ERDOGAN WÊ VÊ CARÊ ÇI BIFROŞE
ERDOGAN WÊ VÊ CARÊ ÇI BIFROŞE
Sami ADALI
Weke ku tê zanîn di dirêjahiya civaka çînayetiyê de çînên serdest û yên bindest tim hebûn û di nava wan de jî hertim têkoşîn hebû. Di roja me de jî ev têkoşîn, bi gelek awayan didome. Pergala civaka çînayetiyê ji ber ku bi destê çînên herî biçûk û bi zorê dihatin birêvebirin, di nava pênc hezar salên dawî de bû sedema qeyranên aborî, civakî, derûnî û ekolojiyê. Desthilatdarên vê civakê, li gorî serboriyên xwe yên bi salan û ji bo parastina berjewendiyên xwe, hewl didin xwe ji nû ve “sererast” bikin û pergala xwe bidomînin. Lê li gorî gelek daneyan xuya dike ku êdî qeyran, ne tenê di welatekî, herêmekê yan jî pergala sermayedariyê bixwe de ye; êdî qeyran, di pergala çînayetiyê, mêtîngeriyê û dagirkeriyê bixwe de ye. Pergala sermeyedar, piştî herdu şerên cîhanê hewl dide ku qeyrana xwe çareser bike yan jî di astekê de di binê kontrolê de bihêle û bidomîne. Ji bo vê jî şer, qeyran, alozî û nexweşiyan belavî hemû cîhanê dike.
Dewleta Tirk a olîgarşîk û faşîst jî, yek ji wan dewletan e ku di nava heman pergalê de hevkariya herêmî dike. Di dirêjahiya dîrokê de hertim navendeke pergala sereke hebû û dewlet û avaniyên din, li dora vê pergalê ava dibûn û xwe pê ve girê didan. Hûtê mezin jî devê xwe vedikir û li bendî bû ku rêveberiyên her dewletan, keda gelê wî welatê bixe devê wan.
Di roja me ya îro de, hûtê mezin DYA ye. Ev hûtê mezin, dixwaze tevahiya cîhanê û keda hemû mirovan daqurtîne. Ji ber vê jî li gelek welatan (ku Tirkiye jî yek ji wan e) rêveberiyên dûvik ava dike û wan bi rê ve dibe. Xulamên vî hûtê mezin jî bi nijadperestî, olperestî, lîberalîzm û hwd re keda gelê xwe kom dike, pareke ji vê kedê dixe devê xwe û para mezin jî dixe devê hûtê mezin. Çîroka gelek ji rêveberiyên “herêmî û neteweyî” ev e, ewqasî hêsan e.
Hin ji xulamên hût, sist in; hin jê jî xulamên jêhatî ne. Erdogan, di nava bîst salên ddawî yên rêveberiya xwe de nîşan da ku ew xulamekî jêhatî ye. Di nava bîst salan de hemû saziyên dewletê firotin; têr nekir, erdê welat firotin; têr nekir, ava welat firot; têr nekir, nirxên sererd û binerd firotin; têr nekir, bû pêşmêrê Amerîka û NATO’yê; têr nekir, bi milyonan mirovî deyndar hişt; têr nekir, dest danî ser malên hemû dijberên xwe. Li hemberî vê jî, di nava welat de çi kir, kesî dengê xwe jê re nekir.
Di nava hût û xulamên wî de kengî pirsgirêk derdikevin? Dema ku xulam tiştên ku hût dixwaze nade wî yan jî dema ku xulam, bixwaze para xwe zêdetir bike. Erdogan jî niha bi herdu aliyan pirsgirêkan derdixe.
Niha rewş cuda ye. Erdogan tu nirx li welat nehişt. Êdî bixwaze jî tiştekî ku bifroşe nemaye. Ji bo wê jî li hemû dinyayê digere; bi hûtên mezin re hevdîtinan çê dike, lê destvala vedigere. Herî dawî Erdogan û Biden li Romayê hevdîtin kir. Heger Erdogan ji nava kumê xwe kîvroşkekê dernexistibe, wê nikaribe tiştekî nû bifroşe û bide Biden. Lewra wê encameke “erênî” ji vê hevdîtinê dernekeve.
Em weke gelên kedkar û karker, divê hêviya xwe bi tiştên wiha ve girê nedin. Dibe ku Erdogan xwe û xwediyên xwe têr neke û here; lê em dibînin ku niha bi riya İyi Partî û CHP’yê dixwazin pergalekê ava bikin ku ev rêveberiya nû ji nû ve nirxan ava bikin û ji nû ve hin nirx biafirin ku karibin mêtîngeriyê li ser bikin. Ferqa olîgarşiya kesk, spî, reş û sor zêde tune ye. Ferqa mêtîngeriyên cuda, tenê di rengan de ye. Pêwîst e gelên kedkar û karker ji bo pergala heyî bi giştî biguherînin têbikoşin. Ji vê pê ve rizgarî tune ye.