piştî Kobanê li gel kantonên Cizîr û Efrînê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, dewleta Tirk û hin dewletên herêmê yên dîtir bi hêrs bûn, bi wê re dewleta Tirk berê DAIŞ’ê bi kantona Kobanê ve kir.

PIŞTGIRIYA KOBANÊ YA CÎHANÊ BI BERXWEDANA KOBANÊ RE

Hemwextî şerê Kobanê, li bajarên Ewropa, Asya û li Rojhilata Navîn rojane DAIŞ`ê êrişên hov pêk dianîn. Bi wê re gelên cîhanê asta xeteriya serweriya DAIŞ`ê li ser Kobanê nas kir û bi milyonan xwepêşandêr li 93 welatên cîhanê daketin qadan. Li bajarên Amerîka Latîn, Asya û Ewropayê xwepêşandanên girseyî dest pê kirin û bang li hikumetan hat kirin ku bikevin tevgerê û şervanên xort û keç ên di taxên dawî yên Kobanê de li ber xwe didin, biparêzin.

Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin, bi wê re ji bo şermezarkirina piştgiriya dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re xwepêşandanli rêyên sereke yên mezintirîn bajrên cîhanê û balafirgehan û li pêş balyozxaneyên Tirkiyê hatin lidarxistin.

Seferbreiya ku rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê de ragihandiye û bangawaziyên wî li civaka Kurdistanê ku Kobanê biparêzin, guhertineke dîrokî di şerê “çarenûsî” yê li Kobanê de çêkir.

KOBANÊ HAT RIZGARKIRIN, DAIŞ JÎ HAT TUNEKIRIN, LÊ BELÊ..!

Piştî 4 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019`an de ragihand ku ji aliyê erdnîgarî ve DAIŞ li cihê wê yê herî dawî li bajarokê Baxoz ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir. Ew yek piştî sal û nîvekê ji rizgarkirina bajarê Reqayê ku DAIŞ’ê digot paytexta wê ye, pêk hat.

Dewleta Tirk nikarî têkçûna hevalbendê xwe DAIŞ’ê li pêş çavên xwe li ser destê şêniyên herêmê ragirta. Bi wê re, piştî çend mehan ji rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞ’ê ji hêla QSD’ê ve, dewleta Tirk êrişên dijminane di Çileya 2018’an de birin ser kantona Efrînê. Di wan êrişan de dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî bi hezaran Kurd û Ereb ji warên wan bi darê zorê dane koçberkirin ku tola DAIŞ hilîne.

Dewleta Tirk careke din dijminahiya xwe dubare kir û di payîza 2019`an de û piştî çend mehan ji têkbirina DAIŞ`ê di Baxozê de, bi erêkirina Amerîka û vekişîna hêzên wê ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişeke berfireh li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin.

TIRKIYE, SEMBOLA CÎHANÎ YA BERXWEDANÊ HEDEF DIGIRE Û GEFAN LÊ DIXWE

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 2 salan de 8 caran herêmên sivîlan ên Kobanê hedef girtin. Herî dawî di 20 -23`yê Cotmehê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk êriş pêk anîn û di encamê de 5 kes şehîd bûn.

Li aliyekî din, rayedarên Tirk di serî de Erdogan gefên êrişeke nû ya berfireh li kantona Kobanê xwarin. Ew di gefên xwe de ji bêdengiya civaka navneteweyî û welatên garantor û rêxistinên mafên mirovan sûdê digirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Fiartê Eyşe Efendî têkildarî mijarê wiha dibêje, “Helwestên navneteweyî ku piştgiriya xwe ji Kobanê re nîşan dan bi rêjeyeke mezin bandor li hestên cîhanê li hemberî xeteriya DAIŞ`ê kirin. Lê belê îro xeteriya dewleta Tirk mezintir e û gefan li herêmê dixwe. Divê civata navneteweyî biperise, gelo bi rastî ew piştgiriya Kobanê dikin ku DAIŞ têk bir.”

Eyşe Efendî wiha dewam kir: “Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê parlamantoya Katalanoyayê ve gaveke ber bi rêya rastiyê ve ye, lê ne têr nake. Lê li gorî ku Erdogan îdia dike, wî erêkirina parlamantoyê wergirtiye da ku hebûna xwe li derveyî sînorên xwe fireh bike bi taybet li Sûriye û Iraqê. Ev tê wateya pêkanîna sûcên din li dijî kurdan. Dewleta Tirk di şerê qirkirina kurdan de çekên kîmyewî bi kar tîne. DAIŞ anku hevalbendê Tirkiyê jî hemwextî biryara berfirehkirina dagirkeriya Tirk êrişên nû li Sûriye û Iraqê pêk tîne.”

‘EM JIBOBERXWEDANÛAŞTIYÊ AMADE NE’

Eyşe Efendî destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ`ê, dewleta Tirk hewl dide tolê ji gelê Kobanê hilîne û wiha lê zêde kir: “Dema em dibêjin dewleta Tirk, wê demê behsa NATO`yê tê kirin ku Tirkiye beşekî wê ye. Êrişî Kobanê kir, piştre Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Xuya ye ku wan li ser qirkirina gelê Kurd li hev kirine. Lê em teslîm nabin, em ji bo berxwedan, aştî û demokrasiyê amade ne. Em pişta xwe tenê didin gelê xwe.”

‘BÊDNEGIYEKE NEHEQ LI HEMBERÎ GELÊ ME HEYE’

Têkildarî piştgiriya navneteweyî jî, Eyşe Efendî ev tişt got: “Em di encama fedekariyên gelê xwe de gihaştin vê astê, me tiştek bi saya tu welatî bi dest nexist. Ev gelê berxwedêr dê vê qirkirinê qebûl neke û li dijî wê li ber xwe bide. Her wiha civata navneteweyî heta pişta xwe daye xebatên jinûve avakirina Kobanê jî, lê gelê me bi derfetên xwe yên kêm ev bajar ji nûve ava kir. Balafirên bêrmirov ên dewleta Tirk Kobanê bombebaran dikin û gefan li aramî û îstiqrarê wê dixwin. Balafirên dewleta Tirk li pêş çavên hêzên Rûsya yên li herêmê, digerin. Bêdengiyeke neheq li hemberî gelê me heye.”

SERÇETEYÊN DAIŞ Û EL-NUSRA LI HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ DE NE

Di demekê de ku bi hezaran çete ji Tirkiyê berê xwe didin Sûriye, Iraq, Azerbeycan, Efganistan û Bakurê Afrîkayê, li ser tevahî welatên cîhanê xeteriyekê zêde çêdikin. Bi dagirkirina herêmên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewleta Tirk bi dehan çeteyên herî xeternak ji girtîgehên QSD`ê revandin, her wiha malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Eyn Îsa ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan revandin.

Hêzên Amerîkayê di 23 û 25`ê Cotmeha borî de ragihand ku li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, 2 serçeteyên DAIŞ û El-Qaîdeyê hatine kuştin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) John Rigsby got, “DAIŞ hîna jî xeteriyê li ser DYA û hevalbendên me çêdike û Sûriye wekî cihekî ewle ji xwe re bi kar tîne, da ku xwe ji nû ve ava bike û bi komên alîgirên xwe re hevkariyê bike û plana êrişên li derve amade bike.”

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Rojhilata Navîn û Afrîkayê Brett McGurk piştî êrişa dewleta Tirk li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, li ser hesabê xwe yê twitterê destnîşan kiribû ku ji ber vekişîna Amerîka ji hin herêmên li bakurê Sûriyê, li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de sûcên kuştin, revandin, talankirin û koçberkirina bi darê zorê pêk hatin. Brett McGurk piştrast kir ku dewleta Tirk di navbera 2014-2016`an de rê da 40 hezar DAIŞ`iyên ji 110 welatên cîhanê derbasî Sûriye bibin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.