موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

HER DIÇE PERGALA FAŞÎST A TIRKIYEYÊ TENGAV DIBE, LÊ GELO WÊ EV JI BO AZADIYÊ BES BE

123
image_pdf

HER DIÇE PERGALA FAŞÎST A TIRKIYEYÊ TENGAV DIBE, LÊ GELO WÊ EV JI BO AZADIYÊ BES BE?

Sami ADALI

Dewleta olîgarşiya Tirk a faşîst, hebûna xwe li ser qirkirina gelan, mêtîngerî û dagirkeriyê saz kiriye. Û di nava sed salên komarê de ev taybetmendiyên dewletê nehatin guhertin. Desthilatdariya AKP’yê jî ev 20 sal in ku heman siyasetê bi rengekî din dimeşîne. Lê êdî rewş gihaye merhaleyekê ku êdî ne hêzên navneteweyî ne jî hêzên hundirîn dikare vê desthilatdariyê bipejirîne.

Herî dawî Hêza Peywirê ya Çalakiya Malî ya Navenetweyî, dewleta Tirk xist nava lîsteya welatên ku “pereyên reş, spî dikin û di mijara têkoşîna li dijî fînasekirina terorîzmê de hewldanên pêwîst nîşan nadin”.

Civîna ku li paytexta Frensayê sê rojan berdewam kir, îro bi dawî bû. Di encamnameya civînê de dewletên Urdun, Malî û Tirkiye ketin vê lîsteyê. Di vê bûyerê de desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên olperest û belgeyên Pandorayê bandor kir.

Piştî nîqaşa di parlementoya Almanyayê de, îro li parlementoya Îtalyayê jî bikaranîna artêşa Tirk a faşîst a çekên kîmyewî hate nîqaşkirin. Parlementer Erasmo Palazzotto, vê mijarê anî rojeva parlementoyê û behsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê kirin.

Bêguman ev herdu bûyer nayê wê wateyê ku ev saziyên navneteweyî û parlemento gelekî “mirovhez û demokrat in”. Lê mirov dikare ji van bûyeran fêm bike ku pergala heyî ya li Tirkiyeyê, êdî bi “kêrî” wan jî nayê.

Beşên kedkar û bindest ên civakekê heger li mafên xwe xwedî dernekevin, hêz û dewletên din heta ku bi kêrî wan tê bêdeng dimînin û heger bi kêrî wan neyê jî ew qaşo li mafên civakê derdikevin. Lê dîsa jî mirov dikare bi awayekî aşkere bibîne ku dewleta Tirk ne bi tenê bi desthilatdariya xwe ya 20 salî, lê bi hemû pergala xwe ya faşîst û olîgarşîk tengav bûye.

Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku hêzên sermayedar ên cîhanî û olîgarşiya heyî dixwazin vî barî biavêjin stûyê desthilatdariyê tenê. Lê divê em hişyar bin û zanibin ku êdî bi “sererastkirina” desthilatdariyê rewşa heyî baş nebe. Divê têkoşîna hemû kedkar û bindestan, ji bo guhertina bi giştî pergalê be.

Pergala heyî destê xwe ji AKP’yê şûştiye; ev, xaleke erênî ji bo têkoşîna rizgarî û sosyalîzmê ye. Lê pergala cîhanî û olîgarşiya Tirk, dixwaze bi rengekî din heman qirkirin û mêtîngeriyê bidomîne.

Ew derfet û hêmayên şênber hene ku kes û rêxistinên şoreşger û demokratîk, dikarin bi civakê bidin fêmkirin ku ji bo ku kedxwarî, qirkirin û mêtîngerî bi dawî bibe divê têkoşîna heyî ne tenê ji bo guhertina desthilatdariyê be, lê ji bo azadî û sosyalîzmê be.

Rojên ronîli pêşiya me ne, lê divê em jî karibin ber bi wê ronahiyê de bimeşin.

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.